Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin 2025-12-29 15:48:18   NAVENDA NÛÇEYAN- Hat ragihandin ku di êrişa li dijî xwepêşanderên ku li dijî krîza aborî çalakî li dar xistin de gelek welatî hatine binçavkirin.   Danê sibê, hêzên ewlehiyê êrişî welatiyên ku li gelek kolan û rêgehên Tehranê ji ber krîza aborî çalakî li dar dixin, kirin. Li gorî agahiyan gelek kes hatine binçavkirin û di navbera xwepêşander û "Pasdarên Şoreşê" de pevçûn çêbûne.