Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî 2025-12-26 10:22:29 ÎZMÎR - Hevserokê Şaxa DAD’ê ya Îzmîrê Firat Dîkmen diyar kir ku dê Cejna Gaxanê bi çalakiyên cur be cur pîroz dikin û got: “Em ê di cejna Gaxanê de konsera piştevaniyê li dar bixin. Îsal dirûşme ‘bi civaka demokratîk ve em ber bi aştiyê dimeşin’ e”.  Khal û Gaxan a ku her sal bi navên cuda ji aliyê gelê Mezopotamyayê ve di 21’ê Çileyê û 13’yê Çileyê de tê pîrozkirin, mizgîniya sala nû sembolîze dike. Meha Kanûnê, li herêma Dêrsimê (Sêwaz, Erzingan, Gimgim, Çewlîg, Xarpêt) ji bo Elewiyên Qizilbaş meha herî pîroz e. Li gorî baweriya Elewiyên Dersimê roja ewil a Gaxanê despêka demsala zivistanê ye. Di 21’ê Kanûnê de amedekariyên cejnê dest pê dike. Li gorî mîtolojiya Dersimê Khal Gaxan, di hefteya sêyemîn a meha Kanûnê de dest pê dike û heta hefteya yekemîn a meha Çileyê dewam dike. Di Gaxanê de ji bo xizanan ji her malê xurek tê komkirin. Di pîrozbahiyên Gaxanê de fîgurên wek Veyvikê (bûk) bereket û sala nû; Khala/Kal jî sala kevn sembolîze dike. Amedekariyên vê kevneşopiya ku ji aliyê Elewiyên Kurdistanê ve tê pîrozkirin,  dest pê kir.   Li Îzmîrê amedekariyên Gaxanê bi pêşengiya Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Îzmîrê ve tên kirin. Çalakiya ewila a pîrozabahiyê di 27’ê Kanûnê de li taxa Guzeltepe ya Çîgliyê, ya duyemîn jî di 10’ê Çile de dê li taxa Yamanlar a navçeya Bayrakliyê li Navenda Çandê ya Îsmet Înonu bê lidarxistin.    ‘CEJNA AMADEKARIYA JI BO DEMÊ DIJWAR E’      Hevserokê Şaxa DAD’ê ya Îzmîrê Firat Dîkmen, der heqê cejna Gaxanê de û pîrozbahiyan de axivî û ev tişt got: “Di Cejna Gaxanê de serdana malan tê kirin û pêdiviyên wan tên tespîtkirin. Xurekên ku tên komkirin tên parvekirin. Meha Gaxanê ku di meha Kanûnê de tê pîrozkirin, meha herî dijwar a salê ye. Gaxan bîra dîrokî ya civakê ye. Wateya wê ya li gorî baweriyê yekitî û piştevanî ye. Cejn, ji bo demên dijwar ên salê amadekariyek e. Gaxan, li gorî Rêya Heq destpêka salnameya baweriyê ye. Divê Gaxan bê pîrozkirin, lewre civak dev ji baweriyê berde dev ji nasnameya xwe jî ber dide.”    BANGA JI BO PÎROZBAHIYÊN GAXANÊ: EM LI BENDA PIŞTEVANIYÊ NE     Dîkmen bibîr xist ku bi polîtîkayên bişaftinê çanda Gaxanê hatiye jibîrkriin û Gaxan di çanda Elewîtiyê de helwestek e li dijî tundiyên serdestan û wiha pê de çû: “Em ji bo piştevaniyê û çanda komê ya di baweriya Elewîtiyê de pîroz dikin. Komeleya me ji 2015’an ve li Îzmîrê çalakiyên cur be cur li dar dixe Em ji bo parastina nasnameya xwe tax bi tax vê cejnê pîroz dikin. Piştî pîrozbahiyên li taxan em konserê li dar dixin û Gaxanê careke din pîroz dikin. Em ê di 27’ê Kanûnê de li taxa Guzeltepe ya Çîgliyê li Komeleya Sofyanê û li Komelaya Goşkar a Ekolojiyê pîroz bikin. Di 10’ê Çileyê de jî em ê li Navenda Çandê ya Îsmet Înonu bi konsera Burhan Karakaş ve pîroz bikin. Îsal dirûşma me ‘bi civaka demokratîk ve em ber bi aştiyê dimeşin’ e. Em li benda piştevaniyê ne.”   BIBÎRANÎNA BÎR Û GAXANÊ     Guneş Ozturk a ku ji Gimgimê koç kiriye, diyar kir ku berî 19 salan ji Gimgimê koçî Îzmîrê kiriye û anî ziman ku Gaxan sembola sala nû ye û piştevaniya gel e û ev tişt got: “Berê cîrantî hebû. Niha ev nema ye. Sala bihurî Gaxan hat pîrozkirin. Ez beşdar bûm. Me li Guzeltepe pîroz kir û govend gerand. Bi çalakiyên wiha em çand û dîroka xwe bibîr tînin.”   MA / Can Kirbaş