Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin

  • rojane
  • 13:06 20 Kanûn 2024
  • |

AMED -  Qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji hêla SÎHA’yên dewleta tirk ve, li Amedê hate protestokirin û wiha hate gotin: “Çi dibe bila bibe em ê kamera û pênûsa wan li erdê nehêlin.”  

Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geşedan dişopandin, di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de hatin qetilkirin. Qetilkirina rojnamegeran li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) hat protestokirin. Daxuyanî li Kolana Hunerê ya Semta Ofîsê hate dayin. Li gel rojnamegeran, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, Nûnerê DÎSK Basin-Îşê yê Amedê Hakki Boltan û Nûnerê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) yê Amedê Mahmût Oral jî tev li bû. jî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn û pankarta “Ne pênûsa me ne jî kameraya me dê li erdê nemîne” hatin hilgirtin. Rojnamegeran gelek caran dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” berz kirin. Di daxuyaniyê de Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek axivî. 
 
'TÊKOŞÎN TU CARAN RANEWESTIYA’
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi dehan sal e ku Çapemeniya Azad li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê ji bo ragihandina heqîqetê dixebite. Di nava şert û mercên herî dijwar de xwest rastiyan ji raya giştî re ragihîne û hemû metirsî û talûkeyan hilgirtiye ser xwe û hê jî vê lêgerînê didomîne. Di vê lêgerînê de gelek hevalên me hatin qetilkirin û gelek jî hatin girtin. Lê ev têkoşîn tu carî ranewestiya.
 
DEV JI RAGIHANDINA HEQÎQETÊ BERNEDAN
 
Zêdeyî 40 sal in tevî êrîşên endam, kontra û çeteyan JÎTEM'ê jî dev ji ragihandina heqîqetê berneda. Dema ku DAIŞ’ê li gelek deverên Rojhilata Navîn hovîtî pêk anî, herî zêde xebatkarên Çapemeniya Azad rastî ragihandin. DAIŞ’ê ji bo ku rastî neyê bihîstin di hedef û qetilkirina rojnamegeran de dudilî nebû. Denîz û Nûjiyan bûn pêşengên vê têkoşînê. Kiryarên hovane yên DAIŞ'ê yên li Şengal, Kobanê û Reqayê ji cîhanê re ragihandin. Li ser hesabê canê xwe dev ji ragihandina heqîqetê bernedan. 
 
BÛN DENGÊ KOBANÊ Û JINAN
 
Yên ku herî zêde dibin hedefa şer bê şik rojnameger in. Îro em hîn bûn ku 2 hevalên me yên rojnameger hatine qetilkirin. Dema DAIŞ’ê êrîşî Kobanê dikir, her du hevalên me bi rojan li pey nûçeyan bûn. Azadiya Kobanê ji cîhanê re ragihandin. Nazim Daştan ji roja destpêkê heta roja dawî hem bû şahid û hem jî dengê berxwedana Kobanê. Cîhan Bîlgîn ji roja destpêkê heta roja dawî ya pêngava rizgarkirina Reqa ku veguherî navenda hovîtiya DAIŞ'ê, bû dengê jinên dîlgirtî û bi hesreta azadiyê. Bi kamera û nîşeyên xwe, cîhê ku tarî lê hebû ji bo ronî bike li berxwe da. Lê mixabin kesên bû sedem DAIŞ êrişî Kobanê bike, kesên ku baxçeyê paşiyê yê DAIŞ'ê bûn, dema DAIŞ têk çû îro di bin navên cuda de dîsa amadekariya êrişa li ser Kobanê dikin. Nazim û Cîhan ji ber ku ev rastî ji cîhanê re ragihandin bûn hedef.
 
JI BER KU RASTÎ RAGIHANDIN LEWMA HEDEF HATIN GIRTIN
 
Çend saet beriya qetilkirin Nazim Daştan li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wiha nivîsîbû; ‘Tirkiye û çeteyên girêdayî wê, berevajî daxuyaniyên agirbestê, amadekariya êrişeke mezin li ser #Rojava bi taybetî #Kobanê dikin.’
 
Li Sûriyeyê planên qirêj dixin meriyetê. Bi taybet Kobanê ya ku li cîhanê bûye sembola têkoşîna azadiyê tê xwestin bê tunekirin. Lê belê Tirkiye dibêje tu pirsgirêka wan bi Kurdan re nîne. Heke bi rastî tu pirsgirêk tune be, wê demê Nazim û Cîhan çima hatin qetilkirin? Yên ku tenê xema wan jiholêrakirina destkeftiyên Kurdan e, yên ku tenê kamerayên wan hene bi balafiran bombe dikin.
 
Ji aliyekî ve yên ku dibêjin demokrasî û aştî, li aliyê din jî ji bo gelê Kurd azad nejî, her cure êrîşan amade dikin. Yên ku wek şandeyên demokrasiyê tên hesibandin, dema ku mijar dibe Kurd xwe ji şerê herî qirêj dûr naxin. Dema ev rastî derdikevin holê rojnamegeran qetil dikin. Dema planên wan ên qirêj eşkere dibin, bi awayekî hovane êriş dikin. Li şûna ku dev ji planên xwe yên qirêj berd in, sûc dixin stûyê rojnamegeran. Lêbelê, berpirsiyariyên eas ên van planan çêdikêne.
 
Nazim û Cîhanê xwestin bi xwe biçin qadên şer û raya giştî ji rewşê agahdar bikin. Her du hevalên me ne tenê planên qirêj eşkere kirin, derewên çapemeniya şerê taybet jî eşkere kirin.
Nazim dîsa di nivîseke xwe ya dawî de wiha dibêje; ‘Tirs, panîk û fikar amûrên ku medyaya şerê taybet herî zêde li ser wan xwe xwedî dike ye. Hewl didin atmosfereke dezenformasyon û manîpulasyonê çêbikin. Rojava jî li dijî van têdikoşe.’
 
HER TIM BÛN DENGÊ HEQÎQETÊ
 
Cîhan Bîlgîn geşedanên dawî yên Bendava Tişrînê ya ku bi rojan e di bin êrişan de ye ji cîhanê re ragihand. Ji bo ku zîhniyeta medyaya alîgir a ku rastiyan vedişêre derxe holê û raya giştî ji nedîtî ve nehêle, tevî hemû talûkeyan xebatên xwe berdewam kir. 
Her tim bûne dengê heqîqetê. Heta kêliyên xwe yên dawî bûn dengê Rojava. Çi dibe bila bibe em ê kamera û pênûsên wan li erdê nehêlin. Em ê tu carî dev ji ragihandina rastiyê bernedin. Çapemeniya Azad dê ragihandina rastiyan bidomîne. Çapemeniya Azad heta ku bigihêje armancên xwe wê di vê rêyê de bimeşe.”
 
Daxuyanî, bi dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

03/02/2025
11:09 ENAG: Enflasyon ji sedî 81 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 42 ye
11:02 Nîqaşên ser çareseriyê: Îktîdar baweriyê nade
10:53 Alî Bozan: Ji bo şandina qeyûm em ê li benda hilbijartinê nemînin
10:40 Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe
10:00 Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin
09:32 Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne
09:16 Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
09:00 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN
02/02/2025
16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî