Keça Fehmî Tosûn: Ji bo ku em hesabê bipirsin li vir in

  • rojane
  • 13:55 19 Cotmeh 2024
  • |
STENBOL - Dayikên Şemiyê aqûbeta Fehmî Tosûn ê beriya 29 salan di bin çavan de hate windakirin pirsîn. Keça Tosûn, Besna Tosûn wiha got: “Ji bo ku em hesab bipirsin li vir in.”
 
Dayikên/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin cara 1021’emîn li Qada Galatasarayê hatin bahev. Dayikên Şemiyê qurnefîl û wêneyên xizmên xwe hilgirtin. Gelek kes tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Fehmî Tosûn ê beriya 29 salan li ber mala xwe ya li Avcilar a Stenbolê hate revandin û di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn. 
 
ÇÎROKA FEHMÎ TOSÛN 
 
Yek ji Mirovên Şemiyê Sebla Arcan, destnîşan kir ku malbata Tosûn sê nifş in li dijî polîtîkayên înkar û necezakirinê têdikoşin û wiha got: “Dema 35 salî û bavê 5 zarokan bû hat windakirin. Fehmi Tosûn, li gundê Licokê ya Lîceyê dijiya. Li gundê wan zext û tundî hembû. Malbata Tosûn di bin zext û tundiyê de bedelên giran dan. Dewletê şert û mercên jiyanê li gund ji malbata Tosun re nehişt. Fehmi Tosun li gel malbata xwe û gundiyê xwe Huseyîn Aydemîr ji neçarî koçî navçeya Avcilar a Stenbolê kirin. Di 19'ê cotmeha 1995'an de li mala xwe ya navçeya Avcılara Stenbolê taştê xwar û ji malê  derket. Dema ji malê derket. Fehmi Tosun di  saetên êvarî de li gel 3 kesên sivîl û bi çek vegeriya malê. Bi texsiya Torosê ya plakeya wê 34 UD 597 hat pêş malê. Dema hevjîna xwe li ber derî dît got 'Dê min bikujin' Lê wan kesên bi çek Fehmî dîsa bi zorê xistnin maşînê û bi zorê ew dîsa birin. 
 
HEWLDANÊN HIQÛQÎ BÊ ENCAM MAN
 
Piştî bûyerê hevjîna Fehmî, Hanim Tosûn çû qereqolê. Pîlaqeya teqsiya ku Fehmî revand da fermandarê qereqolê. Lê polîsên ku pîlaqe girtin, bi telefonê li radeyaran geriyan û piştre gotin 'Tiştekî em bikin tune ye' Hanim Tosun  piştre serî li Şaxa ÎHD'ê û hemû rayedaran da. Lê tu encam bi dest nexist. Rayedaran qebûl nekirin ku Fehmi Tosun binçav kirine. 
 
Malbatê piştî serî li hemû rêyên zagonî dan û encam negirtin, doz birin DMME'yê. Doz di sala 2003'an de li DMME'yê bi encam bû. Lê dewlet û kujer nehatin darizandin û encamek erênî derneket. Desthilata AKP’ê ya ku têkildarî binpêkirina mafê jiyanê yê Fehmî Tosûn berpirsyartiya dewletê qebûl kir berpirsyartiya xwe ya ku di dosyaya Fehmî Tosûn de lêpirsîneke bi bandor bide meşandin bi cih neanî. Dosyaya bi hinceta demboriyê derbarê wê de biryara neşopandinê hate dayîn hate girtin. Îtîrazên ji bo biryarên neşopandinê hatin dayîn hatin redkirin.”
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’ 
 
Parêzera Malbata Tosûn û Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn da zanîn ku doza Tosûn ji dozên cudatir xwedî gelek delîlên şênber e. Keskîn, anî ziman ku tevî vê yekê bûyer nehate ronîkirin û wiha got: “Me xwest ku pîleqe were lêkolînkirin lê gotin ku ev yek binpêkirina mafên şexsî ye û lêkolîn nekirin ku pîleqe aydê kê ye. Ji bo ku keça wî Besnayê weke şahid bidin guhdarkirin bi salan em pê re mijûl bûn. Ev sûc ne tenê aydê kesên revandine, faîlê heman sûcî dozger û dadger in. Divê mirov DMME’yê jî rexne bike. Biryara binpêkirinê da lê êdî weke mijareke teknîkî nêzî van dosyayan dibe. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo windakiriyan bidomînin.”
 
‘JI BO KU EM HESABÊ BIPIRSIN LI VIR IN’  
 
Keça Fehmî Tosûn, Besna Tosûn jî diyar kir ku dema beriya 29 salan hatin vê qadê zarokên biçûk bûn û wiha got: “Em niha ji bo hesabê bipirsin li vir in. Ez dixwazim li vir Tansû Çîllerê bi bîr bînim, ji bo dayikên me gotibû ‘dê rûnin û pişt re biçin’. 29 sal in em li vir in. 100 sal jî derbas bibin em ê gotina xwe ya ku tu kujerî bidomînin. Piştî gotinên Erdogan ên têkildarî necezakirinê 3 rojan biryara beraetê ya di doza JÎTEM’ê de hate dayîn hate pejirandin. Hûn ê feraseta necezakirinê wiha ji holê rakin birêz Erdogan? Ev sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin di serdema we de tên xelatkirin.”  
 

Sernavên din

23/11/2024
14:45 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê têkoşîna azadiyê bilind bikin
13:42 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo edaletê bernedin
13:37 Li Wanê JINKART hat belavkirin
13:09 Çîrokên kesên kiryarên wan nehatî eşkerekirin
13:06 Cenazeyê Mîne Sevjînê hat definkirin
13:00 Kujerê Leyla Urenê hat girtin
11:35 Parêzer Bîlmez: Dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
10:29 Qeyûm Şaredariya Dêrsimê veguherand qereqolê
10:23 Alî Orek piştî 31 rojan li Hezexê hat definkirin
09:04 Hayko Bagdat: Divê her kes ji bo aştiyê berpirsiyariya xwe bi cih bîne
09:03 MA Musîc wê li Stenbolê Egîdê Cimo Ma veke
09:01 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2024'AN
22/11/2024
22:11 DEM Partî: Qeyûm ferzkirineke teslîmiyetê ya pûç e
20:13 Qeyûm tayinînî şaredariyên Pulur û Dêrsimê hatin kirin
18:42 Cezayê kujerê Şerzan Kûrt hat kêmkirin!
18:37 OHD: Astengkirina berdanê ji bo girtiyên siyasî veguheriye pergala îşkenceyê
18:25 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin
16:10 Li Êlihê li dijî qeyûman banga mezinkirina têkoşînê hate kirin
15:58 ‘Hûn nikarin îradeya gel teslîm bigirin’
15:05 Di sê salan de 87 serlêdanên têkildarî hewldanên sîxûrkirinê: Lêpirsîn tune ne
14:18 Tedawiya dayika Aklîmeyê didome
14:05 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
14:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina ciwanê winda didomin
13:27 Navenda Piştevaniya Jinê ya qeyûm girtibû dîsa hate vekirin
13:19 Li Amedê ‘Komxebata di aboriyê de jin’ hat lidarxistin
12:46 Polîsan di bin çavan de strana ‘Olurum Turkiyem’ dan guhdarkirin
12:15 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li Êlihê ye: Em ê piştevaniya xwe bidomînin
12:00 Doza rojnameger Kizilkaya û Çaralan hate betalkirin
11:59 Ji bo rojnameger Osman Akin biryara beraetê hate dayin
11:38 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:37 Ayşegul Dogan: Li şûna domandina tecrîdê guh bidin dengê Ocalan
11:29 Walîtiyê di roja danişînê de agahî xwestiye!
11:04 Nobeta li Dêrsimê hatiye destpêkirin didome
11:02 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re: Em li cem zarokên xwe bin
10:29 Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:18 AYM’ê ji bo îşkenceya polîsan biryara binpêkirinê da
09:39 Parêzer Kaya: Ger pirgsirêka kurd neyê çareserkirin, wê hin kesên din werin çareser bikin
09:38 TSK'ê doza tazmînatê li malbatên HPG'iyên hatin kuştin kir
09:05 Armanca ‘Qanûna Rewşa Kesî’ çi ye?
09:04 Welatiyên îzmîrî: Azadiya jinê tê wateya hebûna jiyanê
09:00 ROJEVA 22’YÊ MIJDARA 2024’AN
21/11/2024
20:49 Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan 44 hezarî derbas kir
19:57 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê hatin girtin
19:21 Ji Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner li dijî qeyûm banga piştevaniyê
19:01 Ûgûr Kaymaz û bavê wî li ser gorên xwe hatin bibîranîn
18:34 Ji girtiyên jin re kart hatin şandin
16:39 ‘Civaka azad dê bi têkoşîna jinan bê avakirin’
16:26 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Qeyûm tu ji ku yî?
16:02 9 partiyên siyasî li Meclisê li dijî qeyûman pêşniyarqanûn dan Meclisê
15:52 Cezayê li Konak hatiye birîn li Dêrsimê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:43 Bîlîcî yê ku Soylu weke referans nîşan da sextekar derket
14:22 Hevserokên Giştî û Erbakan daxuyaniyê didin
14:20 DAD’ê ji bo Şaredariya Dêrsimê banga piştevaniyê kir
13:27 Nobeta li Xelfetiyê: Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyûm naçin
13:21 DEM Partî çû serdana YRP’ê: Çareseriya pirsgirêka kurd dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn sûdewer be
13:04 Li Çiyayê Bagokê liv û tevgera SÎHA’yan
12:55 Di doza rojnameger Kaya de dê li benda biryara Dadgeha Bilind bisekinin
12:50 Dîroka hevdîtina hevserokên giştî ya bi Ozgur Ozel re diyar bû
12:45 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re hate destpêkirin
12:32 Nobeta li Dêrsimê didome: Em ê destûrê nedin xespkirina îradeyê
12:01 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:30 Qeyûmî zilamek li Koordînatoriya Midûriyeta Jinan tayîn kir
11:09 Cezayê rojnameger Paksoy hate erêkirin
10:48 ‘Tirkiye yan dê Îmraliyê weke muxatab bibîne yan jî dê bikeve rewşa Îranê’
10:13 MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva tecrîd û qeyûm bicive
10:12 Mamosteyên kurdî bertek nîşanî qeyûm dan û îstîfa kirin
10:00 Ji bo Abdullah Ocalan 6 mehên din jî hevdîtina bi parêzeran re hat qedexekirin
09:42 Di hewayên sar de rawestgeha ewil dibe biharatfiroş
09:26 Hozan Aydin metirsiya jiyanî derbas kir
09:26 Ji AYM’ê biryara têkildarî ‘pasaportê’
09:25 Li girtîgehê axaftina bi tirkî li girtiyan tê ferzkirin
09:05 Siyasetzan Onal: Wê Trump helwesta xwe ya berê dubare neke
09:01 Ji jinên wanî banga meşê
09:00 Hinceta cezayê ku li Sûbaşî hatiye birîn: Xebatên kurdî
09:00 ROJEVA 21’Ê MIJDARA 2024’AN
20/11/2024
16:43 Li Xelfetiyê hevşaredar hatin astengkirin
16:28 DEM Partiyê bertek nîşanî cezayan da: Hûn ê weke derbekar bên bîranîn
16:22 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Banga tevlibûna meşa Taksîmê hate kirin
15:49 Hatîmogûllari: Divê tecrîd rabe û Abdullah Ocalan biaxive
15:33 Ji TUAY-DER’ê ji bo girtiyan kampanyeyeke nû
15:25 Roja Mafên Zarokan: Polîtîkaya necezakirinê biterikînin, peymanên navneteweyî pêk bînin
14:15 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:07 Tezkereyên parêzbendiyan şandin Komîsyona Têkel a Meclisê
13:41 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Hevşaredarê Dêrsimê Konak
13:17 Li Hevşaredarê Colemêrgê Akiş 9 sal cezayê hefsê hate birîn
13:13 Nobeta li Xelfetiyê di roja 17’emîn de didome
13:07 Encama Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê diyar bû
13:04 DEM Partî li pêşiya wezaretê ye: Di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin
12:49 Tora Mafên Zarokan a Amedê hat damezrandin
12:21 Li Wanê civîna ‘seferberiya xwerêxistinkirinê’
12:17 Li Amedê otobûs bi rengê binevşî hatin xemilandin
12:03 Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê: Berxwedana me dê bidome
11:28 Ji 5 hezar û 216 serlêdanên binpêkirinan tenê 22 jê di cih de hatine lêkolînkirin
11:11 Daxwaza ji bo di qada tenduristiyê de xizmeta wergêr were dayin hate redkirin
10:53 Helîn Umît: Tiştekî ji PKK’ê re hatiye nîne
10:36 'Gelê kurd nîşan da ku kesek nikare îradeya wan manîpule bike’
10:13 Dozgeriyê ji bo talankirina daristanên Şirnexê got 'li gorî hiqûqê ye'
09:44 Pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi spanî hate weşandin
09:40 Hunermend Hozan Aydin krîza dil derbas kir
09:36 Hinceta cezayê dane rojnamegerên jin: Destûr negirtin, li hişyariyê guhdarî nekirin