Ûlûg: Bi gotegota çareserî nabe divê dewleta tirk jidil bi Rêber Apo re rûne

  • rojane
  • 10:10 21 Cotmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Felemez Ûlûg di nivîsa xwe ya di rojnameya Xwebûnê de bal kişand li ser geşedanên heyî û wiha got: “Ji bo ku dewleta tirk bikaribe bêyî ku darbeyeke mezin bixwe divê demildest bi awayekî dilsoz û jidil bi Rêber Apo re rûne.”

Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 26 sal in di bin şert û mercên tecrîda girankirî de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, 43 meh in tu agahî nayê girtin. Bêyî agahiyek ji Îmraliyê bê girtin, Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî di vekirina sala nû ya yasayî ya Meclisê de silav da parlamenterên DEM Partiyê. Piştî vê nîqaşên nû dest pê kirin.
 
Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Felemez Ûlûg di nivîsa xwe ya rojnameyê ya vê hefteyê de bal kişand ser nîqaş û geşedanên nû û wiha got: “Dewleta tirk li ber geşedanên li herêmê diqewimin xetimandineke mezin dijî. Ger vê xetimandinê ji holê raneke dê mezin winda bike. Ji bo bikaribe bêyî ku darbeyeke mezin bixwe divê demildest bi awayekî dilsoz û jidil bi Rêber Apo re rûne.”
 
Nivîsa Ûlûg ya di rojnameyê de wiha ye: “Li Rohilata Navîn pêvajoyeke girîng heye. Bi şerê Îsraîl û Hamasê re hêzên navneteweyî dixwazin hebûna xwe ya li herêmê mayinde bikin. Diyar e ku ev pêvajoya ku weke jinûvesazkirina Rojhilata Navîn tê nirxandin ê bi xwe re gelek guhertinên bingehîn bîne. Lê, heke ev guhertinên mijara gotinê ne li gor berjewendiyên gelên li herêmê bin, ne mimkun e ku ji bo aramî û ewlehiya herêmê jî bibin çareserî.
 
REJÎMA FAŞÎST A ERDOGAN Û ŞIRÎKÊ WÎ KETINE NAVA HEWLDANÊN QIRÊJ
 
Dewleta tirk a dagirker ji bo ku di nava van planên ku li ser herêmê tên kirin bibe xwedî gotin di nava hewldanan de ye. Wisa diyar e ku di vê mijarê de deshilata faşîst û qirker a AKP’ê û MHP’ê heya dawî erk daye Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan. Em bala xwe bidinê ev demeke Hakan Fîdan di hevdîtin û nirxandinên ku dike de balê dikişîne ser metirsiya ku ji bo Tirkiyeyê heye. Di nava Tirkiyeyê de jî şefê rejîma faşîst Erdogan û şirîkê wî yê biçûk bi armanca ku destê xwe xurt bikin ketine nava hewildanên qirêj. Bi gotin û tevgerên xwe civakê manîpule dikin.
 
ERK Û BERPIRSYARÎ DIKEVE LI SER MILÊ KURDAN 
 
Ji ber van nêzîkatiyan li ser civaka li Tirkiyeyê bombebareneke mezin a dezenformasyonê heye. Desthilata heyî bi taybet hewl dide ku bi vê manîpulasyonê ji rastiyê dûr bixe û bikişîne xeta xwe; li ser rojeva ku ava dike hem di warê siyasî-leşkerî de û hem jî di warê civakî-aborî de encaman bi dest bixe. Lewma em dikarin bibêjin ku bi taybet piştî deshilata Tirkiyeyê hate ser ser kar û pê ve civak li ser vê pergala mutleq a şovenîst tê perwerdekirin, têgihîştin û mezinkirin. Mirov dikare asta pêla nijadperestiyê yekser bi vê têgihêştinê ve jî girêbide. Ev têgihiştin xwe di her mijarê de mafdar dibîne û li gel vê, hemû aliyên din jî weke dijber anku dijmin pênase dike. Li gor nerînan ev mijar ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve baş nehatiye famkirin û ji ber vê nefamkirinê îro li dijî vê siyaseta qirêj a deshilata AKP-MHP’ê siyaset anku muhalefeteke xurt nikare bê avakirin. Di vir de dîsa erk û berpirsyarî dikeve ser milê kurdan.
 
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê civaka herî polîtîk û dikare geşedanên diqewimin binirxîne civaka kurd e. Bêgûman ev elimandin jixweber çênebûye. Ev encama têkoşîna 50 salan e. Eger gotin di cih de be ji bo ev têgihiştin çêbibe çend nifş hatin guhertin. Ev nifşê ku îro li gor têgihiştina xwe ya polîtîk bûyeran dinirxîne û tevdigere li ser bûyerên li herêmê rû dide jî xwedî bandor e. Jixwe Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd jî xwe dispêre vê zanebûne.
 
Em bala xwe didinê ku welatên li ser herêmê xwedî hesab in hewl didin ku vê civakê bi ber xwe ve bikişînin û li gor berjewendiyên xwe têxin nava liv û lebatê. Di vê pêvajoya wisa hesas de diyar e ku dewleta tirk jî ev yek ferq kiriye. Ji ber vê yekê di pêvajoya ku pergala qirkirin û îşkenceyê di asta herî dijwar de berdewam dike de mijara hevdîtina bi Rêber Apo re avêtin holê. Bêgûman hevdîtina bi Rêber Apo re di gelek kesan de wê kelecanekê pêk bîne. Lê divê em bizanibin, armanca dewleta tirk ne têkbirin û rakirina pergala qirkirin û tecrîdê ye, ne jî bi pêşxistina çareseriya doza kurd e. Hemû armanc û hewldana wê ew e ku li herêmê pêşî li hin pêşketinên ku dibe bi destê kurdan pêk bên bigirin.
 
ARMANCA WAN EW E KU DEM PARTIYÊ BIKIŞÎNIN MILÊ XWE
 
Wisa xuya ye ku di vê mijarê de hemû aliyên siyasî ên li Tirkiyeyê di nava xwe de li hevkirinek çêkirine. Mirov dikare silavdayina Bahçelî ya li rêveberên DEM Partiyê jî di vê çarçoveyê de binixîne. Di vir de jî armanca wan ew e ku DEM Partiyê jî bikişînin milê xwe anku nava pergala xwe ya qirêj. Jixwe vê yekê bi awayekî aşkera û zelal jî dibêjin. Ger di vê mijarê de DEM Partî li gor berjewendiyên wan tevnegere jî weke alternatîf dixwazin li herêmê Huda-Parê bidin pêş. Hizbul-Kontra ku li herêmê bi salan e li gor berjewendiyên wan dixebite, bi xistina wan a meclisê dixwazin kirasekî siyasî lê bikin û bi vê ve wê li ber dilê xelkê herêmê şêrîn bikin.
 
REWŞA HEYÎ QASÎ SERKEFTINAN DI NAVA XWE DE METIRSIYAN JÎ DIHEWÎNE
 
Bi kurtî em dikarin bibêjin rewşa tê jiyîn, bi qasî serketinên mezin her ewqas di nava xwe de gelek metirsiyan jî dihewîne. Bêgûman hevdîtina bi Rêber Apo re gelek bi nirx û wate ye. Lê ev mafê qanûnî û hiqûqî yê ku ev zêdetirî 4 sal in hatiye binpêkirin bi hevdîtinekê nayê rewakirin. Di vir de daxwazên gelan diyar in. Ger bi rastî dewleta tirk di mijara bi hevdîtina Rêber Apo de jidil e û dixwaze hin gavan biavêje, muhatabê doza kurd diyar in. Hemû kesên ku mijarê ji nêz ve dişopînin dizanin ev mesele dikare çawa bê çareserkirin. Lê tevî ku ev aliyên wan baş tê zanîn jî bi qelemşorên xwe û kesên xwefiroş ve li ser ekranên televîzyonan bê navber propagandeyeke reş dikin. Di vir de armanca wan ew e civakê manîpule bikin û bikişînin xeta xwe.
 
Di encamê de divê bê zanîn ku dewleta tirk li ber geşedanên diqewimin xetimandineke mezin dijî. Ger vê xetimandinê ji holê raneke dê mezin winda bike. Ji bo bikaribe bêyî ku darbeyeke mezin bixwe divê demildest bi awayekî dilsoz û jidil bi Rêber Apo re rûne. Naxwe bi van gotegotên ku ji aliyê dezgehên îstixbaratê ve tên serwîskirin ne civaka kurd, ne raya giştî ya demokratîk û ne jî Tevgera Azadiyê Gelê Kurd tê xapandin. Ên xwe bixapînin ê ne mumkun be ku bikaribin ji ruhê demê re bibin bersiv û serketineke xurt bi dest bixin.”

Sernavên din

29/11/2024
09:03 'Li dijî asîmlasiyonê divê li her derî Dibistana Zarokan a Ma Musîcê bê avakirin'
09:02 Sedema beraetkirina rojnamevan Dicle Muftuoglûyê
09:01 Mûstafa Sarigul: Dixwazin tayînkirina qeyûman nîşanî muxalîfan jî bidin
09:00 Ji dêrsimiyan berteka li dijî qeyûm: Hûn nikarin kesên hilbijartî ji peywirê bigirin
09:00 ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2024’AN
28/11/2024
22:22 9 nivîskar û rojnamevan hatin berdan
16:20 Ketin û derketina li herêmên qirkirina xwezayê lê tê kirin hat qedexekirin
16:18 Banga ‘Pêşî li darvekirina jinên têkoşer bigirin’ li rayedaran kirin
15:41 Nehiştin Hevşaredarên Êlihê derbasî şaredariyê bibin
15:33 'Mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin’
15:17 Tahîr Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Faîlan derxînin holê
14:40 Tahir Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:59 Di 2025’an de dê 21 girtîgehên nû bên vekirin
13:50 AYM’ê ji bo cezayê ji ber çalakiya 'Komploya 15’ê Sibatê’ hatiye dayin got ‘binpêkirin e’
12:43 Li 21 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:09 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê sibe dê bê lidarxistin
11:59 Navê wî li kolana lê hatibû qetilkirin hate kirin
11:52 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Li gundê Burmadereyê qeyûm hate tayînkirin
11:04 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:59 Hevşaredar Gulistan Sonuk: Dê têkoşîna me bidome
10:27 Parêzer Ortaç: Lihevkirina civakî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
10:23 Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
09:35 Mûrat Karayilan: Dê nekarin ji vê rêbazê encam bigirin
09:18 Hewldanên li dijî Şengalê çi ne?
09:08 Zozan Bor a li midûriyeta polîsan hat tacizkirin: Kevalên min hê jî di binçavan de ne
09:07 Çareya ji bo şer, krîza avhewayê û koçberiyê: Civaka ekolojîk-komunal
09:06 'Li dijî qeyûman xurtkirina xeta têkoşînê divê'
09:04 Banga ji bo mitînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
09:00 ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2024’AN
27/11/2024
22:56 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kirin
22:53 Rêyên 98 gundên Amedê hatin vekirin
16:55 Bertek nîşanî qeyûm dan û ji civînê derketin
16:51 Doza Ahmet Gun ê hatibû qetilkirin hat taloqkirin
16:19 Binçavkirin li gelek bajaran hatin protestokirin
15:21 Ciwanên êrişên dewleta tirk kişandin ji hêla PDK’ê ve hatin binçavkirin
14:48 Li Edeneyê qeyûm hatin protestokirin
14:35 Erdogan dîsa gef xwar
14:01 Ji binçavkiriyan 10 jê anîn Enqereyê
13:39 Rêxistinên pîşeyî bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em paşvegavê naavêjin
13:38 Helbestvan, akademîsyen û rojnameger 2 roj in binçavkirî ne
13:10 Li Peyasê loqenteya gel hate vekirin
13:10 'Jin, jiyan azadî' li Meclisê ye
13:09 Wezareta Dadê: Em daxwaznameya DEM’ê dinirxînin
12:54 Li Londonê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd de girtin
12:38 Li Dêrsimê qeyûm û binçavkirin hatin protestokirin
11:47 Kesên li Çanakkaleyê hatin binçavkirin hatin berdan
11:44 Gotûbêja Sabahat Tuncel ji hêla rektor ve hat betalkirin
11:30 Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de kete meriyetê
10:58 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Hevalên me berdin
10:39 Li Şirnexê rêyên bajarokek û 7 gundan hatin girtin
10:38 Piştî erdheja li Bedlîsê hişyar hate kirin
10:27 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Ciwanên HDK’î: Dê têkoşîna me ya li dijî qeyûm û tecrîdê bidome
10:03 Li karwanê ragihandina azad deng û rengekî nû zêde bû: Ajansa Welat
09:25 Li Wanê rêyên 158 gundan ji ber berfê hatin girtin
09:12 Di ser kuştina belavkarê rojnameyê Işik re 31 sal derbas bûn
09:07 Av. Sarsilmaz: Wê girtina min bibe sedema ku ez têkoşînê mezin bikim
09:03 Ji Şaredariya Silopiyayê xizmeta li ser esasê jinê
09:02 Kadriye Dogan: Qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye
09:01 Di doza MCG Towerê de ji bo peywirdarê cemaweriyê doza lêpirsînê nehat dayîn
09:00 ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2024’AN
26/11/2024
21:52 Li meclisê dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin
21:50 Li Dêrsimê 4 kes hatin girtin
16:45 Li emniyetê lêgerîna tazî li rojnameger Alayumat hate ferzkirin
16:33 Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin
16:27 DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:14 Li Dêrsimê qeyûm hat protestokirin: Pêşeroj dê ya berxwedêran be
15:30 Ozel: Heke li ser bingeha mutebeqeta civakî be em jê li gel in
15:25 Kesên hatin binçavkirin tînin Enqereyê
15:18 Li Wanê piştgirî dan kampanyaya ‘pereşandina ji girtiyan re'
14:43 Li Agiriyê berf bariya
14:43 Danişîna Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
14:04 Hevserokên giştî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
13:54 Li 30 bajaran 231 kes hatin binçavkirin
13:45 DFG: Rojnamegerên binçavkirî berdin
13:43 Girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
13:39 Ahmet Turk îdiaya hevdîtina bi Bahçelî re derewand
13:36 DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serî li wezaretê bide
13:01 Helbestvan û nivîskar jî hatin binçavkirin
12:45 Bakirhan ji îktîdarê re got: Di hewza vala de soberî nayê kirin
12:42 Bahçelî: Em li bendê ne ku di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî çêbibin
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:19 AKP-MHP’ê destûr neda di balafiran de xizmeta kurdî were kirin
11:03 MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: Tavilê berdin
10:15 Hozan Diyar: Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe pêşketineke mayinde nabe
09:40 Ji jinên girtî nameya 25'ê Mijdarê: Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e
09:22 Li Amedê berfa ewil a îsal bariya
09:04 Di êrişên Îsraîlê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Franzîska Stîer: Qeyûm parçeyeke ji zilma li ser gelê kurd e
09:03 Li bazaran dema deynkirinê
09:01 Li Gabarê dîmenên nû yên talankirina xwezayê
09:01 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2024’AN
08:48 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin: Hevşaredar û rojnameger hatin binçavkirin
25/11/2024
22:52 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirsgirêka hatçûnê ya 30 salî çareser kir
21:55 Bi hezaran ji ji Karakoyê bang kirin: Em jiyanê dixwazin
21:49 Li Amedê meşa girseyî: Jin, jiyan, azadî olan da
21:46 Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
17:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
16:40 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan