ŞIRNEX - Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram diyar kir ku Şirnex ji ber polîtîkayên eko-qirkirinê tê wêrankirin û got: "Li ber çavên me bajarek tê wêrankirin. Ev mijar ji siyasetê mijareke dis er siyasetê re ye. Divê her kes li ser vê mijarê dengê xwe bilind bike."
Êrişên li ser xwezayê li navenda bajarê Şirnexê û navçeyên wê bi kiryarên ku nêzîkî qirkirina ekolojîk in berdewam dikin. Peyzaja Şirnexê bi navê bendav, maden, santralên enerjiya rojê (GES) Santralên Hîdroelektrîkê û Santralên Enerjiya Bayê (RES), birîna daristanan û lêgerîna petrolê tê wêrankirin.
Şirnex ku xwezaya wê ji aliyê cerdevanan ve di bin çavdêriya leşkeran de tê talankirin, di rojên dawî de bi germahiya çolê re rû bi rû ye, navçeya Silopiyayê di 26'ê Tîrmehê de bi germahiyeke 50 pileyî rekora germahiyê ya hemû deman li Kurdistan û Tirkiyeyê şikand.
Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê di 29'ê Tîrmehê de li dijî polîtîkayên ekoqirkirinê yên bajêr kampanyayeke îmzeyan ku wê 10 rojan bidome, da destpêkirin. Berdevkê Platformê Adnan Şenbayram li ser polîtîkayên ekoqirkirinê û kampanyaya ku wan daye destpêkirin axivî.
EKO-QIRKIRIN
Şenbayram diyar kir ku li Tirkiye û Kurdistanê ji bo rant û ewlehiyê eko-qirkirin tê kirin û got: "Li metropolên Tirkiyeyê hewl didin ku bi şewitandina daristanan eko-qirkirinê bikin, lê li Kurdistanê hewl didin li ser esasê polîtîkayên ewlehiyê qirkirinekê bikin. Li Şirnexê, polîtîkaya xalîkirina ji mirovan, xalîkirina ji daristanan û tunekirina dîrokê tê pêkanîn. Ev polîtîka deverên wekî Gabar, Cûdî û Bestayê hedef digirin ku ji bo kurdaan û gelên din ên li herêmê dijîn xwedî girîngiyeke dîrokî û çandî ne."
HERÊMÊN QEDEXEKIRÎ
Şenbayram bal kişand ser biryara Walîtiya Şirnexê ya qedexekirina ketina deverên daristanî yên bajêr û got: "Ew jixwe deverên qedexekirî bûn. Li wir qereqol hene û xebatên birîna daran, lêgerîn û derxistina petrol û komirê berdewam dikin. Li deverên ku sivîl nikarin têkevin agirê daristanan, şewatên daristanan derdikevin. Sedema bingehîn a biryara walîtiyê ew e ku di salên 1990'î de, welatiyên ku gundên wan hatine valakirin destûra vegera gundên xwe wergirtine. Gundî qirkirina ekolojîk belge dikin û bi raya giştî re parve dikin. Em qedexeya walîtiyê wekî lezandina birîna daristanan dibînin, ne parastina daristanan."
Şenbayram diyar kir ku xelkê herêmê ji ber qirkirina ekolojîk aciz e û got: "Di hevdîtina me ya bi Waliyê Şirnexê re de, ew dibêjin ku 'daristan nehatine birîn, mirov vê yekê dikin'. Serlêdanên qanûnî hene. Hemû daxwaz bêbersiv dimînin. Tenê dibêjin dar nehatine birîn."
Şenbayram der barê kampanyaya îmzeyan ku wan ji bo rawestandina qirkirina ekolojîk daye de destpêkirin got: "Me kampanya li navenda bajarê Şirnexê da destpêkirin û ew ê 10 rojan bidome. Em ê li navçeyên Cîzîr, Silopiya û Hezexê xebata xwe bidomînin. Em ê îmzeyên ku em berhev dikin ji Walîtiya Şirnexê, Midûriyeta Herêmî ya Daristanan û Meclisê re bişînin. Di daxwaznameya me de dê ev tişt bên gotin: 'Gelê me êdî nikare birîna yek darekê jî tehemûl bike û di vê gavê de hûn hevkar in; nebin şirîkê vî sûcî."
Şenbayram bi bîr xist ku birîna daran li Şirnexê bûye polîtîkayek û got: "Divê her kes bala xwe bide Şirnexê. Bajarekî li ber çavan tê wêrankirin. Ev mijar, mijareke di ser siyasetê re ye. Divê her kes, bêyî ku paşxaneya wî/wê çi be, li ser vê mijarê dengê xwe bilind bike."
MA /Emrûllah Acar