Emekçî: Rehenda hiqûqî ya komployê ji demboriyê re dihêlin

img

STENBOL - Parêzer Emran Emekçî da zanîn ku komplo bi sîstema modernîteya demokratîk a ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê pêş xistiye, bi awayekî teorîk hatiye pûçkirin û got: “Dozên ku me li DMME’yê vekirine biryara wan nayê dayîn. Yanî rehenda hiqûqî ya komployê jî ji demboriyê re dihêlin.” 

Hêzên cîhanî ku bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) hewl dan mudaxeleyî Rojhilata Navîn bikin, di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi planên xwe yên îmha û tasfiyekirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji xwe re asteng didîtin re plana komployê xistin meriyetê. Pêvajoya ku piştî Ocalan ê ji neçarî ji Sûriyeyê derket û çû Ewropayê dest pê kir, 130 rojî dewam kir û herî dawî bi radestkirina wî re anîn li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya bi taybet hatiye çêkirin, xistin bin tecrîdek dijwar. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Emran Emekçî têkildarî salvegera 26’an a komployê axivî. 
 
DESTPÊKIRINA KOMPLOYÊ DIRÊJÎ SALÊN 90’Î DIBE 
 
Emran Emekçî da zanîn ku ji destpêka salên 90’î ve bingeha komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan dest pê kiriye û wiha got: “Salên 1990’î di heman demê de têkçûna reel sosyalîzmê ye. Kurd di dîroka 5 hezar salan a çînên dewletê de her tim weke eşyayên mêtingeriyê hatine dîtin. Ji bo berjewendiyên xwe nikaribûn ti îradeyekê nîşan bidin. Her kesê ku ber bi azadiyê ve diçû bi rengekî bêbandor kirin û dîsa bi komplo û xiyanetên navxweyî hatin dorpêçkirin. Birêz Ocalan ev yek bi 'teoriya çemberê' vegot û got, 'Dewletên Rojhilata Navîn û cîhanê bi hezaran sal in Kurdan ji xwe re kirine piyon, lê nikarin tehemûla Kurdên xwedî îradeya azad ên ji hegemonyayê ne. Welatên herî dost jî amade nebûn ku qanûnîbûnê qebûl bikin û herî zêde bi pîvanên îstîxbaratê nêz bibin’.”
 
‘DISPARTIN KU OCALAN DEV JI XETA AZADIYÊ BERDE’ 
 
Emekçî diyar kir ku bi Abdullah Ocalan re hevsengiyên li Rojhilata Navîn dîsa dest bi guhertinê kirin û tevgera bi pêşengiya Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn pêşketineke mezin nîşan da û diyar kir ku ev rewş ji aliye hêzên kurewî ve weke tehdîdekê tê dîtin. Emekçî got: “Li dijî Projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk a birêz Ocalan, Projeya Rojhilata Navîn a Mezin a DYA’yê hebû û xwestin birêz Ocalan bikşînin ser vê projeyê. Digotin, 'Ji ber vê yekê dev ji helwesta xwe ya azadiyê berdin û werin projeya me', lê birêz Ocalan bi helwesta xwe ya prensîb bersiv da û got, 'ez şervanê azadiyê me, ez nikaribim şervanê tu kesî’. Dema ferq kirin ku nikarin Ocalan kontrol bikin, jixwe bi ketina hundir operasyona bêbandorkirinê hatibû destpêkirin. Pêşî xwestin di 6’ê Gulana 1996’an de li Şamê bi sûîqesteke bombebarkirî wî bi awayekî fizîkî tune bikin. Ev komplo bi plansaziya hundir û derve gav bi gav hatin pêşxistin. Hem li hundir û hem jî li derve gav bi gav qada birêz Ocalan teng dibû û lê dispartin ku dev ji xeta azadiyê berde.”
 
‘REJÎMA HIQÛQA ÎSTÎSNA BI OCALAN DEST PÊ KIR’ 
 
Emekçî anî ziman ku Abdullah Ocalan bi rêbaza revandinek dijhiqûqî radestî Tirkiyeyê hat kirin û got: “Em dibêjin ku piştî êrişa 11’ê Îlonê DYA’yê li hemû cîhanê rejîmeke nû ya hiqûqî ya îstîsnayê ava kir. Ya rastî ev yekem car bi Ocalan re hat pêkanîn. Dema em li biryara DMME’yê ya 2002-2005’an dinêrin, tê gotin ku 'Her çiqas peymana radestkirinê û hwd. Wekî din, hikûmeta Kenyayê tu bertek nîşan neda. Hate gotin, 'Abdullah Ocalan kesekî xeternak e ku gefan li hemû dewletên cîhanê dixwe, lewma bi peymanên zemmî dikare bê revandin’. Bi gotineke din, ya ku em jê re dibêjin qanûna îstisnayê ev e. Ji ber ku Ewropa jî ji pergala xwe ya hiqûqî derket. DMME’yê jî li vir ser vê revandina korsan nixumand. Ev biryareke siyasî bû. Li şûna ku pêbaweriya hiqûqî û mafên mirovan esas bigire, li gorî hiqûqa dewletan biryarek da. Piştî vê biryarê wek di mînaka Guantanamoyê de, revandina mirovan çêbûn.”
 
‘HIQÛQ HAT BAYPASKIRIN’ 
 
Emekçî anî ziman ku piştî Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê bi darizandinên demek kurt de cezayê darvekirinê lê hat birin wek “baypaskirina hiqûqê” şîrove kir û got: “Di vê dema kurt de mafê parastinê jî li birêz Ocalan nehat nasîn. Bi hiqûqa nebûyî re niha tecrîdê gav bi gav giran kirin. Girtîgeha Îmraliyê jî parçeyek komployê ye. Dema min bi birêz Ocalan re hevdîtin dikir, digot ku pergala Îmraliyê bi sê lîngên ku ji DYA, Ewropa û Tirkiyeyê pêk tê, tê birêvebirin. Komplo bi sîstema modernîteya demokratîk a ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê pêş xistiye, bi awayekî teorîk hatiye pûçkirin. Dozên ku me li DMME’yê vekirine biryara wan nayê dayîn. Yanî rehenda hiqûqî ya komployê jî ji demboriyê re dihêlin.” 
 
 XWEDÎDERKETINA LI OCALAN 
 
Emekçî axaftina xwe bi dawî kir: “Dixwazin birêz Ocalan bi taktîka ji rojevê derxin, ji bîr bikin û bi demê re belav bikin, em ê bi hesasiyetê ji rojevê dernexin. Ji ber ku Îmralî tê wateya rizgariya me hemûyan. Wateya wê ne tenê rizgariya kurdan, rizgariya dar û devî û avê ye. Derketina ji krîza aborî tê wateya bidawîbûna şer û pereyê ku ji bo şer tê xerckirin. Xwedîderketina birêz Ocalan xwedî derketina azadiyê ye.” 
 
MA / Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

08/11/2024
10:18 Bi ser bombekirina Pirtûkxaneya Umutê re 19 sal derbas bûn
09:42 Di doza Narîn Guranê de roja duyemîn: Şahid tên guhdarîkirin
09:33 Hevşaredarên Xelfetiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:22 Jinan banga têkoşîna hevpar kirin: Qeyûm êrişa li hember vîna jinê ye
09:11 Tîryakî: Gel li kuçeyan îşaret bi navnîşana çareseriyê dike
09:01 Der barê girtiya ku li ber lêgerîna tazî rabû lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 Zanîngeha Mûşê ji bo serlêdanên beşa kurdî mezûnbûna ji zimanê tirkî şert danî!
09:00 Li girtiyê nehiştin parastina xwe bike 11 roj cezayê hucreyê birîn
09:00 ROJEVA 8’Ê MIJDARA 2024’AN
07/11/2024
22:21 'Em ê bajarên xwe radestî qeyûman nekin'
22:17 4 kesên ku bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:48 Nobeda li Xelfetiyê didome: Li şaredariyê diz heye
16:29 Doza Narîn Guranê:Îfadeyên binakok ên Yuksel Guranê
16:11 Derheqê tundiya polîsan de gilî hate kirin
16:06 Omer Ocalan: Divê dewlet bi destê aştiyê yê Ocalan bigire
15:58 Xelkê Êlihê li dijî êrişên polîsan dest bi berxwedanê kir
15:47 Operasyona li Bagokê didome
15:44 Meclisa Şaredariya Xelfetiyê civiya: Em ji bo di nava çar dîwaran de birêve bibin nehatine hilbijartin
15:33 Berxwedana Êlihê di roja 4’an de ye: Em ê li ber xwe bidin
15:05 Sembola berxwedana li dijî qeyûm
13:36 Polîsan bi kûçikan îşkence li welatiyê astengdar kirin
13:01 Jinan got: Heta faîlên Guranê tên dîtin dê têkoşîna me bidome
12:20 Wezareta Karên Hundir: Derheqê Bakirhan de kirariya qanûnî hate destpêkirin
12:16 Zarokên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:13 Keskîn Bayindir: Berxwedana me ya li kolanan dê bidome
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:10 Wesayîta bizirx a anîn cihê nobetê piştî bertekê paşve kişandin
12:06 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:35 Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne
11:29 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Em tundiya polîsan şermezar dikin
10:59 Mehmet Ocalan: Aqilê dewletê divê li gorî gotinên xwe tevbigere
10:26 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Mêrdînê serî li dadgehê dan
09:57 Li dijî qeyûman banga têkoşînê
09:49 Ayla Akat Ata: Dê qeyûm biçin, berxwedan dê bidome
09:43 'Dilê wan ê çareseriyê hebe muxatab Ocalan e'
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê: Nûve hatin tunekirin
09:31 Hevşaredarê Êlihê Işik: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
09:18 Ji CHP’ê banga ‘xwedî li îradeya xwe derkeve’
09:16 Serokê TOD-DER'ê: Ji bo çareseriyê divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2024’AN
08:43 Doza Narîn Guran: Bersûcên girtî anîn edliyeyê
06/11/2024
19:24 'Em ê bi berxwedanê li dijî xespkirina vînê bi ser bikevin'
19:16 Li Xelfetiyê jin li ber şaredariyê ne: Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî li ber xwe bidin
16:55 Li Xelfetiyê tundî, gefxwarin û lêgerîna tazî li binçavkiriyan hat kirin
16:51 Kolanên Êlihê veguherîn qadên berxwedanê
16:34 Li Qoserê gel dest bi meşê kir
16:00 Li Kerboranê qeza: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
15:59 Karacabey: Divê jin amûrên pergala nêrza bi kar neyînin
15:35 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî heye
15:32 Girtiyê 3 rojan di beşa lênihêrîna awarte de bû birin girtîgehê
15:04 Li Wanê çalakiya li dijî qeyûm: Ji bo îradeya gel rêzgir bin
14:53 Rapora ÎHD’ê ya girtîgehên Herêma Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 525 binpêkirin
14:51 Ji Mêrdînê peyama berxwedanê: Em ê qeyûman bi berxwedanê têk bibin
14:10 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ser pêya ye: Em ê teqez bi ser kevin
13:55 Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên di protestoya qeyûm de stant vekir
13:41 ÎHD’ê ji Wezareta Karên Hundir re name şand: Biryara tayînkirina qeyûman betal bikin
13:38 Raporên Gemîcîoglû dê ji bo ATK’ê bên şandin
13:34 Li Xelfetiyê peyama li dijî qeyûm: Çareserî ne qeyûm e çareserî li Îmraliyê ye
13:19 MKG’ê rapora cotmehê eşkere kir: 6 rojnameger hatin binçavkirin
13:12 ÎSÎG: Di meha cotmehê de 164 karker mirin
13:01 Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê hate avakirin
12:41 Berxwedana li dijî qeyûm a li Êlihê dê bi meşê bidome
12:34 Berxwedana li Xelfetiyê didome: Em zilma qeyûm qebûl nakin
11:44 Îtîrazî girtina Ahmet Ozer hat kirin
11:17 Di hilbijartinan de Trump bi ser ket
10:49 Qeyûmê Mêrdînê weke karê ewil li pêşiya şaredariyê mobese bi cih kir
10:48 Doza kuştina Narîn Guran sibê dest pê dike: Gelek guman û pirs nehatine zelalkirin
10:43 Îrmez: Derdê wan ne çareserî, tesfiye ye
Tanhan: Bi vê îktîdarê re demokrasî nayê
10:33 Li Cizîrê zarokek bi lêdanê hate binçavkirin
10:21 Hevşaredar Demîr: Dem dema xwedîderketina li îradeya xwe ye
10:19 Hunermend: Li dijî qeyûman helwesta gelê Wanê divê
10:05 Besê Hozat: Em li pişt îradeya Rêber Apo ne
09:46 Kesên biryara wan a binçavkirinê hebû li malê nedîtin, bavên wan binçav kirin
09:25 Girtî Al: Em bi tacizê û heqaretan re rû bi rû dimînin
09:24 Hemşîreyekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:15 Li Sîncanê 4 girtî 54 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2024'AN
08:16 Encamên hilbijartinên DYA’yê diyar dibin
08:12 Li Geverê ciwanan tayînkirina qeyûman protesto kirin
08:10 Li Mêrdînê li dijî qeyûm nobet hate girtin
08:07 Li Êlihê berxwedana ciwanan berdewam dike
07:57 Ciwanan li Qoserê bi fişekên hewayî qeyûman protesto kirin
07:53 Li Êlihê ji binçavkiriyan 29 kes hatin berdan
05/11/2024
22:15 Qoserî bi sirûda 'Herne Pêş' meşiyan
20:31 Li Êlihê bi hezaran kes li dijî qeyim meşiyan
19:44 Li Xelfetiyê meşa li dijî qeyim: Gel wê bêdeng nemîne
19:14 Gel li ber xwe dide: Em qeyiman nas nakin, em ê li ber xwe bidin
16:15 Ahmet Turk bersiv da Bahçelî: Bi gef û qeyûman diyalog nabe
16:03 Li Dihokê qirkirina daran
15:59 Li Êlihê gel li dijî êrişên polîsan li ber xwe dide
15:42 Hatimogûllari diçe Xelfetiyê
15:40 Ozgur Ozel: Biryarên tayînkirina qeyûman komploya siyasî ye
15:05 ‘Li dijî darbeya qeyûman wê berxwedana me bênavber bidome’
15:02 ‘Nobeta Demokrasiyê’ di roja duyemîn de didome
14:26 Olûç ji parlamenterên AKP’ê re got: Hûn desthilatdariyek darbekar in
14:25 Dosyaya Pexşan Ezîzî ji Dadgeha Bilind re hate şandin
14:11 Berxwedana Xelfetiyê: Wê gelê kurd teslîmî qeyûm nebe
13:54 Baroya Amedê ji bo betalkirina biryara qedexeyê doz vekir
13:53 Li dijî xespkirina îradeyê kampanyaya hashtagê hate destpêkirin
13:24 KCDP: Di mehekê de 48 jin hatine kuştin