Li Êlihê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Dê ev pergal biguhere

img
ÊLIH – Endamê komîteya amadekar Veysel Kartal, bangî girseya ku li qada 1’ê Gulanê kom bûbû kir û ev tişt got: “Wê ev pergal biguhere.”
 
Li Êlihê, 1’ê Gulanê bi mitîngeke ku li Parqa 8’ê Adarê ya Jinan hat lidarxistin hat pîrozkirin. Hevsaeroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, Hevşaredarên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, Hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîr, Berdevka Meclisa Jinan a DEM’ê Halîde Turkoglû, parlamenterên DEM’ê, aktîvîstên TJA’yê, Dazyikên Aştiyê, nûnerên partiyên siyasî, endamên platpforman ên gelek bajaran, kedkar û karker tev lî mîtinga ku bi şîara “Li dijî xizanî, bêwlehî, xwînmêjandin û zextan; ji bo mezinkirina hêvî, piştevanî û têkoşînê keremkin 1’ê Gulanê” hat pîrtozkirin, bûn. 
 
Bi deh hezaran kesên ku ji bajarên cuda hatin Êlihê, li Çerxarêya Ward Markê li hev kom bûn û bi dûrişmeyên mîna “Ji şer na, em aştiyê dixwazin”, “Bijî piştevaniya jinan” , “Bijî têkoşîna demokratîk, wekhev û azad” , “İsrara di sosyalîzmê de israra di mirovahiyê de ye” , “Bihar û aştiyê wê jin bînin” ,  “Tişta mafê me ye em ê bigirin” , “Zimanê me rûmet û hebûna me ye”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana ketkaran” û “Bijî 1’ê Gulanê” meşiyan qada mitîngê. 
 
KEDKARÊN TENDURISTIYÊ YÊN HATIBÛN KUŞTIN NEHATIN JIBÎRKIRIN
 
Kedkarên tenduristiyê yên ji Şirnexê hatibûn, wêneyên kedklarên tenduristiyê yên di salên 2015-2016’an de dema qedexeyên derketina derve li Cizîrê hatibûn kuştin hilgirtin û wisa ketin qadê. Di mitînga ku hejmareke zêde jin û ciwan tev lî bûn de destpêkê ji bo şehîdên qada kedê û demokrasiyê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Komîteya Amadekar a Mitîngê Serokê Şaxa Tekstîl-Îş’ê ya Êlihê Veyserl Kartal axivî.
 
KÊR GIHÎŞTIYE HESTÎ
 
Veysel Kartal ku bi pîrozkirina 1’ê Gulanê dest bi axaftina xwe kir ev tişt got: “Em îro li dijî xwînmijandin û zilmê li qadan e. Em tev bi hev re li dijî xwîinmêjandina diqîrin. Zema ku li heqdesta asgarî û teqatîtan hat kirin heliya. Her tişt hat zemkirin. Enflasyon zêde dibe. Ji bo teqawîtan êdî kêr gihîştiye hestî. Divê ku demildest bergiriyên hemû teqawîtan biparêzin bên girtin. Fedakariya zêde nikare ji teqawîtan bê xwestin. Hê jî çavê wan di berîka me de ye. Her roja ku derbas dibe em hê zêdetir bacê didin. Divê ku pergala bacê bê rewşeke adîlane. Ji bo aştî, demokrasî û azadiyê em dibêjin êdî bes e.” 
 
‘HÊVÎ EM IN’
 
Piştre jî Sekretera Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Done Gevher axivî û 1’ê Gulanê li her kesî pîroz kir. Gevher, da zanîn ku fatûreya hemû krîzan li wan tê birîn. Gevher anî ziman ku ew êdî ji pergala xerab a sermayeyê re dibêjin na û wiha axivî: “Ji bo gel bi hev re bi awayekî azad bijîn, hêvî em in. Divê em mil bi mil têkoşîna xwe bidomînin û rêxistiniya xwe mezintir bikin.” 
 
Piştî axaftina Gevher, hunermend Hozan Ciwan derket ser dikê. 
 
‘DÊ TÊKOŞÎN BIDOME’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Mûstafa Mesût Tekîk jî got ku sedema xizaniya li welat, şerê 40 sal in tê domand in. 
 
‘EV ŞER NE ŞERÊ KEDKARAN E’
 
Herî dawî jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û got ku 1’ê Gulanê navê jiyana azad û birûmet e. Uçar, axaftina xwe wiha qedand: “Karker, kedkar, jin û ciwanên welêt tevî zextan jî paşvegav neavêtin. Têkoşîna karker û kedkaran ji bo wekheviyê ye. Tevî astengkirinan jî kedkar, karker, ciwan û kesên jiyaneke birûmet dixwazin hatin vê derê. Li Tirkiyeyê krîzên cidî hene û ku yek ji van xizanî ye. 3 milyon û nîv zarok birçî dikevin nava cihan. Sebeba vê jî îktîdara AKP-MHP’ê ye. Di 22 salên îktîdara AKP’ê de 33 hezar karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Karkerên Tirkiyeyê ne tenê xwehê, xwîna wan jî diherike. 
 
TEKANE RÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR E
 
Çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckrin. Ev şer ne şerê karker û kedkaran e. Keda karker û kedkaran bi şer tune dikin. Sedema krîza heyî polîtîkayên şer û neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Hûn nikarin rastiya kurd bi rêya şer biguherînin. Bi milyonan kes dibêjin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirsgirêka kurd de îradeya wan e. Ew jî dizanin di mijara çareseriya demokratîk de rola birêz Ocalan çiqasî girîng e. Lê li şûna çareseriyê, şer tercîh dikin. Heke têkoşîna me bibe yek em ê bikarin vî welatî bikin welatê ked û azadiyê. Gelê me di hilbijartinan de bersiva wan da. Tenê rêyek li pêşiya me heye, divê em bibin yekdeng û têkoşîneke hevpar bimeşînin.”
 
Piştî axaftinan, li ber stranên kurdî govend hate gerandin û mitîng bi dawî bû. 
 

Sernavên din

07/05/2024
09:42 Çîroka Aycanê têkoşer
09:37 Bertekên li dijî zextên ser rojnamegeran: Darizandinên derhiqûqî bi dawî bikin
09:37 Dadgeha Îstinafê ji bo biryara dadgehê ya Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê got 'biryar di cî de ye'
09:36 PEN Norwec îdianameya 29 rojnamevanan lêkolîn kir: Rê li ber binpêkirinê vedike
09:34 Leşkerên îsraîlî li pêşiya Deriyê Sînor ê Refahê ne
09:33 Xebatkarê emniyetê zarok û hevjînê xwe qetil kir
09:11 Xizmên girtiyan di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de ne
09:10 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû: Li dijî tiryakê tîma xwe ava bike
09:07 Mudetnameya Kayarê 31 sal in girtiye hat dirêjkirin
09:02 Rapora pêzaniyê: Kana mermeran dê zirarê bide navenda baweriyê
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 196 roj in tu agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 7'E GULANA 2024'AN
06/05/2024
22:01 Li Mêrdînê li 13 siyasetmedaran ceza hat birîn
20:14 Wê ji bo Ûgûr û Orkmez biçin ber girtîgehê
19:26 Ji Şenyaşarê bang: Bila girseya li Wanê bê vir
17:06 Encamên hilbijartinê yên teqez bi encam bûn
16:51 Îranê kolberekî din qetil kir
16:33 Derhêner Kesîk hate berdan
16:24 Di civîna Meclisa Şaredariya Bêrecûkê de Begît hat protestokirin
15:47 Li Cizîrê xisar gihişt 198 xanî û 93 kargehan
15:33 Li pêşiya girtîgehan çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:22 KESK: Girtî û binçavkiriyan berdin
14:53 OHD’ê rapora ‘binpêkirinên li girtîgehên Egeyê’ eşkere kir
14:36 Li İslahiyeyê qeza: 8 kesan jiyana xwe ji dest da.
14:27 Hiqûqnas bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a Kozagaçli û Tîmtîkê dan
14:23 Cenazeyê rojnameger Başlangiç dê li Kolnê bê definkirin
14:02 Bi pitika xwe ya 11 mehî re li qereqolê tê ragirtin
13:58 Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê siyaseta jiyanê û aştiyê bidomînin
13:56 Li ber şaredariyê banga îstîfayê li Begît kirin
13:33 Temellî: Divê şandeyeke lêkolînê biçe Îmraliyê
12:50 DFG-MKG:Rojnamegerî ne sûc e
12:49 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn: Têkoşîn dê serbikeve
12:36 Danişîna doza Weqfa Hîranûrê hat taloqkirin
12:20 Hejmara kesên li Brezîlyayê di lehiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 78
12:11 Dema binçavkirina derhêner Kesîk cara sêyemîn hate dirêjkirin
12:04 Dê parlamenter li Licikê lêkolînê bikin
12:01 Barzanî bi rojeva ‘hilbijartinê’ çû Îranê
11:19 DEM Partî: Meşaleya di 68’an de hatiye vêxistin rêya azadiyê ronî dike
10:58 Li Samsunê jinek hate qetilkirin
10:12 Îsraîl amadehiya operasyonê dike: Refah tê valakirin
09:56 Berdevka TOP’ê: Hewl tê dayîn ku sosyalîst bên krîmînalîzekirin
09:55 Gava ewil a komployê: Êrişa bombeyî ya li dijî Abdullah Ocalan
09:11 Malbata xwe qetil kir û piştre jî întîhar kir
09:10 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 195 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:06 Hevserokê PADÊ Hecî: Li dijî tifaqên qirêj Şengal xwedî helwest e
09:05 Eren Keskîn: Em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexene de derbas dibin
09:04 Li parêzer doza ‘te çima parêzerî kir’ hate vekirin
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN
08:12 Li Amedê serdegirtinên malan: Rojnamevan hatin binçavkirin
07:40 Xwebûn bi manşeta “Hiqûqa dijminantiyê” derket
05/05/2024
23:40 Li Wanê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
22:55 Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû
22:47 Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
21:45 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne
21:05 Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin
19:43 Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire!
19:19 Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da
18:58 Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
18:48 Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e
17:52 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye
17:42 Li Mereşê cînayeta kar
16:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn
15:57 Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
15:39 Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn
15:30 Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Cizîrê seferber bûn
15:30 Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin
14:37 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin
13:37 Li Hesekê teqîn
12:56 Li gelek bajaran Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
12:55 DEM Partî: Girtiyên 1’ê Gulanê berdin
11:49 Bakirhan û Hatîmogûllari çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
11:15 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:14 Li 6 bajaran dê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ bên destpêkirin
10:55 Gundên Şêrawa û Şehbayê hatin topbarankirin
10:20 Rejîma Îranê hunermend Hamza Cehferî binçav kir
10:05 Şaredariya Artukluyê li xebatkarên xwe yên ‘winda’ digere!
09:29 Hejmara 62’yan a Kovara Jînê derket
09:21 Weşanxaneyên kurd di dorpêça krîza aborî û qedexeyan de ne
09:17 Mehmet Ocalan: Ger tecrîd tune be, çima em nikarin hevdîtinê bikin?
09:15 'Berê xebera mirinê ji girtîgehan bê divê em berpirsiyariyê hilgirin'
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:05 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 194 roj in agahî nayên girtin
09:04 Nîqaşên ji bo mufredata nû: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê
09:03 Piştî DEM Partî bi ser ket, wezaretê doza wesayîta xwe ya çopê kir
09:01 Bolunmezê AKP'î bîrên avê yên gundiyan teqand: Mehek e gundî bê av in
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2024’AN
08:51 Meteorolojiyê ji bo 18 bajaran bi koda zer hişyarî kir
08:17 Ji binçavkiriyên Stenbolê 38 jê hatin girtin
04/05/2024
23:19 Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin