Abdullah Ocalan di hevdîtinê de çi got, çima daxuyaniyekê berfireh nehat dayin?

  • rojane
  • 16:48 23 Çile 2025
  • |
img

ENQERE - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan duh di hevdîtina duyemîn a bi Şandeya Îmraliyê de têkildarî pêvajoyê wiha got: “Ez gelek hêja dibînim. Divê em vê carê bi ser kevin.” Her wiha Abdullah Ocalan ji ber şewata Kartalkayayê nexwest daxuyaniyeke berfireh were dayin. 

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan duh li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re cara duyemîn hevdîtin kirin. Şandeyê, îro têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev pêvajo ji bo her kesî, ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike.” 
 
Piştî daxuyaniyê me xwe gihand rayedarên DEM Partiyê û hinek kitekitên hevdîtina di navbera Abdullah Ocalan û şandeyê de bi me re parve kirin. 
 
‘EZ GELEK HÊJA DIBÎNIM’
 
Rayedarê DEM Partiyê anî ziman ku di hevdîtina 4 saetan domiyayî de şandeyê têkildarî serdanên piştî hevdîtina ewil bi derdorên cuda re hatine kirin û eleqeya raya giştî ya ji bo pêvajoyê, agahiyên berfireh bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re parve kiriye. Heman rayedarî got ku Abdullah Ocalan jî têkildarî agahdarkirinê wiha got: “Ez pir hêja dibînim.” 
 
‘DIVÊ EM VE CARÊ BI SER KEVIN’
 
Rayedarê behsa xeberê anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtinê de got; “Divê her kes bi awayekî erênî ji bo van nîqaşan sûdewer be û piştgiriyê bidin û ev yek dê bi her kesî bide qezencekirin.” Hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan xwestiye ku divê ev pêvajo bêhtir pêş bikeve. 
 
Rayedareke din ê DEM Partiyê jî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan têkildarî pêvajoyê wiha gotiye: “Rêya me hêj dirêj e. Divê em vê carê bi ser kevin.” 
 
ÇIMA DAXUYANIYEKE BERFIREH NEHAT KIRIN? 
 
Di hevdîtinê her wiha Abdullah Ocalan têkildarî geşedanên di rojevê de, pirsgirêka Kurd, pirsgirêk û geşedanên li Tirkiye û herêmê tên jiyîn jî nirxandinên berfireh kir. Rayedar got ku Abdullah Ocalan xemgîniya xwe ya ji ber welatiyên di şewata li Boluyê de jiyana xwe ji dest dayin aniye ziman. 
 
Heman rayedarî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de ji ber karesata li Boluyê û ragihandina “şîna netewî” bi şandeyê re nîqaş kiriye û gotiye ka daxuyaniyeke berfireh bê dayin raste yan na. Rayedarî, bilêv kir ku herî dawî biryar hate dayin ku daxuyaniyeke berfireh neyê dayin. 
 
Rayedarê DEM Partiyî anî ziman ku Abdullah Ocalan ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayin ji Tirkiyeyê re sersaxî û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê xwestiye. 
 
DÊ LI GORÎ HEWCEDARIYÊ DAXUYANÎ BÊ DAYIN 
 
Me pirsa “Gelo dê têkildarî pêvajoyê di demên pêş de daxuyaniyeke befireh were dayin?” ji rayedarê DEM Partiyî kir. Rayedarî got: “Di rojên pêş de li gorî hewcedariyê em ê têkildarî hevdîtinê hinek kitekitan bi raya giştî re parve bikin.” 
 
Hat ragihandin ku Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê di rojên pêş de hevdîtin û xebatên berfireh bike. 
 
MA / Mehmet Aslan

Sernavên din

21/03/2025
15:43 îfadeya Îmamoglû ya li emniyetê dest pê kir
15:20 Cezayê hefsa malê dan Îsmaîl Saymaz
15:00 Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo aştiyê amade ne
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin