Dêrik: Xeta Bêrîtan hê jî li dijî 'xiyanetê' li ber xwe dide

  • jin
  • 09:01 24 Cotmeh 2024
  • |
img
RIHA - Endama Meclisa Jinan a Zenûbya Jiyan Dêrik diyar kir ku Bêrîtan a ku wekî Jeanne d'Arc a kurdan tê bibîranîn, ji jinên cîhanê re mîrasek hiştiye û got ku jinên ku piştre bûne artêş, li dijî "xeta îxanetê" têkoşîna xwe berdewam dikin.
 
Gulnaz Karataş an jî Bêrîtan... Yek ji pêşengên têkoşîna jinên kurd e. Bêrîtan a bi eslê xwe Dêrsimî ye, di sala 1971'ê de li navçeya Bongilan  a Çewlîgê ji dayik bûye û heta lîseyê li Xarpêtê xwendina xwe qedandiye. Li Stenbolê, di 1989'an de di dema salên zanîngehê de lêgerîna wê, wê daxilî nava têkoşînê dike. Berîtan a ku çewisandinê qebûl nedikir û bi taybetmendiya xw eya serîhildêr derdiket pêş, di Newroza 1989'an de pê dihese ku ew kurd e. Tecrûbeya wê ya yekem a dijwar berxwedana wê ya li hember îşkenceya ku di girtîgehê de d,tibû û zindanîkirina wê ya demkurt bû. Berîtan ku di sala 1990'î de bi hevjînê xwe re tevlî têkoşîna azadiyê bû, di Cotmeha 1992'yan de bi rojan li dijî leşker û pêşmergeyan şer kir. Bêrîtan a ku ji dêma xwe, mil û sînga xwe birîndar bû, heta dawiyê li ber xwe da. Gava he rçû dora wê hat tengkirin, fermandarên pêşmergeyan bi berxwedana wî bandor bûn û jê re gotin ku eger teslîm bibe dê tiştek neyê serê wê. Bersiva Berîtan jî ew bû ku piştî ku çeka xwe îmha kir, xwe ji zinarên Lêlîkana Xakurkê avêt xwarê (25.10.1992). Gava wê ev çalakî kir hê 21 slaî bû. Berxwedana wê bersiva herî zelal a li dijî teslîmiyetê bû. 
 
Berîtanên ku piştî mirina wê ji dayik bûn bi dilê xwe tevlî têkoşînê bûn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên ku pêşengiya jiyaneke nû ya ku wekî alternatîfa pergala baviksalar a kapîtalîst hatiye avakirin dikin, wekî parêzvanên vê kevneşopiyê têdikoşin.
 
Endama Meclisa Jinan a Zenûbya Jiyan Dêrik bi boneya di 32'yemîn salvegera mirina Bêrîtan axivî. 
 
NASNAMEYA JINA BERXWEDÊR
 
Dêrik anî ziman ku ruhê berxwedêr û têkoşer yê Berîtan ji koka wê tê û got: “Dêrsim erdnîgariyek bû ku li hember qetlîamên Împaratoriya Osmanî yên di dîrokê de û qetlîamên di dema damezrandina Tirkiyê de pêk hatin, mazûvaniya kesayetên berxwedêr bû. Berîtan jî nasnameya xwe ya jina berxwedêr ji vê erdnîgariyê girtiye. Bi vê nasnameya dîrokî di nava tevgerê de cih girt. Bêrîtan jî mîna Dêrsimê di şerê Başûr de rastî her cure êrişan hat. Birîndar bû, hat xwestin ku wê bigirin, lê paşve gav neavêt."
 
Dêrik anî ziman ku piştî Berîtan tevlî PKK'ê dibe bi salekê dibe şahidê "Şerê Başûr" kir û û dagirkerî û xiyaneta li vir û wiha got: "Wê îtîfaqa PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re û hêzên din ên hegemonîk ên herêmê re dît. Li hemberî çekên wan ên giran şer kir. Bû şahidê mirina gelek hevalên xwe û rûyê qirêj ê şer dît. Lê li gel serweriya teknîkî û çekî ya dijmin jî îradeya jinê di vî şerî de bi ser ket û dijmin paşde gav avêt. Piştî vî şerî Berîtan wekî 'Jeanne d'Arc ya kurdan' hat bibîranîn. Ji ber ku Berîtan bi helwest û vîna xwe ruhê Jeanne d'Arc li Kurdistanê vejiya. Xwest ku li dû wê kes negirî û got, 'Ez ê ber bi azadiyê ve bimeşim û govenda azadiyê bigirim.' Teslîmî artêşa Tirkiyeya ku bi fikrên Osmanî tevdigere û jinan wekî 'xenîmetê' dibîne û xeta xiyanetê nebû. Berîtan jî bû sembola teslîmnebûnê. Ji ber ku çeka xwe jî ji bo ku neyê girtin şikand û bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' xwe avêt xwarê. Bi gotina wê, wê jiyana azad hilbijart."
 
MÎRATEYA 'JIN, JIYAN, AZADÎ'
 
Dêrik diyar kir ku çalakiya Bêrîtan ne tenê jinên Kurdistanê bandor kiriye li gelek jinên Rojhilata Navîn jî bandor kiriye û bi bîr xist ku fermandarê pêşmergeyan ê wê demê jî piştî çalakiya xwe çek daniye. Dêrik wiha berdewam kir: “Çalakiya Berîtan got ‘birakûjî’ raweste. Piştî şehadeta wê artêşbûna jinê dest pê kir. Îro jî artêşa jin bi ruhê Berîtan xebatên xwe didomîne. Jinên li Başûrê dest pê kirin navê Bêrîtan li zarokên xwe bikin. Berîtan li vir bû sembola azadî û biratiyê. Jinên ku bûne leşker îro jî têkoşîna Berîtan a li dijî çekên giran û heta kîmyewî didomînin. Yên li Başûrê 'xeta xiyanetê' didomînin jinan qetil dikin. Lê tu carî serî nehat tewandin. Felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' jî mîrateya vê berxwedanê ye. Jinên ku li ser xeta Berîtan têkoşiyan ne tenê ji bo jinên kurd, ji bo jinên cîhanê jî mîrateyek hiştin."
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 
 
 

Sernavên din

30/11/2024
09:02 Akademîsyen Neşe Ozgen: Tecrîd êrişa li aştiya civakî ye
09:01 Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê: Şandina pereyan ji girtiyan re ne sûc e
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2024'AN
08:29 9 siyasetmedar û sendîkavan hatin girtin
29/11/2024
22:23 DEM Partî: Bila gelê me mafê xwe yê protestoyê bi kar bîne
22:18 DBP: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:53 Qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin
16:26 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Qeyûm li pişt bariyerên betonan hefsî ne
16:06 Bakirhan: CHP dikare ji bo çareseriyê rola xwe bilîze
Ozel: Em amade ne rola xwe bilîzin
15:04 Li Miksê esnaf hatin ziyaretkirin
15:02 5 rojnameger bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:55 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Ozel dest pê kir
14:51 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
14:43 Qeyûmî cîgirên hevşaredar ji peywirê girt û li şûna wan AKP’iyek tayîn kir
13:18 Navê Tahir Elçî li kolana lê hatibû qetilkirin, kirin: Dê bibe sembola aştiyê
12:47 Ozel ji dozger Gurlek re got: Nebe amûra hin kesan
12:35 Pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û HTŞ’ê de didomin: Hedef rêya M5’ê ye
12:30 Qonaxa dîrokî ya li Qersê bi hilweşînê re rû bi rû ye!
12:29 Rojnameger, siyasetmedar û sendîkavan sewqî edliyeyê hatin kirin
12:26 Hevşaredarê Miksê Hazir: Li ser talîmatê ceza dan
12:24 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:22 Ji ber ‘dermanê epîlepsiyê’ êrişî girtî Bayir kirin
12:21 Derheqê cîgirê Şaredarê Esenyurtê Yalçin de biryara binçavkirinê hat dayin
10:00 Parêzer Zeynep Karayilan: Divê ji bo ‘mafê hêviyê’ sererastkirinek bê kirin
09:21 Ji bo ceza bidin xwe li benda hevşaredarbûna wî girtine!
09:12 Berdevka YPJ’ê: Pergala baviksalariyê dê bi modernîteya demokratîk tune bibe
09:03 'Li dijî asîmlasiyonê divê li her derî Dibistana Zarokan a Ma Musîcê bê avakirin'
09:02 Sedema beraetkirina rojnamevan Dicle Muftuoglûyê
09:01 Mûstafa Sarigul: Dixwazin tayînkirina qeyûman nîşanî muxalîfan jî bidin
09:00 Ji dêrsimiyan berteka li dijî qeyûm: Hûn nikarin kesên hilbijartî ji peywirê bigirin
09:00 ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2024’AN
28/11/2024
22:22 9 nivîskar û rojnamevan hatin berdan
16:20 Ketin û derketina li herêmên qirkirina xwezayê lê tê kirin hat qedexekirin
16:18 Banga ‘Pêşî li darvekirina jinên têkoşer bigirin’ li rayedaran kirin
15:41 Nehiştin Hevşaredarên Êlihê derbasî şaredariyê bibin
15:33 'Mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin’
15:17 Tahîr Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Faîlan derxînin holê
14:40 Tahir Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:59 Di 2025’an de dê 21 girtîgehên nû bên vekirin
13:50 AYM’ê ji bo cezayê ji ber çalakiya 'Komploya 15’ê Sibatê’ hatiye dayin got ‘binpêkirin e’
12:43 Li 21 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:09 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê sibe dê bê lidarxistin
11:59 Navê wî li kolana lê hatibû qetilkirin hate kirin
11:52 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Li gundê Burmadereyê qeyûm hate tayînkirin
11:04 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:59 Hevşaredar Gulistan Sonuk: Dê têkoşîna me bidome
10:27 Parêzer Ortaç: Lihevkirina civakî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
10:23 Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
09:35 Mûrat Karayilan: Dê nekarin ji vê rêbazê encam bigirin
09:18 Hewldanên li dijî Şengalê çi ne?
09:08 Zozan Bor a li midûriyeta polîsan hat tacizkirin: Kevalên min hê jî di binçavan de ne
09:07 Çareya ji bo şer, krîza avhewayê û koçberiyê: Civaka ekolojîk-komunal
09:06 'Li dijî qeyûman xurtkirina xeta têkoşînê divê'
09:04 Banga ji bo mitînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
09:00 ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2024’AN
27/11/2024
22:56 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kirin
22:53 Rêyên 98 gundên Amedê hatin vekirin
16:55 Bertek nîşanî qeyûm dan û ji civînê derketin
16:51 Doza Ahmet Gun ê hatibû qetilkirin hat taloqkirin
16:19 Binçavkirin li gelek bajaran hatin protestokirin
15:21 Ciwanên êrişên dewleta tirk kişandin ji hêla PDK’ê ve hatin binçavkirin
14:48 Li Edeneyê qeyûm hatin protestokirin
14:35 Erdogan dîsa gef xwar
14:01 Ji binçavkiriyan 10 jê anîn Enqereyê
13:39 Rêxistinên pîşeyî bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em paşvegavê naavêjin
13:38 Helbestvan, akademîsyen û rojnameger 2 roj in binçavkirî ne
13:10 Li Peyasê loqenteya gel hate vekirin
13:10 'Jin, jiyan azadî' li Meclisê ye
13:09 Wezareta Dadê: Em daxwaznameya DEM’ê dinirxînin
12:54 Li Londonê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd de girtin
12:38 Li Dêrsimê qeyûm û binçavkirin hatin protestokirin
11:47 Kesên li Çanakkaleyê hatin binçavkirin hatin berdan
11:44 Gotûbêja Sabahat Tuncel ji hêla rektor ve hat betalkirin
11:30 Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de kete meriyetê
10:58 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Hevalên me berdin
10:39 Li Şirnexê rêyên bajarokek û 7 gundan hatin girtin
10:38 Piştî erdheja li Bedlîsê hişyar hate kirin
10:27 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Ciwanên HDK’î: Dê têkoşîna me ya li dijî qeyûm û tecrîdê bidome
10:03 Li karwanê ragihandina azad deng û rengekî nû zêde bû: Ajansa Welat
09:25 Li Wanê rêyên 158 gundan ji ber berfê hatin girtin
09:12 Di ser kuştina belavkarê rojnameyê Işik re 31 sal derbas bûn
09:07 Av. Sarsilmaz: Wê girtina min bibe sedema ku ez têkoşînê mezin bikim
09:03 Ji Şaredariya Silopiyayê xizmeta li ser esasê jinê
09:02 Kadriye Dogan: Qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye
09:01 Di doza MCG Towerê de ji bo peywirdarê cemaweriyê doza lêpirsînê nehat dayîn
09:00 ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2024’AN
26/11/2024
21:52 Li meclisê dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin
21:50 Li Dêrsimê 4 kes hatin girtin
16:45 Li emniyetê lêgerîna tazî li rojnameger Alayumat hate ferzkirin
16:33 Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin
16:27 DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:14 Li Dêrsimê qeyûm hat protestokirin: Pêşeroj dê ya berxwedêran be
15:30 Ozel: Heke li ser bingeha mutebeqeta civakî be em jê li gel in
15:25 Kesên hatin binçavkirin tînin Enqereyê
15:18 Li Wanê piştgirî dan kampanyaya ‘pereşandina ji girtiyan re'
14:43 Li Agiriyê berf bariya
14:43 Danişîna Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
14:04 Hevserokên giştî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan