KNK: Mîna 10 sal berê em careke din Rojava biparêzin

  • rojane
  • 15:04 26 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê bi boneya 10’emîn salvegera rizgarkirina navenda Kobanê daxuyanî da û got: “Mîna 10 sal berê, îro jî ji bo parastina Rojava em bang li hemû mirovahiyê dikin.” 

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û peyama “Parastina Rojava parastina mirovahiyê ye” da. 
 
Di daxuyaniya KNK'ê de hate ragihandin ku Şoreşa Rojava ya ku 19'ê Tîrmeha 2012'an destpê kir gihîşt asteke nû û wiha hate gotin: "Kobanê çîrûska destpêkê ya Şoreşa Rojava û ala azadiyê ya li dijî hêzên dagirker e. Gelê Kurd û piştevaniya dostan di 26'ê Çileya 2015'an li dijî DAIŞ'ê bi ser ket û ev serkeftin serkeftina rûmeta mirovahiyê ye. Ev serkeftina dîrokî ne tenê serkeftineke leşkerî ye, di heman demê de serkeftina têkoşînekê ye ku bi biryardarî û yekitiya gelê Kurd hatiye bidestxistin."
 
TÊKÇÛNA DAIŞ’Ê YA LI KOBANÊ 
 
Di daxuyaniya KNK'ê de hate ragihandin ku DAIŞ'ê derba destpêkê ya herî giran li Kobanê xwar û wiha domand: “Berxwedana Kobanê weke têkçûna mezin a destpêkê ya DAIŞ'ê derbasî nava rûpelên dîrokê bû. Ev serkeftin bi hewldanên hevpar ên gelê Kurd û şoreşên Rojava pêk hat. Têkoşîna azadiyê ya ku ji Kobanê destpê kir, Reqa jî di nav de ku DAIŞ'ê ji xwe re weke paytext ragihandibû kir ku gelek herêm bê rizgarkirin. Ev pêvajo bi fedakariya YPG û YPJ'ê, bi piştevaniya gelê Kurd a li çar aliyan û bi piştgiriya hêzên demokratîk navneteweyî bi cih hat."
 
'PARASTINA ROJAVA PARASTINA MIROVAHIYÊ YE'
 
KNK’ê bibîr xist ku Rojava hîn jî bi gefên dagirkeriyê re rû bi rû ye û hate destnîşankirin ku Tirkiye yekser an jî neyekser êrişî Rojava dike. KNK’ê, got: “Piştî têkçûna DAIŞ'ê dewleta Tirk yekser berê xwe da Rojava û êriş kir. Herêmên weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê mînakên ji polîtîkayên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê ne. Niha jî êriş li ser Kobanê û derdora Bendava Tişrînê tê kirin. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku parastina Rojava ne tenê parastina gelê Kurd e, di heman demê de parastina tevahiya nirxên hevpar ên mirovahiyê ye.
 
Di vê demê de parastina destketiyên Şoreşa Rojava ji her demê bêhtir girîng e. Ruhê berxwedanê yê ji Kobanê bilind bû. hêviya azadiyê ya Kurdistanê û mirovahiyê ye. (...) Divê destketiyên Şoreşa Rojava bêne parastin û berxwedana Kobanê timî bê bîranîn. Mîna 10 sal beriya niha em bang li gelê xwe, dostên xwe û tevahiya mirovahiyê dikin ku Rojava biparêzin. Bi vê wesîleyê salvegera serkeftina Kobanê û rizgarkirina kantonên Rojava careke din pîroz dikin." 
 

Sernavên din

03/03/2025
15:30 Dayikên Aştiyê bang li îktîdarê kirin: Gavan biavêjin
15:05 DEM Partî: Dewlet û îktîdar muxatabên banga Ocalan in
15:03 Li Rojhilat agirê Newrozê hate hilkirin
14:47 Hejmara Êzidiyên di 2014’an hatin windakirin û qetilkirin hat aşkerakirin
14:36 Ji bo danişîna Nîmet Tanrikulu bang hate kirin
13:46 Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulistan Tara hate avakirin
13:34 GOÇ-DER: Ji bo vegerê divê gav bên avêtin
13:21 Rapora MKG’ê ya Sibatê: 2 rojnamegerên jin hatin girtin
13:06 KCDP: Di meha Sibatê de 16 jin hatin qetilkirin
12:57 Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê: Qeyûm dest bi talanê kir
11:57 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 39,05 li gorî ENAG’ ê jî ji sedî 79,51 e
11:50 MYK’a DEM Partiyê dê teşeya dawî bide ‘Nexşerêyê’
11:37 ‘Divê îktîdar gavan biavêje û di qanûnan de sererastkirinan bike’
11:19 Doza Uytun dê sibê bê lidarxistin: Hêj biryara keşfê nehatiye cîbicîkirin
11:01 Halîde Turkoglû: Dê herî zêde jin xwedî li bangê derkevin
10:47 TJA’yê bernameya 8’ê Adarê aşkera kir
10:36 'Kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan wê bi gavên nû bidome'
10:35 Aytaç: Banga Ocalan xwedî wê potansiyelê ye ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn biguherîne
10:03 Endamê Şandeya Aqilmendan Ozgen: Divê derbasî pêvajoya muzakereyan bibin
09:44 ‘Em ê ji Banga Aştî û Civaka Demokratîk re bibin bersiv’
09:43 Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê: Divê meclis berpirsyartiyê li xwe bigire
09:00 ROJEVA 3’YÊ ADARA 2025’AN
02/03/2025
17:00 Çalakiyên 8’ê Adarê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
16:32 Agirê ewil ê Newrozê li gundê Abdullah Ocalan hate hilkirin
15:17 ‘Em ê xwedî li banga Abdullah Ocalan derkevin'
14:52 Bi hinceta ‘li cem hev rûniştine’ ceza dan girtiyên di heman qawîşê de
14:42 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet gavên şênber biavêje
14:16 NPG’ê têkildarî ‘agirbestê’ daxuyanî da: Ji bo hemû hêzên me derbasdar e
14:10 Seroka Meclisa DTSO’yê: Em ê di pêvajoya nû de her berpirsyartiyê li xwe bigirin
14:06 Hunermendan got: Pêvajoya nû herî zêde erkê dixe ser milê rewşenbîr û hunermandan
13:51 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî di Mijdarê de tê lidarxistin
12:27 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta Tirk didomin
12:23 HSD: Êrişên çeteyan hatin têkbirin
12:22 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê krîza randevuyê: Gelek nexweş jiyana xwe ji dest didin
11:06 Jin dê pêşengtiya guherîn û veguherînê bikin
10:44 ‘Banga dîrokî ji bo çareseriya demokratîk firsendek e’
10:42 Danişîna parêzvanê walî ku destdirêjî li zarokekê kiribû sibê ye
10:32 Tuncer Bakirhan: Muxatabekê banga dîrokî jî Meclis e
10:04 DEM Partî dê bi rojeva ‘banga dîrokî’ li 100 navendan bi gel re bicive
09:52 'Ji bo çareseriyê êdî dora dewletê ye’
09:45 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin li ser aştiyê diaxivin’ derket
09:39 Ayla Akat Ata: Pêvajo li hemû pêkhateyan ferz dike ku bi awayekî kolektîf tevbigerin
09:38 Hevseroka KNK'ê: Banga Ocalan formula çareseriyê ye
09:03 ‘Divê ji bo mafê hêviyê di qanûnan de guhertin bên kirin’
09:00 ROJEVA 2’YÊ ADARA 2025’AN
01/03/2025
16:06 Ji xizmên windayan piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
15:25 Foza Yûsif: Pêngava Rêber Apo dê bandorê li herêmê bike
14:36 Di çapemeniya cîhanê de daxuyaniya PKK’ê ya agirbestê
14:26 Onder: Hefteya pêş wê gelek tişt zelal bibin
14:18 Li aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn
12:36 OHD: Ji bo 'mafê hêviyê' divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
12:32 ANHA 12 salî ye
10:30 Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê destûra bingehîn a nû bê rojevê
09:54 Teqawid çareseriylê dixwazin: Ne ji bo şer, ji bo teqawidan budçe
09:11 Huda Kaya: Divê gavên şênber bên avêtin
09:07 'Divê mafên siyasî û çandî yên kurdan bên naskirin'
09:01 ROJEVA 1'Ê ADARA 2025'AN
08:23 PKK'ê agirbest îlan kir: Em tevli banga Rêber Apo dibin
28/02/2025
18:18 Ji DEM Partiyê mesaiya 'banga dîrokî'
18:10 Ji Jînoelojiyê banga hevdîtina xwendinê
16:49 Hesabên X’ê yên JINNEWS û Xwebûnê hatin astengkirin
16:48 ‘Em îdiaya xwe ya jiyana azad mezin dikin’
16:27 'Heta edalet neyê aştî çênabe’
16:03 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: 408 bûyerên îşkenceyê hatin tespîtkirin
15:31 Li Sûrê Navenda Piştgiriyê ya Jinê hat vekirin
15:01 Ji bo hunermend Gencay Morkoç biryara tehliyeyê
14:26 Ozel bang li Erdogan kir: Zelal û wêrek be
14:08 ‘Bila êriş bên sekinandin û makezagoneke nû bê çêkirin’
13:48 ‘Banga Serok erênî bû û em ji Serokê xwe bawerin'
13:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:16 Rêxistiya Efûyê ya Navneteweyî ji bo Şerîfe Mihemedî bang kir
13:05 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê: Divê tavilê berpirsyartiyê li xwe bigirin
13:03 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê D’Alema: Banga Ocalan bangekî wêrek e
13:03 Îmamoglû: Em bangê binirx dibînin, berpirsyartî tenê li ser milê aliyekî nîne
13:02 Serokê EMEP’ê: Divê gavên ku qada maf û azadiya fireh dikin bên avêtin
12:10 Kekê xwe piştî 4 salan di wêneyê dîrokî de dît: Divê êdî azad bibin
11:57 Oluç: Gavên ku divê dewlet û îktîdar biavêje hene
11:37 Rejîma Îranê di 8 salan de herî kêm 56 zarokên Beluc qetil kir
11:32 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan manşeta rojnameyan bû
11:12 Dayikên Aştiyê: Em ji rêberê xwe bawerin
10:41 Rojnameger Çalişlar: Heke bang baş were nirxandin dê pêşiya Tirkiyeyê vebe
10:36 33 salan di girtîgehê de ma: Ev bang ne dawî ye, destpêkeke
09:56 Kêliyê dîrokî: Abdullah Ocalan şande çawa pêşwazî kir, çi qewimî?
09:03 Keda nayê xuyakirin: Kedkarên nava malê
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Bersiva wezaretê ya ji bo parastina 'leşkeran' riziya!
09:00 ROJEVA 28’Ê SIBATA 2025’AN
08:47 Mesrûr Barzanî: Em piştgiriyê didin hewldanên aştiyane
07:36 Qesra Spî: Banga Ocalan gaveke girîng e
27/02/2025
23:59 Sekreterê Giştî yê NY'ê Guterres: Banga Ocalan ji bo çareseriyê bû çirûskek hêviyê
21:54 Berxwedêrên Tişrînê peyama dîrokî ya Ocalan guhdar kirin
20:53 Ji êzdiyan piştgirî ji bo banga dîrokî
18:07 Dema li banga dîrokî guhdarî dikirin hêsir barandin
18:04 Li gel wêneyên Abdullah Ocalan li bangê guhdarî kirin
17:56 Li Qada Bajar a Wanê bi deh hezaran kesan li banga dîrokî guhdarî kir
16:58 Ji Abdullah Ocalan banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’: Ji bo berdana çekan divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin
16:48 Wêneyê banga dîrokî
16:31 Bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd in: Bijî berxwedana Îmraliyê
15:49 Li Qada Şêx Seîd kelecana ji bo banga dîrokî: Me nekarî şeva din rakevin
15:47 Şandeya Îmraliyê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat pêşwazîkirin
15:34 Kesên ku dê banga dîrokî bixwînin diyar bûn