Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn cara duyemîn civiya
- aborî-ked
- 16:36 18
Di civîna duyemîn a Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn de Wezareta Xizîne û Darayî, Wezareta Bazirganiyê û TUÎK’ê rapor pêşkeş kirin.
Di civîna duyemîn a Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn de Wezareta Xizîne û Darayî, Wezareta Bazirganiyê û TUÎK’ê rapor pêşkeş kirin.
Komîsyona Tespîtkirina Kêmtirîn Mûçeyê ya ku TURK-ÎŞ’ê xwe jê wekişandibû, dê bi nûnerên kardêr û hikûmetê re careke din bicive. Hat zanîn ku dê nûnerên kardêran sê vebijêrkan ji bo zemê pêşkêşî komîsyonê bikin.
Li gundê Tanêrê yê Xozatê ku zivistan lê dijwar derbas dibe, Ozlem Akdenîz û Zarîfe Akgul ên ku sewalkariyê dikin, diyar kirin ku ji ber zêdebûna lêçûnan sewalkarî her ku diçe zehmettir dibe û ew bi fikar in ka dê zivistanê çawa derbas bikin.
Welatiyên Aydinê diyar kirin ku şert û mercên jiyanê li wan giran bûne û nikarin debara xwe bikin. Welatiyan, xwest ku budçe ne ji bo şer lê ji bo jin, ciwan û kedkaran were veqetandin.
Li gorî daneyên rapora BÎSAM’ê ya meha Mijdarê, sînorê birçîtiyê yê malbateke 4 endamên wê hene bû 27 hezar û 289 lîre û sînorê xizaniyê jî bû 94 hezar û 393 lîre.
Di roja duyemîn a meşa "Budçeya Nan û Aştiyê" ya DEM Partiyê de, milê Çûkûrovayê ber bi Tarsusê ve bi rê ket.
Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn, civîna xwe ya ewil li dar xist. TURK-ÎŞ’ê ragihand ku dê tev li xebatan nebe.
Baskê meşa “Budçeya ji bo ked û aştiyê” ya DEM Partiyê ya Herêma Çukurovayê li Samandagê dest pê kir. Sezaî Temellî di meşê de got ku ew ê daxwazên gel bigihînin Meclisê û got: “Budçe ne ji bo çekan, bila ji bo aştiyê bê veqetandin.”
TUMBEL-SEN'ê 2'yemîn Sempozyuma Rêveberiyên Xwecihî, Ked û Demokrasiyê li hotêleke Enqereyê li dar xist. Beşdaran destnîşan kirin ku parastina xweseriya rêveberiyên xwecihî û demokrasiya xwecihî ji bo aştiyê jiyanî ye.
Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê di çarçoveya kampanyaya ked û aştiyê de li qada şaredariya kevn kursiya serbest danî.
Li navçeya Yuregîr a Edeneyê, mînibusa karkerên çandiniyê qelibî. 18 kes birîndar bûn.
Rageşiya li Rojhilata navîn, krîza aborî, bihabûn û pêşbaziya turîzmê bandoreke neyînî li ser turîzma Wanê kir. Hejmara turîstan ku par 980 hezar kes bû, îsal daket 380 hezar kesan. Serokê Anatoliyaya Rojhilat a TURSAB’ê Cevdet Ozgokçe got: “Bihabûn û şerên li herêmê bandoreke neyînî li turîzmê kir.”
ÎSÎG’ê di rapora xwe ya meha Mijdarê de ragihand ku 216 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
TUÎK’ê rêjeya enflasyonê ya meha Mijdarê weke ji sedî 31,07 û ENAG’ê jî weke ji sedî 58,62 aşkera kir.
Teqawidan, daxwazên xwe yên têkildarî hevdîtinên budçeya 2026’an rêz kirin û gotin: “Em xwedî wê zanetî û hostetiyê ne ku pêşî li parçebûnê bigirin û têkoşîna teqawidan mezin bikin.”