10 sal piştre li heman cihî bang kirin: Dê Kobanê nekeve

  • rojane
  • 10:10 29 Kanûn 2024
  • |
img

RIHA - Kesên di sala 2014’an de li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê li ser sînorê Pirsûsê bi rojan nobet girtin û piştî 10 salan dîsa hatin ser sînor, diyar kirin ku ew ê bi ruhê 2014’an li ber xwe bidin û wiha gotin: “Kobanê neket û dê nekeve.”

Li ser sînorê Pirsûs a Rihayê ku di sala 2014’an de ji ber êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê nobet hatibû girtin, piştî 10 salan careke din ji ber êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiya nobetê hate destpêkirin. Welatiyên ku 10 sal berê bi rojan nobet girtibûn, niha jî li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê dest bi nobetê kirin. 
 
Halîl Çay ê di sala 2014’an de beşdarî çalakiyê bûbû, wiha got: “Demekî kin beriya êrişên DAIŞ’ê ez ji girtîgehê derketibûm û yekser hatim ser sînorê Kobanê.  Heta rizgarkirina Kobanê tevî malbata xwe li vir mam. Erdogan wê demê got; ‘Vaye Kobanê jî ket, dikeve.’ Vê gotinê, nîşan da ku hevkarên êrişan e. Rola wan a di qirkirina li dijî Kurdan de nîşan da. Wê demê ne tenê Kurd, enternasyonal, çepgir û sosyalîst jî bûn yek û herikîn ser sînor. Gelê Bakur berê xwe da Kobanê. Barbariya DAIŞ’ê bi vî awayî hate têkbirin. Ne tenê DAIŞ, piştgirên wan jî hatin têkbirin. Kobanê, di dîroka berxwedanê ya cîhanê de cih girt. Îro jî îradeya pêkvejiyanê ya gelan û Şoreşa Rojava ya jinê hedef digirin. Parastina Kobanê, erka her kesî ye û divê li dora Kobanê bibin xelek. Kobanê ji bo dinyayê li ber xwe da û di dilê hemû gelên cîhanê de ye.” 
 
'KESEK NIKARE PÊŞÎ LI VÎ GELÎ BIGIRE’
 
Muhammed Demîr (65) ku 10 sal berê hatibû ser sînor jî ev tişt anî ziman: “Ji 15’ê Îlona 2014'an heta 26’ê Çileya 2015’ê tevî malbata xwe li ser sînor mam. Me sînor bêwate kir û Pirsûs û Kobanê kir yek. Çete niha dîsa dixwazin êrişî Kobanê bikin. Divê her kes li dijî vê derkeve. Em ji hêla fîzîkî li vir in lê ji hêla ruhî ve bi gelên Rojava re ne. Sînorek nikare me ji hev qut bike. Kobanê û Pirsûs yek in. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin Kobanê. Di demeke gef li Kobanê tên xwarin de bila kesek li bendê nebe ku em li malên xwe rûnin. Çawa ku di sala 2014’an de em tevî malbatên xwe li vir man, dê dîsa bimînin. Em ji tu kesekî antirsin. Çi bikin jî dema gel berê xwe da Kobanê dê kesek nekare wan bide sekinandin. Tiştekî ev gel winda bike tune ye. Bila baweriya xwe nedin çete, ÎHA û SÎHA’yên xwe. Em ê heta dawiyê bi gelê berxwedêr ê Rojava re bin. Em, berxwedana wan silav dikin.”
 
'KOBANÊ ŞEREFA GELÊ KURD E’
 
Nûrî Yeşîlçay jî got divê ruhê berxwedana 2014’an dîsa li Kurdistanê zindî bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berxwedana Kobanê ji bo hemû cîhanê bû mînak. Di 2014'an de ez jî bi rojan li ser sînor mam. Berxwedana Kobanê, şerê man û nemanê yê gelê Kurd bû. Îro dîsa heye. Li dijî vê em banga hatina Pirsûsê li her kesî dikin. Divê her kes xwedî li Kobanê derkeve. Divê Kobanê bi tenê neyê hiştin. Kobanê, şeref û heysiyeta gelê Kurd e. Di 2014'an de me di şertên giran de Kobanê parast. Tevî zextan jî bi hezaran kesan berê xwe dan Kobanê û kesekî nekarî pêşiya gelê Kurd bigire. Heke berxwedana wê demê nebûya, Kobanê nedibû. Divê em wî ruhî careke din derxin holê.” 
 
'KOBANÊ NEKET Û DÊ NEKEVE’
 
Dayika Aştiyê Ferîde Demîr ku ev 7 roj in li Pirsûsê nobetê digire jî wiha got: “Wê demê ez jî hatibûm ser sînor. Îradeyeke xurt a gel derket holê. Pêşiya çeteyan hate girtin ku ji sînor derbas bibin û êrişî Kobanê bikin. Gelê li ser sînor gelek çete girtin. Li her derê xwedî li Kobanê derketin. Me jî moral ji kesên li Kobanê li ber xwe didan digirt. Heta roja rizgarkirina Kobanê jî gel ji her derê herikî vê derê. Çavê hemû cîhanê li Kobanê bû. Gotin ‘Kobanê jî ket, dikeve.’ Lê Kobanê neket û dê tu caran nekeve. Kobanê bi saya kesên bi canfedayî li ber xwe dayin neket. Bi hezaran kesan sînor derbas kir û Kobanê parastin. Di demeke êriş ser Kobanê heyîn de divê kesek li mala xwe nerûnê.” 
 
'DILÊ ME BI KOBANÊ RE YE’
 
Ji Dayikên Aştiyê Ayşe Can jî got ku li dijî gefên êrişan hatine Pirsûsê û ev tişt anî ziman: “Heke em bi hev re li ber xwe bidin dê ev gef ji holê rabin. Em ne şer, aştiyê dixwazin. Kobanê canê me ye û em bi Kobanê re ne. Dibe ku di navbera me de sînor hebin lê dil û ruhê me bi Kobanê re ye. Her roj zarokên me tên qetilkirin. Lê dîsa jî me dev ji gotina aştiyê berneda. Bila aştî û azadî hebe. Heta ku gefên êrişê xelas dibin em ê li vir bin.” 
 
'DIVÊ CIWAN BI RUHÊ SEFERBERIYÊ BÊN PIRSÛSÊ’ 
 
Ji ciwanan Mahmût Arat jî wiha bang kir: “Di sala 2014’an de em li vir bûn. Em îro jî li vir in. Kobanê ji bo Kurdan û ciwanan cihekî girîng e. Heke Kobanê bikeve dê Pirsûs jî bikeve. Ferqa wan tune ye. Ez bang li hemû ciwanan dikim; werin ka em di 2014’an de çawa xwedî li Kobanê derketibin îro jî bi heman ruhî xwedî lê derkevin. Divê em îro jî heman ruhî derxin holê. Sînor nikarim me ji hev qut bikin. Xizmên me li Kobanê ne. Divê ciwan bi ruhê seferberiyê bên Pirsûsê.” 
 
MA / Emrullah Acar

Sernavên din

04/01/2025
14:58 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:36 Rapora 2024'an a DFG'ê: 5 hezar û 260 nûçe hatin astengkirin
14:24 Li bakurê Tişrînê şerekî dijwar diqewime
13:25 Ji bo birayên Efeoglû yên di binçavan de hatin windakirin doza edaletê kirin
13:07 Jinên li Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
12:32 Li Rojhilatê di 2024’an de 63 kolber hatine qetilkirin
10:58 Îranê di rojekê de 9 kes bi dar vekirin
10:54 Li Edeneyê karkerek jiyana xwe ji dest da
10:29 Li Dêrazorê 3 zarok ji ber mayinê birîndar bûn
09:30 Xwendekar dixwazin mirina biguman a Rojîn Kabaîşê bê ronîkirin
09:23 Rengê Xelfeliyê diguhere
09:04 Mexmûriyên ku di çalakiya nobedê de ne: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2025'AN
03/01/2025
18:25 Dayikên Aştiyê Baroya Stenbolê ziyaret kirin
16:20 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Israra di têkoşînê de dê bi xwe re serkeftinê bîne
15:54 Li gundên Minbicê pevçûnên dijwar hene
15:38 Nobeda li sînorê Qamişloyê: Ger hûn jidil bin hûn ê guh bidin vîna çareseriyê
14:54 KCDP’ê rapora 2024’an weşand: 394 jin hatin qetilkirin
13:45 Çalakvanên ser sînorê Kobanê: Her peyva Ocalan dê aştiyê ava bike
13:08 Dewleta tirk bi SÎHA’yan avahiya şaredariyê hedef girt
13:07 Tanrikulu yê CHP’î: Dê helwesta me ya ji bo diyalogê bidome
13:04 Bi hezar kes li ser sînorê Kobanê meşiyan: Dê berxwedana Rojava bi ser keve
12:00 Xelkê Kobanê ji bo HSD û YPJ’ê seferber bû
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:33 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyona salane eşkere kirin
11:29 Kaya ê di protestoya qeyûm de hate girtin qala îşkenceyê kir
11:11 Wezîrên Fransa û Almanyayê li Şamê ne
10:46 Gel ji bo meşa ser sînor li Pirsûsê kom bû
10:45 Bernameya Şandeya Îmraliyê ya Meclisê diyar bû
10:28 Serokê Baroya Amedê: Ji bo çareseriyê em amade ne peywirê li xwe bigirin
09:47 Baroya Mêrdînê li dijî biryara qeyûm serî li dadgehê da
09:42 HDK û DEM Partiyê ji bo aştiya civakî zend û bend badan
09:41 Li Tunusê keştiyên penaberan noqî avê bûn: 27 kes mirin
09:26 Rojnamevan Şah: Dê şerê xetên bazirganî û enerjiyê berbelav bibin
09:25 Bavek û 2 jê nexweş 4 kur
09:06 Çi bû ji Rojîn Kabaîşê: Çima hevala wê naaxive?
09:03 'Ger hêviya ji bo aştiyê hebe divê ji bo mafê hêviyê gavên zelal bên avêtin'
09:01 Di têkoşîna azadiyê de 3 jin: Dê neyên jibîrkirin
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÇILEYA 2025’AN
02/01/2025
21:26 HSD: Tirkiye tevî koma paramîlîter 'Huras El Din' êrişî Minbic û Bendava Tişrînê dike
21:20 Endamê Meclisa DEM Partiyê Rohat Guvercîn hate girtin
16:58 DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê: Divê berpirsyar bên darizandin
16:54 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
16:47 HSD’ê banga diyalogê kir
16:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû
16:29 Rapora girtîgehan: Êrîş, kelepçekirin, lêgerîna tazî
15:48 Rojnameger Yalçin sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
15:47 Ji bo tevlibûna meşa li ser sînorê Kobanê bang hate kirin
15:33 Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:11 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
14:59 Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî hat lidarxistin
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
14:05 Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
13:36 Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir
13:33 Muameleya xerab li girtiyê nexweş Aksaç hate kirin
13:27 HSD: SNHR sûcên dewleta tirk vedişêre
13:26 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar
12:38 Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê
12:17 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:16 Qeyûmên Êlih û Dêrsimê karker ji kar derxistin
12:03 Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje
11:31 Mêdêa derdikeve turneya Kurdistanê
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'
09:03 Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê
09:02 Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
01/01/2025
17:22 'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
15:49 Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran
15:17 Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî
14:46 Li ser sînorê Kobanê nobed didome
14:40 Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
13:40 Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome
13:25 Qeyûm 26 karkerên din jî ji kar derxist
13:19 Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me
13:18 Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin
13:04 MKG’ê bertek nîşanî girtina Kompanya Gizîngê Berbeyan da
12:47 Li ser Ukraynayê sewqiyata gazê hat rawestandin
12:39 Buhayê abonetiya gaza xwezayî hat zêdekirin
12:38 Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e
11:45 Di sala nû de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê