Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir 2025-12-29 13:18:44   AMED - Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, rapora xwe ya têkildarî xebatên jinan ên sala 2025’an aşkera kir.    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo rapora xebatên polîtîkayên jinan a sala 2025’an parve bike, bi rojnamegerên jin re civiya. Gelek rojnamegerên jin tev li hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de li gel xebatên hatine kirin, her wiha li pêşniyar û nêrînên rojnameger jin hate guhdarîkirin.    Hevşaredar Serra Bucak di hevdîtinê de got ku wan xwestiye li nêrîn û pêşniyarên rojnamegerên jin guhdarî bikin û ev tişt anî ziman: “Em dizanin ku Amed di mijara bajarê jinan de hêza motor a herî girîng e. Em dipirsin ka em dikarin van bajaran çawa biewletir bikin. Ji ber vê yekê hewcedariya me bi hevkariya we heye."   DI SALEKÊ DE HEZAR Û 742 SERLÊDAN JI DÎKASUM’Ê RE HATIN KIRIN    Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin Ozden Gurbuz Sumerê rapora salane aşkere kir. Ozden Gurbuz Sumerê bi bîr xist ku Navenda Lêkolîn û Serlêdana Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKASUM) ku di sala 2016’an de ji aliyê qeyûm ve hatibû girtin, di 29’ê Çileya 2025’an de dîsa hate vekirin.    Bi domdarî ev kitekitên raporê hatin parvekirin:    * Bi giştî hezar û 742 jinan serlêdan kir.    * Ji van serlêdanan 420 jê piştgiriya psîkolojîk, 415 jê piştgiriya aborî-civakî, 311 jê daxwaza stargehê û 123 jê daxwaza piştgiriya hiqûqî ne.   * Beyanên tundiyê; 230 jinan tundiya psîkolojîk, 175 jinan tundiya fîzîkî û 54 jinan jî tundiya aborî ragihandine.   XETA ALO ŞÎDET Û PERWERDEHIYÊ   Di berdewamê de Ozden Gurbuz Sumerê diyar kir ku Xeta Alo Şidet di 17’ê Îlona 2025’an de dîsa hatiye çalakkirin û di 3 mehên pêşîn de 51 bangewazî hatine kirin; her wiha di sala 2025’an de 2 hezar û 483 jin beşdarî perwerdehiyên li ser wekheviya zayendî, tenduristî, parastina cewherî û mafên hiqûqî bûne.   HÊZA ABORÎ Û AJOKARÊN JIN   Di berdewamê de hate gotin ku ji bo bihêzbûna aborî ya jinan gelek atolye hatin vekirin, projeya Ajokarên Otobusan ên Jin de 11 jinan dest bi xebatê kirine û bi giştî 2 hezar û 481 jin beşdarî atolyeyên pîşeyî (wekî tekstîl, kuaforî, lêkirina mobîlyayan) bûne.   17 HEZAR JINAN JI JINKARTÊ SÛD GIRTIN   Di raporê de hat destnîşankirin ku di sala 2025’an de 50 hezar û 519 jinan serî li JINKART’ê dane û heta niha kart gihîştine destê 10 hezar jinan. Bi giştî 17 hezar jinan ji JINKART’ê sûd girtine. Bi vê sepanê re mehê 1 hezar û 800 TL û salê 21 hezar û 600 TL piştgiriya aborî tê dayîn.   Herî dawî jî Ozden Gurbuz Sumerê got: “Ev bajar bi ezmûna jinan diguhere; bi gotina jinan vediguhere.”