Bi 12 kesan hat parastin, bi hezaran kesan hat rizgarkirin

  • rojane
  • 09:00 12 Mijdar 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Meclisa Xweser a Şengalê Bîro Berakat, azadkirina Şengalê wekî “vejîna nû” pênase kir û got: "Vê hêzê, vê fikrê, ev civaka ku ji hêz û taqetê ketibû ji nû ve zindî kir. Bi fedakariya 12 endamên HPG'ê, êzdî ji nû ve ji dayik bûn."

Di ser êrişa DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê re 10 sal derbas bûn. Komkujiya ku herî dawî ya li ser êzdiyan wekî Fermana 74’an tê binavkirin. Li gorî hin daneyan, nêzî 3 hezar kes hatin qetilkirin. Li gorî hin lêkolînan ev hejmar 2 hezar û 855 e. Bajarê Musilê ku DAIŞ'ê êrişên xwe yên destpêkê li ser wir dan destpêkirin, di warê leşkerî de yek ji bajarên herî bi hêz ê Iraqê bû. Lê Mûsilê di nava 6 saetan de bêyî bersivdayîna hêzên Iraqê radestî DAIŞ’ê hat kirin. Piştî Mûsilê hedef Şengal bû û DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî Şengalê dest bi êrişan kir. Piştî ku DAIŞ’ê berê xwe da Şengalê, bi fermana PDK’ê bi hezaran pêşmerge bêyî ku yek guleyekê biteqînin ji Şengalê derketin. Di Tebaxa 2014’an de bi doçka û hawanan êrişî gundên Girzerik, Siba Şêx Xidir, Tilbenat, Tilkasab û Koço kirin. Beşek ji gundê Girzerik ket destê DAIŞê. Dema ku êrişên li ser Şengalê berdewam dikirin û bi hezaran êzdî bi qirkirinê re derbas dibûn, bêdengiya di asta cîhanî de jî berdewam dikir. Li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fermandariya Biryargeha HPG’ê di 5’ê Tebaxa 2014’an de ragihand ku ew ê mudaxeleyî rewşa Şengalê bikin.
 
Piştî daxuyaniyê fermandarê êzdî yê ji Şengalê Dilşêr Herekol jî di nav de 12 endamên HPG’ê ji bo parastina êzdiyan ber bi Şengalê ve ketin rê. Lê PDK'ê pêşî li wan girt û nehişt ku derbasî Şengalê bibin.Li ser vê yekê endamên HPG’ê bê çek û bi awayekî veşartî xwe gihandin Çiyayê Şengalê. PDK’ê di vê komê de 3 endamên HPG'ê ku bi hawara êzdiyan diçûn esîr girtin. 
 
Hêzên Parastina Rojava YPG û YPJ’ê jî ketin nav tevgerê û herêmên Til Koçer û Cezaa yên Rojava li dijî DAIŞ’ê şer kirin û gihiştin Çiyayê Şengalê. Hêzên YPG û YPJ'ê ku di rojekê de nêzî 100 kîlometre meşiyan, gihiştin Çiyayê Şengalê û êzdî xistin di bin ewlekariya xwe de.Piştre di navbera Rojava û Şengalê de korîdora mirovî hate vekirin. Bi van korîdoran êzdî derbasî herêmên ewle hatin kirin. Li aliyeke din ve jî di  14’ê Çileya 2015’an de Meclisa Gel a Şengalê hate îlankirin. Di bin sîwana Meclisê de avakirina YBŞ û YBJ’ê ku baskê leşkerî yê êzdiyan e, hate ragihandin. Di 31’ê Cotmeha 2015’an de hemleya operasyona rizgarkirina gundên rojavayê Şengalê dest pê kir. Di 13’ê Mijdara 2015’an de ji hemû cîhanê re hate ragihandin ku navenda Şengalê û gundên wê hatine rizgarkirin. Di ser rizgarkirina Şengalê re 10 sal derbas bûn.
 
Endamê Meclisa Rêberiya Xweseriya Şengalê Bîro Berakat bi minesebata 10'emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. 
 
ÇÛYINA 12 ENDAMÊN HPG'Ê YA ŞENGALÊ 
 
Bîro Berakat, diyar kir ku ew hêzên ku digotin "em ê Şengalê biparêzin" Şengalê tenê hiştiye û got ku hêzên HPG'ê nebûna wê çarenûsa êzdiyan cudatir bûya û wê pêvajoyê wiha vegot: "Em şehîdên YPG'ê, YJŞ'ê, YJA-Star û HPG'ê ku di oxira rizgarkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin û bejna xwe li ber berxwedana wan ditewînin.Bi saya van şehîdan em îro dikarin li Şengalê weke civaka êzdî bijîn.  Di sala 2014'an de komkujiyek hate serê civaka êzdî. Dema ku ev komkujiye pêk dihat, gelek hêz di Şengalê de hebûn. Van hêzan digotin,'em ê alikariya civaka êzdî bikin' lê van hêzan Şengal tenê hiştin. Hikûmeta Iraqê hejmara xwe ya li vir kêm kir û hêzên wê yê ku li vir diman jî şer nekirin.Li deverên weke Bexda li aliyekî disekînin. Hêzek din a ku digot,'em ê biparêzin' jî pêşmergeyên PDK'ê bûn. Beriya fermanê jî digotin,' em piştgiriya civaka êzdî dikin' lê di fermanê piştgirî nedan û civaka êzdî di nava lepên wan çeteyên hov de hişt. Pêşmerge bû sedem ku gundên êzdiyan bikevin bin kontrola çeteyên DAIŞ'ê de. Di vê xetimandinê hewledayinên PKK'ê hebûn û dixwest ku hêzên xwe ber bi çiyayê Şengalê ve bişîne. Lê wan hêzên ku pişta xwe didan êzdiyan pêşiya hêzên PKK'ê jî dihate girtin û nedixwestin ku bên vê derê civaka êzdî biparêzin. Xwestin ku civaka êzdî tune bibe. Lêbelê 11-12 hêzên HPG'ê ji vir derbasî çiyayê Şengalê bûn û civaka êzdî parastin. "
 
'WÊ CIVAKA KU TAQETA WÊ YA BERXWEDANÊ NEMABÛ RAKIRIN SER PIYAN'
 
Bîro bi lêv kir ku di parastin û rizgarkirina Şengalê de 12 endamên HPG'ê rol û mîsyoneke pir girîng lîstine û wiha axivî: "Hêzên HPG'ê rê li çeteyan girt. Ev hêz bûn sedem ku gel li hemberî çeteyan bikaribe xwe biparêze. Pêşengê van 12 hevalan Dilşêr û Memo heval bûn. Bi pêşengiya wan civaka me ji komkojiyê hate xelaskirin. Van hêzan korîdorek ji Şengaliyan re vekir û civaka êzdî derbasî çiyayê Şengalê bû. Bi çekên xwe û îradeya xwe kal, jin, ciwan û zarokên me xelas kirin. Ew civaka ku takatê wê yê berxwedanê nemabû bi saya vê hêzê rabû ser piyan û li berxwe da. Korîdora mirovahiyê li Dîgorê û Rojava vekirin. Van hêzan bi maddî û manewî karî ku vê civakê biparêzin. Gelek êzdiyên ku hatine rizgarkirin berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê. Heta niha jî gelek ji wan di kampan de weke esîran e. Civaka êzdî xwedî bi îrade bû û şerker bû. Lêbelê ew kesên digotin ku,' em birayên we ne, hevalên we ne' xwedî li vê civakê derneket, ax û baweriya vê civakê neparastin. Ew êzdiyên ku hê heta îro jî di kampan de dijin de cihê xemginiyê ne." 
 
'JI BO PARASTINA VÊ CIVAKÊ BÛN MERTAL'
 
Bîro Berakat bal kişand li ser nêrîn û bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo Şengalê û got ku piştî rizgarkirina Şengalê ew fikriyatê netewa demokratik li wir hate avakirin û wiha got: "Bi mehan şervanên Serok Apo bi fikreke azad şer kirin. Xwedî derketina vê civakê weke erkek ji xwe re dîtin. Xwe ji vê civakê re kirin mertal. Bi vê rihê fedakarî bûn sedem ku civaka êzdî li ser axa xwe bimîne. Em wan leheng û pêşengan jibîr nakin. Îro di nava civaka êzdî de herkes xwe di nava fikrê birêz Abdullah Ocalan de dibîne. Piştî ku Şengal hate rizgarkirin ew kesên ku pişta xwe dabûn me vegeriyan çiyayê Şengalê. Armanca vegera wan jî ne ji bo parastina Şengalê bû, ji bo reşkirina PKK'ê bû. Lê PKK'ê li çiyayê Şengalê ala xwe daliqand. Ew kesên ku xiyanet li civaka êzdî kirî li ber çavên me rûreş in. Nêzî 2 hezar û 500 êzdî li Şengalê bi zarokên xwe re êsîr man û piştre jî koçber bûn. Lê niha 300 hezar êzdî vegeriyane Şengalê. Ev jî bi saya 12 endamên HPG'ê bûn. Heke ku îro êzdî li Şengalê de bin ev bi xêra wan kesan û Rêber Apo bû. Li çiyayê Şengalê li ser her kevirekî, pelekî xwîna wan şervanan heye. Îro em dikarin bi baweriyên din re bi hevre li Şengalê bijîn."
 
BANGA VEGERÊ
 
Bîro destnîşanî bedelên ku ji bo azadiya Şengalê hatine danîn kir û ji bo vegera êzdiyan a ber bi Şengalê ve ev bang kir:" Ji bo ku êzdî bikaribin li ser xaka xwe bi azad bijîn bedelên giran hatin dayin. Em niha ji gelê xwe hêvî dikin ku vegerin Şengalê. Bila ji wan kampan derkevin û bên ser axa xwe bijîn. Em ne poşman in ku me ev berdele dane û em ê ji bo parastina vê civakê jî her tim tebikoşin. Divê civaka me her tim li pey doza xwe be û wan rojan jibîr nekin. "

Sernavên din

25/12/2024
16:18 DFG û MKG: Rojnamegerên girtî berdin
16:10 MKG û DFG hatin ziyaretkirin
15:42 Berxwedana li ser sînor di roja 13’an de ye: Dawî dê muhteşem be
15:38 Leşkeran di bin çavan de îşkence lê kirin û gotin ‘dema ketî wisa bû’
15:13 Nobeta li ser sînorê Kobanê: Em jiyaneke bêstatû qebûl nakin
14:16 DEM Partiyê ji bo girtiyên nexweş serî li ÎHÎK’ê da
13:51 ‘Em li dora Şoreşa Jinê ya Rojava bibin yek’
13:33 Cezayê pereyan dan wesayîtên kesên tev li şîna Daştan bûn
13:23 Rojnameger Akyuz li dijî hefsa malê serî li DMME’yê da
13:22 Xwestin hevşaredara hatiya îxrackirin îstîfa bike
11:46 Xeznewî: Heta niha tu caran ji bo tifaqa Kurd hêviyeke wiha mezin çênebûbû
11:13 ‘Ji bo ewlehiya hemû zarokan em xwedî li doza Narînê derkevin’
10:56 Ji balafira li Kazaxistanê ketî 28 kes sax hatin rizgarkirin
10:47 Tulay Hatîmogûllari: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
10:36 Dadgehê biryara girtina GOÇÎZDER’ê da
10:34 Salih Muslim: Em parçeyeke Sûriyeyê ne û dixwazin daxilî çareseriyê bibin
09:56 MEDYA - DER xwe ji bo serdema nû amade dike
09:54 Sûcên şer ên Tirkiyeyê kirine!
09:35 Di Komkujiya Roboskê de 2 birayên wê hatin qetilkirin, mala wê hat gulebarankirin û ji ber zextê bar kirin
09:06 Pînto: Dê azadiya Ocalan tevkariyê li çareserkirina meseleya kurd bike
09:05 Di sala 2024’an de peyama jinan aşkera bû: Jin, jiyan, azadî
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2024'AN
24/12/2024
16:18 HSD’ê bîlançoya şer û pevçûnên dawî eşkere kir
16:12 Li Hesekê bi hezaran kes ji bo piştevaniya bi HSD’ê re meşiyan
16:06 Bompeya gazê ya ku Uytunê 18 mehî kuşt, nayê dîtin!
15:27 Ji sînorê Qamişloyê bang kirin: Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin!
15:01 Li ser sînorê Pirsûs-Kobanê nobet: Divê rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:53 Dewleta tirk depoyên genim ên Girê Spî bombebaran kir
14:38 Bakirhan: Divê dev ji mijûlkirinê berdin û hevdîtin bi Ocalan re bên kirin
13:47 IFJ: Rojnamegeran berdin
13:47 DEM Partî: Îktîdar di mijara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re de siyaseta mijîlkirinê dimeşîne
13:09 Partiyên Tifaqa Kurdistanî: Heke Kurd bibin yek dê muxatab bên girtin
12:44 Bakirhan: Ji 205 welatan tenê Tirkiye li dijî mafên Kurdan e
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:54 Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê hatin derbkirin
11:31 Temel: Hişmendiya dewletê ku bikaribe ji çareseriyê re bibe bersiv heye gelo?
11:11 Partiyên Kurdistanî: Statûya Rojava ji bo me di ser her tiştî re ye
11:01 Li Kanîreşê otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 16 kes birîndar bûn
11:00 Li Balikesîrê di febrîqeyê de teqîn: 12 kes mirin, 3 kes birîndar bûn
10:44 'Me berê Kobanê çawa parastibe dê îro jî wisa biparêzin’
10:26 Abdullah Ocalan di hevdîtina 23’yê Cotmehê de ji bo Sûriyeyê çi got?
09:48 Li Girtîgeha Kirşehîrê cezayê 37 girtiyan hat erêkirin
09:47 'Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek e ji bo Sûriyeyeke pirnasnameyî'
09:09 Ji bo girtiyên nexweş banga hestiyariyê
09:04 Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tehliyeya 7 girtiyan hate astengkirin
09:03 Tundî zêde bû, bijîşkan koç kir, di tenduristiyê de rizandin çêbû
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2024'AN
08:55 Ji meteorolojiyê hişyariya barîn, cemed û aşûtê
23/12/2024
21:22 Mezlûm Ebdî bi ENKSˋê re civiya
21:18 Li Cizîrê mirineke biguman
16:53 ÎHD’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bang kir
16:09 Ciwanan li ser dîwaran nivîsand: Cîhan û Nazim rûmeta me ne
16:05 DJV’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê bang li Tirkiyeyê kir
15:57 Temellî: Ji bo serlêdana hevdîtina bi Abdullah Ocalan hêj bersiv nehatiye dayin
15:27 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Dê Rojava teqez bi ser keve
15:24 Xwest ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:57 Derheqê rojnameger Medîne Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
14:49 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Heqîqet hedef hate girtin
14:40 Ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan mewlûd hatin dayin
14:22 Ahmet Hakan ê Tahir Elçî kiribû hedef îcar jî qetilkirina rojnamegeran parast
14:20 Li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê nobet hate destpêkirin
14:01 Êrişa li Bendava Tişrînê hate têkbirin
13:20 Rapora CHP’ê: Qeyûman bandor li 11 milyon û 202 hezar hilbijêran kirin
13:03 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
12:57 Derheqê rojnameger Oznûr Deger de lêpirsîn hate destpêkirin
12:55 Seroka IFJ’ê: Tirkiye bi şêwazê mafyayê rojnamegeran hedef digire
11:14 Nivîskarê Fransî Franceschi: HTŞ ajandaya Erdogan bi cih tîne
10:27 ‘Berxwedana li Rojava ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn pir girîng e’
10:10 Dayika Cîhan Bîlgîn: Pênûsa wê li erdê nehêlin
09:58 Bi 11 milyon û 246 hezar bêkaran ber bi sala 2025’an ve
09:56 'Ji bo polîtîkaya berfirehkirina Tirkiyeyê tu hincet nîne'
09:55 Makîneya Nazim dê tomarkirina heqîqetê bidomîne
09:01 Hevserokên DEM Partiyî: Divê Abdullah Ocalan were berdan
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2024'AN
08:50 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Pênûsa heqîqetê bûn” derket
07:10 DEM Partî DBP’ê bi Talabanî re hevdîtin kir
07:05 Di êrişa dewleta tirk de li Kobanê dayikek û zaroka wê hatin qetilkirin
07:00 Li Stenbolê 7 rojnameger û 2 siyasetmedar hatin girtin
22/12/2024
17:09 9 jê rojnameger 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin
15:47 Li Reqayê 18 DAIŞ’î hatin girtin
15:41 Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO’yê hatin protestokirin
15:16 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Bûn dengê Rojava
15:15 DFG û MKG çûn serdana şîna rojnameger Nazim Daştan
15:05 DEM Partiyê bertek nîşanî lêpirsînan da
14:54 Rewşa girtiyê nexweş Arslan giran dibe: Li ber mirinê ye
14:46 Jinan şîna Cîhan Bîlgîn bi meşekê ziyaret kirin
14:15 Ji ber ‘Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn’ derheqê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:04 Şîna rojnameger Nazim Daştan bi girseyî hat ziyarkirin
13:54 Rêxistinên rojnamegeran ên Başûr qetilkirina rojnamegeran şermezar kirin
13:41 Li Kongoyê keştî noqî avê bû: 38 kes mirin, 100 kes winda ne
11:51 Eniya Jinên Başûr ji bo Rojava bang kir
11:32 Helîkoptera ambulans li nexweşxaneyê xist û ket: 4 kes mirin
11:02 Halîde Turkoglû: Roj roja parastina şoreşa jinê ya Rojava ye
10:09 Dewleta tirk û komên paramîlîter gundên Kobanê topbaran kirin
10:06 Yek ji pêşengên şoreşa jinê: Evîn Goyî
09:52 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:51 Banga lêpirsînê: Mirina her rojnamegerekî/ê mirina rastiyê ye
09:24 Ji ber ‘Daştan û Bîlgîn’ derheqê T24 û Seyhan Avşarê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:04 Sermayedaran xweza xwarin û xilas kirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ KANÛNA 2024’AN