Şaredariya Wanê ‘Xwaringeha Gel’ vekir

  • rojane
  • 14:48 23 Îlon 2024
  • |
WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Xwaringeha Gel vekir. Xwaringeh dê rojê ji bo 600 kesan xwarinê çêbike û menuyek xwarin bi 70 lîreyî ye. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li Parka Beşyolê ya navçeya Rêya Armûşê "Xwaringeha Gel" vekir. Di vekirinê de flamayên şaredariyê û nivîsên weke “Noşîcan Be” hatin daliqandin. Xwaringeha ku dê her roj di saet navbera 12.00’ê nîvro û 17.00’ê êvarê de vekirî be, dê ji bo 600 kesan xwarinê derbixe. Di menuyê de sê cure xwarin hene û bi 70 lîreyî ye. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, hevşaredarên navçeyên Bêgirî, Rêya Armûşê, Artemêt, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li merasîma vekirinê bûn.
 
‘GEL PÊDIVIYÊN XWE YÊN MIROVÎ JÎ NIKARIN BI CIH BÎNIN’
 
Hevşaredar Neslîhan Şedal ewilî axivî û da zanîn ku ev demeke dirêj e xizanî di nava civakê de heye. Şedal anî ziman ku ji ber vê xizaniyê gelek welatî nikarin pêdiviyên xwe yên mirovahiyê pêk bînin û wiha got: “Li hemberî vê xizaniyê em dikarin bi rêveberiyên xwecîhî re çareseriyê bînin. Lê mixabin xebatên rêveberiyên xwecîhî bi awayekî hovane tên astengkirin. Li dijî van astengkirinan em xebatên xwe dimeşînin û pêdivî û pirsgirêkên gelê me çi bin, em ê çareser bikin. Di vê çarçoveyê de em îro bi gelê xwe re xwaringeha xwe vedikin û em dizanin li hemberî xizaniyê ne çareseriyeke mayînde ye. Em ê cihên bi vî rengî li çend taxên din û navçeyên din jî vekin û bixin xizmeta gel. Em ê marketan jî vekin ku gel ji aliyê aborî ve hinekî rihet bibe. Şaredariyên me yên civakî xwe bi kîjan esasan avakiribe, dê li gorî van esasan jî xwe bi rê ve bibe. Bila vekirina vê xwaringehê bibe vesileya xelasbûna xizantiyê.”
 
‘SEDEM NEÇARESERKIRINÊ MESELEYA KURD E’
 
Hevşaredar Abdullah Zeydan jî axivî û diyar kir ku li hemû welat xizaniyeke gelek giran heye. Zeydan destnîşan kir ku sedema krîza aborî jî neçareserkirina meseleya kurd e û ji edalet û demokrasiyê dûr ketin e. Zeydan bi lêv kir ku divê ev belengazî bi dawî bibe û got: “Em dê ji her aliyan ve alîkariya gelê xwe bikin ku koç nekin û bimînin li ser axa xwe. Derfetên me kêm in lê gelek tiştên ku em bikin jî hene. Di van mehên di pêşiya me de em ê van xebatên xwe yên din jî bi cih bînin. Em ê bi hev re van rojên xerab derbas bikin. Em ê alîkariyê bi ciwanên xwe yên xwendekar re jî bikin û ji bo wan bibin piştevan.”
 
Piştî axaftinan xwaringeh hat vekirin û welatiyan firavîna xwe li xwaringehê xwar. 
 

Sernavên din

16/10/2024
08:40 Nobeta Dayikên Aştiyê didome: Leşkeran betaniye avêtin çopê
08:18 Rapora pêş otopsiya Rojînê nedan Baroya Wanê
08:02 3 jê rojnamevan 22 kes di binçavan de ne: Parsûyên Hevserokê DEM’ê şikandin
15/10/2024
18:22 Cenazeya Rojîn Kabaîşê anîn ATK’ê
16:33 Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibê dest pê dike
16:18 Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hate dîtin
16:17 Li Şemrexê ‘Pêşbaziya Dimsê’ hat lidarxistin
16:14 Dayikên Aştiyê û 3 rojnameger hatin binçavkirin
16:12 Xebatkarê paqijiyê ku zarok tacîz kiribû hate girtin
16:03 Koma faşîst êrişî xwendekarên jin kirin
15:48 Li Merîwanê îşkence li kolberan kirin
15:19 Li gorî par bûdçeyê îsal ji sedî 110 zêdetir li kêmiyê da
15:13 Dozger xwest ku cezayê giran li faîlê Fatma Ogûr bê birîn
14:31 Li Silopiyayê çalakiya ‘Ji şer re na, a niha aştî’
14:25 Di doza 5 leşkeran de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
14:23 Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê dest pê dike
13:11 Doza rojnamevanan: Şertê kontrola edlî hat rakirin, lêpirsînek nû hat destpêkirin
13:09 Dadgehê derbarê kesên Nisêbîn şêlandibûn de biryara beraetê da
12:44 Bakirhan ji Bahçelî re got: Deriyê Îmraliyê vekin, em li Ocalan guhdar bikin
12:38 Li cihê rojnameger lê hatine qetilkirin lêkolîn nehatiye kirin
11:57 Çalakiya greva birçîbûnê ya karkerên Fernasê di roja 2’yemîn de ye
11:12 Hevserokê MED-DER’ê: Gotin û kirinên Erdogan ên têkildarî ziman hev nagirin
10:55 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
10:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:29 Di doza cînayetên kiryarên nediyar de biryarên beraetê hatin pejirandin
10:07 Di binçavan de tundî û tacîz hat kirin: Nikarin îradeya me bişikînin
09:15 Li Gundikê Melê navê ‘Narînê’ li parkekê hate kirin
09:14 HDK 13 salî ye: Pêdivî bi peymaneke nû heye
09:12 Li 36 bajaran 269 kes hatin binçavkirin
09:02 'Divê fikrên Ocalan bên parvekirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike’
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN
08:40 Ji bo Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
14/10/2024
22:11 Sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir jiyana xwe ji dest da
16:47 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Aştî, bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
16:30 KESK’ê li Wanê dest bi xebatên mitînga xwe kir
16:21 Daxuyaniya têkildarî mîtînga 'Azadiyê': Muxatab birêz Ocalan e
15:57 Ji bo bîrên petrolê yên li Hezroyê biryara ‘îstîmlaqkirinê’ hate dayin
15:36 Zarokek 8 salî hate tacîzkirin: Gumanbar hate berdan
15:17 Rojnameger Andan û 14 binçavkiriyên din hatin berdan
15:05 Cara duyemîn biryara komkirina rojnameya Yenî Yaşamê hate dayîn
14:54 Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Dewlet dizane faîl kî ne
14:52 Rojnamevan Salaz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Wezîrê Dadê: Îdianameya cînayeta Narîn Guranê li ber amadebûnê ye
14:03 Ji DBP’ê daxuyaniya mitîngê: Gelan berpirsyarî dan muxatabên çareseriyê
13:29 Karkerek din ê ku di teqîna fabrîqayê de birîndar bûbû mir
13:25 Polîsan êrişî karkerên Fernasê kirin
13:02 Edîtora ETHA’yê Gayip hate binçavkirin
12:45 Li Artvînê piştî baranê rêyên gundan hatin girtin
12:44 Temellî: Heke pêvajo dest pê bike wa Îmrali li wir e
12:33 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:02 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Esenyûrtê şewat derket
11:59 Siyasetmedarên baskî piştgiriya kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî' kirin
11:18 Ji bo Fîncanci biryara anîna bi darê zorê hate dayin
10:55 Bogûrcû yê li Qoserê hatibû binçavkirin di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da
10:46 ROJNEWS'ê belgeyek din a hevkariya bi Tirkiyeyê re derxist holê
10:21 AYM: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ye
10:20 Beşdarên mitînga ‘azadiyê’: Em ê ji bo azadiyê dev ji berxwedana xwe bernedin
09:48 Li Şaredariya Midyadê ya AKP’î 60 milyon lîre hatine dizîn
09:38 Mehmet Ocalan: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin encamê bi dest bixin
09:00 Teorîsyena hunerê Bakçay: Herêmîbûn li dijî neolîberalîzmê derfetê berxwedanê dide
09:00 Ji pirsa strana ‘Zindana Amedê’ re bersiva Guernicayê: We çêkir
09:00 Ji nameya ku beriya 4 salan hate şandin ve çi hate guherîn?
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2024'AN
08:58 Li Kolikê bi ser malan de hate girtin
08:31 Ciwan bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ meşiyan
08:23 Abdullah Oncel dîsa bû serokê Baroya Rihayê
08:15 Xwebûn bi manşeta 'Kurdîstan kerdo rantîstan' derket
13/10/2024
22:56 Hîzbûllahê êrişî Îsraîlê kir: Herî kêm 67 leşker birîndar bûn
21:50 Gundê Minbicê yê Ewn Dadat hate topbarankirin
21:16 Rojnews dê sibê belgeyên ‘xiyanetê’ yên PDK’ê biweşîne
21:06 Şaneşîna xaniyê di erdhejê de xesar gihiştibûyê hilweşiya: 2 kes mirin
20:27 Li Şirnexê 7 herêm weke ‘Herêma ewlehiyê’ hatin îlankirin
20:12 Li Şirnexê mirina biguman a jinekê
19:47 Serokên nû yên baroyên Êlih, Mêrdîn û Enqereyê diyar bûn
19:28 Dosyayên rojnamevanên jin ji saziya înfazê re hatin şandin
19:18 DFG’ê û MKG’ê bertek nîşanî derbkirina rojnamevanan da
18:59 Ji roja ‘azadiyê’ ya Amedê çend nîşe
18:06 Serokê Baroya Amedê yê nû bû Abdûlkadîr Guleç
17:26 Piştî mitîngê meş hate lidarxistin: Bê Serok jiyan nabe
16:56 Bakirhan li Amedê bang kir: Navnîşana çareseriyê Îmrali û Meclis e
16:38 Meşa ‘Azadiyê’ hate silavkirin: Her der Amed her der berxwedan
16:33 Parêzerê herî dawî bi Ocalan re hevdîtin kirî: Deriyên Îmraliyê vekin
16:20 Hevserokê DEM Partiyê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
15:54 Parlamenterên DEM Partiyê rê li trafîkê girtin
15:49 Uçar: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
15:25 Berxwedana Botaniyan encam girt: Gel ber bi Amedê ve kete rê
15:13 Li Amedê berxwedana ‘Azadiyê’
14:54 Wezareta Dadê ji bo astengkirina tehliyeya girtiyê 33 salan got ‘rast nîne’
14:27 Baskê Rihayê yê ‘Mitînga Azadiyê’ li Amedê dest bi meşê kir
14:22 Ciwan li Rezanê bi dirûşma ‘Azadiyê’ dimeşin
13:51 Ji Xana Axparê ber bi Amedê ve meşa ‘Azadiyê’
13:14 Li her çar aliyên Amedê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
12:59 Werîşe Mûradî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir
12:58 Xelkê Amedê ji bo mitînga ‘Azadiyê’ kom dibe
11:41 Li gelek baroyan hilbijartin dest pê kirin
10:58 Di qezaya trafîkê de 2 karker mirin û 13 jî birîndar bûn
10:50 Şemsa Bagdû: Heta faîl tên cezakirin dê têkoşîna me bidome
10:21 Li Bursayê cenazeyên 3 kesan hatin dîtin
10:20 Bi hezaran kes ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Amedê ve diherikin
10:00 Bertek nîşanî qetilkirina jinan dan: Bila edalet pêk were