Akademîsyen Neşe Ozgen: Tecrîd êrişa li aştiya civakî ye

  • rojane
  • 09:02 30 Mijdar 2024
  • |
img

AMED – Akademîsyen Neşe Ozgen ku yek ji îmzevana metna 'Em dixwazin hêvî bikin û îhtîmala aştiyê mezin bikin', xwest ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û got: "Tecrîd ne tenê êrişa li dijî azadiya ferdekî ye, di heman demê de êrişa li ser aştiya civakî ye jî."

Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) lêgerîna xwe ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aloziya li Tirkiyeyê didomîne. Endamên forumê yên ku di sala 2018’an de bi konferansa ku li Berlînê ya Almanyayê li dar xistibûn dest bi xebatên xwe kirin, herî dawî bi sernavê “Em dixwazin hêvî bikin û berfireh bikin û htîmala aştiyê mezin bikin” weşandin. Akademîsyen Neşe Ozgen ku yek ji îmzevana metnê ye, diyar kir ku têkoşîna civakîbûna aştiyê û avakirina jiyana hevpar a gelan wê bidome.
 
'TÊKOŞÎNA ME YA AŞTIYÊ JI SALA 2018'AN VE DIDOME'
 
Neşe Ozgenê xebatên ji roja damezrandina EFFP'ê heta niha hatine meşandin nirxandin û diyar kir ku têkoşîna aştiyê gelek beşên civakê yên li sirgûnê hatine cem hev dihewîne. Neşe Ozgenê got: "Me di sala 2018'an de civîna xwe ya yekemîn li Berlînê pêk anî. Ev civîn bû destpêka îradeya me ya ku em wekî penaber, rewşenbîr, siyasetmedar, rojnamevan û xwendekar werin cem hev û ji bo aştiyeke demokratîk û birûmet têbikoşin. Me 6 konferansên mezin li dar xistine û em di van civînan de bi sedan hevalên xwe yên sirgûnkirî re hatin cem hev. Di van hevdîtinên bi mijara xwe aştî û azadiyê de bingeha metna banga bi navê 'Em hêvî dikin û îhtîmala aştiyê mezin bikin' çêkir." 
 
'DIVÊ ÎHTIMALA AŞTIYÊ BÊ CIVAKÎKIRIN'
 
Neşe Ozgenê diyar kir ku banga aştiyê ya EFFP'ê ne tenê metna îmzeyê ye û got ku ev metn berhema kedeke bi salan e. Neşe Ozgenê got: "Ji bilî hevdîtinan, komeke gelekî mezin a mirovên ku hatine sirgûnkirin û li dîasporayê dijîn û ji sala 1980'yî û vir ve ji bo demokrasî û aştiyê têdikoşin hene. Ji elewiyan heta xiristiyanan, ji çep û sosyalîstan heta hemû alîgiran berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî. Helbet nêzîkatiya dewlet û hikumetê ya ji bo aştiyê gîrng e, lê belê mesele vîna aştiyê ya gelan e. Aştîxwaz, edaletxwaz  demokrasîxwaz divê xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Pêwîst e derfeta aştiyê were civakîkirin û bingehek ji bo çalakiyan were afirandin. Ger em bi tevgerên siyasî û zextên civakî hêviya aştiyê mezin bikin, em ê karibin ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navînê li pêşerojeke hê bêtir bihêvî şoyar bibin." 
 
'DIVÊ ZIMANÊ AŞTIYÊ BÊ AVAKIRIN'
 
Neşe Ozgenê diyar kir ku zimanê şer û gotinên cihêkar ên di siyaset û çapemeniyê de tên bikaranîn derfeta aştiyê qels dike û bal kişand ser girîngiya rola ziman di avakirina aştiyê de. Neşe Ozgenê got: "Ziman hêzeke teşwîqê ye. Lê belê zimanê cihêkarî, mîlîtarîst û nîjadperest di civakê de birînên ku nayên cebirandin çêdike. Zimanê aştiyê divê avaker be, ne xiraker. Ev berpirsyarî beriya her tiştî dikeve ser milê dewlet û hikûmetê. Zimanê biçûkxistinê û tundiyê ku di medya û siyasetê de tê bikaranîn, ji holê bê rakirin." 
 
'TECRÎD ÊRIŞA LI SER AŞTIYA CIVAKÎ YE'
 
Neşe Ozgenê diyar kir ku divê di pêvajoya aştiyê de alîgir bi awayekî wekhev li dor maseyê rûnên û got ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Ocalan bê rakirin. Neşe Ozgen got: "Eger birêz Ocalan wekî nûnerê gelê kurd bê dîtin, divê rêz ji vê re were girtin. Tecrîd ne tenê êrişa li dijî azadiya şexsekî, li dijî aştiya civakî ye. Lewma divê tecrîd bi dawî bibe û hemû girtiyên siyasî bên berdan."
 
MA / Delal Akyuz 
 

Sernavên din

30/12/2024
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan
15:37 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin
15:27 Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike
15:11 Ji bo Zeynep Aslan şîn hate danîn
14:46 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin
14:35 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:03 Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike
14:01 TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da
13:11 Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin
13:08 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir
13:07 Li Şamê lîstikên dewleta tirk
12:22 DEM Partî: Em ê di sersalê de daxuyaniyeke berfireh bidin
12:03 ‘Ocalan careke din nîşan da ku hêza çareseriyê ye'
11:24 Xwebûn bi manşeta ‘Rojava dilê Kurdan e’ derket
11:03 Li 3 noqteyên sînor dê çalakiyên girseyî bên lidarxistin
10:57 Melayên tev li nobetê bûn: Têkoşîna ji bo mazluman ferz e
10:24 Giliyê Osman Taşdemîr li baroyê kir: Rastî tacîz û gefên wî hatim
09:59 Tevî cerdevanan got ‘me kuştiye’ jî dosyaya Yaginli hate girtin
09:05 Bi milyonan di tevahiya salê de li her derê bang kirin: Ji Abdullah Ocalan re azadî
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2024'AN
29/12/2024
17:26 'Ocalan ji sala 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye’
16:40 OHD û MED TUHAD-FED: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
15:50 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Divê muxatab peyama Îmraliyê esas bigirin
15:24 'Divê îradeya çareserî û aştiyê ya Abdullah Ocalan esas were girtin’
15:19 DFG û MKG dê ji rojnamegerên girtî re name û pirtûkan bişînin
14:48 Nobeta li ser sînorê Kobanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:26 Pervîn Buldan: Ocalan xwest her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê
14:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Abdullah Ocalan balê dikişîne ser berpirsyartiyeke dîrokî
14:08 DBP: Divê xwedî li perspektîfa çareseriyê ya Ocalan were derketin
13:48 Hejmara kesên di qezaya balafirê ya Koreya Başûr de mirin derket 174’an
13:35 'Cezayê dane Nevzat Bahtiyar wijdana gel rehet nekir’
12:50 Kolberekî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:35 Girtiyê nexweş Burhan Adsiz rakirin nexweşxaneyê
12:11 Li Wan û Colemêrgê rêyên 214 gund û mezrayan hatin girtin
11:49 Hunermendan ji bo Rojava bang kirin: Em bibin dengê azadiyê
11:31 Abdullah Ocalan: Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye
10:47 ‘Em ê heqdestê hejariyê qebûl nekin’
10:45 'Bêdengiya li hemberî êrîşan hevpariya sûc e'
10:21 Welatiyên Bazîdê: Çareserî, azadiya Abdullah Ocalan e
10:10 10 sal piştre li heman cihî bang kirin: Dê Kobanê nekeve
09:43 Li Koreya Başûr qezaya balafirê: Herî kêm 122 kes mirin
09:42 Hejmara 96’an a Kovara Jinê derke
09:24 Ji bo Kurdî fikra hevpar: Divê em bêhtir bên cem hev
09:14 Kampanyaya ‘Azadiyê’ dê di 2025’an de jî bênavber bidome
09:04 Li Sûriyeyê firsend û hevsengiyên nû
09:02 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya Tirkiyeyê ya herî lezgîn aştiya bi kurdan re ye
09:00 ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2024’AN
08:19 Di doza Narîn Guranê de biryar hat dayin: Cezayê muebbeta girankirî dan 3 kesan
28/12/2024
16:08 Nobeda li sînorê Kobanê: Parastina Rojavayê peywira me hemûyan e
16:04 Bîranîna Roboskiyê: Dê têkoşîna hesabpirsînê bidome
15:32 Xwestin girtiyên nexweş Erol, Erturk û Arslan bên berdan
14:33 Tevî hewaya sar jî nobeda li sînorê Kobanê didome
14:14 Li Wanê leşkeran welatiyek qetil kir
13:57 Îranê îsal 883 kes bi dar vekirine
13:47 Xizmên windayan ji bo Roboskiyê doza edaletê kirin
13:32 44 sal in aqûbeta Mahmut Kaya ne diyar e
13:09 Malbatên Roboskiyî serdana goristanê kirin
12:04 Heyeta DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:52 Parêzerê di nobeda li ser sînor de: Divê Tirkiye dest ji fobiya kurd berde
10:32 Welatiyê ku ji ber berfê li çiyê asê ma jiyana xwe ji dest da
10:10 Gelê Amedê: Em deyndarê kesên ku rastiyê dinivîsîn in
09:52 'Mûçeya kêmtirîn mafê jiyanê binpê dike'
09:34 Li Êlihê eleqeyeke zêde ji bo şanoya kurdî
09:09 'Kesên nikarin ji ser qoltixên xwe rabin zarokên gel li qadên şer didin kuştin'
09:04 Di sala 2024’an de bûn pêşengên berxwedanê
09:03 Li dijî êrişan saleke berxwedana azadiyê bû
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2024'AN
27/12/2024
21:46 Rojnamevana Îtalî li Îranê hate girtin
19:18 Destûra hevdîtinê ya bi Abdullah Ocalan re hat dayîn
18:55 Navnîşana înternetê ya Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
16:05 Berteka hevpar a li dijî qetilkirina rojnamegeran
15:54 1043 welatiyan bang kir: Ji bo aştî û demokrasiyê gavê lezgîn biavêjin
15:51 Di doza Nezîr Tekçî de cara duyemîn daxwaza beraetê hate kirin
15:46 Ji sînorê Kobanê bang kirin: Heya êriş bi dawî nebin wê nobeda me bidome
15:09 Nobeda li sînorê Qamişloyê di roja 15'emîn de ye
14:52 Li derdora Tişrînê pevçûnên dijwar
14:12 Bahtiyar, Guran sûcdar kir: Min ne kuşt, wî cenaze da min
14:11 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
14:00 IFJ: Li Xezeyê 147 rojnameger û xebatkarên medyayê hatin kuştin
12:58 Ji bo nivîsa der heqê qeyûman de biryara neşopandinê
12:33 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 DFG’ê di sala 2024’an de piştgiriya hiqûqî da 152 rojnamegeran
11:34 DEM Partiyê Zeynî Îpek ji partiyê îxrac kir
10:40 HSD: Di pevçûnên dawî de 22 çete hatin kuştin
10:25 Rolên li HTŞ'ê hatine barkirin
09:51 Weşanxaneya Aryenê 4 pirtûkên nû çap kir
09:37 Îfadeyên binakok parast, Nevzat Bahtiyar sûcdar kir
09:31 Zextên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê zêde bûn
09:27 Bedela daxwazkirina edaleta ji bo Roboskê: 17 doz, gelek salên girtîgehê
09:08 Bertek nîşanî qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê dan
09:08 Emîra Er a rojavayî ya li sînorê Nisêbîn-Qamişloyê: Roj roja yekitiyê ye
09:07 Dayikên di 2014'an de li ser sînor: Em bi ruhê 2014’an xwedî li Kobanê derkevin
09:06 Biryarên DMME'yê nehatin bicihanîn, muxalif hatin cezakirin
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2024'AN
26/12/2024
21:59 Ferhat Şamî li Bendava Tişrînê ye: Em li vir in
15:50 Di doza Narîn Guranê de mutalaa hat dayin
15:41 ÎHD’ê ji bo rewşa girtiyên nexweş hişyarî da
15:35 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 14’an de ye: Em dilê Rojava ne