Mûrat Karayilan: Li Rojava têkiliya me bi tu rêxistinan re nîne

  • rojane
  • 09:27 17 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, wiha got: “Em bi eşkereyî radigihînin; weke PKK em li Rojava tune ne. Tu têkiliya me bi rêxistineke li wir re nîne.” 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV de bersiv da pirsan. 
 
'HETA GAV NEYÊN AVÊTIN ÇARESERÎ NABE’ 
 
Karayilan, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê hêj didome û ev tişt anî ziman: “Omer Ocalan beriya çend rojan, di meclîsê de axivî û hin agahiyên nû dan. Ragihand ku Rêber Apo gotiye, ‘eger derfet bê afirandin, ez dikarim rola xwe bilîzim’ û diyar kir ku derfeta ku wî behs kirî, ne derfeteke şexsî ye, ji bo şexsê xwe tiştekî naxwaze, divê zemîn bê avakirin. Ev tê wê wateyê ku divê dewlet gav bavêje. Divê gavên siyasî bavêje û zemînê ava bike ku Rêber Apo jî ji bo çareseriyê rol bilîze û hewldanê bike. Yanî bêyî avakirina zemînê, wê çareserî çawa çêbibe? Bê guman nabe.”
 
'JI BILÎ BANGÊN BAHÇELÎ TU TIŞTEK NÎNE’ 
 
Karayilan, bal kişand ser serlêdana DEM Partiyê û ev tişt anî ziman: “Niha hevserokên DEM Partiyê jî ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirine. Tevî ku demek dirêj li ser derbas bûye jî, hîna bersiv nehatiye dayîn. Yanî hewayeke welê çêbûye ku, sankî şandeyek yan jî rayedarên DEM Partiyê eger biçin giravê û ew hevdîtin çêbibe, wê ji nişka ve her tişt bi cih were yan jî çareserî pêş bikeve! Avakirina qeneeteke wiha yan jî ji xwe ve avabûna wê, ne rast e. Bê guman xwestina çûyîna Îmraliyê, tiştekî şaş nîne. Lê belê nêzîkatiya ‘eger em biçin wê pirsgirêk çareser bibe’ ne rast e. Lewma ji xeynî xwestina çûyîna Îmraliyê, divê mirov bixwaze ku gav jî bê avêtin. Her kesê alîgirê çareseriyê, divê daxwaz bikin ku dewlet gav bavêjin. Dewlet niha jî hîna siyaseta xwe ya berê didomîne. Pêwîst nake em kiryarên wê yek bi yek bêjin; jixwe tên zanîn. Êrîşên li dijî hêzên me dewam dikin; siyaseta qeyûm dewam dike; êrîşên li ser Rojava dewam dikin. Bi kurt û cewherî polîtîkaya dijminatiyê dewam dike û di pratîkê de, ti guhertin nînin. Wê demê di van şert û mercan de, Rêber Apo wê çawa gavên nû bavêje? Pêwîstî pê heye ku dewlet gav bavêje. Lê belê heta niha tiştek çênebûye. Tenê bangên Devlet Bahçelî hene; ji dervey wê tiştek din nîne.”
 
'DIVÊ ÎKTÎDAR JI BO ÇARESERIYÊ GAVAN BIAVÊJE’ 
 
Mûrat Karayilan got; “Bêyî ku gavek were avêtin rast nîne ku ji Rêber Apo tiştek were xwestin” û wiha pê de çû: “Ev tê wateya ku zextê li ser Rêber Apo çêdkin. Divê di vê çarçoveyê de were nirxandin. Beriya her tiştekî divê îktîdara AKP’ê ji bo çareseriyê gavan biavêje. Divê ev daxwaz derkeve pêş.” 
 
GEŞEDANÊN LI SÛRIYEYÊ 
 
Têkildarî geşedanên li Sûriyeyê jî Karayilan wiha got: “Rejîma Baasê geşedan baş nenirxand û guh neda bangê guherîn û veguherînê. Lewma hilweşiya. DYA, Îsraîl û Tirkiyeyê di vê mudaxileyê de cih girtin. Niha jinûve dîzaynkirina Sûriyeyê di rojevê de ye. Hedefa her hêzekê cuda ye.” 
 
Karayilan, wiha domand: “Qasî tê dîtin, têkildarî vê yekê di navbera hêzên ku nava vê planê cih girtine de, nakokî heye. Armanca her kesê cuda ye. Mesele armanca Tirkiyeyê cuda ye; armanca Îsraîl û aliyên din cuda ye. Tirkiye dixwaze Sûriyeyê li gorî xwe dîzayn bike. Hetta vê pêvajoyê weke Şoreşa Sunnî-Îslamî dinirxîne û vê weke serketina xwe dibîne. Herî dawî di axaftina Tayyîp Erdogan a li Erziromê de, derket holê ku Erdogan li Helebê rakirina ala Tirk weke serketinekê dibîne. Bi kurt û cewherî, Tirkiye dixwaze her tiştê li gorî xwe rêxistin bike.
 
Di esasê xwe de ji berê ve, komên li Tirkiyeyê û ji xwe re dibêjin muxalefet, hikûmeteke demkî ava kiribûn. Di van 5-6 salên dawî de, ew hikûmet heye; qaşo serokwezîr û wezîrên wê hene. Niha li Dîlok û Stenbolê dijîn. Tirkiyeyê esas dixwest ev hikûmeta mualefet were Şamê birûne û bibe desthilatdar. Daxwaza Tirkiyeyê ev bû. Lê belê tişta tê dîtin, hêzên afirînerê lîstokê, ev yek qebûl nekirine. Wan tercîh kirin ku pêşiya lîderê HTŞ’ê Muhammed Golanî vekin. Tê fêmkirin ku dixwazin bi pêşengiya wî Sûriyeyê bi ser hev ve bînin û jinûve dîzayn bikin. Tirkiye jî neçar maye ku vê yekê qebûl bike. Jixwe daxwaza desthilatdariya AKP’ê ne ev e. AKP’ê alîgirên xwe amade kiribû û dixwest ew bibin desthilatdar. Lê belê bingeh û hêzeke wan nîne. Ya ku xwedî hêza esas, HTŞ e. Tê fêmkirin ku peywendiyên diyar ên lîderê HTŞ’ê hene. Xuya ye dixwazin xwe veguherînin û li ser vê bingehê pêş li wan hatiye vekirin.” 
 
'DIXWAZIN PÊŞÎ LI STATÛYA KURDAN BIGIRIN’ 
 
Bi domdarî Karayilan da zanîn ku AKP zextê li HTŞ’ê dike û got ku ne diyar e bê çiqas destûr were dayin ku Sûriye bi pêşengtiya HTŞ’ê were avakirin. Karayilan, bal kişand ser îxtîmala şerê navxweyî û got: “Hedefa esasî ya Tirkiyeyê ew e ku nehêlin Kurd bibin xwedî statû.” 
 
'DÊ HER TIŞT LI GORÎ DAXWAZA TIRKIYEYÊ NEBE’ 
 
Karayilan, anî ziman ku dê her tişt li gorî daxwaza Tirkiyeyê teşe negire û wiha axivî: “Bê guman weke tê dîtin, her tişt wê li gorî daxwaza dewleta Tirk çênebe. Wê wisa destûra her tiştî neyê dayîn. Ji ber ku ev ji bo Tirkiyeyê pêş nexistin. Erê; rola Tirkiyeyê jî di vê yekê de heye, lê îradeyek jî heye. Gelo ev îrade wê çiqasê destûr bide ku daxwazên Tirkiyeyê pêk bên? Ji ber ku armanca sereke ya planê, ewlehiya Îsraîlê çêdike. Yanî li ser bingehê tunekirina gefên li dijî Îsraîlê, planek hatiye çêkirin. Lê Tirkiye dixwaze pêvajoyeke berevajî wê, pêş bixe. Yanî planeke Sunnî-Îslamger a li Misirê bi ser neketî, niha dixwazin li Sûriyeyê bi ser bixînin. Ev wê bi xwe re Îslama Siyasî jî gur bike. Jixwe îşaretên vê yekê tên dîtin. Ev jî wê bi xwe re xeteriyan bîne. Lewma îhtimala hîn zêdetir şer û têkoşînê ya li ser Sûriyeyê, heye. 
 
Lê belê tişta eşkere ew e ku, êdî li Sûriyeyê demeke nû destpê kiriye û ev tenê ji bo Sûriyeyê nîne, di esasê xwe de ji bo hemû herêma Rojhilata Navîn tê wateya destpêka demeke nû. Divê ev yek were dîtin. Tê diyarkirin ku ev plan wê hîn bêhtir dewam bike û ji vir û şûnde, wê dewletên cuda jî bibin hedef. Navê Iraq û hin welatên cuda, derbas dibin. Yanî ev plan di nava çarçoveyekê de, wê li Rojhilata Navîn dewam bike. Lewma li herêmê demeke nû îfade dike; di çarçoveya vê dema nû de her tişt tê nirxandin û tê armanckirin ku herêm li ser vî bingehî were dîzaynkirin.”
 
BAL KIŞAND SER ‘STRATEJIYA HEVPAR’
 
Karayilan, bi lêv kir ku heke gelê kurd “Stratejiyeke hevpar” ava bike îxtîmala serkeftina wan mezin dibe û wiha got: “Ji bo vê yekê, ez di vê dema girîng de bang li hemû berpirsyarên siyaseta Kurd, yanî di serî de PDK, YNK, PYD hemû serok û hevserokên partiyên li her çar parçeyên Kurdistanê, li rewşenbîr û her kesê xwe berpirsyar dibîne dikim: Di vê dema dîrokî de divê her kes berpirsyar nêz bibe. Divê ti kes di sekna xwe ya heta niha de, israr neke. Bila ti kes li pêşiya yekbûna platformeke xwedî cudahiyên fikrî û îdeolojîk, nebe asteng. Berjewendiyên rêxistinî na, berjewendiyên neteweyî divê esas bin. Weke min diyar kirî eger yekîtiyeke pir rêkûpêk nebe jî, divê diyalog hebe; divê nêzîkatiyek hebe. Mesele niha li Rojava gelê Kurd divê nekeve nava valatiyê. Gelê Kurd li wir lewaz nîne; derfetên wê hene, lê ji bo ku bi ser bikeve divê her parçe û her siyasetmedarê Kurd piştgiriyê bide Rojava. Mesele deriyê Sêmalka hîna girtî ye. Gelo ev ê çawa were şîrovekirin! Tiştên wiha divê ji holê rabin. Di vê dema girîng de, divê di nava Kurdan de qutbûn çênebe; dîrok vê yekê ferz dike.” 
 
'EM LI ROJAVA NÎNIN’
 
Têkildarî îdiaya ku dibêjin PKK li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye jî Karayilan ev bersiv da. Karayilan, got ku îktîdar tevahiya derdorên jê hez nake weke “PKK’î” pênase dike û got ku heman tişt li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin. Karayilan, wiha domand: “Dibêje ‘Rojava PKK ye’ Çima? Ji ber ku dixwaze statûya li wir tine bike. Ji rêveberiya xweser û desthilatdariya wir aciz dibe, dixwaze wê tine bike. Ji ber vê dema ku navê wan rêz dike nabêje PYD/YPG, yekser dibêje PKK/PYD/YPG. Ev yek zimanê şerê taybet e. Ji bo hemû Kurdên doza nasnameya xwe dikin bike hedef, vî zimanî bikar tîne. Ji ber vê yekê divê hemû dewlet, partî û siyasetmedar-Kurd bin ango nebin- bi vî zimanê şerê taybet ê dewleta Tirk nexapin. Tiştekî bi vî rengî nîne. Li wê derê gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî hene, bi sîstemeke demokratîk re rêveberiya xwe bi hev re ava kirine û dixwazin bibin xwedî statuyekê.Em bi awayekî eşkere radigihînin; weke PKK em li Rojava nînin. Li Rojava ti têkîliyên me yên xwezayî an jî rêxistinî bi ti rêxistinekê re nîne. Her kes dizane bê em kengî çûne û vegeriyane. Dema DAÎŞ'ê êrîş kir em çûn Kerkûk, Hewlêr, Mexmûr, Şengal û bêguman Kobanê û Rojava. Lê em vegeriyan. Niha jî li ser vê bingehê dibêjin, 'PKK li wir e.' Na, tiştekî bi vî rengî nîne.”
 

Sernavên din

30/01/2025
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
20:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
16:59 Bayindir li Sêrtê axivî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
16:41 Werîşe Muradî: Têkoşîna me ji bo hemû mirovahiyê ye
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye
15:57 Xwişka Fîgen Yuksekdagê jiyana xwe ji dest da
15:51 Li Bismilê ‘Parka Jiyanê ya Jinê’ hat vekirin
15:12 Bakirhan ji qeyûm re got: Dizo ma tu şerm nakî?
14:55 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin
14:46 Protestoya li Sêrtê didome: Em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin
14:33 Zambak ê piştî 30 salan hate berdan: Ez serbilind im
14:30 Li Cizîrê perwerdeya ‘Zayenda civakî’
14:23 MSD’ê bi Balyozxneya Swêdê re hevdîtin kir
14:06 Gel tevî êrişan jî 22 roj in li Tişrînê li ber xwe dide
13:56 ESP’ê bertek nîşanî êrişan da: Em bi hev re têbikoşin
13:36 Li Akdenîzê qeyûm hat protestokirin: Hesabên biçûk bi welêt didin windakirin
13:20 HSD: 27 çete hatin kuştin û birîndarkirin
13:09 Zirgan û Tişrîn hatin bombebarankirin
12:53 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm zêde dibin
12:40 Danişîna doza rojnameger Şehrîban Aslan hate taloqkirin
11:47 DBP: Em ê berxwedana xwe mezintir bikin
11:34 21 wekîlan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji YE’yê re name şandin
11:33 Hevşaredarên Sêrtê: Em biryarê nas nakin û paşvegavê naavêjin
11:14 DEM Partî: Li dijî zîhniyeta derbekar em bi hev re têbikoşin
10:19 Waliyê Sêrtê beriya biryara qeyûm xanenavka xwe amade kiriye
10:09 Biraziyê Ahmet Turk di êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da
09:51 Hevserokên Giştî: Hîlekariya siyasî û demokrasî bi hev re nabin
09:32 Li rûyê qeyûm qîriyan: Qeyûm ji şaredariyê bicehime
09:24 Li Strazburgê mîtînga 15'ê Sibatê: Em ê azadiya Abdullah Ocalan biqîrin
09:23 Di 10 mehan de li 10 şaredariyan qeyûm tayîn kirin
09:07 'Divê Kurdî bibe zimanê fermî'
09:05 Dîmeneke balkêş: Kela Zêrîn
09:01 Ava Gola Wanê kêm dibe
09:00 ROJEVA 29’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:57 Li Sêrtê xespkirina îradeyê tê protestokirin
08:15 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyanî da
08:06 Qeyûm li Şaredariya Sêrtê hat tayînkirin
28/01/2025
21:02 Berxwedana gel a li Bendava Tişrîn didome
20:22 Rojnamevan Pehlîvan hate binçavkirin
19:20 Êrişên li ser rojnamevanan hat protestokirin: Em ê dest ji rastiyê bernedin
16:15 Xelkê Amedê bertek nîşanî êrişan da: Kobanê têk naçe
16:02 Tirkiyeyê Çiyayê Garê bombebaran kir
16:01 Di 157’emîn meha Komkujiya Roboskê de daxwaza edaletê hat kirin
15:58 MSD çû serdana pêşengê Durziyan
15:48 Ji 50 welatan 650 jinan got: Rêveberiya Xweser nas bikin
15:38 DEM Partî bi rojeva Îmraliyê dadikeve qadê: Li 40 bajaran çalakî, li 3 bjaran mitîngên mezin
15:04 Encamnameya konferansa TJA’yê: Em ê konfederalîzma jinê ava bikin
14:29 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê bi AKP’ê re hevdîtinê bike
14:29 Di doza kuştina amûrsaz Akin de biryar nehat dayin
13:32 Bakirhan: Kurd jidil in, divê îktîdar gavên pêwîst biavêje
13:25 'Ji bo tayînkirina qeyûm hincetan çêdikin’
13:02 Dewleta tirk yek jê zarok 3 sivîl li Kobanê qetil kir
12:59 Balafirên şer derdora Bendava Tişrînê bombebaran kirin
12:52 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li ser gora xwe hatin bibîranîn
12:45 Hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê parve kir: Divê Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe
11:58 Stranên nîjadperest vekirin û girtiyê nexweş derb kirin
11:47 'Heke dewlet jidil be bila girtiyên nexweş berde’
11:17 Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş: Êrişeke li ser îradeya gelê Kurd e
11:14 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Cezayê hefsê dan Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş
11:05 Mazlum Ebdî: Me daxwazên xwe ji Şamê re gotin, li benda bersivê ne
10:26 Besê Hozat: Ji bo Rêber Apo bikare bang bike divê tecrîd bê rakirin
10:00 Abdullah Ocalan: Tekane vebijêrk paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk e
09:27 'Li hundir aştî, li derve jî şer nabe'
09:26 Ji ber mesrefan sewalkarî li ber qedandinê ye
09:03 Hewl didin ji projeyên ku Botanê tune dikin yeke din jî pêk bînin
09:02 'Pêkanînên antîdemokratîk wê bi ser nekevin'
09:00 Ji Dikana Piştgiriyê ya Hêviyê alîkarî ji bo 2 hezar malbatan
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2025’AN
27/01/2025
16:24 Dewleta tirk li Ranyayê wesayîtek bombebaran kir:4 sivîl hatin qetilkirin
15:38 Li Depê çalakiya ‘Ji bo Rojava re statu ji gelan re azadî’ hat lidarxistin
14:57 Bernameya Enqereyê ya Platforma Parastina Bajar a Amedê diyar bû
14:30 Zextên li ser rojnamegeran dê li Amedê bên protestokirin
14:29 HSD'ê bîlançoya pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir
13:31 Dewleta tirk êrişî gundên Dihokê kir: 2 welatî hatin qetilkirin
13:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê Meclis tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire
12:43 Doza Sereke ya JÎTEM’ê bi hinceta demborînê hat betalkirin
12:29 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva peyamên Abdullah Ocalan civiya
11:35 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê li Enqereyê hevdîtinan bike
11:06 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê her roj 6 kes tên îdamkirin
10:39 Rojnameger Eylem Babayîgît: Dê nekarin bi me paşvegavê bidin avêtin
10:19 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Çepnî: Biryar pir ji berê ve hatibûn dayin
10:18 Navenda ku qeyûm hilweşandibû dê dîsa bê vekirin
09:56 Siyasetmedaran xwesti îktîdar ‘jidil’ û ‘şefaf’ be
09:32 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê sosyalîst ji bo çareseriyê hewl bidin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Mîmarê çareseriyê amade ye, lê dewlet?’ derket
09:03 Li Tişrînê tenduristvan hedef hatin girtin: Sûcê şer e
09:02 Berxwedêrên Tişrînê: Em rûmeta xwe diparêzin
09:00 ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2025’AN