Daxwaza sereke ya xelkê Rihayê azadiya Ocalan e 2025-09-23 13:08:10 RIHA - Şêniyên Rihayê daxwaza bicîhanîna biryara binpêkirina "mafê hêviyê" ya DMME'yê ya der barê Abdullah Ocalan de kirin û xwestin ku Komîsyona Meclisê jî pêşniyaza qanûneke li ser esasê hemwelatîbûna wekhev bike.   Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku xwediyê karbidestiya şopandina pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye, ji bo cîbicîkirina "mafê hêviyê" ya der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, careke din salek muhlet da Tirkiyeyê ku di vî warî sererastkirinên qanûnî bike. Komîteyê, ji bo sererastkirina qanûn, îaşret bi Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku di çaçroveya çareserkirina pirsgirêka Kurd de li meclisê hatiye avakirin, kir.    Welatiyên Rihayî ku biryara Komîteya Wezîran û rewşa heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin, bal kişandin ser pêvajoyên berê û gotin ku ew dewletê "di pêvajoyê de jidil nabînin." Welatiyan diyar kir ku li hemberî nejidilbûna dewletê, Kurd Abdullah Ocalan wekî sermuzakerevan dibînin û pê bawer in. Welatiyan destnîşan kirin ku bendewariya wan a sereke ji pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ye. Rihayiyan bilêv kir ku ji bo ku bawerî bi pêvajoyê bê divê ji bo kurdan mafê hemwelatîbûnê bê naskirin û her wiha qeyûm bên vekişandin, Qanûna Dij-Terorê bê rakirin û li dijî cinayetên jinan ên zêde bûne gavên berbiav bên avêtin.    MA / Sema Bîngol