Bozarslan: Tirkiye dixwaze Rojavayê bike parçeyekî xwe û têxe bin fermana xwe

  • rojane
  • 09:01 13 Kanûn 2024
  • |
ENQERE - Prof. Dr. Hamît Bozaraslan da zanîn ku Tirkiye kurdan wekî kirdeyeke kolektîf qebûl nake û "li ber destê tirkbûnê" ferz dike û got: "Dixwazin Rojavayê bikin parçeyek ji Tirkiyeyê û têxin bin fermana wê."
 
Hewldanên hêzên global ên ji bo berfirehkirina serweriya xwe li Rojhilata Navînê û ji nû ve dîzaynkirina herêmê didomin. Li hemberî projeya Înîsiyatîfa Kember û Rê ya Çînê ya di sala 2013'an de, par projeya Korîdora Aborî ya Hindistan-Rojhilata Navîn-Ewropa (IMEC) di bin serokatiya DYA'yê de hat ragihandin. Ji ber ku rêya plankirî ji bo girêdana Hîndistan û welatên Kendavê bi Ewropayê re tê plankirin, dewletên wekî Tirkiye û Iraqê di projeyê de cih negirtin.
 
Tirkiye jî ji bo ku bikeve nava lîstikê daye dû alternatîfên nû. Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan di nava salê de çûbû Bexdayê û ragihandibû ku bi Iraq, Qeter û Mîrnişîniya Ereban a Yekbûyî re pêşpeymana "Projeya Rêya Pêşketinê" îmze kiriye. Piştî hevdîtinên 15’ê Tebaxê yên li Enqereyê, yekser wezîrên parastinê yên Tirkiye û Iraqê “peymana ewlehiyê” îmze kirin. Di çarçoveya peymana ku armanca wê tasfiyekirina PKK'ê ye de, biryar hat dayîn ku li paytexta Iraqê Bexdayê Navenda Hevbeş a Koordînasyona Ewlehiyê bê avakirin.
 
Ligel ku projeyên rêyên hevbeş di rojevê de ne, li Tirkiye û derdora wê li pey hev geşedanên nû rû didin. Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî li xwe mikur hat ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ye û bang kir ku were li Meclisê biaxive. Rêberê PKK'ê piştî 41 mehên tecrîda mutleq, bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir û ev peyam da: "Eger şert û merc çêbibin, ez xwedî wê şiyana teorîk û pratîkî me ku pêvajoyê ji pevçûnê ber bi zemîneke hiqûqî û siyasî ve bibim." Lê paşê tevî serlêdana endamên DEM Partiyê jî tecrîd nehat rakirin.
 
Devlet Bahçelî û Erdogan gelek caran daxuyaniyên “bekayê” didin, lê ligel vê li Sûriyeya ku di warê çareseriya pirsgirêka kurd de li cihekî girîng e, qad germ bû. Rejîma Baas a 61 salî piştî êrişên Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ) ku di 27’ê Mijdarê de dabûn destpêkirin hilweşiya. Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê yên bi navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ji vê rewşê sûd werdigirin, dest bi hedefgirtina bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.
 
Zanyarê Siyasetê Prof. Dr. Hamît Bozarslan, têkildarî geşedanên li Rojhilata Navînê û gengeşeyên li ser çareseriya pirsgirêka kurd pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin.
 
PÊVAJOYA KU PIŞTÎ ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ DEST PÊ KIR
 
Bozaraslan têkildarî pêvajoya ku piştî êrişên Îsraîlê yên di 7'ê Cotmehê de li hemberî Îsraîl û Hîzbullahê dabûn destpêkirin rû da derpêş kir ku yê 7'ê Cotmehê daye destpêkirin û got: "Ji bo 7'ê Cotmehê ne amade bû. Loma jî divê em nekevin nava teoriyên komployê yan jî tiştekî wiha. LLê di warê ku 7'ê Cotmehê veguhere firsendekê de, hem di çarçoveya Filistîn-Îsraîlê û hem jî di çarçoveya Rojhilata Navînê de bibe firsend, derketin holê. Ger em li mekanê Filistîn-Îsraîlê mêze bikin, bi temamî tunekirina Hamasê di warê siyasî de pêkan e yan na, ez nizanim. Lê di heman demê de em dibînin ku Hamas niha li Xezeyê pir teng bûye." 
 
