Xwestin girtiyên nexweş Erol, Erturk û Arslan bên berdan

  • rojane
  • 15:32 28 Kanûn 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN- Di çalakiyên ku ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li 3 bajaran hatin lidarxistin de, doza berdana Besna Erol, Kemal Erturk û Fevzî Arslan hat kirin.

Di çalakiyên ku li Stenbol, Enqere û Îzmîrê hatin lidarxistin de li ser rewşa girtiyên nexweş hat sekinandin û hat xwestin ku ji bo bên dermankirin divê serbest bên berdan.
 
STENBOL
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya 666'emîn a "Rûniştina F" ya ku her hefte li dar dixe, li ber avahiya komeleyê ya Beyogluyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal li ser rewşa girtiyê nexweş Kemal Erturk ê li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê tê girtin hat sekinandin. Di daxuyaniyê de pankartên "Dermankirin maf e, nayê astengkirin" û "Bila girtiyê nexweş Kemal Erturk serbest bê berdan" hatin vekirin û dirûşmeyên "Bila girtiyên nexweş bên berdan" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" gelek caran hatin bezrkirin. Gelek parêzvanên mafên mirovan piştgirî dan daxuyaniyê.
 
Li ser navê Şaxa ÎHD a Stenbolê Oya Ersoy ku daxuyanî xwend, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hemû girtiyan mexdûr dike, lê girtiyên siyasî rastî pêkanînên wekî "cudakarî û dijminatiyê" tên.  Oya Ersoyê bal kişand ku serbestberdana girtiyan bi awayekî keyfî ji aliyê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ve tê astengkirin.
 
Oya Ersoyê anî ziman ku Kemal Erturk 25 sal in di girtîgehê de ye, lê tevî ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê gelek in jî nayê berdan û wiha got: “Kemal Erturk, Wernicke Korsakoff, şekirê tîpa 2, hîpertansiyon, kêmbûna dîtinê, menîskus, fitiq, hemoroit, ulser û gastrit pê re hene. Giliyên xwîn û êşê hene. Li gorî agahiyên ku ji malbata wî hatine girtin, Erturkê ku di nêz de ji ber fitiq û hemoroîtê emeliyat bûye, baş nayê dermankirin." 
 
Oya Ersoyê xwest ku Ertürk rojek berî rojekê bê berdan ku ê dermankirin. Ersoyê got: "Em parêzvanên mafên mirovan em mafê jiyanê yê hemû girtiyên nexweş diparêzin. Em ê li her derî rastiyê biqîrin." 
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
 
İZMİR
 
İHD İzmir Şubesi hasta tutsakların durumuna dikkat çekmek amacıyla 2 haftada bir düzenlediği eylemin 303’üncüsünü gerçekleştirdi. Konak’ta bulunan Eski Sümerbank önünde yapılan eylemde, “Hasta mahpuslar ölüyor susma, suça ortak olma” pankartı açıldı. Çok sayıda kişinin katıldığı eylemde bu hafta Elazığ Kadın Kapalı Cezaevi'ndeki hasta tutsak Besra Erol’un sağlık durumuna dikkat çekildi. 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya 303'yemîn li dar xist. Di çalakiya li ber Eskî Sûmerbanka Konakê de pankarta bi nivîsa "Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemînin, nebin alîgirê sûc" hat vekirin. Di çalakiyê de ku gelek kes lê amade bûn, li ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş Besra Erol a li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê hat sekinandin. 
 
Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek diyar kir ku Besra Erol bi dîskê, tansiyona bilind, tansiyona çav û dîskê ketiye û got ku ji ber axaftina xwe ya li ser gora kurê xwe Evrîm Denîz Erol ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da bi endamtiya rêxistinê hatiye girtin û 7 sal û 5 meh ceza lê hatiye birin. Çiçek destnîşan kir ku nexweşînên Besra Eolê giran dibin û xwest bê berdan. 
 
Çalakî bi çepikan bi dawî bû.
 
ENQERE
 
Endamên Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di çalakiya xwe ya hefteya 537'emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş careke din li Kolana Sakaryayê civiya û daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê Omer Faruk Yazici daxuyaniyê xwend.
 
Yazıci da zanîn ku bi qasî ku hatiye tespîtkirin di sala 2024'an de herî kêm 32 girtiyan ji ber nexweşiyên xwe mirine. Yazici di çalakiya xwe ya vê hefteyê de; rewşa girtiyê nexweş ê giran Fevzî Arslan ê 57 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Suluc a Edeneyê tê girtin, vegot. 
 
Yazici da zanîn ku gelek nexweşîn bi Fevzî Arslan re hene û got ku çendî rewşa wî giran e jî bi tena serê xwe dimîne. Yazici bilêv kir ku ji serê Arslan heya bi nigê wî her derê wî ditevize û ji ber îşkenceyê mejiyê wî biçûk dibe. 
 
Yazici bilêv kir ku Fevzî Arslanê ku 7 meh berê ji Rihayê sirgûnî Edeneyê hatiye kirin ji xeynî nexweşîna wî ya giran fitiq jî pê re heye û nayê dermankirin. Yazici anî ziman ku jiyana Arslan di xetereyê de ye û xwest demildest bê berdan. 
 

Sernavên din

04/01/2025
15:46 Jinên di qedexeyên derketina dervê de hatin qetilkirin li ser gora xwe hatin bibîranîn
14:58 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:36 Rapora 2024'an a DFG'ê: 5 hezar û 260 nûçe hatin astengkirin
14:24 Li bakurê Tişrînê şerekî dijwar diqewime
13:25 Ji bo birayên Efeoglû yên di binçavan de hatin windakirin doza edaletê kirin
13:07 Jinên li Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
12:32 Li Rojhilatê di 2024’an de 63 kolber hatine qetilkirin
10:58 Îranê di rojekê de 9 kes bi dar vekirin
10:54 Li Edeneyê karkerek jiyana xwe ji dest da
10:29 Li Dêrazorê 3 zarok ji ber mayinê birîndar bûn
09:30 Xwendekar dixwazin mirina biguman a Rojîn Kabaîşê bê ronîkirin
09:23 Rengê Xelfeliyê diguhere
09:04 Mexmûriyên ku di çalakiya nobedê de ne: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2025'AN
03/01/2025
18:25 Dayikên Aştiyê Baroya Stenbolê ziyaret kirin
16:20 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Israra di têkoşînê de dê bi xwe re serkeftinê bîne
15:54 Li gundên Minbicê pevçûnên dijwar hene
15:38 Nobeda li sînorê Qamişloyê: Ger hûn jidil bin hûn ê guh bidin vîna çareseriyê
14:54 KCDP’ê rapora 2024’an weşand: 394 jin hatin qetilkirin
13:45 Çalakvanên ser sînorê Kobanê: Her peyva Ocalan dê aştiyê ava bike
13:08 Dewleta tirk bi SÎHA’yan avahiya şaredariyê hedef girt
13:07 Tanrikulu yê CHP’î: Dê helwesta me ya ji bo diyalogê bidome
13:04 Bi hezar kes li ser sînorê Kobanê meşiyan: Dê berxwedana Rojava bi ser keve
12:00 Xelkê Kobanê ji bo HSD û YPJ’ê seferber bû
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:33 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyona salane eşkere kirin
11:29 Kaya ê di protestoya qeyûm de hate girtin qala îşkenceyê kir
11:11 Wezîrên Fransa û Almanyayê li Şamê ne
10:46 Gel ji bo meşa ser sînor li Pirsûsê kom bû
10:45 Bernameya Şandeya Îmraliyê ya Meclisê diyar bû
10:28 Serokê Baroya Amedê: Ji bo çareseriyê em amade ne peywirê li xwe bigirin
09:47 Baroya Mêrdînê li dijî biryara qeyûm serî li dadgehê da
09:42 HDK û DEM Partiyê ji bo aştiya civakî zend û bend badan
09:41 Li Tunusê keştiyên penaberan noqî avê bûn: 27 kes mirin
09:26 Rojnamevan Şah: Dê şerê xetên bazirganî û enerjiyê berbelav bibin
09:25 Bavek û 2 jê nexweş 4 kur
09:06 Çi bû ji Rojîn Kabaîşê: Çima hevala wê naaxive?
09:03 'Ger hêviya ji bo aştiyê hebe divê ji bo mafê hêviyê gavên zelal bên avêtin'
09:01 Di têkoşîna azadiyê de 3 jin: Dê neyên jibîrkirin
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÇILEYA 2025’AN
02/01/2025
21:26 HSD: Tirkiye tevî koma paramîlîter 'Huras El Din' êrişî Minbic û Bendava Tişrînê dike
21:20 Endamê Meclisa DEM Partiyê Rohat Guvercîn hate girtin
16:58 DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê: Divê berpirsyar bên darizandin
16:54 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
16:47 HSD’ê banga diyalogê kir
16:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû
16:29 Rapora girtîgehan: Êrîş, kelepçekirin, lêgerîna tazî
15:48 Rojnameger Yalçin sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
15:47 Ji bo tevlibûna meşa li ser sînorê Kobanê bang hate kirin
15:33 Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:11 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
14:59 Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî hat lidarxistin
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
14:05 Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
13:36 Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir
13:33 Muameleya xerab li girtiyê nexweş Aksaç hate kirin
13:27 HSD: SNHR sûcên dewleta tirk vedişêre
13:26 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar
12:38 Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê
12:17 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:16 Qeyûmên Êlih û Dêrsimê karker ji kar derxistin
12:03 Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje
11:31 Mêdêa derdikeve turneya Kurdistanê
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'
09:03 Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê
09:02 Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
01/01/2025
17:22 'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
15:49 Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran
15:17 Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî
14:46 Li ser sînorê Kobanê nobed didome
14:40 Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
13:40 Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome
13:25 Qeyûm 26 karkerên din jî ji kar derxist
13:19 Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me
13:18 Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin
13:04 MKG’ê bertek nîşanî girtina Kompanya Gizîngê Berbeyan da
12:47 Li ser Ukraynayê sewqiyata gazê hat rawestandin
12:39 Buhayê abonetiya gaza xwezayî hat zêdekirin
12:38 Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e
11:45 Di sala nû de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN