Emîra Er a rojavayî ya li sînorê Nisêbîn-Qamişloyê: Roj roja yekitiyê ye

  • rojane
  • 09:08 27 Kanûn 2024
  • |

MÊRDÎN - Emîra Er a ji Rojavayê ku beşdarî çalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo bû diyar kir ku ew ji bo piştgiriyê nehatine ser sînor, wekî xwediyê dozê hatine û got ku kurd jî wekî her kesî li Sûriyeyê mafê wan heye ku xwe bi rê ve bibin.

Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo yê navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê ku li dijî êrişên Tirkiyeyê û komên paramîlîter girêdayî wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 15’emîn de didome. Ji çalakgeran yek jê jî Emîra Er a 52 salî ye ku di sala 1997'an de ji ber zewacê hatiye gundê Girêsor ê Dêrika Mêrdînê. Dayika 5 zarokan Emîra Er, li gundê Çetelê yê navçeya Dirbesiyê ya bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bûye û mezin bûye. 
 
‘EM XWEDIYÊ VÊ DOZÊ NE'
 
Emîra Er ku beşdarî çalakiya li ser sînor bû got: “Em bi gelê xwe, bi ax û ava xwe re li vir in. Rojava wekî parçeyekî jiyana me ye. Loma jî kes nikare vê ji destê me bigire. Mafê tu kesî tune ku vê jiyanê ji me re xerab bike. Nêzî 13 sal in em nikarin Rojavayê bibînin. Ji destpêka şer û vir ve deriyên sînor hatine girtin û me bêriya gelê xwe yê ku ji ber vê yekê di nava rewşeke dijwar de ye kiriye. Ev rewş di dilê me de mîna stiriyê asê bûye. Em xwediyê vê dozê ne. Di jiyana ku li ser me hatiye ferzkirin de em êşê dikişînin. Dêya min û xaltiya min mirin, lê ez nikaribûm biçim. Malbata min hemû zehmetî kişandin û wêran bûn, lê dîsa jî ez nikaribûm biçim. Em bi vê êşê dijîn. Dema em ji vir dinêrin ez 4 gavan jê dûr im lê bi sînor, leşker û kûçikan girtiye. Ev xak a bav û kalên me ye. Em ji Rustemê Zal vir ve li ser van axan dijîn. Mafê tu kesî tune ku me ji vir derxe û yên din li wir bi cî bike." 
 
Emîra Er ku şerên li cîhanê wekî "Yên bi hêz hewl didin di jiyana hov de qelsan bixwin" nirxand û got: "Dinya, demokrasî û biratî ne bi vî rengî ye. Madem hûn behsa biratiyê dikin; ger mala te xweş be, divê mala min jî bi qasî mala te xweş be. Çawa tu li mala xwe azad dijî, ez jî dixwazim wiha bijîm. Biratî, dostanî û cîrantî tenê bi vî awayî pêkan e. Di qesran de dijîn, lê gel nikare konan bibîne. Zivistanê di konan de di nav ax, av û heriyê de dijîn. Ma dinya vê nabîne? Ma mafên zarokên me nîn in? Em jî mirov in. Me tiştek ji kesî nexwestiye. Em tenê behsa mafê jiyanê dikin. Em jî dixwazin wekî mirovên asayî bijîn. Êdî bes e."
 
‘MAFÊ HER KESÎ HEYE KU XWE BI RÊ VE BIBE'
 
Emîra Er destnîşan kir ku gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şev û roj li ber xwe didin û got ku di hevdîtinên xwe yên bi malbata xwe ya li Hesekê re bersiva "Em hemû bên kuştin jî em ê axa xwe neterikînin" girtiye. Emîra Er da zanîn ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne li hêviya mûcîzeyekê ne û dixwazin bi modela rêveberiyê ya heyî bijîn û wiha got: “Ji bo vê jî pêwîstiya Rêveberiya Xweser bi mecliseke cuda û ya Sûriyeyê jî bi mecliseke cuda heye. Pêwîst e parlamenterên me jî beşdarî parlamentoya Sûriyeyê bibin. Em vê ne tenê ji bo xwe ji bo hemû gelên li Sûriyeyê dijîn dixwazin. Ji ber ku Sûriye welatekî kozmopolît e, ev daxwaz ji bo her gelî derbasdar in. Divê mafê wan ê xwerêveberiyê jî hebe û di rêveberiyên ku ava dikin de xwedî gotin bin."
 
‘ROJ ROJA YEKITIYÊ YE'
 
Emîra Er bi gotina nivîskarê kurd Cegerxwîn a “Eger em nebin yek, em ê herin yek bi yek” xîtabî kurdan û dostên wan kir û got: “Ji niha û pê de divê gelê kurd bibe yek. Îro ne roja hesabên biçûk e. Îro roja yekîtiyê ye. Divê kes nefikire ku em rojên xweş derbas dikin. Em di demên xerab re derbas dibin. Rastiyeke dijmin heye ku derdora me dorpêç dike û li destkeftiyên me digere. Îro roja serhildanê ye. Ji ber ku îro roja têkoşîna hebûn û tunebûnê ya gelê kurd e. Ji ber ku mase hatine danîn, pênûs derketine û em îro çi binivîsin dê di sedsala bê de mafên me bên parastin. Ger em şer nekin em ê sed salên din jî vê êşê bibînin. Lewma banga min ji hemû partiyên Kurdistanî re ev e; dıvö bıbın yek." 
 
Emîra Er ji Nisêbînê ber bi Qamişloyê nihêrî û wiha bang kir: 
 
“Welatê min, welatê min
 
Her hilmeke bistînim ji gûl û beybûnên te
 
Her firek av vexwim ji çem û kaniyên te
 
Her seyranekê ez derkevim di nav deşt û çiyayên te
 
Her nêrîneke binihêrim tenê li ser erdê te
 
Hêja ye ez hezar cara şehîd herim ji bo te.”
 
MA /Ahmet Kanbal - Omer Erdogan
 

Sernavên din

15/02/2025
07:48 Abdullah Zeydan teblîgat îmze nekir
07:45 Ser şaredariyê de girtin: Rojnameger hatin binçavkirin
07:43 Polîsan ser şaredariya Wanê de girtin
06:01 Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê ji piştve kelepçekirî hat binçavkirin
14/02/2025
16:41 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê çû serdana DEM Partiyê
16:36 Komeleya Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:31 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Berxwedan jiyan e, qeyûm talan e!
15:28 Talabanî: Cihgirtina Kurdan a di avakirina Sûriyeya nû de dê bi xwe re îstîqrarê bîne
14:35 Xelkê Sêrt û Rihayê piştgirî dan berxwedana Wanê
14:27 Girtiyên nexweş ên li Antalyayê ev saleke sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
14:20 Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê de girtin
13:37 Parêzerê Îtalî: Azadiya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê bi ser bixîne
13:26 Polîsan kablo birîn û li ser dep alaya tirkan xêz kirin
13:14 Dayik li ber xwe didin: Em ê tu caran serî netewînin
12:39 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:50 Di êrişa dewleta tirk de jinek hate qetilkirin
11:38 Hevşaredar Hatun li qada çalakiyê bang kir: Ji xeletiya xwe vegerin
11:15 Ji DEM Partiyê 4 xalên çareseriyê
11:13 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:45 Polîsan bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de girtin
10:25 Xelkê Wanê: Me duh rê neda wan û dê îro jî nedin
09:47 Li Wanê ji ber berfê rêya 235 gund û mezrayan hatin girtin
09:46 'Di çarçoveya mafê aştiyê de divê Ocalan azad bibe'
09:45 Şoreşgerê Ereb Alkanoglû: Di warê muzakereyê de divê şert û merc bên xurtkirin
09:35 Li Akdenîzê serdema qeyûm: Mobîng, gef û qirkirina karkeran
09:35 ‘Gel ji felsefeya Abdullah Ocalan hêzê digirin’
09:11 KON-MED: Em di 15'ê Sibatê de biherikin mitînga Strasbourgê
09:09 Behsa nasîna xwe ya bi Ocalan re kir: Girêdana min a bi têkoşînê re zêde bû
09:04 Di 13 saliya xwe de bavê xwe nas kir, 17 sal in li benda berdana wî ye
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2025'AN
08:48 Nobet di roja 4’an de didome: Gelê Wanê dê dîsa bi ser keve
08:35 Guh nadin berf û zivistanê nobet digrin
07:21 Cemîl Bayik: Nameya Rêber Apo gihîşte me
13/02/2025
16:30 Bertek nîşanî qedexekirina bîranîna Şêx Seîd da: Kurd ev 100 sal in li ser pêya ne
16:20 Nobeta li Wanê: Guh bidin gotinên Ocalan û ji vîna gel re rêzdar bin
16:07 Cezayê li Zeydan hatiye birîn hat protestokirin
15:54 Pervîn Buldan çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
15:42 Nasnameyên 32 welatiyên li Şengalê hatin qetilkirin bi salan piştre hatin eşkerekirin
15:17 Binarê Qendîlê hate bombebarankirin
15:16 Serokkomariya Iraqê ‘Qanûna statuya rewşa kesî’ erê kir
15:09 Di doza Sûrê de 11 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Atalay
14:07 Zengîn a AKP’î ji bo ‘vasî’ li Gergerlîoglû bê tayînkirin serî li dadgehê da
13:03 Komek rewşenbîrên misliman: Divê meclis berpirsyariyê bigire ser xwe
12:39 Nobeta li Wanê didome: Beriya şahiyê gel bicoş e
12:27 Li Xarpêtê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:19 Walîtiyê Amedê bîranîna Şêx Seîd qedexe kir!
12:14 Hêlîn Umît: Naveroka bangê dê di rojên pêş de zelal bibe
11:51 Binçavkiriyên li Stenbolê sewqî edliyeyê hatin kirin
11:32 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:31 Li Wanê peyama ‘Em berê bi ser ketin, dê dîsa bi ser kevin’
11:31 Zeydan: Wan bi sekna xwe bûye hêvî û serfiraziya her kesî
11:01 Mehmet Ocalan: Çareserî dê ji bo her kesî baş be
10:28 Erdemîrcî: Divê bi ruhê 26 sal berê li pêvajoyê xwedî derkevin
10:25 Gelê Wanê: Em ê şaredariya xwe nedin wan
10:04 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:01 KCK: Yên bang kirin bila şert û mercan çêbikin
09:47 HDK biisrar e ku aştiyê civakî bike
09:33 Tehliyeya Kandemîr bi hinceta ‘greva birçîbûnê’ taloq kirin
09:09 'Kî çi stratejiyê ava dike bila bike, lê mecbûr e HSD'ê bibîne'
09:09 Rojnameger Germiyanî: Li dijî qetilkirina rojnamegeran pêdivî bi helwesteke navneteweyî heye
09:07 Di bin banê NÇM'ê de ‘Koma Vejîn’ hat avakirin
09:02 Her sal di 15'ê Sibatê de rojî digire: Wê komploger winda bikin
09:00 ROJEVA 13’Ê SIBATA 2025’AN
08:41 Gel ev 3 roj e li pêşiya şaredariyê li ber xwe dide
12/02/2025
16:47 Malbata Rojwelat Kizmaz: Bila berpirsyar hesabê bidin
16:39 Dadgeha Bilind cezayê ‘endamtiyê’ yê Ayşe Gokkkan betal kir
16:14 Ma Music çû serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê
16:09 Amedsporê banga îstîfayê li Midûriyeta Ciwan û Sporê kir
15:41 Di çalakiya li Akdenîzê de bertek nîşanî cezayê li Zeydan hatiye birîn dan
15:32 IFJ’ê bertek nîşanî fesxkirina Sendîkaya Rojnamegeran a Sûriyeyê da
15:20 Dewleta tirk Binarê Qendîlê bombebaran kir
14:15 Ji bo Koyluoglû mewlûd hat dayin: Dê peyrewên wî têkoşîna heqîqetê bidomînin
14:07 Îdianameya Îmamoglû hate qebûlkirin
13:57 Cezayê hefsa malê yê rojnameger Akyuz hate rakirin
13:46 Rojnameger Samî Yilmaz hate binçavkirin
13:43 Ji bo mitînga Strasbourgê bang hate kirin
13:34 Dozgeriya li dijî biryara betalkirina di doza Sûrê de derketî ceza xwest
13:17 Li Wanê çalakiya girseyî: Em ê îradeya gel biparêzin
13:10 DBP dê li Amedê kongreyê li dar bixe
12:58 Li Salîhliyê 18 kes hatin binçavkirin
12:26 Cezayê li Zeydan hatiye birîn hat protestokirin
12:16 AYM’ê ji bo cezayê dabûn rojnameger Yelda Çîçek biryara binpêkirinê da
12:00 MYK’a DBP’ê: Em ê li dijî êrişên ser HDK’ê têbikoşin
11:53 Polîsê Kazanhan qetil kirî ev saleke nehatiye girtin
11:42 Wêneyên 2 rojnamegerên jin ên hatin qetilkirin hatin şewitandin
11:21 Wesayîta karkeran qeza kir: 10 kes birîndar bûn
11:20 Li dijî girtina rojnameger Oznûr Degerê îtîraz hate kirin
11:14 Berxwedana ji Şêx Seîd heta Abdullah Ocalan didome: Bêyî azadiyê çareserî nabe
10:18 Endama PM’a DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû hate binçavkirin
10:18 Amed bi berfê xemilî
09:16 Ji PKK’ê daxuyaniyeke girîng
09:11 Karapinarê nexweşîna pençeşêrê pê re heye: Ez mafekî dermankirinê yê birûmet dixwazim
09:10 Margaret Owen: Heya Ocalan azad nebe em ê nikaribin li ser aştiyê biaxivin
09:06 Farisogûllari: Ger AKP pêvajoyê bixitimîne ya winda bike wê Tirkiye be
09:02 'Ji bo azadiya Abdullah Ocalan, em amade ne bitêkoşin'
09:01 Kaganarslan: Ji bo civakîkirina çareseriyê gavên pratîk divê
09:00 ROJEVA 12’Ê SIBATA 2025’AN
08:34 Li Wanê dê daxuyaniya girseyî were dayin
08:31 Hevşaredar Neslihan Şedal: Em ê rê nedin xespkirinê
08:31 Berxwedan li taxan belav bû