Bozaraslan wiha domand: "Dibe ku unsûra ku vê gur kir ne Îsraîl be, piranî Hizbullah bû. 'Madem Hîzbullah êrişî me dike, madem Îran jî bi Hizbullahê re wiha êrişî me dike, wê demê divê em pêvajoya ku di 7'ê Cotmehê de dest pê kir veguherin senaryoyeke ku hevsengiyên li Rojhilata Navînê serobino bike.' Netanyahu diyar kir ku Îsraîl niha aktorê diyarker ê Rojhilata Navîn e. Wî gelek caran gotiye ku Îran nikare cih bigire. Ev bûye xeteke stratejîk. Beriya 7’ê Cotmehê xeteke wiha stratejîk hebû yan na? Ez vê yekê nizanim. Lê piştî 7'ê Cotmehê ev yek pir eşkere ye. Got, 'Ya em ê rejîma Îranê hilweşînin yan jî teqez em ê qada manewrayê li Rojhilata Navîn a Erebî teng bikin.' Pir zehmet e ku meriv bizane ka dê ev bibe an na."
 
Bozarslan destnîşan kir ku Hîzbullah gelekî qels bûye û wiha pê de çû: "Bi rastî jî zehmet e ku tevgera berxwedanê ya Şîe li Iraqê rabe ser pêyan û bertekekê li dijî Îsraîlê pêş bixe. Îsraîl bi kapasîteya Hûsiyan a li Yemenê heta radeyekê karî stratejiya xwe bi cih bîne. Gelek aktor dibêjin ku ew ê Rojhilata Navînê û erdhejên li Rojhilata Navînê ava bikin. Û dikevin nava hin tecrübeyan. Lê salek şûnde, piştî 3 salan, rewş pir cuda xuya dike. Amerîka di salên 2000'î de ev yek jiya. Tirkiye di salên 2010'an de ev yek jiya. Îranê ev yek heta radeyekê dît. Yani din, hevkêşeyên ku niha hatine avakirin, dibe ku nebin hevkêşeyên ku dê geşedanên pêşerojê diyar bikin."
 
ÎXTÎMALA GURBÛNA RAGEŞIYA DI NAVBERA ÎSRAÎL Û ÎRANÊ DE
 
Bozaraslan bilêv kir ku mirov nizane ka îhtimala ku rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de mezintir bibe û got: "Ji ber vê yekê ez bi rastî naxwazim der barê senaryoyên pêşerojê de pêşbîniyeke piçûktir bikim. Belê, dîroknas vê yekê dizanin. Ji ber vê yekê pêşbînîkirin jî tê wateya xeletiyê. Ji ber vê yekê ne mimkûn e ku ez rîskeke wiha bilêv bikim. Tişta ku ez niha dibînim; Îran naxwaze xwe nêzî senaryoyeke wiha bike. Îran naxwaze bikeve nava pevçûneke wiha."
 
