Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be

  • rojane
  • 09:57 19 Çile 2025
  • |
img

RIHA - Endamê Konseya Serokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ji bo çareseriya pirsgirêkan pir girîng in û got: “Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir bibe.” 

Bi hilweşîna rejîma Esad re li Sûriyeyê hevsengî guherîn. Rêveberiya welêt radestî Heyet Tahrîr el-Şamê (HTŞ) hate kirin. Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê jî li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş dan destpêkirin. Êriş niha bi taybet jî li Bendava Tişrînê bi dijwarî didomin. Dewleta tirk li gel êrişan, her wiha li dijî statûya Rêveberiya Xweser jî xebatên dîplomatîk didomîne. 
 
Rêveberiya Xweser jî li dijî xetere û gefên heyî, lez da xebatên ji bo yekitiyê. Piştî hevdîtinên di navbera partiyan de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, li Hewlêrê bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. 
 
Endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, têkildarî êriş û geşedanên li herêmê axivî. 
 
'HEDEFA TIRKIYEYÊ KOBANÊ YE’
 
Salih Muslim, da zanîn ku êrişên li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê didomin û wiha got: “Şerê li herêma me hêj berdewam e. Tirkiye tevî çeteyên xwe êrişên hewayî didomîne. Li dijî vê gel jî çûye herêmê. Lê Tirkiye ji hewayî ve sivîlan hedef digire. Sivîl ji bo Bendav nebe hedefa êrişan hate wir. Lê niha hedef tên girtin. Hedefa esasî ya êrişên Tirkiyeyê Kobanê ye. Tirkiyeyê piştî HTŞ’ê rêveberiya Şamê bi dest xistî êrişên xwe zêde kir. Dixwaze herêmên Kurdan dagir bike. Ji bo derbasî Herêma Firatê bibe dixwaze Tişrîn û Qereqozaqê kontrol bike. Lê heta niha bi ser neketiye.” 
 
JI HTŞ'Ê RE: HEKE JIDIL BIN BILA BERTEKÊ NÎŞANÎ ÊRIŞAN BIDIN 
 
Muslim, bal kişand ser helwesta Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî êrişan û wiha got: “Bertekên koalîsyonê tenê di asta dîplomatîk de ne. Li qadê mudaxileyek tune ye. Em, têkiliyên xwe yên bi koalîsyonê re stratejîk dibînin. Ji ber ku li dijî terorîzmê têkoşîn wiha dibe. Êrişên Tirkiyeyê dike ku DAIŞ dîsa bihêz bibe û xwe organîze bike. Ev yek xetereyeke mezin e. Heke êrişên Tirkiyeyê nesekinin, dê ev gef mezintir bibe. HTŞ dibêje ‘em ê tevahiya Sûriyeyê biparêzin.’ Lê tu bertekan nîşanî êrişên Tirkiyeyê nade. Heke jidil bin bila bên em bi hev re Sûriyeyê biparêzin.” 
 
‘DIYALOGA DI NAVBERA KURDAN DE ŞERT E’
 
Muslim, anî ziman ku li dijî êrişan yekitiya Kurdan ferz e û wiha domand: “Birêz Mazlum Ebdî û birêz Mesûd Barzanî hevdîtin kir û ev ji bo gelê Kurd pir girîng e. Ji bo çareseriya pirsgirêkên heyî û yekitiya Kurdan, divê gav bidomin. Di hevdîtinê de li ser pirsgirêkên Kurdan axaftin hatin kirin û biryar hat dayin ku rêyên diyalogê vekirî bin. Li dijî êrişan, em li welatên Ewropayê jî hevdîtinên dîplomatîk dikin. Em li bendê ne ku DYA jî têkildarî êrişan daxuyaniyê bide. Em li bendê ne ku Trump ji bo agirbesta berê hatiye îmzekirin dîsa bikeve meriyetê daxuyaniyê bide. Lê em ji bo her tiştekî xwe amade dikin.” 
 
‘KURD BI OCALAN RE DILSOZ IN’
 
Muslim, bi lêv kir ku hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ji bo çareseriya pirsgirêkan xwedî roleke krîtîk in û axaftina xwe wiha qedand: “Tirkiye pirsgirêka xwe ya bi Kurdan re çareser nake û bingeha pirsgirêkên îro jî ev e. Heke bi rêya diyalogê çareser bike, dê êrişên ser me jî bi dawî bibin. Gelê Kurd dilsozê birêz Ocalan e. Çareseriya bi rêya diyalogê dê ji bo her kesî baş bibe. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn niha pêşengtiya demokrasiyê dike. Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve.” 
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

21/01/2025
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin