Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû

  • rojane
  • 11:05 20 Kanûn 2024
  • |
img

RIHA - Rojnameger Nazim Daştan ku di êrişa SÎHA’yan a dewleta tirk de hate qetilkirin, ji Efrînê heta Reqa, Tebqa, Dîlok û Şirnexê li gelek qadan gelek nûçe çêkir û di kadraya wî de her tim têkoşîna gelan hebû. 

Rojnameger Nazim Daştan di 27’ê Tebaxa sala 1992’yan de li gundê Dibeglî yê navçeya Giyadîn a Agiriyê ji dayik bû. Dibistana seretayî li gundê xwend, dibistana navîn li Giyadînê û dibistana amadehî jî li navenda Agiriyê xwend. Daştan, di sala 2011'an de beşa Radyo, Sînema û Televîzyonê ya Zanîngeha Dîlokê qezenc kir. Dema Daştan xwendekarê zanîngehê bû Çapemeniya Azad nas kir û di sala 2012’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi nûçegihantiyê kir. Di demekî kin de hînî pîşeya rojnamegeriyê bû û heta roja me jî dev ji Çapemeniya Azad berneda û îmzeya xwe li bin gelek nûçeyan da. Di sala 2014’an bi êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê re hate ser sînor. Kêliyên ku leşkerên dewleta tirk û DAIŞ’iyan li noqteya leşkerî ya li gundê Tilwerdanê yê Pirsûsê sihbet bi DAIŞ’iyan re dike û diçûn destên hev kişand. 
 
‘EM Ê PÊNÛSA XWE BÊHTIR FEDAYÎ GEL BIKIN’
 
Piştre jî derbasî navçeya Silopiya ya Şirnexê bû ku qedexeya derketina kolanan li wir hatibû ragihandin. Daştan, bi nûçeyên xwe binpêkirinên li vir yek bi yek vegot û kişand. Di sala 2016’an dema xebatên xwe yên rojnamegeriyê didomand, li Dîlokê hate binçavkirin. Daştan, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê. 5 mehan di girtîgehê de ma û piştre hate berdan. Daştan, li ber deriyê girtîgehê anî ziman ku ew generalên Apê Mûsa ne û ev tişt anî ziman: “Em ê pênûsa xwe bêhtir fedayî gel bikin, em ê hîn bêhtir têkoşîna gel bixin kadraja xwe.” 
 
QAD TU CARAN NETERIKAND
 
Piştî rizgarkirina Kobanê, Daştan ji bo kişandina texrîbata DAIŞ’ê rê li ber vekirî, ji Pirsûsê derbasî Kobanê bû. Di sala 2016'an de dema xebatên xwe yên pîşeyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomand, di dema rizgarkirina Şengalê de çû Şengalê û dema Reqa hatî rizgarkirin li Reqayê, dema êrişên ser Efrînê hatin destpêkirin li Efrînê û di dema êrişên ser Girê Spî de jî li Girê Spî bû. 
 
Rojnameger Daştan di 5’ê Nîsana sala 2017’an dema operasyona Tebqayê dişopand, bû hedefa DAIŞ’iyan. Di êrişê de Daştan birîndar bû û piştî tedawiya wî temam bûyî jî dîsa ji bo şopandina geşedanan vegeriya qadê. Daştan, êrişên DAIŞ’ê yên di 20’ê Çileya 2022’yan ên li dijî Girtîgeha Sina ya Hesekê şopand û rastiya li wir bi hemû cîhanê re parve kir. 
 
JI BER WÊNEYÊ LI EFRÎNÊ KIŞANDIBÛ HAT XELATKIRIN
 
 
Daştan, dema xebatên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomand, di beşa wêneyan a Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniya Azad de Xelata Juriyê ya Taybet wergirt. Wêneyê Daştan ê têkildarî malbateke ku di bombebarana li ser Efrînê de birîndar bûbû, hêjayî xelatê hatibû dîtin. 
 
JINÊN ÊZIDÎ VEGOT
 
Her wiha Daştan li Şengalê jî 73 belgefîlmên kurt ên şahidiya jinên ji komkujiya DAIŞ’ê rizgar bûbûn vedigot, çêkir. Di belgefîlman de jinan şahidiya xwe vedigot û Daştan bal kişandibû ser bawerya êzdatiyê. Fîlm, di mîhrîcanên fîlman ên navneteweyî de hatin nîşandan. 
 
Daştan, herî dawî jî geşedanên piştî hilweşîna rejîma Baasê ya 61 salî li Sûriyeyê diqewimîn bi raya giştî ya cîhanê re parve dikir. Piştî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê, berê xwe da Til Rifetê û piştre jî çû Minbicê. Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji bo parastina sivîlan biryar da ku bajar vala bike û li ser vê yekê Daştan derbasî herêma Qereqozaqê bû. Daştan, bi rojan geşedanên li vir dişopand û rastiyên li wir bi raya giştî re parve kir. Daştan, duh dema ji Qereqozaqê derbasî herêma Bendava Tişrînê dibû, li nêzî bajarokê Sirrînê di encama êrişa dewleta tirk a bi SÎHA’yan de hate qetilkirin. Daştan, tevî nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bîlgîn hate qetilkirin. Di êrişê de ajokarê wesayîtê jî birîndar bû. 
 
Çendek nûçeyên Daştan ên mohra xwe li dîrokê dayin ev in: 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

03/02/2025
11:09 ENAG: Enflasyon ji sedî 81 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 42 ye
11:02 Nîqaşên ser çareseriyê: Îktîdar baweriyê nade
10:53 Alî Bozan: Ji bo şandina qeyûm em ê li benda hilbijartinê nemînin
10:40 Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe
10:00 Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin
09:32 Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne
09:16 Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
09:00 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN
02/02/2025
16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî