Danişîna ewil a ‘Biaxive tu ji ku yî?’ hat lidarxistin

  • rojane
  • 13:10 8 Cotmeh 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Danişîna ewil a doza Suleyman Salgucak ku bi gotina “Biaxive, tu ji ku yî?” bertek nîşanî leşker û polîsên ji bo dengdayînê hatibûn veguhestin dabû, hat lidarxistin. 
 
Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî ya 31’ê Adarê de li Şirnexê bi hezaran leşker û polîs weke hilbijêr hatibûn veguhestin. Welatiyê bi navê Suleyman Salgucak ê 61 salî, Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen û Tufan Ertaş li pêşiya Dibistana Seretayî û Navîn a Tumgeneral Omer Keçecîgîl bertek nîşanî leşker û polîsên veguhestî dabûn. Berteka Salgucak a “Biaxive, tu ji ku yî?” bûbû rojev. Derheqê Salgucak, Gungen û Ertaş de doz hatibû vekirin û yekemîn danişîna dozê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Şirnexê hate lidarxistin. Doz, bi îdiaya “Bi rêya gef/zor/tundiyê nehiştin hilbijêr bikeve qada sindoqan an jî dengê xwe bidin” hate vekirin. Salgucak, Gungen, Ertaş û parêzerên wan di dozê de amade bûn. 
 
Her wiha parlamenterên DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Zekî Îrmez, rêveberên bajar û navçeyan ên DBP û DEM Partiyî, aktîvîstên TJA’yê û gelek welatî jî tev li danişînê bûn. 
 
PARASTIN HATIN KIRIN
 
Salgucak di danişînê de parastina xwe kir û got ku ew îfadeyên xwe yên di pêvajoya lêpirsînê de dubare dike û sûcdarî red kir. Ertaş, jî bi heman awayî sûcdariyên hatine kirin red kir. 
 
Piştre jî Gungen parastina xwe kir û sûcdarî red kir. Gungen, anî ziman ku ji bo xwedîderketina li îradeya gel li herêmê bû. Gungen, wiha domand: “Partiya me jî tev li hilbijartinê bû. Wê rojê bi sedan kes qefîle bi qefîle ji bajarên din anîn wê derê û dengên xwe dan. Li vir xespkirina îradeyê heye. Hinek kesan bi lîstikên fermî îradeya gel asteng kirin. Me jî xwest îradeya gel biparêzin.” 
 
‘REWŞA DARAZ KETIYÊ CIHÊ RÛREŞIYÊ YE’
 
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz got ku sûcdariya ji ber bertekê li muwekîlê wî Salgucak tê kirin cihê şermê ye û ev tişt anî ziman: “Gelo di çi tiştê gotina ‘biaxive, tu ji ku yî?’ de gef, zorî û tundî heye? Weke serokê baroya vî bajarî ez ji ber rewşa pergala darazê ya vî bajarî ketiye şerm dikim. Ma îdianameyeke wiha dibe? Îdianameyeke wiha çê tê qebûlkirin? Rewşa mekanîzmaya darazê niha tê de ye pir tirsnak e.”
 
'ÎRADEYA BAJAR HATE XESPKIRIN’
 
Dîlsîz, diyar kir ku 7 hezar û 817 kes di roja hilbijartinê de li Şirnexê hatine veguhestin û wiha pê de çû: “Dest danîn ser îradeya vî bajarî û xesp kirin. Ma demokrasî wiha ye? Divê dewlet mîna hev nêzî her kesî bibe. Hinek kes ji bo guherandina îradeya hilbijartinê her tiştekî dikin. Ew nayên darizandin lê mamê Suleyman ê berteka xwe ya mafdar û demokratîk nîşan dayî tê darizandin.” 
 
Parêzerê Salgucak, Samet Ataman jî destnîşan kir ku muwekîlê wî weke hemwelatiyekî bertekeke mafdar nîşan daye. Ataman, da zanîn ku muwekîlê wî nêzî 50 sal in li taxa dibistanê lê ye dijî û mîna gelek hemwelatiyan wî jî berteka xwe ya demokratîk nîşan daye. 
 
Dadgehê, danişîna dozê taloqî 12’ê mijdarê kir. 
 

Sernavên din

27/10/2024
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN
22:37 Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
22:22 Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
22:13 Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
20:54 Li Sakaryayê 2 karker mirin
19:45 Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin
18:01 Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn
16:37 Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn
16:24 Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
16:06 Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13:43 Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
13:14 Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’
12:57 Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
12:35 Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin
12:26 Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin
12:15 Di êrişa Îsraîlê de 3 rojnamevan hatin kuştin
11:36 NPG’ê têkildarî TUSAŞ’ê daxuyanî da
11:18 Dîmenên kêliya êrişa li dijî DEM Partiyê derketin holê
11:15 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Li 31 bajaran 176 kes hatin binçavkirin
10:26 Mehmet Altan: Heke tu pirsgirêka kurd çareser nekî dê hin kesên din çareser bikin
10:15 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:02 Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
09:55 Kampanyaya milyonek name ya ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan
09:33 Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike
09:31 Kuçeyên Wanê: Em ne gotinê, pratîkê dixwazin
09:27 Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin
09:00 Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran
09:00 25'Ê COTMEHA 2024'AN
08:41 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan
07:51 Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate kirin
24/10/2024
22:16 Bîlançoya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
21:16 Zana: Em bi berpirsyariyên cidî re rû bi rû ne
21:11 Ji KCK'ê daxuyaniya 'Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re'
16:43 ÎHD’ê ji Dîlokê ji bo Hatîce Onaran banga berdanê kir
16:09 Girtî Karataş piştî 31 salan hate berdan
15:33 Babacan ji îktîdarê re got: Tenê yek saeta em winda bikin tune ye
15:22 Cenazeyê Acar a hatibû îdiakirin întîhar kiriye hate veşartin
15:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Birêz Ocalan amade ye lê dewlet?
14:56 Tenduristvan: Divê peywira berpirsyaran bê bidawîkirin
14:54 Cenazeyê Demîrtaş a hate qetilkirin hate veşartin
14:53 ÎHD: Divê gavên pêbawer bên avêtin
14:20 Leşkeran posterên Ahmet Kaya dan jêbirin
14:17 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan şîn danî
14:16 Li Şengalê bertek nîşanî êrişên hewayî hate dayin
13:41 DBP: Sekna me ya li dijî êrişan dê berxwedan be
13:08 Serra Bucak: Divê em tevek ji bo aştiyê bixebitin û ev berpirsyariya me tevan e
12:57 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da
12:55 Yerlîkaya nav aşkere kir
12:53 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kir 3 roj in winda ye
12:15 Mazlum Ebdî: Tirkiye sivîlan hedef digire, ev sûcê şer e
12:04 Serdana 20 girtîgehan hate kirin: Gelek binpêkirinên giran hene
12:01 HSD: Em ê li dijî van êrişan Rojava biparêzin
11:50 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk sûcên şer dike