KCDK-E’yê ji bo piştevaniya bi civaka Elewî re bang kir 2025-12-30 16:38:57   NAVENDA NÛÇEYAN - KCDK-E’yê têkildarî komkujiyên li dijî Elewiyên Ereb ên li Laziqiye û Tartûsê banga piştevaniyê kir û xwest êriş bên bidawîkirin.    KCDK-E’yê, daxuyaniyeke ku êrişên li ser Elewiyên Eren ên li Sûriyeyê şermezar dike, weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên li Laziqiye û Tartûsê yên li ser Elewiyan encamên zîhniyeta yekperest û faşîst in û destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê aştiya gelan bes bi hevparbûna li ser bingeha nirxên demokratîk pêkan e.   KCDK-E’yê bi bîr xist ku sala 2025’an li gel şer, kaos û krîzên aborî derbas bûye û da zanîn desthilatdar û dîktatorên rastgir li gelek deverên cîhanê zirarên mezin dane jiyan û xwezayê. Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku destwerdanên hêzên navneteweyî yên bi hincetên cuda yên li ser Rojhilata Navîn krîzên li herêmê kûrtir kirine. Her wiha hate diyarkirin ku şer û pevçûnên di navbera gelan de û avaniyên çeteyan ên hêzên paşverû li pêşiya jiyana azad û demokratîk astengiyên herî mezin in.   ‘PARADÎGMAYA RÊBER APO TEKANE ÇARESERÎ YE’   KCDK-E’yê di dewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku modela jiyanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel azadiya jinan û aştiya gelan pêş xistiye tekane çareserî ye û da zanîn ku komkujiyên li ser Durziyan, êrişên li dijî Elewiyan ên sîstematîk û sepanên dermirovî yên li dijî Xiristiyan û baweriyên din hê jî didomin.   BERTEK NÎŞANÎ BÊDENGIYA QADA NAVNETEWEYÎ DA    Di daxuyaniyê de bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî van komkujiyên li pêş çavê cîhanê pêk tên nerazîbûn hate nîşandan û hate îfadekirin ku HTŞ’ya ku berê li gel DAIŞ’ê tev digeriya roja îroyîn jî vê zilma xwe didomîne û heman êrişan pêk tîne. Hate destnîşankirin ku dewleta Tirk li şûna jiyaneke demokratîk û azadiya jinan esas digire berê xwe dide avaniyên bi vî rengî û ev yek weke “helwesta durûtiyê” hate pênasekirin.   KCDK-E’yê di dawiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku modela Aşitî û Civaka Demokratîk a ku gelên weke Kurd, Ereb, Elewî û hemû baweriyên din bi hev re xwe bi rê ve bibin, wê pirsgirêkan bi awayekî mayînde çareser bike û hêvî kir ku sala nû ji bo hemû gelên cîhanê bibe wesîleya aştî û azadiyê.