ÎRAN NAXWAZE EW Û ÎSRAÎL BI HEV KEVIN
 
Bozarslan axaftina xwe wiha domand: "Ew pir baldar e. Ji ber ku Îran dibîne ku hêza wê li cîhana erebî lawaz dibe. Berî salekê, du sal berê, belkî senaryoyek an stratejiyeke Îranê hebû ku bibe aktorekî hegemonîk. Îro Îran dibîne ku Hîzbûllah lawaz bûye. Îro Îran dibîne ku kontrola wê li ser Iraqê sînordar e. Îro Îran dibîne ku bi kêmanî ji ber çavkaniyên aborî nikare bikeve serpêhatiyeke mezin. Hêzeke derve ya ku piştgiriya Îranê bike tune ye. Rûsya bi xwe di rewşeke pir lawaz de ye. Îran jî dibîne ku di warê leşkerî de pir lawaz e. Hat gotin ku Îsraîl zêde dest bi êrişkariya navxweyî nekir, hat gotin ku naxwaze. Ev bi îhtîmaleke mezin rast e. Zeviyên petrolê hedef nehatin girtin. Santralên nukleerî hedef nehatin girtin, lê di heman demê de xuya bû ku Îsraîl karîbû li hin xalên stratejîk ên pir girîng bixe. Haya Îranê ji vê yekê heye. Ji ber wê jî Îran şerekî wiha naxwaze. Dibe ku Îsraîl bixwaze. Îsraîl bi piştgiriya Amerîkayê dibe ku şerekî wiha bixwaze."
 
DYA ÇAWA LÊ MÊZE DIKE?
 
Bozaraslan diyar kir ku Rêveberiya Biden jî teqez ji vê re ne amade ye û got: "Stratejiya rêveberiya Trump wê çi be ez nizanim. Lê rêvebir an rêvebirên ku ji hêla Trump ve hatine destnîşankirin ew kes in ku stratejiyeke tengezariyê ya li Îranê qebûl dikin. Lê ji aliyê din ve Trump bi xwe ew kes e ku dikare bibêje, 'dem hatiye ku em bi Îranê re danûstandinan bikin.' Ji ber vê yekê ez nizanim dê bi senaryoyên pêşerojê re çi bibe."
 
BI ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ RE WÊ REWŞA KURDAN ÇAWA BE?
 
Bozarslan têkildarî dîtinên hin derdoran ku dibêjin wê êrişên Îsraîlê yên li hemberî Îranê gurtir bibibin û paşê wê bi vê re veqetîna herêma kurdan rû bide jî got: "Ez niha tiştekî wiha nabînim. Helbet ev mijar li Îsraîlê tên gengeşekirin. Bi îhtîmaleke mezin ev mijar li DYA’yê jî tên gengeşekirin. Ev pir eşkere ye; nifûsa farisan li Îranê kêmjimar e. Îran xwedî tevneke împaratoriyê ye û hem li Kurdistanê hem jî li Belûcistanê li dijî rejîma Îranê bertekên mezin hene. Ji ber sedemên dîrokî li Kurdistanê hişmendiyeke kurdewarî heye. Berxwedanên li Kurdistanê wekî referans tên qebûlkirin. Ji ber vê yekê eger hûn dixwazin Îranê qels bikin, bêguman hûn ê bi van tespîtên etnîkî re mijûl bibin. Li gorî wê senaryoyek hatiye çêkirin? Bi rastî ji min re zehmet e ku ez bersiva vê pirsê bidim. Ger senaryoyek wiha çêbibe, sibê bi saya rêveberiya Trump li dijî Îranê şerek bê destpêkirin, belkî ev ji nû ve bên pênasekirin, lê em niha ne di rewşeke wiha de ne."
 
TEVGERÊN KURD ÊN LI ÎRANÊ
 
Bozarslan paralelî van geşedanan ji bo rewşa tevgerên kurd ên li Îranê ev tişt gotin: "Bi qasî ku ez dizanim, tevgerên kurd li Îranê plana avakirina dewleteke cuda nakin. Berovajî, projeya wan a federasyonê heye. Guhertina Îranê, avakirina pergaleke demokratîk li Îranê û veguherandina Îranê ji bo pêkhateyeke federal. Yanî ev xet an jî bendewariya siyasî ye. Gelo sibe tevgerên wan wê bigihin noqteyeke cuda yan na? Di demeke pir pêş de, gelo ew ê bigihîjin wê astê ku serxwebûnê bixwazin? Ne mimkûn e ku mirov niha pêşbînî bike. Lê, wekî min got, em niha ne di wê noqteyê de ne.
 
GEŞEDANÊN LI SÛRIYEYÊ
 
Bozarslan ji bo geşedanên li Sûriyeyê bilêv kir ku rejîm ne di wê qonaxê de bû ku bikaribe stratejiyeke berxwedanê pêş bixe û wiha domand: "Ez difikirim ku derfetên vê yekê pir lawaz bûbûn. Dema Nasrallah hat kuştin, hema hema wekî cejn hat îlankirin. Hizbûllah piştgiriyeke mezin da qetlîamên rejîma Sûriyeyê ango rejîma Beşar Esed. Hîzbûllah gelekî qels bûye. Rûsya jî di pêvajoyeke xwekujiyê re derbas dibe ku bi lez derfet û çavkaniyên xwe yên mirovî ji holê radike da ku ev 3 sal in her roj ji bo milîmetre kareyekê yan jî du milîmetrekareyan bi dest bixe. Di encama van hemûyan de hêzên muxalif ên li dijî wî bûn, dîtin ku dem hatiye."
 
Bozarslan ji bo gotinên ku Tirkiye jî piştgirî daye êrişan got: "Helbet ez nizanim ku Tirkiye serketiyê vî karî ye yan na. Di heman demê de em ji berê de dizanin ku komên tirkparêz bi vê mijarê hewl didin hebûna kurdan tune bikin. Wekî ku me li Efrînê dît."
 
TÊKILIYA DI NAVBERA TIRKIYE Û HTŞ'Ê DE
 
Bozarslan got: "Daxuyaniya Tirkiyê ya ku dibêje tu têkiliya wê bi HTŞ'ê re tune ye, ne qanihker e. Ji ber ku çek û çavkaniyên aborî yên HTŞ'ê tevî her tiştî ji Tirkiyeyê tên. Ji ber vê yekê ji bo ku ev celeb hêza hindiktirîn hebe, pêdivî ye ku çavkanî ji derekê werin. Ji ber ku ez behsa şerê 13 salan dikim. Divê çavkanî bên nûkirin, çek bên nûkirin, hêza darayî bê parastin. Bêyî Tirkiyeyê ev tişt nedihatin kirin. Lê ev nayê wê wateyê ku biryar li Enqereyê hatiye dayîn. Ji hev cudakirina HTŞ û Tirkiyeyê ne hêsan e."
 
HELWESTA DYA'YÊ YA LI HEMBERÎ ÊRIŞÊN LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ
 
Bozarsalan ku got "Hêzên kurd li Tel Rifat û Şehbayê biryarên guncav girtin. Fedakirina bi hezaran kurd û bi hezaran şervanan tu wateya wê tune bû. Pêdivî bi konsolîdasyona Rojavayê heye" wiha got: "Di warê DYA’yê de, bi îhtîmaleke mezin parastin û xurtkirina rojhilatê Firatê ye. Ez wiha difikirim ku ji aliyê DYA’yê ve, êdî taktîk û stratejiyeke DYA'yê tune ye ku kurd rojavayê Firatê bipatrêzin. Bi her awayî, hêzên Amerîkî tune ne. Sûriye û Rûsya bi awayekî leşkerî wê derê kontrol dikin. Ew hêza hewayî ya Rûsyayê bû. Ji ber vê yekê ji bilî wê, tiştekî ku ez dikarim bibêjim tune ye. Bi qasî ku ez dibînim, di konfigurasyona nû de navenda Kurdistanê diguhere rojhilatê Firatê. Di heman demê de bi baweriya min hêzên kurd ên li wir jî biryareke rast dan. Belkî fedakirina bi hezaran kurd û bi hezaran şervanan tu wateya wê tune bû. Divê ev welat bê parastin. Pêpêdivî bi konsolîdasyona Rojavayê heye û ev jî niha tê wateya bi taybetî Kobanê û welatê rojhilatê Firatê."
 
'HELWESTA' BAHÇELÎ
 
Bozarslan ji bo "helwesta" Bahçelî ya der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de û sedema helwesteke wiha nirxand û got: "Kesî bi tevahî fêm nekir. Min jî fêm nekir. Ji ber ku tişta diqewime bi temamî li derveyî şefafiyeta Tirkiyê ye. Biryar çawa tên girtin? Stratejiyên nû wê çawa bên pêşxistin, wê xeteke nû çêbibe yan na? Em hîn jî di van hemû mijaran de di nav nezelaliyekê de ne. Lê ya ku ez dibînim ev e: 'Em ê pêvajoyeke nû nedin destpêkirin. Divê Kurd teslîm bibin. Nêzîkatiya 'eger teslîm bibin belkî em hebûna wan qebûl bikin' heye.
 
Bozarslan wiha domand: "Kurd wekî kirdeyeke kolektîf nayên qebûlkirin. Di geşedanên heta niha de ji kurdan re hat gotin, 'Hûn jixwe parçeyek ji Tirkiyeyê ne, parçeyek ji neteweya tirk in. Dewleta Tirkiye dewleta we ye.' Ji van gengeşeyan wêdetir, ne mimkûn e ku diyardeya kurdî ya li Tirkiyeyê were qebûlkirin an jî wekî kirdeyeke kolektîf were qebûlkirin. Ya duyan jî; li Rojhilata Navînê bi taybetî li Rojavayê rastiya kurdan nayê qebûlkirin. Ma dikare pêkan e bigihîje noqteyeke din? Dibe ku sibe Tirkiye di pêvajoya demokratîkbûnê de ne bi rêya MHP'ê, bi rêya raya giştî pirsgirêka kurd bi vî awayî qebûl bike. Kurd dikarin wekî kirdeyek kolektîf werin nirxandin. Lê belê, geşedanên heyî bi eşkere nîşan didin ku em hîn ne di noqteyeke wisa de ne."
 
GOTINÊN 'ENIYA NAVXWEYÎ'
 
Prof. Dr. Hamît Bozarslan ji bo gotinên desthilatê ku tim behsa "eniya navxweyî" dike ev tişt gotin: "Kurdan di salên 1919-22’yan de bi Mûstafa Kemal re li hev kirin û ji bo vê jî bedelên giran dan. Ji ber ku Kemalîzm sîstemek e, rejîmek li ser înkara kurdan e. Niha ev axaftinên 'eniya navxweyî' bi rastî rewşa welêt îfade dikin. Di van 15 salên dawî de her tim li ser mijara 'bekayê' disekine. Meseleya hebûn an tunebûna Tirkiyeyê di metirsiyê de ye. Û ez difikirim ku ev têgeha 'bekayê' dibe ku tirsên cidî bi xwe re bîne. Gotina ku li dijî Tirkiyeyê muxalefetek, li dijî Tirkiyeyê şer hatiye destpêkirin û dawiya dawî hedef Tirkiye ye, pêş dikeve. Dibe ku ev yek ji perspektîfa Îsraîlê were xwendin. Hin derdor êrişên Xezeyê û êrişên Lubnanê wekî ku di dawiya dawîn de hewl didin pêşî li Tirkiyeyê bigirin û tune bikin nirxandin. Di heman serdemê de têgeha emperyalîzmê ji nû ve dest pê kir. Hem Erdogan hem jî Bahçelî tim qala emperyalîzmê dikin. Wekî ku dorpêça emperyalîst a li dijî Tirkiyeyê dest pê kiriye, didin xuyakirin. Bi qasî ku ez dibînim, xeteriyeke herî biçûk jî tune ye."
 
Bozarslan wiha dewam kir: "Bi qasî ku ez dibînim, Tirkiye bi vî awayî di NATOyê de dimîne. Bi qasî ku ez dibînim, Tirkiye welatek e ku têkiliyên xwe bi Îsraîlê re qut nekiriye. Têkiliyên bazirganî û leşkerî jî berdewam dikin. Lewma li wir durûtî heye. Ji aliyekê ve pirsgirêka jiyanê 'bekayê' îfade dike, li aliyê din jî ji bo şert û mercan tiştekî eşkere nake.  Tirkiye di mijara Lubnanê de hema bêje temaşevan bû. Garantiyeke me ya herî biçûk jî nîne ku sibe nakokiyên sereke yên Tirkiyê bi Îranê re nebin. Ilim ne bi Îsraîlê re, ilim ne bi Amerîkayê re. Dibe ku sibe bi Îranê re jî ev alozî rû bidin."
 
Bozarslan destnîşan kir ku ne Bahçelî ne jî Erdogan kurdan wekî kirdeyeke kolektîf nabînin û got: "Eger pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê çareser bibe, dibe ku êdî tu sedemek hebûna PKK’ê jî nemîne. Ji ber vê yekê, helbet di vê mijarê de rayedarên biryarê Ocalan û rêveberiya PKK’ê ne. Lê ez difikirim ku niha ya herî girîng ew e, gelo kurd dikarin wekî kirdeyeke kolektîf bên qebûlkirin? Nayên kirin. Û ne di axaftina Bahçelî de û ne jî di axaftina Erdogan de qebûlkirina kurdan wekî kirdeyeke kolektîf nayê dîtin."
 
Bozaraslan got: "Wekî li Spanyayê divê rewabûna pirsgirêka neteweyî ya kurd were qebûlkirin. Wekî din ne mimkun e ku meriv qala tiştekî bike." 
 
Bozarslan di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Di sala 2013’an de Erdogan bi şertê ku kurdên Sûriyeyê di bin fermana tirkan de bin, wê kurdan qbeûl bikirana. Yanî digotin, 'baş e, hûn kurd in, em we qebûl dikin, lê ji ber ku me hûn qebûl kirin, divê hûn êdî di bin fermana tirkan da bin.' Di sala 1914'an de dema ku ev li dijî ermeniyan hat bikaranîn wiha hat gotin; 'baş e, hûn ermenî hene, lê ji ber ku em we qebûl dikin, ev yek pêwîst e.' Bi awayekî qismî ya li pişt meseleya Kobanê ya di 2013-2014'an de ev e. Kurdan zimanê, 'Na, em ê nekevin bin fermana tirkan û tirkîtiyê. Em kirde ne. Em kirdeyeke kolektîf in. Em ê bi xwe biryarên xwe didin. Em ê bi xwe stratejiyên xwe diyar dikin' pêş xist. Heman tişt,'Em dikarin we wekî kurd qebûl bikin. Lê bi şertê hûn bibin parçeyek ji tirkîtiyê' hat gotin. Wekî min got, aktorên kurd dê têkoşîna kurdan diyar bikin."
 
MA / Mehmet Aslan
 
 

