'Divê mafê hêviyê bê cîbicîkirin' 2025-09-23 09:18:48   MÊRSÎN - Nûnerên komeleyên herêmî û rêxistinên sivîl daxwaz kirin ku biryara "mafê hêviyê" ya DMME'yê ya der barê Abdullah Ocalan de bê naskirin û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gavên berbiçav bên avêtin.   Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, didome. Lê helwesat dewlet û desthilatê ya neavêtina gavên berbiçav dibe cihê bertekan. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û komeleyên herêmî yên li Mersînê bang li dewlet û desthilatê kirin ku gavan biavêjin.   Serokê Komeleya Çandê û Hevgirtinê ya Bajêr û Navçeyên Êlihê ya Mersînê Mehmet Îhsan Taş diyar kir ku divê dewlet gavên jidil biavêje da ku pêvajo pêşve biçe. Taş, îşaret bi girîngiya xebata berfireh a "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê" ya ku li meclisê hatiye avakirin kir û got: "Divê dewlet di bin çavdêriya vê komîsyonê de gavan biavêje, girtiyên siyasî berde û mafê hêviyê yê birêz Ocalan nas bike."   'CUDAHÎ AYETÊN XWEDÊ NE'   Serokê Komeleya Ol û Baweriyê ya Mersînê Abdulvahap Yilmaz anî ziman ku ew ji perspektîfeke olî ve nêzî pêvajoyê dibin û got: "Xwedê reng û zimanek daye her mirovî. Înkarkirina vê yekê şerkirina bi Xwedê re ye. Mîna Erebî û Tirkî, Kurdî jî zimanek e ku Xwedê daye Adem. Em piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê da ku xwîn nerije û dilê dayikan neêşe."   'EV PÊVAJO JI BO MIFHA HER KESÎ YE'   Serokê Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê ya Bajêr û Navçeyên Şirnexê ya Mersînê Mahmut Çaliş diyar kir ku kurd bi qedexeyên li ser ziman re rû bi rû ne û got: "Em hemû di heman keştiyê de ne. Ger keştî binav bibe, em ê hemû biçin. Ev pêvajo, ji bo mifha her kesî ye."    Serokê Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê ya Bajêr û Navçeyên Amedê ya Mêrsînê Îhsan Guzel destnîşanî girîngiya tevlêbûna civaka sivîl di vê pêvajoyê de kir û got: "Gelê me tiyê zimanê xwe yê dayikê ye. Zimanê dayikê yê zarokên me bûye zimanekî duyemîn, an jî sêyem. Divê di vî warî de xebat bên kirin."   'DIVÊ GAVÊN BERBIÇAV BÊN AVÊTIN'   Serokê Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê ya Bajêr û Navçeyên Colemêrgê ya Mêrsînê Halîl Aşan destnîşan kir ku piştî daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî yên der barê "mafê hêviyê" yê Ocalan de hêviyên raya giştî zêde bûne, lê hîn jî gavên berbiçav nehatine avêtin. Aşan got: "Hêviya raya giştî ew e ku pêşiya zimanê Kurdî û çanda Kurdî bê vekirin."   Serokê Komeleya Emlakvanan a Deryaya Spî Yavûz Selîm Madenlî jî diyar kir ku aştî ji bo pêşeroja welêt pir girîng e û got: "Divê girtî bên berdan û divê rêgezên bingehîn bên diyarkirin. Pêşî divê azadiya ziman bê misogerkirin û dû re jîngeheke berfireh a azadiyê bê afirandin."   MA / Abdulkadîr Ayten