Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin

  • rojane
  • 11:17 19 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Menîce Haco Heyder di êrişa dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê ya li dijî Bendava Tişrînê de hate qetilkirin. 

  Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di êrişên heta niha de gelek sivîl hatin qetilkirin. 
 
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di encama êrişa dewleta tirk a duh li dijî Bendava Tişrînê de ku 4 sivîl hatibûn qetilkirin, Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê û Hevseroka Nivîsgeha PYD’ê ya Qamişloyê Menîce Haco Heyder jî jiyana xwe ji dest daye. 
 
Daxuyanî wiha ye:  
 
“Ji 38 rojan ve li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke sîstematîk tê kirin. Di van êrişan de binesaziya herêmê, bi taybet Bendava Tişrînê ku demara jiyanê ya bi milyonan mirovên li vê herêmê ye, tê hedefgirtin. Ev êriş ne tenê gefan li îstîqrar û aştiyê dixwin, lê belê armanc ew e ku planên mêtingeriyê yên Osmaniya Nû pêk bên, hêmanên jiyanê yên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin têkbirin.
 
Tevî van êrişên hovane û yên bênavber, lê HSD’ê û YPJ’ê rojane destanên lehengiyê dinivîsînin û vê berxwedanê ji vîna gelên herêmê yên ku teslîmbûyînê qebûl nakin û piştgiriya hêzên xwe dikin, werdigirin. Berxwedana ku heta van kêliyan li Bendava Tişrînê tê kirin, ne tenê şerê parastina xakê ye, lê belê şerê hebûn û dîrokê ya ji bo azadî û rûmetê ye.
 
Dewleta Tirk li dijî sivîlên ji bo parastinê li Bendava Tişrînê nobedariyê dikin, bi balafirên şer êriş dike. Îro jî dewleta Tirk careke din êriş kir û komkujiyeke hovane pêk anî. Di encamê de 4 sivîl şehîd bûn û gelek sivîl jî birîndar bûn. Ev hemû digel bêdengiya navneteweyî de pêk tên. Ev sûcên bênavber binpêkirina aşkera ya nirxên mirovî û qanûnên navnetweyî ne û li sicila sûcên rejîma Tirk a komkujî û sûcan zêde dibe.
 
Em Meclisa Giştî ya PYD’ê bi xemgîniyekê nasnameya Endama Meclisa Giştî ya partiyê û hevseroka Nivîsgeha PYD`ê ya Qamişloyê Menîce Haco Heyder tevî şehadeta 3 hevrêyên din ên nobedar aşkera dikin. Hevrê Menîhe sembola têkoşîn û fedakariyê bû. Di jiyana xwe de li hember doza jinan û doza gelê xwe bi rihê berpirsiyartiyê tev digerî . Di pêşkêşkirina xizmetê ji bo gel û doza xwe de heta kêliya dawiyê dudilî nebû.
 
Em Meclisa Giştî ya PYD`ê van komkujiyên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin û bang li civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku bi berpirsiyartiyên xwe rabin û van êrişên hovane yên li dijî gelê me bi dawî bikin.
 
Em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdên ku di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bûne dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Em diyar dikin ku wê xwîna we ya paqij ji bo rêya azadiyê ji me re bibe ronahî. Em soza xwe ji gel û şehîdên xwe re dubare dikin ku têkoşîn û berxwedanê heta pêkanîna armancên azadî, edalet û aştiyê bidomînin."
 

Sernavên din

21/01/2025
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin