Kedkaran li Enqereyê daxwazên xwe rêz kirin

img
ENQERE - Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên Enqereyê de ji bo Qada Taksîmê silav hatin şandin û kedkaran daxwazên xwe rêz kirin. 
 
Pîrozbahiya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Enqereyê bi pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekitiya Bijîşkên Diranan (DHB) ve hate organîzekirin. Pîrozbahî, li pêşiya Navenda Çandê ya Ataturkê bi meşê dest pê kir. 
 
Kedkar li pêşiya navendê heta Qada Tandoganê meşiyan. Tevî barana zêde jî gelek sendîka, komele, partiyên siyasî, rêxistinên ciwanan û bi hezaran welatî tev li bûn. Kedkar, bi dirûşmên “Her der Taksîm her der berxwedan”, “Ev hêj destpêk e dê têkoşîn bidome”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî azadiya gelan” meşiyan. 
 
‘EM JI BO AVAKIRINA WELATÊ AZADIYAN TÊN’
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi kortêjeke ji sedan kesan pêk dihat kete qadê û pankarta “Em ji bo avakirina welatê ked û azadiyan tên” hate hilgirtin. Gelek parlamenterên DEM Partiyê û yên CHP’ê jî tev li pîrozbahiya li qadê bûn. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî dovîzên  “Parastin dê serî netewîne", "Ji parêzerên girtî re azadî", “Tecrîd îşkence ye bêdeng nemîne” û “Tecrîd li dijî mirovahî û hiqûqê ye" hatin hilgirtin. 
 
ROJNAMEGERÊN GIRTÎ NEHATIN JIBÎRKIRIN 
 
Rêxistinên rojnamegeran jî bal kişandin ser êrişên li dijî kedkarên Çapemeniya Azad. Rêxistinan dirûşmên “Ji rojnamegeran re azadî” û “Çapemeniya Azad bêdeng namîne” berz kirin û dovîza “Em rojnameger in” hilgirtin. 
 
‘DÊ ZANÎNGEH SERÎ NETEWÎNIN’
 
Kedkarên perwerdeyê jî bertek nîşanî mufredata paşverû dan. Herî zêde daxwazên têkildarî ÇEDES û MESEM’ê cih girtin. Xwendekarên ODTU’yê jî dirûşma “Şahî li ODTU’yê ye, ODTU ya me ye. Dê zanîngeh serî netewînin” berz kirin û pankarta “Li dijî şer, zext û qedexeyan di refên çînê de” vekirin. 
 
Kedkarên tenduristiyê jî xwestin xizmetên tenduristiyê bêpere bin û dirûşma “Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn” berz kirin. Malbatên girtiyan jî tev li bûn û bavekî pêşmalkê bi nivîsa “Ez ji bo kurê xwe azadiyê dixwazim” li xwe kiribû. 
 
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî axaftinên destpêkê, mitîng bi metna hevpar a bi kurdî, tirkî û erebî ya DÎSK, KESK, TTB û TMMOB’ê dom kir.
 
SILAV JI MILYONÊN BERXWEDÊR RE
 
Di daxuyaniyê de zêdetirî 10 milyon bêkarên niha li welat dijîn, jin, xwendekar, akademîsyen, parastvanên xwezayê, kedkarên tenduristiyê, mamoste, kedkarên cemaweriyê, teqawid, LGBTÎ û hemû kesên li dijî pergala heyî li ber xwe didin hatin silavkirin. 
 
