Li Kadikoyê desteserkirina vînê hat protestokirin

  • rojane
  • 22:48 6 Hezîran 2024
  • |
img
STENBOL - Ji bo protestokirina desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Kadikoya Stenbolê mitîng hat lidarxistin û banga mezinkirina têkoşîna hevpar hat kirin.
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Kadikoya Stenbolê çalakiya protestoyî li dar xist. Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, rêveberên navçe û bajar ên DEM Partiyê, Serokê CHP’ê yê navçeya Kadikoyê Alî Narîn, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, femînîst, partiyên siyasî û bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê” hat vekirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê”, “Kurdistan ji faşîzmê re bibe gor” hat berz kirin.
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê li vir axivî û wiha got: “Ji bo ku gel vîna xwe hilbijêre hilbijartin hat kirin, lê desthilatdariya AKP-MHP’ê vîna gelê Kurd nas nake. Desthilatdarî dixwaze destkeftiyên gelê Kurd desteser bike. Em ji AKP-MHP’ê re dibêjin; em we nas nakin, şaredariyên xwe nadin. Em ê heta dawî vîna gelê Kurd biparêzin. Dixwazin Kurdistanê dagir bikin. Heta îro me serî li ber we netewand ji vir şûnde jî netewînin. AKP’ê wê biçe. Em ê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li ber xwe bidin.”
 
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî wiha got: “Divê em li hemberî desthilatdariya qeyûmê yek bibin. Em ê bêdeng nemînin û pêvajoyê qebûl nekin. Heta ku ji fikra qeyûmê vegerin, em ê bi gel re li qadan bin. Wê qeyûm herin û demokrasî bi ser bikeve.”
 
Serokê CHP’ê yê navçeya Kadikoyê Alî Narîn berteş nîşanî desteserkirina vînê û zilma polîsan a li hember gelê ku dixwazin li kolanan xwedî li vîna xwe derkevin, da û wiha got: “Desthilatdariya Erdogan emrê xwe qedand. Erdogan û Bahçelî wê herin, em ê bimînin, vîna gel wê ser bikeve.”
 
Berdevka Partiya Tevgera Kedê (EHP) Ozge Akman destnîşan kir ku AKP’ê qeyûmê ji bo gel rewa dibîne û got: “Colemêrg ne bi tenê ye. Em soz didin ku qeyûmê bişînin.”
 
Metna daxuyaniyê jî ji aliyê rêveberê DEM Partiyê yê Stenbolê Îlhan Çelîk ve hate xwendin. Çelîk got: “Em ê li vê xakê rê nedin waliyên qirkirinê. Xeta me berxwedana Wanê ye. Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê. Hûn hezar car biceribînin jî bi zor û tundiyê nikarin li gelê me bidin qebûlkirin. Hûn nikarin bi zor û tundiyê vîna me teslîm bigirin. Em bang li hemû gelm xwe, parêzvanên demokrasiyê, jin, ciwa û mûxalefetê dikin ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê rabin. Helwesta mûxalefetê ya li dijî desteserkirina şaredariya Colemêrgê wê pêşeroja nêz ya Tirkiyeyê diyar bike.”
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
 

Sernavên din

13/06/2024
13:36 Rêxistinên hiqûqê li dijî tecrîdê serî li Baroya Enqereyê dan
13:35 Li Eskîşehîrê jinek û zarokê xwe hatin qetilkirin
13:20 Rapora Egîtîm Senê: Dixwazin nifşekî napirse û îtîraz nake biafirînin
12:45 Di 5 mehên ewil ên salê de 738 karker mirin
12:19 Şewata li parzîngeha li Hewlêrê derketî nikare were vemirandin
12:11 Xizmeta şaredariyê ya avê bi hinceta ‘teserûfê’ hate astengkirin
11:57 ‘Sîxûrtiya bandorê' ji paketa darazê hate derxistin
11:51 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘Planên Stratejîk’ bi gel re amade dike
11:37 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:09 Dozger ji rojnamevan Muftuoglû re ceza xwest
11:08 Çalakvanên li dijî qeyûm ketibûn rê gihiştin Colemêrgê
10:58 Ji ber rapora ATK’ê nehat danişîn hat taloqkirin
10:57 Tirkiye ji bo karkeran di nava 10 welatên herî xerab de ye
10:46 Birayê Omer Hayrî Konar hate binçavkirin
10:28 Helbestên 'talûke' yên girtî Bataray wekî pirtûk hatin çapkirin
10:19 Li 16 bajaran 58 kes hatin binçavkirin
10:18 Piştî meaşê wan hat birîn dest bi provokatoriyê kirin
10:17 Doza Poyrazê li Dadgeha Bilind e: Divê faîlên siyasî bên aşkerekirin
09:58 Çûyîna derveyî welat a hevşaredar Sîncar hate astengkirin
09:56 ‘Heta ku qeyûm diçe em ê li ber xwe bidin’
09:47 ‘Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe’
09:45 Di êrişan de 2 hezar hektar erdên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîn
09:44 Hunermendan bertek nîşanî qeyûm dan: Qeyûm dagirkerî, darbe û îpotekirina vînê ye
09:43 Ber bi Colemêrgê ve ketin rê
09:30 Di mirina biguman de rojnivîsk winda ye
09:29 Parêzer Sevîmlî: Qeyûm rêbirî ye, tu bingeheke wê ya qanûnî tune ye
09:03 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 200 roj in li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:34 Konsera dawî ya 6’emîn Rojên Ma Musicê diyarî Colemêrgê hat kirin
12/06/2024
23:54 Li Stenbolê li dijî xespkirina vînê meş: Em qeyûm qebûl nakin
22:50 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome: Divê peyama mîtînga Colemêrgê xurt be
20:29 Rêveberê DEM Partiyê Avşar li edliyê hat derbkirin
20:25 Çalakvanên Cenevreyê wê di 25’ê Hezîranê de li pêşiya CPT’yê bin
20:16 Li Wanê 7 kes hatin binçavkirin
17:06 Di doza kuştina Tahîr Elçî de polîsên bersûc hatin beraetkirin
17:03 Derket holê ku yek ji provokatorên li pêşiya şaredariyê namzeta AKP’ê ye
16:38 Meşa Demokrasiyê li Colemêrgê ye: Em ê qeyûm bişînin
16:34 Faîlên tecawizê hatin girtin
16:26 ‘Meşvanên Demokrasiyê’ gihiştin Colemêrgê
16:16 Malbatên girtiyan bi Wezîrê Dadê Tûnç re hevdîtin kirin
16:15 Karsazên Amedê bertek nîşanî 'qeyûmperestan' dan: Em kesên îthalkirî naxwazin
16:04 Li bendê ye biryara Doza Tahîr Elçî were eşkerekirin
16:02 Alimên olî: Ji bo ku dengê me bilindtir bibe em ê li Colemêrgê bin
15:51 Dîmenên lêdanê yên melayê ‘sîxûr’ derketin holê
15:28 Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:08 ÎHD: Divê qanûnên ku xebitandina zarokan qedexe dikin bên çêkirin
15:07 Faîlê tundiyê Sînan Akay hate girtin
13:40 Di kongreya MEBYA-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan
13:27 Têkildarî giliya rojnamevan a derbarê lêgerîna tazî de biryara neşopandinê
13:03 Dozger ji bo Samast daxwaza demboriyê kir!
12:17 Ji ber berteka nîşanî tecawizkar dabû ceza dan lîstikvan Ezgî Molayê
12:16 AYM’ê têkildarî şopandina hevdîtina parêzer û muwekîl biryara binpêkirinê da
12:12 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
11:55 Gerok Ma li Şemrexê şahiya zarokan li dar xist
11:54 Li Stenbolê li dijî nexweşxaneyeke taybet êrişeke çekdarî
11:41 Ji bo ji qeyûm re bêjin ‘raweste’ bi rê ketin
11:25 Danişîna teqîna li Pasûrê hat taloqkirin
11:23 Zarokê wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
11:12 Pisporan ji bo Meclisa Alman pêşniyar kirin: Tirkiyeyê ji konseyê derxînin
11:06 'Li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek jê weke karker tê xebitandin’
11:03 'Dixwazin ser cînayeta zarokê karker Haskîro binuximînin’
10:42 Parêzer Nîkbakht: Cezayê li Ozdemîr hatiye birîn cezayekî keyfî ye
10:30 Parêzeran di Doza Tahîr Elçî de eywana dadgehê terikand
09:58 Rojnamevan Silêman Ehmed 232 roj in girtî ye
09:02 Malbata Denîz Poyraz: Keça me di dilê gelê kurd de dijî
09:02 Mitînga Colemêrgê li Qada Otogarê ye: Li dijî qeyûm dengê xwe bilind bikin
09:01 Wê sibê biçin mitînga Colemêrgê: Divê gel xwedî li vîna xwe derkeve
09:01 Çalakiya 'Azadkirina Ocalan' ya girtiyan didome
09:01 Hejmara 'karkeriya zarokan'' her sal zêdetir dibe
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:48 Li Amedê 6 siyasetmedar hatin girtin
11/06/2024
22:45 Berxwedana li dijî desteserkirina vînê didome
20:59 Li Cizîrê mirineke biguman
20:53 Li Colemêrgê kolan bi kolan gel vexwendin mitîngê
20:07 Piştî hevdîtina Ozel-Erdogan MYK'ya CHP'ê civiya
20:00 Di hevdîtina DEM Partî û KE'yê de tecrîd hat gengeşekirin
19:43 Hevdîtina Ozel û Erdogan saet û nîvekê dewam kir
16:23 Bertek nîşanî derbkirina parêzer Kaya dan: Êrişeke li dijî parastinê hatiye kirine
16:22 Nerazîbûn nîşanî êrişa li ser SwingAmedê hat dayîn
16:08 ‘Divê nexweşên Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê neyên mexdûrkirin’
15:39 DBB’ê bertek nîşanî medyaya alîgir da: Em tenê dikarin li pêşberî gel çok deynin
15:31 Sonuk: Qeyûm xizmeta gel nekiriye, ji bo saziyên dewletê xebitî ye
14:09 Danişîna kameraman Akkaya hat taloqkirin
14:08 Ji bo polîsên ku lêgerîna tazî ferzkiribûn daxwaza cezakirinê
14:06 Ji bo mitînga Colemêrgê bang hate kirin
13:11 Zarokê di atolyeya tekstîlê de dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
12:55 Bahçelî dîsa gelê kurd hedef girt
12:46 Bertek nîşanî serokê ku got ‘Em hewl didin şerh deynin ser kurdî’ dan
12:45 Hatîmogûllari ji Erdogan re got: Ma gel tenê dema te hildibijêre dibe gel?
12:28 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza beraeta polîsan hate kirin
12:27 Ji siyasetmedarên binçavkirî pirsa ‘Kurdistan ku dere’ hate kirin
12:09 Di 10 salan de 695 zarok di cînayetên kar de mirin e
12:00 Doza rojnamevan Gok: Şahidekî ‘nepen’ ê nû li dosyayê hate zêdekirin
11:47 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re dîsa serlêdan kirin
11:11 ‘Meşa Demokrasiyê’ li Geverê ye: Dê îradeya gel bi ser bikeve
10:34 Ketina 2 gundên Geverê hate qedexekirin
10:28 Meşvanên demokrasiyê: Heta ku qeyûm biçe em ê têbikoşin
10:25 Qedexeya derketina derveyî welat a Alagaş nehat rakirin
10:14 Li du bajaran êrişî jinan hate kirin
10:13 Di cînayeta Elçî de roja biryarê sibê ye: Hêj guman hene û delîl nehatine komkirin