HDP ji Erdogan pirsî: Gora Seyîd Riza li ku ye?
- polîtîka
- 15:02 14/11/2018
Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu şûna gora Seyîd Riza û hevalên wî û jinên windayî yên Dersimê ji Serokomar Erdogan pirsî.
Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu şûna gora Seyîd Riza û hevalên wî û jinên windayî yên Dersimê ji Serokomar Erdogan pirsî.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, di civina Hevserokên HDP'ê yên Bajaran de axivî. Temellî, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Ocalan şermezar bike ketiye grava birçîbûnê û wiha got: “Ev çalakî banga rizgarkirina Tirkiye ya ji tecrîdê ye. Em dê dihilbijartinên herêmî de 7/24 bixebitin. Em dê qeyûman bavêjin ser sergoyê dîrokê."
Hevserokê HDP’a Êlihê Nîzamettîn Toguç ê ku neçar bû bi salan li derveyî welat ma diyar kir ku girtina wî bi hilbijartinên herêmî re girêdayî ye û got: “Rengê dewleta kûr carna sor e û carna gewr e. Niha jî rengê wê kesk e. Ancak aqîl û nêzîkatiya wê her tim heman e.”
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kirin e” der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Hevserokê KCD û Parlamenterê HDP’ê Berdan Ozturk, û parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier û Alîcan Onlu de fezleke amade kir.
Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener, di civîna koma partiya xwe ya li meclîsê de axivî û got: "Hikûmetê piştî hilbijartinê "Bernameya çalakiya 100 rojan" xist meriyetê. Lê ev bername bê encam ma. Kesên gotin 'Me dowîz kêm kir' û hewa xwe avêtin, çima ceyran û xaza xwezayî kêm nekirin? Çima ceyran û xaza xwezayi kêm nebû?"
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, di civîna koma partiya xwe de li meclîsê geşedanên dawî nirxandin. Bahçelî, xwest îsahata teqîna li barageha eskeran a Şemzînanê pêk hat aşkere bikin.
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, diyar kir ku di hedefa qeyûmên tayînê şaredariyan hatin kirin, destpêkê xebatên jinan hebûn û got: “Teqez em dest ji pergala hevserokatiyê bernadin. Dem dema em, jiyanek hevpar a siyaseta demokratîk bi hevre bidin avakirin e.”
Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, ji bo êrîşên li hemberî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê got, hewldanên AKP'ê yên ji bo hilbijartina herêmî ne. Her wiha Togrûl, bilêv kir ku AKP bi nîqaşa sondê jî dixwaze dengên hilbijêrên kurd bigire û got: "Lê dê hesabê AKP'ê yê ji bo kurdan li hev dernekeve."
Wekîla Serokê Koma HDP'ê Fatma Kurtulan ji bo Leyla Guven a ku li dijî tecrîdkirina Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir banga piştevaniyê kir.
Rêxistina HDP’ê ya Enqerê rêveberiya xwe nû diyar kir û ji bo hevserokatiya rêxistina bajêr Zeyno Bayramoglu û Huseyîn Gevher hatin hilbijartin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di Kongreya Rêxistina Navçeya Akdenîzê ya partiya xwe de axivî û wiha got: “Hin îdîayên em bi AKP’ê re hevdîtin dikin hene. Dev ji hevdîtinê berdin, em difikirin ku AKP’ê li binguhê erdê bixin.”
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di Kongreya Bajêr a Enqerê de axivî û got: "Ger em dixwazin AKP têk biçe, dem dema avakirina yekitiyek xurte. Em banga tifaqê li hemû beşên civakê dikin. Feraseta ku hevalên me di girtîgehan de digire, ne mimkûne ku em hevdîtinê bi wan re bikin."
Alîkarê Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel, diyar kir ku ew girîngiyê didin hilbijartina herêmî û got: “Di pêvajoyeke wiha de pêwîstî bi helwestek nû ya demokratîk heye. Ji ber vê helwesta me dê rê li ber demokrasiya alternatîf veke.”
Komîsyona Rêxistinkirina Navenda HDP’ê, di nîşeya agahî dayîna ji hemû parlamenter, rêxistinên navçe-bajaran û meclîsan şand de, xwest ku xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamantera Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîtî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da dest pê kirin, derkevin.
Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç piştî civîna MYK’ê daxuyanî da û got: “Yên ku îdia dikin û dibêjin HDP bi AKP’ê re muzakereyan dike bila di eynikê de li xwe binêrin.”