Hevserokên DEM Partiyê têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji Konseya Ewropayê re name şand
Hevserokên DEM Partiyê têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji Konseya Ewropayê re name şand

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, têkildarî “mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand.

Xwezaya Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye
Xwezaya Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye

Li gorî raporên ku Rêxistina Hawirdorê ya Îranê, pergala xwezayî ya welêt êdî qonaxa hişyariyê derbas kiriye û gihîştiye asta tunebûnê.

KESK’ê li pêşberî Wezareta Dadê ji bo tehliyeya girtiyan daxuyanî da
KESK’ê li pêşberî Wezareta Dadê ji bo tehliyeya girtiyan daxuyanî da

KESK'ê li ber Wezareta Dadê ji bo berdana girtiyên di operesyona li dijî ESP’ê hatin girtin daxuyanî da û xwest tavilê girtiyên siyasî werin berdan.

Li Mêrdînê rojên pirtûkan dest pê kir
Li Mêrdînê rojên pirtûkan dest pê kir

Çalakiya Rojên Pirtûkan a ku ji aliyê Baroya Mêrdînê ve hat desptêkirin dê sê rojan berdewam bike.

KCK'ê piştgirî da banga 'yekitiya neteweyî' ya Talabanî
KCK'ê piştgirî da banga 'yekitiya neteweyî' ya Talabanî

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê piştgirî da banga yekitiyê ya Serokê YNK'ê Bafil Talabanî ku gotibû, "Pêwîstiya herî sereke ya îro ya Kurdan yekitiya neteweyî ye."

Lijneya Giştî ya TMMOB’ê: Desthilatê temenê xwe yê siyasî temam kirî
Lijneya Giştî ya TMMOB’ê: Desthilatê temenê xwe yê siyasî temam kirî

Serokê Giştî yê TMMOB’ê Emîn Koramaz diyar ku destilatê temenê xwe yê siyasî ji mêjve temam kirî û got: “Li aliyekî axaftinên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dike, li aliyê dî biryarên AYM’ê nasepîne.”

Li Îranê di salekê de 61 jin hatin darvekirin
Li Îranê di salekê de 61 jin hatin darvekirin

Çalakvana mafên jinan Nedîm Muqereb ragihand ku di salekê de rêjeya darvekirina jinan li Îranê bilind bûye û got tenê di salekê de 61 jin hatine darvekirin.

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi AKP’ê re civiya
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi AKP’ê re civiya

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê li Meclisê bi AKPê re hevdîtin pêk anî. Hat zanîn ku hevdîtin di çarçoveya çêkirina qanûnan de pêk hatiye.

CNN: Îsraîlê di şerê Îranê de leşker şandin Azerbeycanê
CNN: Îsraîlê di şerê Îranê de leşker şandin Azerbeycanê

Li gorî nûçeya CNN’ê Îsraîlê di dema şerê Îranê de hêzên taybet, personelên îstixbaratê û yekîneyên komandoyan li Azerbeycanê bi cih kirine.

Şandeya SPD’ê serdana DEM Partiyê kir
Şandeya SPD’ê serdana DEM Partiyê kir

Delegasyoneke Partiya Civakî û Demokratîk (SPD) a Almanyayê serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê kir. Di serdanê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê hatin gotûbêjkirin.

DEM Partî: Lêgerîna me ya edaletê didome
DEM Partî: Lêgerîna me ya edaletê didome

DEM Partiyê bi munasebeta salvegera êrişa 5’ê Hezîranê ya li dijî HDP’ê daxuyaniyeke niviskî da û got: “Heta heqîqet derkevê holê û hemû berpirs hesab bidin ji bo êşên bi vî rengî neyên jiyîn em ê têkoşîna xwe bidomînin”

 Di doza tacîza zarokan a li Meclisê de biryara tehliyeya faîlan hate dayîn
Di doza tacîza zarokan a li Meclisê de biryara tehliyeya faîlan hate dayîn

Di danişîna 4’emîn a doza tacîza li dijî zarokên li Meclisê dixebitîn de faîl hatin tehliyekirin.

MYK’a DEM Partiyê bi rojeva ‘verastkirinên qanûnî’ civiya
MYK’a DEM Partiyê bi rojeva ‘verastkirinên qanûnî’ civiya

MYK’a DEM Partiyê ji bo gotûbêjkirina verastkirinên qanûnî yên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û xebatên dê bên kirin civiya.

Polîsan di zabitnameyê de cîhê ku Gulistan Doku herî dawî lê hatibû dîtin ‘dîmen nîn in’ tomar kiriye
Polîsan di zabitnameyê de cîhê ku Gulistan Doku herî dawî lê hatibû dîtin ‘dîmen nîn in’ tomar kiriye

Derket holê ku polîsan ji bo kafeya ku Gulistan Doku herî dawî lê hatibû dîtin, zabitname amade kiriye û tê de diyar kirine ku kamerayan “qeyd nekiriye”.

TJA: Em ê mafên xwe yên ku me bi berxwedanê bi dest xistine, biparêzin.
TJA: Em ê mafên xwe yên ku me bi berxwedanê bi dest xistine, biparêzin.

TJA'yê têkildarî biryara betalkirina nafakayê ya AYM’ê bertek nîşan da û got: “Em vê êrişa aşkera ya li ser mafên destkeftî yên jinan û vê biryara ku armanc dike mafê nafeqê xesp bike, nas nakin!”

Sozdar Avesta: Pêvajo pêvajoya çareserkirina pirsgirêka 100 salî ye
Sozdar Avesta: Pêvajo pêvajoya çareserkirina pirsgirêka 100 salî ye

Sozdar Avesta rojev nirxand û anî ziman ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê û Abdullah Ocalan bi aweyek azad karibe têbikışe divê qanûn bên derxistin.

Keça serokê AKP’ê ku bûbû sedema mirina Tunç nehat girtin
Keça serokê AKP’ê ku bûbû sedema mirina Tunç nehat girtin

Keça Serokê AKP’ê yê Colemêrgê Zeydîn Kaya Umran Kaya bi wesayîtê li Musa Tunç qelibîbû, piştî binçavkirina 2 rojan der heqê wê de biryara “hebsa malê” hat dayîn û hat berdan.

Malbata Ereb a bi salan e ji bo Kurdan têdikoşe: Em bi têkoşîna hevpar aştiyê ava bikin
Malbata Ereb a bi salan e ji bo Kurdan têdikoşe: Em bi têkoşîna hevpar aştiyê ava bikin

Ji erebên Qabilcewazê Hadî Çelîk ku kurekî xwe û du biraziyên xwe di têkoşîna azadiya Kurdan de winda kiriye, ji bo avakirina aştiyê banga têkoşîna hevpar kir.

Dê di konferansa jinan a rêveberiyên herêmî de nexşerê bê diyarkirin
Dê di konferansa jinan a rêveberiyên herêmî de nexşerê bê diyarkirin

Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê Canan Kebenç Ozkanê destnîşan kir ku pratîka xebatê ya du salan dê di Konferansa Jinan a Navendî ya Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk de bê nîqaşkirin û got: "Em ê bi hev re nexşerêya serdema nû nîqaş bikin."

Ji çalakvana TJA'yê banga 'bêdeng nemînin xwe bigihînin me'
Ji çalakvana TJA'yê banga 'bêdeng nemînin xwe bigihînin me'

Ji TJA'yê Dîlan Başbogayê diyar kir ku di sûcên li dijî jinan de, sûcdar ne tenê mêrê ku tetikê dikişîne, di heman demê de pergala ku jinê bêparastin dihêle bi xwe ye jî û wiha got: "TJA, li vir e ku li dijî vê pergala ku mirin û sertewandinê ferz dike bisekine. Bêdeng nemînin, xwe bigihînin me."

Li keleha dîrokî ya 36 sal in ji gel re qedexe ye, xebatên kolandinê tên kirin
Li keleha dîrokî ya 36 sal in ji gel re qedexe ye, xebatên kolandinê tên kirin

Li Keleha dîrokî ya Bay a li Colemêrgê ku 36 sal in ji bo gel girtî ye, xebatên kolandinê berdewam dikin û li derdora kelehê çêrandina heywanan hatiye qedexekirin.

Ji bo Siyaboya bişîfa hildikişin çiyayan
Ji bo Siyaboya bişîfa hildikişin çiyayan

Li Colemêrgê, bi helîna berfê re, jinan li zozanan dest bi berhevkirina gihayê siyabo yê bi şîfa kirin.

ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2026'AN
ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2026'AN

ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2026'AN

Darvekirinên li Îran û Rojhilat hat şermezakirin: Em ê bêdeng nemînin
Darvekirinên li Îran û Rojhilat hat şermezakirin: Em ê bêdeng nemînin

Li Şirnex û Merdînê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk darvekirinên li Îran û li Rojhilat hate şermezakirin.