‘HÛN BI XÊR HATIN BIŞIRÎNA GIRTIYÊN ME YÊN SIYASÎ’
 
Bi domdarî hat gotin ku îroj roja xweha eniyê ya hemû xweşikiyên cîhanê diafirîne û roja diyariya pêşerojeke baş a ji bo zarokan e. Di berdewamê de hat diyarkirin ku 1’ê Gulanê roja têkoşîna li dijî zilmê ferz dikin û roja têkoşîn û piştevaniyê ye. Di metna hevpar de hat destnîşankirin ku dê destûrê nedin heramiyên krîza aborî mayinde dikin, dê rê nedin tunekirina mafên karkeran û dê xwedî li daxwaza xwe ya perwerdeya bêpere, xizmeta tenduristiya ya bêpere û wiha dom kir: “Em kurdên tune tên hesibandin, elewiyên biçûk tên dîtin in! Em ji bo mafên xwe yên hemwelatiya wekhev li vir in.”
 
DÊ GEL BI SER KEVE 
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em ji bo demokrasiyê, ji bo aştî û edaletê li vir in. Dem dema wê ye ku em li dijî kedxwarî, xizanî û faşîzmê bi hev re têbikoşin û piştevaniya hev bikin. Demokrasî binpê kirin û dixwazin krîza siyasî mayînde bikin. Lê Em ê bi ser kevin, dê ked bi ser keve, dê demokrasî bi ser keve, dê gel bi ser keve. Divê kêmtirîn mûçe bên zêdekirin, mûçeyê teqawidê herî kêm bi qasî kêmtirîn mûçe be, dawî li tevahiya şêweyên xebitandina bêtemînat bê anîn, îstîhdameke bitemîna ji her kesî re bê kirin, tevahiya astengiyên li pêşiya azadiya xwebirêxistinkirinê bên rakirin, rêyên sendîkayîbûnê, mafê grevê û rêyên lêgerîna mafan vekirî be, tundî, tacîz û tecawizên li dijî jinan bi dawî bibin, newekheviya zayenda civakî ji holê bê rakirin, li dijî karkeriya zarokan û îstîsmarkirina zarokan tevdîrên xurt bên girtin.” 
 
Piştî axaftinan, Koma Muzîkê ya Bandista derket ser dikê û mitîng bi dawî bû. 

