NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomariya Misrê ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu û Serokê Dewleta Filistînê Abbas jî dê tev li “Lûtkeya Xezeyê” bibin. 
	Li bajarê Şarm el-Şeyhê yê Misrê dê “Lûtkeya Xezeyê” bê lidarxistin. Serokkomariya Misrê ragihand ku dê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û Serokê Dewleta Filistînê Mahmûd Abbas jî tev li lûtkeyê bibin. 
	Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî j bo tev li lûtkeyê bibe ji Enqereyê ber bi Misrê ve bi rê ket. 