Sernavên din

26/01/2025
13:12 Ji Amedê bang kirin: Tişta li Xezeyê sûc çawa ji bo Tişrînê rewa dibe?
12:27 Rêveberiya Xweser: Ruhê Kobanê li Tişrînê didome
12:17 Hatina Trump dê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn bike?
11:19 Ji 419 rêxistin û partiyan deklarasyon: Ji Rojava re statû, ji bo gelan azadî
11:14 DEM Partî: Serkeftina Kobanê pîroz be
11:04 Li Amedê serdegirtina malê
10:40 Eyşe Efendî: Li Bendava Tişrînê berxwedana Kobanê tê dubarekirin
10:10 Li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê greva birçîbûnê hat destpêkirin
09:54 Li girtiyê nexweş ê 78 salî di dema tedawiyê de kelemçeyê ferz dikin
09:40 Girtiyê nexweş tevî rewşa xwe ya xetere jî nayê berdan
09:27 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:20 Encamnameya panela ‘Pêşeroja Rojava’ hat eşkerekirin
09:09 Meteorolojiyê xelkê Herêma Serhedê hişyar kir
09:00 ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:22 Hejmara kesên ji ber şewata Hotêla Grand Kartalê hatine girtin bû 15
08:14 Di êrişa ser Tişrînê de 21 kes birîndar bûn
25/01/2025
16:43 Li dijî xespkirina vînê nobed: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê aştî nayê
15:47 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
15:45 Îtalya û Fransayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
15:13 Hakan Fîdan sibê wê biçe Bexdayê
15:11 Hamasê 4 dîlgirtiyên din ên Îsraîlî radest kir
14:43 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujer Levent Ersoz e
14:21 Li Îranê kolberek bi giranî birîndar bû
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan hat tahliyekirin
11:11 Der barê bavê Jîna Emîniyê de biryara binçavkirinê
11:07 Parêzerê berê yê Abdullah Ocalan: Divê ev firsend ji dest neçe
10:04 5 ambulans hedef hatin girtin, 3 tenduristkar hatin qetilkirin
09:56 Ji Şaredariya Îdirê xebatên ji bo jinan
09:12 Bi lêgerîna li hundirê dev dermankirina wî tê astengkirin
09:02 Şandeya ÇHD'ê ku çû Kartalkayayê: Me xwe negihand dozgeran
09:01 Ekolojîst Sezgîn: Maden dibin sedema pirsgirêkên tenduristiyê
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2025'AN
24/01/2025
20:05 Rojnameger Eylem Babayîgît hat girtin
19:57 Hûrguliyên hevdîtina Îmraliyê
15:34 Parêzeran ji ber biryara beraetê ya di Doza Tahir Elçî de serî li AYM’ê dan
15:23 Nobeta li Tişrînê di roja 17’an de didome
15:06 Rojnameger Eylem Babayîgît sewqî edliyeyê hate kirin
15:04 Rêveberiya Xweser a Şengalê bertek nîşanî Qanûna Efûya Giştî da
14:55 38 ESP’î bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:14 Li Akdenîzê çalakiya nobetê: Heta qeyûm diçe dê têkoşîn bidome
13:51 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dev ji van polîtîkayan berdin
12:53 Hevşaredar Sariyildiz sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
12:52 HSD: 9 çete hatin kuştin
12:39 Malbata Durdu ê bi guleya leşkeran hatibû qetilkirin serî li baroyê da
11:40 41 kesên binçavkirî birin edliyeyê
11:29 Sekreterê ÎKK’a Boluyê ya TMMOB’ê: Wezaret nikare xwe ji berpirsyartiyê xelas bike
11:04 Abdullah Ocalan: Erebeyê nexin pêşiya hespê, ewilî ‘Tirkiyeya Demokratîk’
11:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Çepnî: Destkeftiyên Kurdan destkeftiyên çîna karker in
10:22 Eren Keskîn: Ji bo çareseriyê divê dewlet gavên şênber biavêje