Sernavên din

07/05/2024
09:42 Çîroka Aycanê têkoşer
09:37 Bertekên li dijî zextên ser rojnamegeran: Darizandinên derhiqûqî bi dawî bikin
09:37 Dadgeha Îstinafê ji bo biryara dadgehê ya Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê got 'biryar di cî de ye'
09:36 PEN Norwec îdianameya 29 rojnamevanan lêkolîn kir: Rê li ber binpêkirinê vedike
09:34 Leşkerên îsraîlî li pêşiya Deriyê Sînor ê Refahê ne
09:33 Xebatkarê emniyetê zarok û hevjînê xwe qetil kir
09:11 Xizmên girtiyan di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de ne
09:10 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû: Li dijî tiryakê tîma xwe ava bike
09:07 Mudetnameya Kayarê 31 sal in girtiye hat dirêjkirin
09:02 Rapora pêzaniyê: Kana mermeran dê zirarê bide navenda baweriyê
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 196 roj in tu agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 7'E GULANA 2024'AN
06/05/2024
22:01 Li Mêrdînê li 13 siyasetmedaran ceza hat birîn
20:14 Wê ji bo Ûgûr û Orkmez biçin ber girtîgehê
19:26 Ji Şenyaşarê bang: Bila girseya li Wanê bê vir
17:06 Encamên hilbijartinê yên teqez bi encam bûn
16:51 Îranê kolberekî din qetil kir
16:33 Derhêner Kesîk hate berdan
16:24 Di civîna Meclisa Şaredariya Bêrecûkê de Begît hat protestokirin
15:47 Li Cizîrê xisar gihişt 198 xanî û 93 kargehan
15:33 Li pêşiya girtîgehan çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:22 KESK: Girtî û binçavkiriyan berdin
14:53 OHD’ê rapora ‘binpêkirinên li girtîgehên Egeyê’ eşkere kir
14:36 Li İslahiyeyê qeza: 8 kesan jiyana xwe ji dest da.
14:27 Hiqûqnas bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a Kozagaçli û Tîmtîkê dan
14:23 Cenazeyê rojnameger Başlangiç dê li Kolnê bê definkirin
14:02 Bi pitika xwe ya 11 mehî re li qereqolê tê ragirtin
13:58 Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê siyaseta jiyanê û aştiyê bidomînin
13:56 Li ber şaredariyê banga îstîfayê li Begît kirin
13:33 Temellî: Divê şandeyeke lêkolînê biçe Îmraliyê
12:50 DFG-MKG:Rojnamegerî ne sûc e
12:49 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn: Têkoşîn dê serbikeve
12:36 Danişîna doza Weqfa Hîranûrê hat taloqkirin
12:20 Hejmara kesên li Brezîlyayê di lehiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 78
12:11 Dema binçavkirina derhêner Kesîk cara sêyemîn hate dirêjkirin
12:04 Dê parlamenter li Licikê lêkolînê bikin
12:01 Barzanî bi rojeva ‘hilbijartinê’ çû Îranê
11:19 DEM Partî: Meşaleya di 68’an de hatiye vêxistin rêya azadiyê ronî dike
10:58 Li Samsunê jinek hate qetilkirin
10:12 Îsraîl amadehiya operasyonê dike: Refah tê valakirin
09:56 Berdevka TOP’ê: Hewl tê dayîn ku sosyalîst bên krîmînalîzekirin
09:55 Gava ewil a komployê: Êrişa bombeyî ya li dijî Abdullah Ocalan
09:11 Malbata xwe qetil kir û piştre jî întîhar kir
09:10 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 195 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:06 Hevserokê PADÊ Hecî: Li dijî tifaqên qirêj Şengal xwedî helwest e
09:05 Eren Keskîn: Em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexene de derbas dibin
09:04 Li parêzer doza ‘te çima parêzerî kir’ hate vekirin
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN
08:12 Li Amedê serdegirtinên malan: Rojnamevan hatin binçavkirin
07:40 Xwebûn bi manşeta “Hiqûqa dijminantiyê” derket
05/05/2024
23:40 Li Wanê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
22:55 Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû
22:47 Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
21:45 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne
21:05 Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin
19:43 Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire!
19:19 Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da
18:58 Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
18:48 Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e
17:52 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye
17:42 Li Mereşê cînayeta kar
16:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn
15:57 Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
15:39 Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn
15:30 Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Cizîrê seferber bûn
15:30 Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin
14:37 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin
13:37 Li Hesekê teqîn
12:56 Li gelek bajaran Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
12:55 DEM Partî: Girtiyên 1’ê Gulanê berdin
11:49 Bakirhan û Hatîmogûllari çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
11:15 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:14 Li 6 bajaran dê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ bên destpêkirin
10:55 Gundên Şêrawa û Şehbayê hatin topbarankirin
10:20 Rejîma Îranê hunermend Hamza Cehferî binçav kir
10:05 Şaredariya Artukluyê li xebatkarên xwe yên ‘winda’ digere!
09:29 Hejmara 62’yan a Kovara Jînê derket
09:21 Weşanxaneyên kurd di dorpêça krîza aborî û qedexeyan de ne
09:17 Mehmet Ocalan: Ger tecrîd tune be, çima em nikarin hevdîtinê bikin?
09:15 'Berê xebera mirinê ji girtîgehan bê divê em berpirsiyariyê hilgirin'
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:05 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 194 roj in agahî nayên girtin
09:04 Nîqaşên ji bo mufredata nû: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê
09:03 Piştî DEM Partî bi ser ket, wezaretê doza wesayîta xwe ya çopê kir
09:01 Bolunmezê AKP'î bîrên avê yên gundiyan teqand: Mehek e gundî bê av in
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2024’AN
08:51 Meteorolojiyê ji bo 18 bajaran bi koda zer hişyarî kir
08:17 Ji binçavkiriyên Stenbolê 38 jê hatin girtin
04/05/2024
23:19 Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin