MYK’a DEM Partiyê civiya

img

ENQERE - MYK’a DEM Partiyê di çarçoveya pêvajoyê de civiya. 

 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li navenda giştî bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan civiya.
 
Dê di civînê de geşedanên di nava salê de qewimîn bên nîqaşkirin. Di heman demê de geşedanên di çarçoveya pêvajoyê de qewimîn, raporên partiyên siyasî pêşkeşî komîsyonê kirin jî bên nirxandin. 
 
Kitekitên hevdîtina dawî ya Şandeya Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiribû, hevdîtinên bi partiyên siyasî û rayedarên dewletê re jî bên nirxandin. Her wiha geşedanên li Sûriye û Rojhilata Navîn, mûçeyê kêmtirîn jî dê bên nirxandin.