AMED - DFG’ê, xebatkarên Çapemeniya Azad ên di meha Mijdarê de hatine qetilkirin, bi bîr anî.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), têkildarî xebatkarên belavkariyê yên Çapemeniya Azad ên di meha Mijdarê de hatine qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku belavkarên rojnameyan ji bo heqîqetê bi civakê re parve bikin, bêyî ku ji mirinê bitirsin barekî giran li xwe girtibûn. Hat gotin ku belavkarên rojnameyê di serdema salên 90’î de, tevî têkoşîna dijwar jî di têkoşîna rûmetê de di eniyên pêş de cih girtin û wekî neferên artêşa çapemeniyê xebitîn.
DFG’ê got: “Meha Mijdarê, di heman demê de meha rojnamegerên hatine qetilkirin e. Adîl Başkan di 9’ê Mijdara 1993’yande li Mêrdînê, Yalçin Yaşa di 10’ê Mijdara 1993’yan de li Amedê, Kadîr Îpeksurer di 19’ê Mijdara 1993’yan de li Rihayê, Halîl Adanir di 21’ê Mijdara 1992’yan de li Êlihê, Adnan Işik di 27’ê Mijdara 1993’yan de li Wanê û Nîhat Yakut jî di 27’ê Mijdara 1998’an de li Amedê hate qetilkirin. Di destpêka salên 90’î de ku kevneşopiya Çapemeniya Azad ava dibû de ji ewil Halîl Adanir hate qetilkirin. Ji Adanir heta Kadrû Bagdû, 17 hevalên me hatin qetilkirin. Her yek ji wan hevalên me, neferên serpêhatiya lehengiyê ne. ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa, ji bo Çapemeniya Azad bigîhije van rojan, gelek ked dan. Ne tenê ked dan, di vê oxirê de canê xwe dan. Em tevekan jî bi rêzdarî û bi hesret bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re dubare dikin.”
