Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin

  • rojane
  • 13:11 30 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Denîz Kaya li ser navê girtiyan daxuyaniyek weşand û banga xwedîderketina li Rojava li her kesî kir. 

Girtiyên PAJK û PKK’î yên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de tên ragirtin têkildarî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek weşandin û destnîşan kirin ku parastina Şoreşa Rojava wezîfeyeke esas e. 
 
Li ser navê girtiyan, Denîz Kaya daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye: “Gelê me yê Rojava bi biryar in ku destkeftiyên azadiyê yên li Rojava bi fedayîtî û lehengiyên mezin hatine bidestxistin, biparêzin. Em berxwedana destanî ya gelê Rojava û hevrêyên xwe yên li eniyan li dijî gefa qirkirinê li ber xwe didin, silav dikin; li kuderê dibe bila bibe em ê dilsoziya xwe ya bi hevrêyên xwe yên şehîd û zarokên bi rûmet ên gelê xwe re bi berxwedana heta serketinê bidomînin. 
 
TACA SERKETINÊ YA TÊKOŞÎNÊ
 
Felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn ronahiyeke hêviyê afirand û di şênberiya Şoreşa Rojava de veguherî meşaleya azadiyê û ji bo lêgerînvanên jiyana alternatîf, bûye îlham. Şoreşa Rojava bûye taca serketinê ya têkoşîna me ya 40 salan. Şoreşa Rojava di wê îdîa û biryardariyê de ye ku pirsgirêka azadiyê ya mirovahiyê çareser bike. Ev şoreş bûye serketina hemû gelên bindest a li hemberî modernîteya kapîtalîst. Şoreşa Rojava serketina herî binirx e ku şaristaniya demokratîk li dijî şaristaniya kapîtalîst bi dest xistiye. Serketina li Rojava, pêl bi pêl belav bû û xwedî karakterek welê ye ku hemû Rojhilata Navîn û cîhanê bandor bike. Tirsa herî zêde ya hêzên şaristaniya kapîtalîst jî ev e. Destpêkê rêxistineke weke DAÎŞ’ê bi kar anîn, plan kirin li dijî gelê me qirkirinê pêk bînin û xwestin şoreşê tune bikin. Yên ku bi berxwedana bi heybet a gelê me têk çûne, di şexsê DAÎŞ’ê de hêzên qirker bûn.
 
ŞERÊ LI DIJÎ MÊTINGERAN
 
Piştî ketina rejîma BAAS’ê ya li Sûriyeyê, dewleta Tirk a mêtinger ji xwe re firsend dît û ji bo tişta ku DAÎŞ’ê nekarî bike, ket nava liv û tevgerê û dest bi êrîşan kir. Şerê ku diqewime, ne şerê Kurd-Tirk e, şerê hebûn-nebûnê yê di nava hêzên azadîxwaz û hêzên mêtinger de ye. Parastina şoreşê ya ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatî avakirin, wezîfeya esas a me hemûyan e. Gelê me yê ku bi sed salane şerê hebûn-tunebûnê dimeşîne, wê di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de bi destkeftiyên xwe li ser dika dîrokê cihê xwe bigire. Roj, roja parastina yekîtî, berxwedan, parastina şoreşê û xwedî derketina li felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ye.
 
EM AMADE NE TIŞTA DIKEVE SER MILÊ ME PÊK BÎNIN
 
Weke girtiyên PKK û PAJK’î mîna her tim em îro jî amade ne ku ji bo gelê xwe yê bi rûmet her tiştê bikin. Eger me di berxwedana Kobanê de wezîfeya xwe pêk anîbe, bila gumana ti kesê nebe em ê îro jî heman tiştê bikin. Weke girtiyan di serî de malbatên me yên berxwedêr, em bang li ciwanên fedayiyên Rêber Apo û gelê xwe yê welatparêz dikin ku em xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin; em her derê bikin qada berxwedanê û serhildanan mezin bikin. Car din em her kesê ji bo parastina Şoreşa Rojava têdikoşe, silav dikin û hêzên dagirker û mêtinger jî lanet dikin.”

Sernavên din

18/02/2025
11:53 Îdiaya di serdagirtina malê de îşkence
11:52 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bêrîtan Canozerê
11:39 Berteka li dijî binçavkirinan: Em ê serî netewînin
11:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî bi dawî bû
11:15 DFG û DÎSK Basin-Îş’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan
10:47 HDK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê bêdeng nebin
10:41 Zanyara Siyasetê ya ji Rojhilat: Îran li ber hilweşînê ye
10:14 DEM Partî: Zîhniyeta li dijî muxalefeta civakî şer daye destpêkirin dê winda bike
10:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî dest pê kir
09:47 Li Behra Egeyê erdhejeke din çêbû
09:45 Di tevahiya şevê de li dijî qeyûm çalakî hatin lidarxistin
09:05 Li Botanê çanda dengbêjiyê
09:04 Meha pîroz a Elewiyan: Xizir
09:01 Berdevka TJA ya Şirnexê: Ji bo pêşketina pêvajoyê pêşî divê tecrîd bê rakirin
09:01 Ji şaredariya AKP'ê zexta 'endamtiya sendîkaya alîgir'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2025'AN
08:52 Li dijî HDK û rojnamegeran operasyon: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin
08:51 Çawişekî pispor ê dihat gotin întîhar kiriye mir
17/02/2025
17:08 Li Wanê piştî daxuyaniyê meş hat lidarxistin
17:07 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Firsenda dîrokî Ocalan e
16:18 Saziyên zimên: Perwerdeya bi Kurdî xeta me ya sor a jêneger e
15:44 Kesên li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
15:41 Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê hate girtin
15:38 Hevşaredarê Tetwanê Erol hate binçavkirin
14:32 Nêçîrvan Barzanî: Firsendeke girîng û dîrokî ye
14:25 Zeydan: Hûn nikarin vîna gel xesp bikin
14:11 Lêkolîn: Daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî ji sedî 97,8 e
14:08 Ji ber êrişan ceyrana 60 gundan tune ye
13:54 Nêçîrvan Barzanî li ser telefonê li Ahmet Turk geriya
13:41 Şandeya CHP’ê li Wanê ye: Em teslîm nebûn û dê nebin
13:36 Rojnameger Şehrîban Aslan beraet kir
12:13 22 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
12:07 Şandeya Îmraliyê: Hevdîtin ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn girîng in
12:05 Şebnem Korur Fîncanci: Ji ewil divê demokrasî û edalet bê cîbicîkirin
11:40 ‘Yên ku 32 sal berê Kemal kuştin îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egît kuştin’
11:17 Şandeya Îmraliyê: Nêçîrvan Barzanî got ku dê ji bo pêşketina çareseriyê piştgiriyê bide
11:15 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî bi dawî bû
11:12 Der heqê Îmamoglû de îdianameya ‘pisporan’
10:55 Bîrdal: Ji bo biçin Îmraliyê em ê serlêdanê bikin
10:54 Hûrgiliyên hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesûd Barzanî
10:17 Fatma Bostan Unsal: Ji bo aştiyê firsendek çêbûye
10:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî dest pê kir
09:54 'Divê aştî ji însafa îktîdarê re neyê hiştin’
09:37 ‘Divê di navbera Îzmîr û Wanê de pirek bê avakirin’
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2025'AN
08:55 Xwebûn bi manşeta ‘Ziwan sereke bo’ derket
08:41 Ciwan li dijî komplo û qeyûman li qadan bûn
16/02/2025
16:45 Li dijî xespkirina vînê çalakî
15:22 Peyamên Abdullah Ocalan gihîştin Mesûd Barzanî
15:17 Li Sûriyeyê di 15 rojan de 9 jin hatine revandin
