Tevî şopa îşkenceyê û lingê şikestî jî rapora 'derb tune ye' hat dayîn
Tevî şopa îşkenceyê û lingê şikestî jî rapora 'derb tune ye' hat dayîn

Yûsûf Çakas, parêzerê Mahîr Can Ada yê ku li Cizîrê hat binçavkirin û îşkence lê hat kirin, anî ziman ku dê der barê bijîşkê ku tevî derbên li ser laşê muwekîlê wê û lingê wî yê alçîkirî jî rapora "derbkirin tune ye" daye de, bi sûcê "peywira xwe xirab bi kar aniye" gilî kirine.

Nîqaşên li ser nefeqeyê didomin: Divê em xwedî li mafên xwe derkevin
Nîqaşên li ser nefeqeyê didomin: Divê em xwedî li mafên xwe derkevin

Parêzeran diyar kirin ku derxistina xalên têkildarî nefeqeyê ji Pakêta Darazê ya 12'an encama têkoşîna jinan e û gotin: "Lê belê, em bawer dikin ku ew ê tim derkevin pêşiya me. Lewma divê em bi awayekî xurt xwedî li mafên xwe derkevin."

Li Kurdistanê torên sûc ên organîzekirî
Li Kurdistanê torên sûc ên organîzekirî

Parêzer Muhammed Akar diyar kir ku di demên dawî de li Kurdistanê zêdebûna bikaranîna tiryakê, fuhûşê û torên sûcên rêxistinkirî ne tesaduf e û got: "Nêzîkî 450 hezar kes di girtîgehan de ne. Beşeke girîng a van, ji ber tiryakê girtî ne."

Mamosteya netayinkirî hewl dide li bazarê debara xwe bike
Mamosteya netayinkirî hewl dide li bazarê debara xwe bike

Didem Beyaz ku di sala 2024'an de ji mamostetiya Zanistên Civakê mezûn bû, piştî ku nekarî wekî mamoste bê tayînkirin, ji bo debara xwe bike li bazarê dest bi firotina tiştên destkariyê kir.

Gund debara xwe bi xwêya kevirî dike
Gund debara xwe bi xwêya kevirî dike

Enes Cengiz anî ziman ku bi rêbazên kevneşopî salê 150 ton xwêya kevirî hildiberînin û got: "Ez debara malbata xwe bi vê dikim. Hilberîna xwêya kevirî ne tenê ji bo me, ji bo gelek malbatên gund jî çavkaniyeke dahatê ye."

ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2026'AN
ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2026'AN

Li dijî plana qeyûm a têkildarî parka bajêr daxuyanî hat dayîn
Li dijî plana qeyûm a têkildarî parka bajêr daxuyanî hat dayîn

Li navenda bajarê Wanê li dijî plana qeyûm a ku armanc dike parka bajêr veguherîne lojmanên leşkerî daxuyanî hat dayîn û hat gotin: “Parastina parkekî, parastina dahatûya zarokên me, pêkvejiyana gelê me ye.”

Mesrûr Barzanî: Em ne parçeyek ji şer in
Mesrûr Barzanî: Em ne parçeyek ji şer in

Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî, êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û got: “Em ne parçeyek ji şer in.”

Ji bo 4 YRK’iyên di êrişa Îranê de jiyana xwe ji dest dan, şîn hat danîn
Ji bo 4 YRK’iyên di êrişa Îranê de jiyana xwe ji dest dan, şîn hat danîn

Li Stenbolê ji bo 4 YRK’iyên di êrişa rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest dan, şîn hat danîn.

Konferansa Herêma Marmarayê: Em wek DEM Partî di pêvajoya veguherînê de ne
Konferansa Herêma Marmarayê: Em wek DEM Partî di pêvajoya veguherînê de ne

Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mahfûz Guleryuz di Konferansa Herêma Marmarayê de axivî û diyar kir ku tevgerên ku siyaseta Rojhialta Navîn diyar dikin veguherîne û DEM Partî jî li gorî vê ketî nava guherînek guncav.

Li Îranê di hefteyekê de 20 kes hatin darvekirin
Li Îranê di hefteyekê de 20 kes hatin darvekirin

Navenda Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku di hefteya borî de li girtîgehên Xuremawe, Qizilhesar, Tewrêz, Esfehan û Qezwînê herî kêm 20 kes hatine darvekirin.

Girtiyê nexweş ê ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî dîsa birin girtîgehê
Girtiyê nexweş ê ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî dîsa birin girtîgehê

Hat diyarkirin ku girtiyê nexweş Mehmet Şîrîn Çelîk ê ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî, ji nexweşxaneyê dîsa birin girtîgehê û di revîre kawişê de tenê tê ragirtin.

Li dijî baregeha PAK’ê êriş pêk hat: 8 pêşmerge birîndar bûn
Li dijî baregeha PAK’ê êriş pêk hat: 8 pêşmerge birîndar bûn

PAK'ê ragihand ku li hemberî baregeha wan a li nêzî kampa Dareşekranê ya li Hewlêrê êriş hatiye kirin û di encamê de 8 pêşmerge birîndar bûne.

Jinên DEM Partiyî: Armanca ma ya sereke gihîştina jinên li malan e
Jinên DEM Partiyî: Armanca ma ya sereke gihîştina jinên li malan e

DEM Partî amedekariya 5’emîn Kongreya Mezin dike, jinên ku beşdarî Konferansa Jinan a Herêma Marmarayê bûn gotin: “Em ê hewl bidin jinên li malan bikin muxatabên rasterast ên siyasetê.”

MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî
MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

MKG'ê têkildarî salvegera 20’emîn a qetilkirina rojnameger Ayfer Serçe daxuyanî da û di daxuyaniyê de diyar kir ku xeyala wê ya herî mezin damezirandina ajansek jinan bû û got:"Îro, ev xewn bi saya hewldanên rojnamevanan mezin dibe.”

Kovara Jinê bi berga Şoreşa Rojava derçû
Kovara Jinê bi berga Şoreşa Rojava derçû

Hejmara nû ya Kovara Jinê bi berga “Şoreşa Rojava: Azadiya Jinan û Aştiya Civakî” derçû.

Santrala termîkê jehrê direşîne: Li Silopiyayê 4 hezar nexweşên penceşêrê hene
Santrala termîkê jehrê direşîne: Li Silopiyayê 4 hezar nexweşên penceşêrê hene

Li navçeya Silopiyayê ji ber santrala termîkê ya ku 17 sal in dixebite, her ku diçe hejmara pêketiyên penceşêrê zêde dibe. Hat zanîn ku ji her 10 nexweşên ku li servîsa onkolojiyê ya Amedê tên tedawîkirin 2 jê ji Silopiyayê ne û li navçeyê 4 hezar kes bi nexweşiya penceşêrêê ketine.

Dozgeriyê rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ tune hesiband
Dozgeriyê rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ tune hesiband

Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê 25 salan Metîn Turan ê ku di her du çavên wî de, di asta pêşketî de windabûna dîtinê heye û Saziya Tiba Edlî (ATK) ji bo wî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dabû, hat redkirin.

Dadgehê biryara beraatê da, wezaret vegera ser wezifeyê dide sekinandin
Dadgehê biryara beraatê da, wezaret vegera ser wezifeyê dide sekinandin

Hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir ku tevî ji dosyaya wekî hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan, beraet kiribe jî, Wezareta Karên Hundit wî venagerîne ser wezîfeyê û du mehan carekê teblîxatê ji Hazir re dişîne û pêvajoya qeyûm dirêj dike.

Di Şoreşa Rojava de kurê xwe winda kir: Ji bo gelê Kurd meseleya rûmetê ye
Di Şoreşa Rojava de kurê xwe winda kir: Ji bo gelê Kurd meseleya rûmetê ye

Bavê Vedat Yeşîlkaya yê ku di Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dabû, Faîk Yeşîlkaya diyar kir ku şoreş ji bo gelê Kurd meseleya rûmetê ye û got: “Tevî hemû êşan jî em ê di aştiyê de israr bikin.”

ROJEVA 19’Ê TÎRMEHA 2026’AN
ROJEVA 19’Ê TÎRMEHA 2026’AN

KNK'ê: 14 saliya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz be
KNK'ê: 14 saliya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz be

KNK'ê bi minasebeta salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî da û got: “KNK daxwazê ji hemû Kurd û Kurdistaniyan dike ku ji bo parastin û jiyandina Rêveberiya Xweser a Rojava, piştevaniyeke xurt raber bikin.”

Ji Qada Galatasarayê bang kirin: Em ê dozê bişopînin
Ji Qada Galatasarayê bang kirin: Em ê dozê bişopînin

Dayik/Mirovên Şemiyê ku xwestin kiryarên nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê bi îşkenceyê hat qetilkirin bên darizandin, gotin ku kesên Ferhat Tepe bi îşkenceyê qetilkirin nehatin cezakirin û ew ê dozê bişopînin

Xwestin girtiyên nexweş Pamûk û Odûncû bên berdan
Xwestin girtiyên nexweş Pamûk û Odûncû bên berdan

Parêzvanên mafên mirovan, li Stenbol û Enqereyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Abdurrahîm Pamûk û Zerdeşt Odûncû.