NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Fenerbahçeyê Sadettîn Saran di çarçoveya lêpirsîna tiryakê de sewqî ATK’ê hate kirin û testa hişbirê ya Saran pozîtîf derket.
Lêpirsîna tiryakê ya Buroya Lêpirsîna Sûcên Qaçaxçitî, Narkotîk û Aboriya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê didomie. Serokê Kluba Sporê ya Fenerbahçeyê Sadettîn Saran jî di çarçoveya lêpirsînê de sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) hate kirin. Saran li vir mînaka xwîn û porê da. Testa hişbirê ya Saran pozîtîf derket.
Rapor, ji Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê re hate şandin.