14:04 Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser: Li hemberî qetilkirina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:44 Civîna şandeya Îmraliyê ya bi Barzanî re dawî bû
11:05 Karneya qeyûmên Wanê: Şaredarî hat talankirin, qase hat valakirin
10:33 Li Amedê Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve çalak bû
09:33 Penabera ku ji bota noqbûyî xelas bû: Me didîtin, direqisîn
09:03 Karkerên ku li dijî mûçeya kêm dest ji kar berdan: Em pergala koletiyê qebûl nakin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN
15/02/2025
17:41 Bi deh hezaran kes li Strasbourgê ne: Em têkoşîn azadiyê mezin bikin
17:37 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 15’ê Sibatê meşiyan
17:19 Komplo bi pêşengtiya jinan hate protestokirin
16:53 Di îdianameya Hacioglu de bername sûc hatin hesibandin
16:38 Komploya 15’ê Sibatê li her derê hat protestokirin: Em ê roj reş bikin roja azadiyê
16:08 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê 15’ê Sibatê di şexsê Ocalan de bibe roja azadiyê
16:01 Xwestin girtiyên nexweş Îvrendî û Nebîoglû bên berdan
15:51 Xizmên windakiriyan: Divê navek li pêvajoyê bê kirin
15:28 Ozel bertek nîşanî qeyûm da: Em ê hesabê vê bipirsin
15:10 Meşa mezin a Strasbourgê dest pê kir
15:01 Rojnameger Rabîa Onver hate berdan
14:50 Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun hate binçavkirin
14:48 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Çareserî bi azadiya fîzîkî pêkan e
14:38 Şandeya Îmraliyê çû Herêma Federal a Kurdistanê
14:00 Birayê Ridvan Karakoç: Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê bipirsin
13:56 Gelê Wanê li dijî qeyûm li kolanan e
13:33 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm mezin dibin: Şaredarî yên gel in
12:57 GGC: Bila bêhiqûqî bi dawî bibe
12:34 Tulay Hatîmogûllari: Gelo armanca we astengkirina pêvajoyê ye?
Bakirhan: Em ê biçin Wanê û têbikoşin
12:28 DBP: Li dijî darbekaran dê berxwedana me bidome
12:21 MSD: Divê Kongreya Diyalogê ya Niştimanî jinûve were avakirin
12:07 Gelê Kurd û dostên wan ji bo ‘Azadiya Ocalan’ li Strasbourgê ne
11:45 CHP’ê bertek nîşanî qeyûm da: Helwesta hevpar girîng e
11:27 Îmamoglû bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
11:26 DÎSK Basin-Îş: Em ê êrîşên li dijî rojnamegeran ji rêzê nebînin
11:12 Li Wanê zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin
11:09 DFG û MKG: Rojnamegeran serbest berdin
11:09 Kuçukbalaban: Dikarin salvegera komployê veguherînin firsenda çareseriyê
10:51 Protestoyên komployê: Ji Ocalan re azadî
10:24 Kahtali Miçê jiyana xwe ji dest da
10:23 Xwe bi paradîgmaya Abdullah Ocalan birêxistin kirin
09:56 DBP: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe
09:36 Zeydan: Dê derbekar winda bikin
09:36 Dema qeyûm derbasî şaredariyê dibû gel got ‘Diz heye’
09:35 DEM Partî: Em ê li dijî zîhniyeta qeyûm bisekinin
09:27 Stratejiya hilbijartinê wekî sedema girtinê hat nîşandan
09:10 Dê bendava DSÎ'yê dîrokê jî tune bike!
09:07 ‘Li dijî tundiya mêr xeta xweparastinê divê'
09:04 Dê doza Mîraçê ku bi wesayîta zirxî hat qetilkirin jinûve bê lidarxistin
09:02 ‘Rojnamegerên sûcên şer teşhîr dikin tên hedefgirtin’
09:00 ROJEVA 15’Ê SIBATA 2025’AN
07:56 Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin
07:51 Pankarta deynên qeyûm rakirin: Li pêşiya avahiya şaredariyê protestoya ‘diz hene’