Ji bo parastina Keşîşxaneya Varagavankê û Keleha Yoncatepeyê bang kirin 2025-09-22 09:28:10 WAN - Keşîşxaneya Varagavank û Keleha Yoncatepeyê yên li Taxa Yukari Bakraçliyê ku dikeve quntarê çiyayên Erek û Verekê yên Wanê, terkî qedera xwe hatine kirin. Xelkê taxê, banga parastina keşîşxane û kelehê kirin.      Mîmariyên dîrokî yên Wanê ku di nava “bajarên herî kevin ên jiyan lê didome”, bi texrîbat û wêraniyê re rû bi rû ne. Keşîşxaneya Varagavankê yan jî bi navê din Keşîşxaneya Xaçê ya Varak Surpê ya li gundê Yukari Bakraçli ku navê gundê Varagavankê jî jê re tê gotin û Keleha Yoncatepeyê ya ji serdema Urartuyan  a li heman taxê, tenê çendek ji van bermahiyên dîrokî ne.    KEŞÎŞXANEYA XAÇÊ YA VARAK SURPÊ   Beşeke mezin a Keşîşxaneya Varagavankê ku li quntarê çiyayên Erek û Verekê hatiye avakirin û jîngeha wê jî xwe dispêre dîrokeke bêyî zanînê, hilweşiyaye. Keşîşxaneya ku gel jê re Dêra Oggî Yedî (Varagavank) jî dibêje, di sedsala 8’emîn de hatiye avakirin û keşîşxaneya Ermenan e. Keşîşxane, ji Ermenên di pêvajoya Qirkirina Ermenan a 1915’an de koçî Yerîwanê kirin ma ye û varîsê wê jî Husamettîn Altayli ye. Altayli ku wê serdemê di artêşê de cih digirt lê xelkê gund îdia dike ku yek ji şêniyên Ermen e, tevî keşîşxaneyê dibe xwediyê gelek gundan jî. Tê gotin ku Altayli piraniya gundên xwe difiroşe Kurdên li navçeya derdorê û ji Rojhilat hatine. Malbata Altayli, ji vir jî koçî Edeneyê dike.    Keşîşxaneya ku bi sala ye nehatiye çêkirin û di dema erdhejê de texrîbateke mezin gihiştiyê, îro her çend kêm jî be ji hêla xelkê gund ve tê parastin. Hemû nivîs û resmên li ser dîwarên wê hatine xêzkirin hatine jêbirin, banê wê tebiqî ye û piştî hewldanan qismekê wê hatiye parastin. Welatiyên Ermen ên derveyî welat û şêniyên gund ên berê, her sal tên serdana keşîşxaneyê û îbadetê xwe dikin. Hundirê keşîşxaneyê jî rastî heman texrîbatê hatiye. Dîwarên keşîşxaneyê ku ziyaretvanên xwe bi wêneyên beriya sala 1915’an pêşwazî dike. Li hin dîwarên wê jî portreyên “Madonna” (Navê portreyên ku wêneyê Îsa Pêxember û Dayika Meryem li ser hatiye xêzkirin) û alimên olî hatine xêzkirin. Ziyaretvan, di dema serdanê de nivîs, resm û amûrên xemilandinê yên cuda ji keşîşxaneyê re dihêlin. Her wiha lênûska bîranînê ku ziyaretvan hestên xwe tê de vedibêjin jî heye. Ji şêniyên taxê Mehmet Çoban ji bo parastina keşîşxaneyê notirvaniyê dike. Xelkê gund da zanîn ku divê keşîşxane tavilê were restorekirin û banga gavavêtinê ji rayedaran kir.    KELEHA YONCATEPEYÊ     Keleha Yoncatepeyê jî biqasî kîlometreyek û nîvan ji gund dûr e. Ev keleh, ji serdema Urartuyan ma ye û mîna keşîşxaneyê ew jî terkî qedera xwe hatiye kirin. Keleh, li girê herî bilind ê herêmê hatiye çêkirin û yek ji avahiyên ji keviran ên Urartuyan e. Tê texmînkirin ku beriya zanînê di sedsala 7’an de hatiye çêkirin û weke qesr hatiye bikaranîn. Keleh, di sala 1997’an ji hêla notirvanê keşîşxaneyê Mehmet Çoban ve hatiye ferqkirin. Çoban, ku ji bo çêkirina malê diçe serê gir, ji ewil kevir bala wî dikişînin û piştre jî dîwarê kelehê ferq dike. Piştre jî xebatên kolandinê dest pê dikin û ev xebat heta sala 2009’an domiyan. Di hundirê kelehê de gorên komî, firaq, kûp, alavên çandiniyê û genim-cehê bûye fosîl hatin dîtin. Ev berhemên dîrokî yên hatin derxistin, niha di Muzeya Wanê de ne.    Keleha ku çavdêriya jîngeha li quntarê çiyê û li rex rûbarî hatiye avakirin dike, ji hêla stratejîk ve girîng e. Rûbarê ku bi hezaran sala ye xelkê herêmê xweyî dike jî çavkaniya xwe berfa çiyayên Erek û Verekê digire. Lêbelê ji ber texrîbata ekolojîk, berfa çiyê êdî di meha Hezîranê de dihele. Xelkê gund, ji ber pirsgirêka avê ditirse ku ji warê xwe koç bike. Keleha ku ji bo wê tu biryara parastinê tune ye û di bin axê de ye, li rexekî dora wê bi sergoyê tije ye û li rexa din jî bûye hedefa defînegeran. Keleh, di dema kolandina defînegeran de hatiye texrîbkirin û hewldane vê texrîbatê veşêrin. Xelkê gund dixwaze ji bo parastina keşîşxane û kelehê tevdîr bên girtin.