Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê

  • rojane
  • 09:58 17 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî hevdîtinan daxuyanî da û got ku hemû hevdîtinên wan erênî derbas bûne. Şandeyê destnîşan kir ku piştgiriya gel a pêvajoyê dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê. 

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28’ê Kanûna 2024’an de li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeya ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, piştî hevdîtinê li ser daxwaza Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî û siyasetmedarên girtî re hevdîtin kir. 
 
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, têkildarî encamên hevdîtinan bi raya giştî re daxuyaniyek parve kir. 
 
DAXUYANIYA NIVÎSKÎ
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
“Me di 28’ê Kanûna 2024’an de li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re hevdîtinek kir. Piştî vê hevdîtina me, li ser encamên vê hevdîtinê û li ser daxwaza wî, me bi Meclisa Giştî ya Tirkiyeyê, partiyên siyasî û hevalên xwe yên siyasetmedar ên li girtîgehê re hevdîtin kirin. 
 
Di 3’yê Çileya 2025’an de me serdana Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê birêz Nûman Kurtulmuş kir û hevdîtinên me dest pê kirin. Hevdîtinên me bi serok û nûnerên Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), Partiya Siberojê (Gelecek Partisi), Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), Partiya Saadetê (Saadet Partisi), Partiya Gel a Komarî (CHP), Partiya Dewayê (Deva Partisi) û Partiya Refahê (Refah Partisi) re berdewam kir. Me di navbera 11-12’ê Çileya 2025’an de serdana hevserokên me yên berê û hevalên me yên siyasetmedar ên girtî birêz Fîgen Yuksekdag, birêz Selahattîn Demîrtaş, birêz Leyla Guven û birêz Selçuk Mizrakli kir û me bi wan re hevdîtin kirin.
 
Ev hevdîtinên me li ser esasê diyalogê û aştiyê û li ser pêvajoya pevguhertina ramanan bi hevserok û desteyên me yên partiyê, bi pêkhateyên partiya me, bi partiyên siyasî yên ku em di tifaqê de ne û rêxistinên sivîl ên ku em bi wan re ne hatine destpêkirin û berdewam dikin.
 
Di serî de em hurmet û spasiyên xwe pêşkêşî hemû partiyên siyasî û berpirsên wan ên qedirbilind dikin ku bi dilgermî û dilnizmî pêşwaziya me kirin, nêrîn û pêşniyazên xwe yên hêja bi me re parve kirin û bi zimanekî gelek avaker xem û rexneyên xwe anîn ziman.
 
Xala sereke ya rojeva serdana me ew bû ku em encamên hevdîtina bi birêz Ocalan re ragihînin wan û rewşa nû ya ku derketiye holê bi hev re binirxînin. Bi kurtasî, ev daxwaz û îrade, ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd û bidawîkirina pêvajoya pevçûnê, berpirsyariya dîrokî ya xurtkirina yekitiya Tirk û Kurdan, berpirsyariya geşedanên radîkal û jêveneger li Rojhilata Navîn radiweste û destnîşan dike ku Meclisa Mezin a Tirkiyeyê û siyaseta demokratîk zemîna herî girîng a çareseriyê ye.
 
Hemû hevdîtinên me jidil û bi hêviya erênî derbas bûn. Serokên payebilind û şandeyên wan piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê diyar kirin. Bi vê re girêdayî di mijarên curbecur de fikar û pêşniyazên wan jî çêbûn. Ev fikar û pêşniyaz jî di esasê xwe de li ser şefafiya pêvajoyê û pêkanîn/îcrakirina wê di nava TBMM’ê de radiwestin.
 
Lijneya me di hevdîtinan de ji bo çareserkirina fikar û pirsyaran daxuyanî dan û pêşkêşî kirin. Nêrîna ku me ji hevdîtinan bi dest xist ev e ku daxwaz û îradeyeke hevpar di hemû aliyên siyasî de heye û hemû alî dixwaze pêvajoya nakokî û aloz a ku ji ber pirsgirêka Kurd çêbûye li pey xwe bihêlin. Derbaskirina vê pirsgirêkê û pêşxistina yekitî û biratiya hemû pêkhateyên etnîkî, olî û mezhebî li welatê me, ji bo berjewendî û xêra her kesî ye. Ev helwesta hevpar a hemû aliyan e. Mijareke din a bi vê re girêdayî jî ew e ku pêvajoya aştiyê bibe sedema demokratîkbûna giştî û berfirehkirina qada siyaseta demokratîk.
 
Hevdîtinên me yên li gel serok û hevalên me yên li girtîgehan gelekî erênî derbas bûn. Hevalên me bi awayekî aşkera û zelal piştgiriya xwe nîşan kirin ser rola ku Birêz Ocalan û Partiya DEM’ê dê bilîze. Diyar kirin ku ew ê di vê pêvajoyê de berpirsyariya xwe ya ji bo xurtkirina zemîna siyasî û civakî bi awayekî erênî pêk bînin.
 
Di vê serdemê de ku em li ser aştî, demokrasî û yekitiya Tirkiyeyê û herêmê radiwestin, şêwazên cudaxwaz û pêşdarazên ku dem bi dem em di medyaya nivîskî û dîtbarî de pê re rû bi rû dimînin û qada spekulasyonê ya ku tê avakirin, karê me zehmet dike. Em dizanin ku her kes û beşên civakî der barê vê pêvajoyê de xwedî hêvî û daxwaz in, di heman demê de fikar, hesasiyet û pirsyarên her kesî hene. Em di vê hişmendiyê de ne. Di pêvajoyeke wisa hesas de, belavkirina axaftinên çêkirî û hewldana afirandina rojevên ku carinan sînorên ehlaqî jî derbas dikin, germkirin û gurkirina şer pê ve ne tiştekî din e. 
 
Li gel hemû nerîn û nirxandinên xwe yên baş em ê di demeke kin de serdana Birêz Ocalan bikin û ji bo ku pêvajo bi rêbazên zexm û qewîn bigihêje aştiyê û çareseriyek ava bibe em ê kedeke mezin bidin. 
 
Di avakirina aştî û çareseriyê de piştgiriya gel a li ser van hevdîtinên me dê bibe hêmana herî girîng.
 

Sernavên din

21/01/2025
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin