Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû 2025-12-13 16:19:12       NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku armanca şoreşa Sûriyeyê azadî ye û hilweşîna rejîmê qonaxeke nû ya şoreşê ye û got: "Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû."   Fermandarê giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî di pîrozbahiya salvegera 10’emîn a damezirandina Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de axivî ku li bajarê Hesekê pêk hat. Mazlûm Ebdî ketina rejîma Baasê wekî destpêka projeya Sûriyeya nû bi nav kir û got ku rejîma Esed di encama biryardarî û têkoşîna dehan salan a tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê de ket.   Mazlûm Ebdî got: "Ketina Esed qonaxa pêşîn a şoreşê bû. Kêfxweşiya Sûriyeyê dê temam nebe heta ku daxwazên wan bi cih neyên. Armanca gelê Sûriyeyê ji xistina rejîmê avakirina sîstemeke nû ya li ser esasê azadiyê bû. Ji bo armancên şoreşê pêk werin divê sîstemeke nû ya li ser bingeha azadiyê were avakirin. "   Ebdî di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku rejîma Baasê rejîmeke zordest bû li ser esasê yekrengiyê kar dikir, li hemberî vê yekê divê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê welatê xwe ava bikin û bi rê ve bibin.   Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku civata navneteweyî bi ketina rejîma Baasê kêfxweş e û derfet da Sûriyeyê da ku cihê xwe di qada navneteweyî û Rojhilata Navîn de bigire, her kes kar dike da ku Sûriye gavan biavêje. Her wiha got: "Em dizanin dê kî Sûriyeyê vegerîne cihê wê yê girîng, ew jî eniya hundirîn a Sûriyeyê bi xwe ye."   Fermandarê giştî yê HSD’ê Ebdî bal kişand ser peymana 10’ê Adarê ku bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re îmze kirine û ev tişt gotin: "Bi armanca ku Sûriyeyeke nû bi rêya lihevkirinan ava bibe û şer were rawestandin, par mîna van wextan em bi hikumeta veghêz re ketin nava têkiliyan. Di encamê de bi alîkariya hin dostên me hevdîtin çêbûn û peymana 10’ê Adarê hat îmzekirin. Ji demekê ve em li gorî peymanê kar dikin."   Ebdî, peymana 10’ê Adarê wek bingeha Sûriyeya nû bi nav kir û ev li gotinên xwe zêde kir: "Bendên peymanê bendên dîrokî ne. Dê bibin bingehên hêza Sûriyeyê. Civata navneteweyî û herêmî piştgiriyê didin peymanê. Em wekî HSD û Rêveberiya Xweser ji her kesî bêtir pabend in. Em dizanin ku peyman bingeha Sûriyeya nû ye."   Ebdî bal kişand ser astengiyan jî û got: "Gelek arîşe hene. Sûriye derveyî şer e. Lê fikar li ser şerên nû hene. Pirsgirêk dewam dikin. Gotinên kîndariyê hene. Hinek hene naxwazin çareserî pêk were û li hemberî vê peymanê disekinin û dixwazin wê têk bibin. Lê em bi biryar in ku bi tevkariya dostên xwe yên Koalîsyona Navneteweyî û gelê Kurd ê li parçeyên din û gelên herêmê bi tevahî pêkhateyên wê peymanê pêk bînin. Pêvajo bi zehmetî derbas dibe. Lê em dimeşin. Gelek pirs hene. Hinek dibêjin wê serê salê çareser bibe, lê ez dibêjim; me negotiye dê dawiya salê bi dawî bibe, lê me got em hewl didin dawiya salê bi dawî bikin. Ya girîng; em ji bo peymanê kar bikin û bi pêş de herin da ku dan û standin dewam bikin."   Mazlûm Ebdî diyar kir ku pêvajo ne pêvajoyeke normal e, lê hestiyar e û wiha dom da axaftina xwe: "Pêşketin hene. Peyman welatên cîran jî eleqedar dike. Welatên cîran wekî berê ne li dijî me ne. QSD ne hinceta şeran e. Em ji çareseriyq li gorî peymana 10’ê Adarê re amade ne. Em ji her kesî dixwazin ku piştgiriyê bidin pêvajoyê. Wek QSD û hêzên asayîşê me di çaçroveyeke giştî de li hev kir û şandeyên me detayan nîqaş dikin."   Ebdî anî ziman ku ew hêvî dikin ku beriya sala nû mizgîniyê bidin sûriyeyiyan û lihevkirinek di warê leşkerî de li Sûriyeyê çêbe û da zanîn ku gavên din ên siyasî û îdarî ku Kurdan eleqedar dikin, hene, lê pêdiviya wan bi demê heye.   Fermandarê giştî yê QSD’ê bi domdarî got: "Di warê îdarî de, bi taybetî pêkhateyên herêmê wekî Reqa, Dêrazor û Hesekê, em dixwazin ku siberoja van herêman di destê gelê wan be. Em jî ji bo vê yekê dixebitin, ne ku yek ji derve were van herêman bi rê ve bibe. Gelê herêmê piştî ew qas qurbanî dane, mafê wan heye herêmên xwe bi rê ve bibin. Ji bo ku çareserî bi Şamê re pêk were, em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê bi hev re kar bikin, divê bersiva me zelal be û daxwazên gelên me zelal bin.”   Mazlûm Ebdî bi bîr xist ku partiyên Kurdan partiyên neteweyî ne, ji demeke dirêj ve ji bo mafên xwe tê dikoşin û wiha pê de çû: "Di peymana 10’ê Adarê de bi zelalî hatiye gotin divê destûr were nûkirin û mafên Kurdan û pêkhateyên Sûriyeyê di destûra nû de werin mîsogerkirin. Ne tenê daxwazên neteweyî, di heman demê de mîsogerkirina daxwazên olî di destûrê de wek xaleke bingehîn di peymana 10’ê Adarê de hatine destnîşankirin.”   Ebdî anî ziman ku ew di merheleya dan û standinên li gel Şamê de ne û di aliyê leşkerî de jî pêşketin hene.   Fermandarê giştî yê QSD’ê bal kişand ser gotinên kîndariyê jî û diyar kir ku yên şer dixwazin û gotinên kîndariyê dikin, dê têk biçin. Ebdî destnîşan kir ku sûriyeyî ne şer, lê çareseriyê ji bo welatê xwe dixwazin, hewldanên şerxwazan dê neçin serî.   Mazlûm Ebdî da zanîn ku gelek guhertin hene û entegrasyon dê gelek guhertinên din bi xwe re bîne û got: "Destpêkê ji bo Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî, entegrasyon derfeteke ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku bibe xwedî lêvegereke bihêz û gavan ji bo pêvajoya nû biavêjin û neyîniyan derbas bikin. Ji bo avakirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bibe destpêkek û dê bibe mînakek ji bo tevahiya parêzgehên Sûriyeyê.”   Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di dawiya axaftina xwe de got: "Di demekê de ku hişmendiyên hevbeş tune bû û şerê mezhebî û nîjadî pir bûn û teror li pêş bû, MSD bi siyaset û xîtabeke nû hat. MSD’ê roleke girîng di aramiya herêmê û tevahiya Sûriyeyê de lîst. Di vê qonaxê de jî û di encama ezmûna 10 salan de em derbasî qonaxene nû dibin, wê MSD roleke nû di avakirina siberoja Sûriyeyê de bilîze."