09:59 Rojnameger Eylem Babayîgît 3 roj in binçavkirî ye
09:47 Ji bo Elçî ku astengdarê zêhnî ye bang: Bila were berdan
09:27 Raportorê NY’ê: Cezayê darvekirinê yê li Ezîzî hatiye birîn rewşa Kurdan a li Îranê nîşan dide
09:26 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Em piştgiriyê didin îradeya çareseriyê
09:23 Dayika ku di berxwedana Kobanê de kurê wê jiyana xwe ji dest da: Wê bi ser nekevin
09:22 Bertek nîşanî qetilkirina sivîlan dan: Êdî bes e
09:02 Meclisa Jinan a Konseya Bajêr a Amedê ji bo çareserkirina pirsgirêkan zend û benda badan
09:00 Ji Jin Artê banga ji bo kursên nû
09:00 ROJEVA 24’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:42 Ji meteorolojiyê hişyariya barîna berfê
23/01/2025
19:36 Banga ji bo kampanyaya 'Ji bo aştiyê milyonek îmze'
16:48 Abdullah Ocalan di hevdîtinê de çi got, çima daxuyaniyekê berfireh nehat dayin?
16:17 Rojbîn Kartal Manzak a DEM Partiyî hate girtin
16:13 Dewleta tirk bajarokê Sirînê bombebaran kir
16:12 ‘Divê êriş bên bidawîkirin û ji bo çareseriyê gav bên avêtin’
15:56 MYK’a DBP’ê ya serdema nû diyar bû
15:45 Jin li dijî êrişan meşiyan: Şoreşa Rojava hêviya azadiyê ya gelan e
15:17 Girtî Emrûllah Kalkan ji Amedê sewqî Erziromê hat kirin
14:49 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê: Ev pêvajo ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike
14:41 ÎHD’ê ‘Komîsyona Şopandina Binpêkirinên Mafan ên li Dijî Çapemeniyê’ ava kir
13:57 Li Dêrsimê girtina rojnamegeran hat protestokirin
13:40 Dozger xwest kujerê Şahîn Oner ji ‘qisûrê’ bê cezakirin
13:32 Di çalakiya li dijî qeyûm de ji bo Rojava bang kirin: Êrişan bidin sekinandin
13:06 Li Iraqê ‘Înîsiyatîfa ji bo Azadiya Ocalan’ hate avakirin
13:06 DEM Partî: Divê berpirsyarên komkujiya li Kartalkayayê bên cezakirin
12:45 Rêveberiya Xweser têkildarî ‘Kampa Holê’ daxuyanî da
12:05 Ji kesên li Kadikoyê hatin binçavkirin 35 jê hatin berdan
11:41 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:09 Wezareta Dadê: Di şewatê de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:09 Ji DBP’ê danezana ‘xeta têkoşînê’
10:52 Li belavkarê rojnameyê Aslan 10 meh cezayê hefsê hate birîn
10:49 Tirkiye biryara DMME’yê ya têkildarî ‘Taniş û Denîz’ bicih nayîne
10:31 Jineke ku ji aliyê hevserê xwe rastî tundiyê hat xwîn çû ser mêjiyê wê
10:24 Niştecihên Kadikoyê têkildarî nîqaşên ‘çareseriyê’ çi dibêjin?
10:10 HDK’ê ji muxalefetê re got: Em bi xwe qadên azadiyê ava bikin
09:50 Saziyên ragihandinê: Dixwazin rojnamegeran bitirsînin
09:37 'Binpêkirinên li girtîgehan girêdayî tecrîda li Îmraliyê ye’
09:10 ‘Divê Erdogan hay ji zimanê xwe û pratîkên xwe hebe'
09:06 Rojnameger Cîhan: Gel paş de gav navêje, li ber xwe dide
09:05 Guldane Kiliç a ÎHD'î: Divê tecrîd bê rakirin, rêya muzakereyê bê vekirin
09:02 Rewşa girtiyê ku gardiyanan parxan û diranên wî şikandin xerab dibe
09:01 ROJEVA 23’YÊ ÇILEYA 2025’AN
22/01/2025
16:57 Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin 4 saetan dewam kir
16:45 Dewleta tirk gundên Zirgan û Kobanê bombebaran kir
16:20 Nivîskar Leyla Saraç bi xwîneran re hate gel hev
16:11 Ji rojnamegera binçavkirî peyam
16:03 Platforma Çandiniyê ya Wanê hat avakirin
15:13 Tehliyeya Çelebî careke din hate taloqkirin