Ji KE’yê re kampanyaya nameyan: Ji bo îşkenceya li Îmraliyê gavê biavêjin

  • cîhan
  • 11:44 21 Cotmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Kordînasyona TJK-E’yê ragihand ku bi daxwaza bicihanîna biryara “mafê hêviyê” ya li dijî Abdullah Ocalan wê ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re kampanyaya nameyan bide destpêkirin. 

Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo rawestandina îşkenceya li Îmraliyê ew ê ji îro û pê ve (21’ê Cotmehê) ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) dest bi kampanya nameyan bikin.
 
TJK-E’yê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Bi vê kampanyayê re em ê dengê xwe bigihînin gelên elman, fransî, flamanî, ingilîz, ereb û gelek gelên din û xelekên nû li xelekên azadiyê ya li dora Rêber Apo zêde bikin.”
 
Berfirehiya daxuyaniyê bi vî rengî ye:
 
“Rêber Apo ev 26 sal in li Îmraliyê di hucreya yek kesî de dîl tê ragirtin û ev 43 meh in bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Li Îmraliyê rejîmeke taybet a derveyî mirovahiyê heye. Tecrîd û êrîşên giran ên ku dewleta tirk li dijî Rêber Apo dike, li dijî hemû kurdan veguheriye êrîşeke qirkirinê. Ev sîstema faşîst her roj êrîşî jinên kurd, ciwanan, çand, ziman, bawerî, şêweya wê ya jiyanê, xwezaya wê, tevahî hebûna wê û azadiya wê dike.
 
Li dijî şert û mercên dîlgirtinê yên bi komploya navneteweyî re hat destpêkirin, di 10’ê cotmeha 2023’yan de pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ bi çalakiyên curbicur li dehan navendên cîhanê, hatibû destpêkirin. Di roja 10’ê cotmeha îsal de ev pêngav derbasî sala xwe ya duyemîn bû. Di çalakiyên ku ev salek bêhtir e li tevahiya cîhanê tê lidar xistin de, bandora gerdûnî ya ramanên Rêber Abdullah Ocalan nîşan dan. Vê yekê jî girîngiya hevgirtina enternasyonalîst a ji bo gelên bindest, jinan û hêzên li dijî sîstemê raxistiye pêş çavan. Li tevahiya cîhanê gelê kurd û dostên gelê me li dijî îşkence û tecrîda mutleq a li ser Rêbertî di nava liv û tevgerê de ne. Daxwaz û hesreta hevpar a tevahiya mirovahiya cîhanê azadiya Rêber Apo ye. Ji bo ev hevgirtin û yekîtiya mezin hîn bêhtir xurt bibe, mezin bibe û pêş bixe; Girîngiyeke mezin e ku li dijî şer, qirkirin, mîlîtarîzm, zayendîperestî, nîjadperestî, wêrankirina xwezayê û pirsgirêkên avhewayê veguhere seknekê.
 
Ji bo me tevahiya jinan ev pir girîngtir e. Rêber Apo afirînerê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Rêber Apo tevahiya jiyana xwe ji bo rizgariya jinê, azadiya gelê Kurd û mirovahiyê feda kir. Ji bo vê bi ser bixîne, têkoşîn û berxwedaneke ku li cîhanê mînaka wê nîne da û ji nû ve zindîkirina bawerî û hêviyê, bi pêş xist. Rêbertiya me 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de, ji bo azadiya jin, civak û mirovahiyê berxwedana xwe ya dîrokî didomîne. Ji bo çareseriya gelek pirsgirêk û şerên li cîhanê bi taybetî jî yên li Rojhilata Navîn Rêber Apo paradîgmaya azadiya jinê, demokratîk û ekolojiye bi pêş xist. 
 
JI BO RAWESTANDINA ÊŞKENCEYAN DIVÊ KWKE DEMILDEST GAVÊN PRATÎKÎ BAVÊJE
 
Pêngava azadiyê di sala duyemîn de wê berfirehtir bibe û dewam bike. Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ xebata herî bi wate û bi nirx a vê serdemê ye. Di roja me ya îro de ku cîhana me bi şerên qirêj û hov ên hêzên desthilatdaran tejiye, bûye ronî û demokratîk ê mirovahiyê. Yekane rêya avakirina aştiya Rojhilata Navîn bi jiyanî kirina paradîgmaya demokratîk, azadiya jinê û ekolojîk e. Ji bo vê divê sîstema Îmraliyê bê hilweşandin û şert û mercên ku Rêber Apo bi awayekî azad bijî bên avakirin. Divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryara ku daye, ji nû ve bigire dest û sîstema Îmraliyê rast pênase bike. Dirêjkirina pêvajoyê saleke din, ji aliyê gelê me, jinan û tevahiya gelên cîhanê ve nayê qebûlkirin û tê wateya sîstema êşkenceyê ji nedîtî ve tê. Komîteya Wezîran a KE'yê ji bo rawestandina êşkenceyê divê bi lezgînî gavên pratîk bavêje.
 
BANG LI GELÊN EWROPAYÊ HAT KIRIN
 
Bi vê wateyê em wek Tevgera Jinên Kurd a Li Ewropayê (TJK-E) di 21'ê Cotmehê de kampanyaya xwe ya nameyan li ser bingeha kampanyaya ‘Tîrêjên Rojê' ji Konseya Ewropayê re didin destpêkirin. Em bang li hemû gelên xwe yên li Ewropayê dijîn dikin ku bi daxwaznameyên xwe yên nivîskî re piştgiriyê bidin rewşa Rêbertî. Bi vê kampanyayê re em ê dengê xwe bigihînin gelên Elman, Fransa, Flamanî, Îngilîz, Ereb û gelek gelên din û xelekên nû li xelekên azadiyê ya li dora Rêber Apo zêde bikin.
 
JI BO MEŞA 16'Ê MIJDARÊ EM JÎ DEST BI SEFERBERIYÊ DIKIN 
 
Her wiha bi vê kampanyayê re em ji bo meşa dîrokî ya mezin a ku em ê di 16'ê mijdara 2024'an de li Kolnê ji bo azadiya Rêber Apo li dar bixin, dest bi seferberiyê dikin. Bi îradeya ku jin, gelê kurd û dostên wan nîşan bidin re, em ê careke din azadiya Rêber Apo li qadan biqîrin û ji bo biryarên ku di civîna Wezîran a Konseya Ewropayê hatine girtin nemîne saleke din, em ê têbikoşin. Ji bo ku em ji hêzên komploger hesab bipirsin, em bang li hemû gelê xwe û bi taybetî jî bang li jinên Kurd dikin ku bi xurtî tevlî kampanyaya nameyan bibin û di 16'ê mijdarê de kuçeyan tije bikin. Têkoşîna me ku bi pêşengiya jinên kurd ji bo azadiya Rêber Apo mezin bûye, wê sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê bişikîne û dersa pêwîst bide.”
 

Sernavên din

25/10/2024
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13:43 Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
13:14 Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’
12:57 Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
12:35 Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin
12:26 Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin
12:15 Di êrişa Îsraîlê de 3 rojnamevan hatin kuştin
11:36 NPG’ê têkildarî TUSAŞ’ê daxuyanî da
11:18 Dîmenên kêliya êrişa li dijî DEM Partiyê derketin holê
11:15 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Li 31 bajaran 176 kes hatin binçavkirin
10:26 Mehmet Altan: Heke tu pirsgirêka kurd çareser nekî dê hin kesên din çareser bikin
10:15 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:02 Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
09:55 Kampanyaya milyonek name ya ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan
09:33 Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike
09:31 Kuçeyên Wanê: Em ne gotinê, pratîkê dixwazin
09:27 Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin
09:00 Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran
09:00 25'Ê COTMEHA 2024'AN
08:41 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan
07:51 Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate kirin
24/10/2024
22:16 Bîlançoya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
21:16 Zana: Em bi berpirsyariyên cidî re rû bi rû ne
21:11 Ji KCK'ê daxuyaniya 'Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re'
16:43 ÎHD’ê ji Dîlokê ji bo Hatîce Onaran banga berdanê kir
16:09 Girtî Karataş piştî 31 salan hate berdan
15:33 Babacan ji îktîdarê re got: Tenê yek saeta em winda bikin tune ye
15:22 Cenazeyê Acar a hatibû îdiakirin întîhar kiriye hate veşartin
15:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Birêz Ocalan amade ye lê dewlet?
14:56 Tenduristvan: Divê peywira berpirsyaran bê bidawîkirin
14:54 Cenazeyê Demîrtaş a hate qetilkirin hate veşartin
14:53 ÎHD: Divê gavên pêbawer bên avêtin
14:20 Leşkeran posterên Ahmet Kaya dan jêbirin
14:17 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan şîn danî
14:16 Li Şengalê bertek nîşanî êrişên hewayî hate dayin
13:41 DBP: Sekna me ya li dijî êrişan dê berxwedan be
13:08 Serra Bucak: Divê em tevek ji bo aştiyê bixebitin û ev berpirsyariya me tevan e
12:57 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da
12:55 Yerlîkaya nav aşkere kir
12:53 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kir 3 roj in winda ye
12:15 Mazlum Ebdî: Tirkiye sivîlan hedef digire, ev sûcê şer e
12:04 Serdana 20 girtîgehan hate kirin: Gelek binpêkirinên giran hene
12:01 HSD: Em ê li dijî van êrişan Rojava biparêzin
11:50 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk sûcên şer dike
11:46 Bi hinceta ‘ragihandina rêxistinî’ şandina çîrokê ya ji zarok re asteng kirin
11:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
11:15 Cerdevanên nexwestin biçin operasyonê daxwaznameyên îstîfayê dan
10:58 Di doza rojnameger Muftuoglû de biryara beraetê hate dayin
10:41 Girtiya ku hatibû îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
10:28 Karayilan: Aliyê kurd nabêje na lê rê nade taktîkên şerê taybet jî
10:26 DEM Partî: Divê demildest dawî li bombebarankirina li dijî qadên jiyana sivîlan bê anîn
10:10 Tehliye bi hinceta ‘halnebaşiyê’ tên astengkirin: Ezyetê li girtiyan dikin
10:05 Ji Abdullah Ocalan peyama ewil
10:03 Serokê Baroya Amedê Guleç: Destnîşankirina mafê hêviyê girîng e
09:58 Di êrişa li dijî stasyona Siwêdiyê de 8 kes hatin qetilkirin
09:54 Dayikên girtî beriya danişînê banga piştevaniyê kirin
09:13 Li Herêma Kurdistanê niha jî nîqaşên avakirina hikûmetê dest pê kirin e
09:08 Serokê Şaxa ÎMO'yê Korkmaz: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:03 Di 21 rojên girtîgehê de 15 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin
09:01 Dêrik: Xeta Bêrîtan hê jî li dijî 'xiyanetê' li ber xwe dide
09:00 ROJEVA 24’Ê COTMEHA 2024’AN
08:44 Piştî 43 mehan li Îmraliyê hevdîtina ewil hate kirin
08:17 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir
08:12 Di êrişên dewleta tirk de 4 kes hatin qetilkirin û 15 kes birîndar bûn
23/10/2024
21:42 MYK a DEM Partiyê: Di demek wisa de êriş ne tesaduf e
16:29 Li ber TUSAŞ'ê teqîn: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:27 Îdianameya cînayeta Narîn Guran hat qebûlkirin
15:10 Di doza kuştina 5 kesan de daxwaza cezayê muebeda girankirî
14:44 Avakirina Pêşeroja Bajarvaniyê: Divê di navbera şaredariyan de pirên xurt bên avakirin
14:11 ‘Li Tirkiyeyê tenduristî veguherandin qada bazirganiyê’
13:50 Karkerê ji ber formayê Amedsporê êriş lê hatibû kirin hate berdan
13:49 Bûcak: Ji bo avakirina torên piştevaniyê em li cihê wê û di dema rast de ne
13:41 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
13:09 Ozel: Em aştiya civakî diparêzin
12:55 Bayindir: Divê em têkoşîna xwe hêj mezintir bikin
12:49 Doza siyasetmedaran ji bo parastinên xwe temam bikin hate taloqkirin
11:32 Ozel: Heta kurd nebêjin ‘pirsgirêk nema ye’ ev pirsgirêk heye û divê bê çareserkirin
11:24 Remzî Kartal: Dibe ku li pişt daxuyaniyan planeke bixeter hebe
11:02 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê her kes ji bo çareseriyê berpirsyariyê li xwe bigire
10:37 Amedî ji bo çareserî û aştiyê çi dibêjin?
10:24 Li Tetwanê bi ser malan de girtin
10:22 Parêzerê îtîrafkar Akbiyik di heman kêliyê de qaşo hem li emniyetê hem jî li edliyeyê bû!
10:03 Girtî Karak pêkanînên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Sîncanê vegotin
09:30 Şaredarvaniyê ku jinê esas digire: Armanca me afirandina qadên jiyanê ye
09:06 Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê berdana 15 girtiyan salekê hat taloqkirin
09:06 Bîrdal: Bila Enqere daxuyaniya fermî bide, muxatab Ocalan e
09:03 Li nexweşxaneya Elkê ne bijîşk ne jî alav hene!
09:00 Ji MEDYA-DER’ê banga ji bo kurdî: Werin li mala xwe fêrî zimanê xwe bibin
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2024'AN
22/10/2024
22:03 Qetilkirina jinan protesto kirin: Êdî Bes e
15:22 Ozel: Divê ev meseleye li ser maseyeke hemû partî lê civiyayî bê axaftin
15:10 Ji bo parêzer Ekmekçî biryara tehliyeyê hate dayin
15:00 ‘Çeteya Yenîdoganê, encama veguherîna di tenduristiyê de ye'
14:13 Hatîmogûllari: Divê ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan were bicihanîn
14:10 Parêzerê Abdullah Ocalan: Divê destûra hevdîtinan bê dayîn