EHP û SYKP: Divê em li dijî êrişên li ser Rojavayê bitêkoşin

img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Feray Mertoglûyê diyar kir ku ew êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qebûl nakin û endama MYK'ê ya EHP'ê Sanem Denîz Kûralê jî got ku ev êriş hemû gelan tehdîd dike.

Milê El-Qaîdeyê ya Sûriyê Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) û hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê di 26'ê Mijdarê de beşeke mezin ê bajarê Helebê yê Sûriyê bêyî ku rastî tu berxwedanekê bên, bi dest xistin. Bi van êrişan re Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê gundên Minbic û Kobanê bombebaran kirin. Li hemberî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gelek aliyan ve bertek tên dayîn.
 
Polîsên ku mudaxeleyî çalakiya li dijî êrişên li Stenbolê kirin, zêdeyî 100 kes binçav kirin û ji wan 8 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû û endama Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Sanem Denîz Kûralê têkildarî êrişên komên paramîlîter ên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn.
 
‘LI ROJHILATA NAVÎNÊ PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ DIKE'
 
 
Feray Mertoglûyê diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê şer, nijadperestî û dijminatiyê gur dike û got ku tiştên li Sûriyeyê qewimîn ne suprîz in. Feray Mertoglûyê anî ziman ku li Rojavayê têkoşîna hevpar a gelan heye û got: “Hedefa sereke ya êrişan Rojava ye. Ev êriş bi çeteyên cîhadîst û OSO'yê re ji bo tepisandina Rojavayê hatin kirin. Li Rojhilata Navîn bi êrişan pêvajoyeke nû dest pê kir. Pêvajoyeke nû ya parvekirinê heye. Dê şer her ku biçe gurtir bibe. Siyaseta Amerîkayê zêde naguhere, lê dibe ku ji ber kesayetiya Trump cudahiyênnuansî hebin. Ev êriş bi hevkariya Amerîka û Îsraîlê tên kirin. Em difikirin ku haya Tirkiyeyê jî ji vê heye. Hevsengiyên li Rojhilata Navînê bi rastî tevlîhev in. Ji ber vê yekê divê mirov bi hev re bibin yek. Li vir jî wekî Îsraîl li Xeze û Lubnanê qetlîamên sivîlan çêdibin û ji ber van şert û mercên şer zarok û jin zirarê dibînin, ev trajediyeke mirovî ye. Divê ev trajedî were rawestandin."
 
Feray Mertoglûyê bal kişand ku pevçûnên li Sûriyeyê dê bandoreke mezin li Tirkiyeyê bikin û got: “Desthilata AKP-MHP’ê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de têk çû. Bi tayînkirina qeyûman li şaredariyan û çêkirina dijminên li hundir û derve hewl didin hilbijartinên ku winda kirine bi dest bixin. Tayyîp Erdogan dê bibêje 'Em li dijî emperyalîstan têkoşînê didin, lê yên ku bi me re ne xayin in.' Ew ê ji xwe re wextekî du salan etrxan bikin. Wê bi rojevkirina destura bingehîn hewl bidin desthilata xwe mayinde bikin."
 
‘GEFEKE CIDÎ HEYE'
 
 
Sanem Denîz Kûralê diyar kir ku êrişên komên paramîlîter ên li Sûriyeyê ne nû ne û wiha got: “Ev kom ji aliyê DYA û welatên din ên emperyalîst ve tên destekkirin. Nimûneyek e ku polîtîkayên berfirehkirina emperyalîst çawa erdnîgariyekê ji felaketekê dikişîne felaketeke din. Tişta ku li Helebê qewimî vê yekê nîşan dide. Bi rastî, ev bûyer nîşana wê yekê ne ku Amerîka û Îsraîl çawa hewl didin serdestiya xwe li ser Rojhilata Navînê saz bikin. Di rastiyê de, daxuyaniyên hatine dayîn vê yekê piştrast dikin. Ev çeteyên cîhadîst ê ku niha ji aliyê hêzên emperyalîst ve tên destekkirin, ji bo gel tehdîdeke cidî ne."
 
Sanem Denîz Kûralê bal kişand ku rasterast rla Tirkiyeyê di êrişan de heye û got ku demildest divê piştgiriya i bo polîtîkayên şer ên li Sûriyeyê bi dawî bibin. 
 
Sanem Denîz Kûralê destnîşan kir ku li dijî şer têkoşîn divê û got: "Ji bo êriş neyên wê asta ku gefê li azadiya gelê kurd û gelen din dixwin, divê em bitêkoşin. Ji lew re destkeftî wisa hêsan b dest nakevın."

Sernavên din

03/01/2025
10:28 Serokê Baroya Amedê: Ji bo çareseriyê em amade ne peywirê li xwe bigirin
09:47 Baroya Mêrdînê li dijî biryara qeyûm serî li dadgehê da
09:42 HDK û DEM Partiyê ji bo aştiya civakî zend û bend badan
09:41 Li Tunusê keştiyên penaberan noqî avê bûn: 27 kes mirin
09:26 Rojnamevan Şah: Dê şerê xetên bazirganî û enerjiyê berbelav bibin
09:25 Bavek û 2 jê nexweş 4 kur
09:06 Çi bû ji Rojîn Kabaîşê: Çima hevala wê naaxive?
09:03 'Ger hêviya ji bo aştiyê hebe divê ji bo mafê hêviyê gavên zelal bên avêtin'
09:01 Di têkoşîna azadiyê de 3 jin: Dê neyên jibîrkirin
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÇILEYA 2025’AN
02/01/2025
21:26 HSD: Tirkiye tevî koma paramîlîter 'Huras El Din' êrişî Minbic û Bendava Tişrînê dike
21:20 Endamê Meclisa DEM Partiyê Rohat Guvercîn hate girtin
16:58 DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê: Divê berpirsyar bên darizandin
16:54 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
16:47 HSD’ê banga diyalogê kir
16:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû
16:29 Rapora girtîgehan: Êrîş, kelepçekirin, lêgerîna tazî
15:48 Rojnameger Yalçin sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
15:47 Ji bo tevlibûna meşa li ser sînorê Kobanê bang hate kirin
15:33 Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:11 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
14:59 Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî hat lidarxistin
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
14:05 Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
13:36 Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir
13:33 Muameleya xerab li girtiyê nexweş Aksaç hate kirin
13:27 HSD: SNHR sûcên dewleta tirk vedişêre
13:26 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar
12:38 Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê
12:17 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:16 Qeyûmên Êlih û Dêrsimê karker ji kar derxistin
12:03 Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje
11:31 Mêdêa derdikeve turneya Kurdistanê
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'
09:03 Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê
09:02 Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
01/01/2025
17:22 'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
15:49 Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran
15:17 Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî
14:46 Li ser sînorê Kobanê nobed didome
14:40 Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
13:40 Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome
13:25 Qeyûm 26 karkerên din jî ji kar derxist
13:19 Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me
13:18 Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin
13:04 MKG’ê bertek nîşanî girtina Kompanya Gizîngê Berbeyan da
12:47 Li ser Ukraynayê sewqiyata gazê hat rawestandin
12:39 Buhayê abonetiya gaza xwezayî hat zêdekirin
12:38 Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e
11:45 Di sala nû de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin
15:16 Di çalakiya ser sînor de piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin
09:10 Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!
09:09 Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê: Elewî tim di hedefê de ne
09:04 Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
08:46 Li Xezeyê zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin
30/12/2024
16:46 Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan