Dema bi kurdî axivî telefon qut kirin: Qede ye!

  • rojane
  • 10:39 19 Mijdar 2024
  • |

RIHA - Girtî Şaban Kaygusuz dema li ser telefonê bi malbata xwe re diaxivî, piştî hişyariya “axaftina bi kurdî qedexe ye” telefona wî hate birîn. Dayika Kaygusuz, got: “Em ê heta dawiyê xwedî li zimanê xwe derkevin.” 

Şaban Kaygusuz li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin û ji ber ku bi malbata xwe re bi kurdî diaxivî, telefona wî hate qutkirin. Kaygusuz, duh hevdîtina li ser telefona ya bi 10 deqeyan dikir û hêj ji bo axaftin bi dawî bibe 3 deqe mabûn ku telefona wî hate qutkirin. Endamên malbatê dan zanîn ku beriya hevdîtin were qutkirin, gardiyanan hişyariya “axaftina bi kurdî qedexe ye” kirin. Destê rastê û lingê rastê yên Kaygusuz tune ne û hefteyek berê jî xistibûn hucreya yekkesî. Kaygusuz, di hevdîtina îro de da zanîn ku hêj jî di hucreya yekkesî de tê ragirtin û heta daxwaza malbata wî ya ji bo şandina Dîlokê tê qebûlkirin jî dê di hucreya yekkesî de bimîne. Malbatê da zanîn ku piştî qutkirina telefonê nekarîne xwe bigihînin Kaygusuz lewma fikarên wan hene. 
 
Endamên malbatê diyar kirin ku têkildarî mijarê li rêveberiya girtîgehê geriyane lê tu agahî bi wan re nehatine parvekirin. Malbatê got ku ji hemû encamên neyînî, rêveberiya girtîgehê berpirsyar e. 
 
‘BERPIRSYAR WEZARETA DADÊ YE’
 
 
Dayika Kaygusuz, Zeynep Kaygusuz bertek nîşan da û ev tişt anî ziman: “Şaban ev 7 sal in girtî ye. Her kes bi tiştên wî jiyayîn dizane. Ne destê wî ne jî lingê wî heye. Kurê min di nava şert û mercên zehmet de li girtîgehê dimîne. Di nava jiyana rojane de jî gelek zehmetiyan dikişîne. Ji bo berdana wî me gelek caran daxwazname nivîsand. Ez bangî Wezareta Dadê dikim; heke tiştek bi kurê min were, hûn û rêveberiya girtîgehê berpirsyar e. Em vê qebûl nakin. Ji bo kurê min sewqî girtîgeheke nêzî me were kirin me gelek caran daxwazname dan. Li girtîgeha lê dimîne derence gelek tîk in. Lewma nikare derkeve û were xwarê. Neçar dimîne ku her roj hevalên xwe aciz bike. Di 5’ê mijdarê de çûm hevdîtina wî. Ji min re got; ‘ez ê biçim hucreyê.’ Min jê re got ku tu nikarî di hucreyê de îdare bikî û ji min re got; ‘Heta ku daxwaza min a sewqkirinê tê qebûlkirin ez ê di hucreyê de bimînim. Daxwaznameyan dide lê tên redkirin. Li gel ku ji sedî 90 astengdar e jî di hucreyê de dimîne.” 
 
‘EM Ê HETA DAWIYÊ XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN’ 
 
Zeynep Kaygusuz da zanîn ku ji ber axaftina bi kurdî duh axaftina wan a li ser telefonê hatiye qutkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber axaftina bi kurdî telefon qut kirin. Em ê heta dawiyê xwedî li zimanê xwe derkevin. Zimanê me îradeya me ye. Şaban di nava şertên pir zehmet de, tevî îşkenceyê jî kurdbûna xwe înkar nekir û dê ji vir û şûnde jî neke. Em van tiştên hatine kirin şermezar dikin. Bila destên dirêjî wî bûn bişikên. Ez van neheqiyên li kurê min hatine kirin qebûl nakim. Bila hemû komeleyên mafên mirovan, parlamenter û parêzer xwedî li kurê min derkevin. Rewşa kurê min xerab e. Ez bi kurê xwe serbilind im. Divê kurê min tavilê were berdan. Weke dayikekê ez ê heta dawiyê li ser rêça kurê xwe bim.” 
 
‘ÇI ŞAD E YÊ DIBÊJE EZ KURD IM’
 
Şaban Kaygusuz di 23’yê çileya 2022’yan de li heman girtîgehê rastî êrişa fîzîkî ya gardiyanan hatibû. Di êrişê de gardiyanan li girtiyan ferz kiribûn ku bibêjin “Çi şad e yê dibêje ez tirk im.” Girtiyan jî li ser vê zextê gotibûn; “Çi şad e yê dibêje ez kurd im.” Ji ber vê bertekê jî asta êrişan dijwartir bûbû. Kaygusuz, di 19’ê cotmeha 2021’ê de ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê hatibû kirin. Di wê navberê de lêgerîna tazî û hejmartina ser pêyan lê hatibû ferzkirin. 
 
DERHEQÊ ŞABAN KAYGUSUZ DE
 
Kaygusuz, di sala 1996’an de li gundê Bîlgîlî yê navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bû. Malbata Kaygusuz zextên cerdevanbûnê qebûl nekir û di heman salê de koçî Dîlokê kir. Kaygusuz, di sala 2015’an de tev li PKK’ê bû. Di sala 2017’an de li Şirnexê di pevçûnekê de birîndar bû. Kaygusuz sewqî nexweşxaneyeke Wanê hate kirin û hêj tedawiya wî temam nebûyî bi awayekî birîndar hate girtin û şandin Girtîgeha Sêrtê. Ji vir sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate kirin. Di 19’ê cotmeha 2021’ê de jî bi hinceta “ewlehiyê” sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê hate kirin. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kayseriyê rapora ji sedî 90 astengdar da Kaygusuz. Destê rastê û lingê rastê yên Kaygusuz tune ne. Tevî vê jî di 8’ê kanûna 2022’yê de rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” dan Kaygusuz.
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

15/12/2024
12:02 Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan
11:59 ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike
11:28 Budak ê ji DEM Partiyê îstîfa kirî meclisa şaredariyê bêbandor kir
11:14 Hejmara 94’an a Kovara Jinê derket
10:35 Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet: Em ê rê nedin êrişan
09:58 Ozturk: Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve
09:31 Rojnameger Adali: Ji bo yekitiya Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire
09:00 Medyaya îktîdarê şer sor dike
09:00 ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
14/12/2024
18:38 DAIŞ'ê 6 şivan kuştin
18:34 Pinar Aydinlar hat berdan
17:32 Çalakiyên protestokirina êrişan: Parastina Rojava erka her kesî ye
15:50 Xwestin biryara demborî ya doza kesên hatine qetilkirin bê rakirin
15:38 Li Amedê Daîreya Xizmeta Pîr û Kalan hat avakirin
15:30 Jiyana girtiyên nexweş Kaytan û Okur di xetereyê de ye
15:16 Rewşenbîr 'çareseriyê' dixwazin: Aştî ferz e
15:03 Li Geverê operasyona leşkerî
14:54 Xizmên Windayan: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
14:49 Li Wanê binçavkirin hatin şermezarkirin
14:42 Bi girseyî çûn taziyeya Denîz Şen
14:34 Li Amedê panela 'Zimanê Kurdî û Makezagona Nû'
14:32 Ferhad Merdê û Bavê Teyar ji bo Rojava bang kirin
14:29 Jiyana Werîşe Muradî di xeteriyê de ye
14:23 Di 9’emîn salvegera qedexeyan de banga rûbirûbûnê
14:19 Kesên di qedexeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
14:05 Keskîn Bayindir: Divê statûya Rojava bê naskirin
Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Çareserî di azadiya Abdullah Ocalan
10:42 Evîn Cuma: Sivîl di hedefê de ne, DAIŞ xwe bihêz dike
09:41 Amedî: Li Rojhilata Navînê aştî bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e
09:09 Şahînê bi KHK'ê hat îxrackirin ket ber îcrayê
09:05 Ji siyasetmedaran bang li desthilatê: Ne bi çeteyan, bi kurdan re li rûnê
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2024'AN
13/12/2024
16:11 ‘Erdnîgarî diguhere hûn bombebarankirina Rojava didomînin’
15:52 Rapor: Lêgerîna tazî, sansur, cezayên disiplînê û taloqkirina tehliyeyan
15:46 Di êrişên dewleta tirk de 13 jinên pêşeng hatin qetilkirin
15:40 Ji bo girtiyan kampanyaya pere şandinê
15:37 Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ li Sûrê gihişt ber destê zarokan
15:35 Îsraîlê ji hewayî êrişî Sûriyeyê kir
14:33 Parêzer Raziye Ozturk: Tecrîda Bahçelî îtîraf kiribû hêj didome
14:02 DEM Partiyê rapora binpêkirinên mafan eşkere kir: Zext ji sedî 50 zêde bûn
13:44 Ji Amedê bang: Em berxwedanê mezin bikin, xwedî li Rojava derkevin
13:17 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:11 Oznûr Bartin: Budçeya şer ji sedî 65 zêde bû
13:01 Hevserokên Giştî bi nûnerên 31 welatan re hatin gel hev
12:53 Hunermend Pinar Aydinlar hate binçavkirin
12:33 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:45 Hevserokê PYD’ê: Ger em li Şamê yek bin neçar in îradeya me qebûl bikin
11:23 Bîlançoya şerê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hate eşkerekirin
10:26 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê: Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin
10:23 Li Mêrsînê siyasetmedar û parastvanên mafan hatin binçavkirin
10:00 Ji ber berfê li Wanê rêya 131 jîngehan hatin girtin
09:56 Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'
09:02 Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin
09:01 Bozarslan: Tirkiye dixwaze Rojavayê bike parçeyekî xwe û têxe bin fermana xwe
09:00 ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2024’AN
12/12/2024
21:45 Li Danîmarkayê li ber parlamentoyê protestokirina êrişan û tecrîdê
21:35 Li Reqayê gule reşandin ser gel: 43 kes birîndar bûn
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin
16:11 Şîna Nûra Kurt bi girseyî hate ziyaretkirin
16:02 Rêveberiya Xweser: Alaya Sûriyeyê dê li herêmên xweser jî be
15:52 Êriş hatin protestokirin: Deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava
15:21 Baroya Amedê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kir
14:55 Sevîlay Çelenk: Em ê berxwedana Rojava bi tenê nehêlin
14:27 Omer Ocalan cara ewil hinek hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê vegot
13:41 Hûlakû yê DEM Partiyî: Tirkiye, Rojava weke xenîmeta şer dibîne
11:53 DEM Partî çû serdana KESK’ê
11:42 Li Amedê dê mihrîcana ‘Kîjan Mafên Mirovan?’ bê lidarxistin
11:21 Danişîna rojnameger Zeynep Kuray hat taloqkirin
11:17 Herêmên texrîbata ekoljîk lê tê kirin hatin qedexekirin
11:11 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Li girtîgehê ji ber govenda Newrozê cezayê disiplînê hat dayin
11:01 Ji bo 47 pirtûk û 12 kovaran biryara berhevkirinê
10:34 Temellî ji Fîdan re got: Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye
10:30 Parêzer Şaman: Divê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ sererastkirin bên kirin
10:12 Bereket Kar: Kurd dê di nexşeya nû de cih bigirin
10:05 Mazlum Ebdî têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da
10:03 Ji bo CPT’yê serlêdan hat kirin: Divê tavilê bê ziyaretkirin
09:59 Ji bo mitînga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Arjantînê dixebitin
09:46 'Bi êrişan modêla neteweya demokratîk hedef tê girtin’
09:26 ‘Divê êrişên ser Rojava bisekinin, statû were naskirin’
09:05 Cenazeyê kurê wê 27 rojan li mizgeftê ma: Sedsal jî derbas bibin ez ê ji bîr nekim
09:00 ROJEVA 12’Ê KANÛNA 2024’AN
11/12/2024
22:38 Jin bang li NY’ê kirin: Li hemberî komkujiyan tedbîr bigirin!
21:10 Li dijî êrişan ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan
19:50 Li Amedê li dijî êrişan xeleka aştiyê
16:41 Li gelek bajaran êriş hatin protestokirin: Rojava rûmeta me ye
15:59 Hevserokên Giştî çûn serdana girtiyan
15:34 Parastvanên mafan ji bo piştevaniyê ji Hatîce Onaran a girtî re pere şand
15:25 Kesên di êrişên SÎHA’yan de hatin qetilkirin di rojeva Meclisê de ne
14:55 Li Hezexê qeza: Kesek mir, 7 kes birîndar bûn
14:54 Kobanê hate bombebarankirin: Kesek hate qetilkirin
14:48 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê serlêdan hat kirin
14:38 Li Curnê Reş Mala Bêhnvedanê ya Jinan hate vekirin
13:52 Ji Ma Musîcê kampanyaya 'Milyonek pirtûk, milyonek zarok’
13:28 Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê: Sedema teqez a mirinê zelal nebû, dîmenên nû li dosyayê hatin zêdekirin
13:18 Tevlibûna merasîma cenaze sînordar kirin û sersaxî qedexe kirin
13:04 9 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan