ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin 2025-12-26 14:12:09 HATAY - Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê, bi boneya salvegera komkujiyên Roboskê û Mereşê daxuyanî da û ji bo ronîkirina hemmû komkujiyan, banga verastkirinên hiqûqî û avakirina Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan kir.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûn a Hatayê, bi boneya salvegera komkujiyên Mereş û Roboskê, daxuyanî da. Daxuyanî, li avahiya şaxê hat dayin û sekreterê şaxê Mûstafa Şevket Anlar axivî. Anlar, da zanîn ku meha Kanûnê di dîroka Tirkiyeyê de weke meha komkujiyan tê zanîn û got ku komkujiyên Mereş û Roboskê weke sûcên li dijî mirovahiyê nirxand.    Di berdewamê de Anlar bi bîr xist ku bi ser komkujiya Mereşê re 47 sal derbas bûne û tevî bi sedan şahidan jî faîl nehatine girtin, doz hatine bêbandorkirin, Elewî bi darê zorê ji bajêr hatine derxistin û demografyaya herêmê hatiye guherandin. Di berdewamê de Anlar bal kişand ser Komkujiya Roboskê û got bi ser re 14 sal derbas bûne lê hêj jî faîl nehatine girtin. Anlar, got ku dewletê têkildarî komkujiyê tu lêpirsîneke baş nekiriye û heta edalet pêk neyê dê êşa gel bi dawî nebe.    BANGA AVAKIRINA KOMÎSYONÊ    Anlar, got ku aştiya civakî tenê bi hevrûbûn û bi heqîqetê dikare bibe û xwest ku ji bo ronîkirina hemû komkujiyan verastkirinên qanûnî bên kirin û Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan were avakirin.