ENQERE - TUÎK’ê ragihand ku enflasyon di meha Îlonê de ji sedî 3.23 zêde bûye û ENAG’ê jî rêjeya enflasyonê ya meha Îlonê weke ji sedî 3.79 aşkera kir. 
	Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) û Koma Lêkolînkirina Enflasyonê ya Serbixwe (ENAG) daneyên enflasyonê yên meha Îlonê aşkera kirin. Li gorî daneyên TUÎK’ê, di meha Îlonê de enflasyon ji sedî 3.23 û enflasyona salane jî ji sedî 33.29 zêde bûye. 
	Li gorî daneyên ENAG’ê jî rêjeya enflasyonê ya meha Îlonê weke ji sedî 3.79 û ya salane jî weke ji sedî 63.23 ragihand. 
