Welatiyên Wanê: Muxatab Abdullah Ocalan e

  • rojane
  • 09:36 21 Cotmeh 2024
  • |
img

WAN - Welatiyên tev li kongreya DBP’a Wanê bûn têkildarî “aştiya navxweyî” wiha gotin: “Heke Bahçelî û Erdogan qala aştî û çareseriyê bikin, divê bizanin ku muxatab birêz Ocalan e. Divê bi wî re hevdîtinan bikin.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 26 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdeke girankirî de tê ragirtin û 44 meh in tu agahî jê nayên girtin. Gelê kurd jî li hemû platforman li dijî tecrîda mutleq bertekên xwe nîşan didin. 
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê di 19’ê cotmehê de 7’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Welatiyên tev li kongreyê bûn diyar kirin ku heta tecrîd hebe dê tu pirsgirêk çareser nebin. 
 
‘MUXATAB BIRÊZ OCALAN E’
 
Ji welatiyan Omer Varol diyar kir ku heta Abdullah Ocalan azad nebe dê tu kes nekare azad bibe û ev tişt anî ziman: “Divê her kes bi vê bizane. Heta ku pergala tecrîdê hebe dê tu pirsgirêkên li welêt çareser nebin. Heke Bahçelî û Erdogan qala aştî û çareseriyê bikin, wê demê divê bizanin ku muxatab birêz Ocalan e. Divê bi wî re hevdîtinan bikin. Tekane kesê dikare vê pirsgirêkê çareser bike, birêz Ocalan e. Ji 7 salî heta 70’ê salî divê em tevek bên gel hev û tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bikin.” 
 
‘RÊBERÊ KURDAN OCALAN E’
 
Siddik Akin jî diyar kir ku divê tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin û wiha got: “Hevdîtineke kin a li Îmraliyê jî dê rê li ber hêviyê veke. Hûn nikarin kesekê gelek weke rêberê xwe dibîne tecrîd bikin. Divê ev gel bikare agahiyê ji rêberê xwe bigire. Tekane daxwaza me ew e ku tecrîda heyî tavilê bi dawî bibe. Ez bangî Tayyîp Erdogan dikim; divê tavilê ji Îmraliyê re şande were şandin û hevdîtin bên kirin. Erdogan jî baş dizane ku heke rêberekê kurdan hebe ew jî birêz Ocalan e. Heke tecrîd rabe dê hemû pirsgirêk jî çareser bibin.” 
 
‘HEKE TECRÎD RABE DÊ TU PIRSGIRÊK NEMÎNIN’ 
 
Siyahmet Sarî jî destnîşan kir ku sedema pirsgirêkên li welêt tecrîda li Îmraliyê ye û wiha axivî: “Heta ku tecrîd hebe dê tu tiştek sererast nebin. Tevahiya gelê kurd û rêberê wan girêdayî hev in, yek in. Tecrîda heyî ne tenê li ser Ocalan e, li ser tevahiya gelê kurd e. Serdema şer, sedema krîza aborî tecrîd e. Heke tecrîd rabe dê ev pirsgirêk jî nemînin. Em dixwazin tecrîda li ser Ocalan were rakirin.” 
 
‘DIVÊ BI OCALAN RE HEVDÎTIN BÊN KIRIN’ 
 
Aynûr Guneş jî got ku heke qala xwişk-biratiyê were kirin divê ji ewil bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tekane daxwaza gelê kurd ew e ku pergala tecrîdê bi dawî bibe. Em li gel xwişk-biratiyê ne, li dijî şer in. Em naxwazin kesek biêşe. Divê tavilê hevdîtin bên kirin û şer bi dawî bibe. Ez bangî hikûmetê dikim; heke qala aşît, xwişk-biratiyê bikin divê ji ewil tecrîdê rakin û bi Ocalan re hevdîtinan bikin. Heke tecrîd neyê rakirin, nikarin qala aştî û xwişk-biratiyê bikin.” 
 
‘ÇARESERÎ AZADIYA OCALAN E’
 
Welatiyê bi navê Hasan Oklu jî da zanîn ku tecrîd di halê hazir de li tevahiya civakê belav bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Bi sala ye polîtîkayeke qirêjî tê domandin. Li dijî vê jî têkoşîneke mezin heye. Divê her kesên li gel xwişk-biratiyê, li gel aştiyê û hemû kesên xwedî wijdan divê li dijî tecrîdê serî rakin û bertek nîşan bidin. Divê em têbikoşin da ku aştiyeke bê cîhanê û xaka me azad bibe. Tekane daxwaza me ew e ku tecrîd bi dawî bibe, rêberê me were berdan û li ser xaka xwe azad bijîn. Bila baş bizanin ku heta Ocalan azad nebe dê tu pirsgirêkên li welêt çareser nebin.” 
 

Sernavên din

25/10/2024
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13:43 Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
13:14 Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’
12:57 Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
12:35 Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin
12:26 Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin
12:15 Di êrişa Îsraîlê de 3 rojnamevan hatin kuştin
11:36 NPG’ê têkildarî TUSAŞ’ê daxuyanî da
11:18 Dîmenên kêliya êrişa li dijî DEM Partiyê derketin holê
11:15 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Li 31 bajaran 176 kes hatin binçavkirin
10:26 Mehmet Altan: Heke tu pirsgirêka kurd çareser nekî dê hin kesên din çareser bikin
10:15 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:02 Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
09:55 Kampanyaya milyonek name ya ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan
09:33 Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike
09:31 Kuçeyên Wanê: Em ne gotinê, pratîkê dixwazin
09:27 Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin
09:00 Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran
09:00 25'Ê COTMEHA 2024'AN
08:41 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan
07:51 Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate kirin
24/10/2024
22:16 Bîlançoya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
21:16 Zana: Em bi berpirsyariyên cidî re rû bi rû ne
21:11 Ji KCK'ê daxuyaniya 'Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re'
16:43 ÎHD’ê ji Dîlokê ji bo Hatîce Onaran banga berdanê kir
16:09 Girtî Karataş piştî 31 salan hate berdan
15:33 Babacan ji îktîdarê re got: Tenê yek saeta em winda bikin tune ye
15:22 Cenazeyê Acar a hatibû îdiakirin întîhar kiriye hate veşartin
15:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Birêz Ocalan amade ye lê dewlet?
14:56 Tenduristvan: Divê peywira berpirsyaran bê bidawîkirin
14:54 Cenazeyê Demîrtaş a hate qetilkirin hate veşartin
14:53 ÎHD: Divê gavên pêbawer bên avêtin
14:20 Leşkeran posterên Ahmet Kaya dan jêbirin
14:17 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan şîn danî
14:16 Li Şengalê bertek nîşanî êrişên hewayî hate dayin
13:41 DBP: Sekna me ya li dijî êrişan dê berxwedan be
13:08 Serra Bucak: Divê em tevek ji bo aştiyê bixebitin û ev berpirsyariya me tevan e
12:57 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da
12:55 Yerlîkaya nav aşkere kir
12:53 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kir 3 roj in winda ye
12:15 Mazlum Ebdî: Tirkiye sivîlan hedef digire, ev sûcê şer e
12:04 Serdana 20 girtîgehan hate kirin: Gelek binpêkirinên giran hene
12:01 HSD: Em ê li dijî van êrişan Rojava biparêzin
11:50 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk sûcên şer dike
11:46 Bi hinceta ‘ragihandina rêxistinî’ şandina çîrokê ya ji zarok re asteng kirin
11:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
11:15 Cerdevanên nexwestin biçin operasyonê daxwaznameyên îstîfayê dan
10:58 Di doza rojnameger Muftuoglû de biryara beraetê hate dayin
10:41 Girtiya ku hatibû îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
10:28 Karayilan: Aliyê kurd nabêje na lê rê nade taktîkên şerê taybet jî
10:26 DEM Partî: Divê demildest dawî li bombebarankirina li dijî qadên jiyana sivîlan bê anîn
10:10 Tehliye bi hinceta ‘halnebaşiyê’ tên astengkirin: Ezyetê li girtiyan dikin
10:05 Ji Abdullah Ocalan peyama ewil
10:03 Serokê Baroya Amedê Guleç: Destnîşankirina mafê hêviyê girîng e
09:58 Di êrişa li dijî stasyona Siwêdiyê de 8 kes hatin qetilkirin
09:54 Dayikên girtî beriya danişînê banga piştevaniyê kirin
09:13 Li Herêma Kurdistanê niha jî nîqaşên avakirina hikûmetê dest pê kirin e
09:08 Serokê Şaxa ÎMO'yê Korkmaz: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:03 Di 21 rojên girtîgehê de 15 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin
09:01 Dêrik: Xeta Bêrîtan hê jî li dijî 'xiyanetê' li ber xwe dide
09:00 ROJEVA 24’Ê COTMEHA 2024’AN
08:44 Piştî 43 mehan li Îmraliyê hevdîtina ewil hate kirin
08:17 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir
08:12 Di êrişên dewleta tirk de 4 kes hatin qetilkirin û 15 kes birîndar bûn
23/10/2024
21:42 MYK a DEM Partiyê: Di demek wisa de êriş ne tesaduf e
16:29 Li ber TUSAŞ'ê teqîn: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:27 Îdianameya cînayeta Narîn Guran hat qebûlkirin
15:10 Di doza kuştina 5 kesan de daxwaza cezayê muebeda girankirî
14:44 Avakirina Pêşeroja Bajarvaniyê: Divê di navbera şaredariyan de pirên xurt bên avakirin
14:11 ‘Li Tirkiyeyê tenduristî veguherandin qada bazirganiyê’
13:50 Karkerê ji ber formayê Amedsporê êriş lê hatibû kirin hate berdan
13:49 Bûcak: Ji bo avakirina torên piştevaniyê em li cihê wê û di dema rast de ne
13:41 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
13:09 Ozel: Em aştiya civakî diparêzin
12:55 Bayindir: Divê em têkoşîna xwe hêj mezintir bikin
12:49 Doza siyasetmedaran ji bo parastinên xwe temam bikin hate taloqkirin
11:32 Ozel: Heta kurd nebêjin ‘pirsgirêk nema ye’ ev pirsgirêk heye û divê bê çareserkirin
11:24 Remzî Kartal: Dibe ku li pişt daxuyaniyan planeke bixeter hebe
11:02 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê her kes ji bo çareseriyê berpirsyariyê li xwe bigire
10:37 Amedî ji bo çareserî û aştiyê çi dibêjin?
10:24 Li Tetwanê bi ser malan de girtin
10:22 Parêzerê îtîrafkar Akbiyik di heman kêliyê de qaşo hem li emniyetê hem jî li edliyeyê bû!
10:03 Girtî Karak pêkanînên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Sîncanê vegotin
09:30 Şaredarvaniyê ku jinê esas digire: Armanca me afirandina qadên jiyanê ye
09:06 Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê berdana 15 girtiyan salekê hat taloqkirin
09:06 Bîrdal: Bila Enqere daxuyaniya fermî bide, muxatab Ocalan e
09:03 Li nexweşxaneya Elkê ne bijîşk ne jî alav hene!
09:00 Ji MEDYA-DER’ê banga ji bo kurdî: Werin li mala xwe fêrî zimanê xwe bibin
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2024'AN
22/10/2024
22:03 Qetilkirina jinan protesto kirin: Êdî Bes e
15:22 Ozel: Divê ev meseleye li ser maseyeke hemû partî lê civiyayî bê axaftin
15:10 Ji bo parêzer Ekmekçî biryara tehliyeyê hate dayin
15:00 ‘Çeteya Yenîdoganê, encama veguherîna di tenduristiyê de ye'
14:13 Hatîmogûllari: Divê ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan were bicihanîn
14:10 Parêzerê Abdullah Ocalan: Divê destûra hevdîtinan bê dayîn