Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin 2025-12-13 15:23:57   ENQERE/STENBOL – Di çalakiyên li Enqere û Stenbolê de, yên ji bo girtiyên nexweş, li ser rewşa girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hakki Goren hat sekinandin.   Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş ji bo hefteya 588'emîn a çalakiya xwe li hev civiya. Endamên înîsiyatîfê ku li Qada Sakarya civiyan û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Erzincanê tê girtin.   Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci bal kişand ser nexweşînên Seyad Erîşmîş û got: "Erîşmîş ê ku ji sala 2016'an ve di girtîgehê de ye, zêdetirî  6 salan di Girtîgeha Tîpa F a Wanê de maye û nexweşînên wî 5 sal berê dest pê kirine, lê heya niha bi rêkûpêk nehatiye dermankirin. Erîşmîş tim ji ser hişê xwe diçe û ev her diçe zêdetir dibe. Niha mehê 5-6 caran bi tayê dikeve. Ewilî teşxîsa 'sendroma epîlepsiyê' lê hat danîn, lê paşê ew şandine psîkyatrîst û 4 sal in bi dermanan tê dermankirin."    Yazmaci da zanîn ku kevir jî di gurçikên Erîşmîş de ne û di gurçikeke wî de kîsteke xirab hatiye tespîtkirin.  Yazmaci anî ziman ku Erîşmîş ê ku di hucreya yekkesî de dimîne her diçe rewşa wî xirabtir dibe û bang kir ku mafê jiyanê û tenduristiyê yê Erîşmîş bê mîsogerkirin.    STENBOL   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya 716'emîn a "Rûniştina F" li dar xist. Çalakî li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de li ser rewşa girtiyê nexweş Hakki Goren ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê hat sekinandin. Di çalakiyê de pankarta "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" û "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" hat vekirin.    Metna daxuyaniyê ji aliyê Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD a Stenbolê Mehmet Acettîn ve hat xwendin.    Acettîn ku bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Hakki Goren, da zanîn ku nexweşîn parkîsonê bi Goren re heye û ji ber vê baş nikare biaxive, nikare bêhnê bistîna tiştan bistîne û bimeşe. Acettîn diyar kir ku çavên Goren jî baş nabînin û hipertansiyon jî pê re heye. Acettîn destnîşan kir ku Goren nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bike û got ku berdana Goren bi rapora Tiba Edlî (ATK) ve hatiye astengkirin.