Aydar: Heta Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê

img

ENQERE – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyr Aydar diyar kir ku heta Abdullah Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê û têkildarî gotinên Erdogan yên têkildarî berdana çek got, “Ev gefxwarin e. Bi zimanê şer û gefxwarinê aştî pêk nayê.” 

Piştî hevdîtinên navbera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê nîqaşên derbarê çareseriya pirsgirêka kurd de berdewam in. Bêyî ku ji bo çareseriyê gav bên avêtin berdevkên AKP’ê balê dikişînin ser çekberdanê û siyasetmedarên kurd jî bibîrdixin ku hilgirtina çek sedema pirsgirêka kurd nîn e, wek encama pirsgirêkan çek hatiye hilgirtin û ger pirsgirêk were çareserkirin encam jî dê ji holê rabin. 
 
‘HEVDÎTIN GIRÎNG Û WATEDAR IN’ 
 
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyr Aydar têkildarî hevdîtinan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Aydar da zanîn ku hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk tên girîng û watedar in û wiha got: “Di her du hevdîtinan de, rayedarên dewletê li wir amade bûn û ev girîng e. Û em vê wekî destpêka pêvajoyê dibînin. Ji bo me girîng e ku peyamên Serok Apo bigihêjin her kesî û em rasterast muxatap girtina wî girîng dibînin. Heta niha, nêrînên Serok Apo nêzîkî hev in. Di vê mijarê de, Serok Apo û tevgera wî zelal in. Ya girîng ev e ku yên hember çi difikirin.”
 
MIJARA ÇEKBERDANÊ
 
Zubeyr Aydar bibîrxist ku kurdan li hemberî polîtîkayên tunekirin, înkar û pişaftinê çek hilgirtine û têkildarî nîqaşên çekberdanê wiha got: “Kurdan çima çek hilgirtin? Ger hûn encaman holê rakin û sedema holê ranekin hûn dê bi heman encamê re rûbirû bimînin. Ger PKK nebe jî dê hinek kesên din çek hilgirin. Yanî divê şert û merc wisa bin ku kurd pêwîstiya çek hilgirtinê nebînin. Serok Apo got ku ‘Ger şert û mercên min guncav bibin, neyêm astengkirin, ez dikarim vê pêvajoyê ji şîdetê bînin ser bingeha hiqûq û siyasetê’. Daxwaza kurdan ew e ku bi hiqûq û siyasetê pirsgirêkê çareser bikin. Lê ger pirsgirêk tenê wek hilgirtina çek were destgirtin , tenê çeka kurdan wek pirsgirêk bibînin û çekê ji destê wan bigirin jî dê hinekên din çekê hilgirin. Pêwîst e mesele bi giştî were destgirtin. Lazim e pirsgirêk wek pirsgirêka gelekî ya maf, jiyana azad, zimanê gelekî, çanda gelekî û xwe rêveberinê were destgirtin. Ger li şûna sedeman bi encaman re mijûl bibin hûn dê nekaribin pirsgirêkê çareser bikin. Divê mesele bingehîn were destgirtin û her tiştî li ser esasê xwe nîqaş bikin û bigihêjin encamê.” 
 
‘TECRÎD DEWAM DIKE’
 
Aydar diyar kir ku hêj tecrîda li ser Abdullah Ocalan dewam dike û wiha axivî: “Du hevdîtin pêk hatin û em nikarin bibêjin tecrîd bi dawî bûye. Heyet mehê carekê biçe li gel Serok Apo, 3-4 saetan hevdîtin pêk bîne, bi vî rengî pirsgirêka tecrîdê çareser nabe. Me demên berê jî dît ku pirsgirêk wiha çareser nebû. Di hevdîtinên 2013-2015’an de dewlet wisa nêzîk bû û pêvajo xitimî. Serok Apo rêveberê vê tevgerê ye û tevger ava kiriye û sermuzakerevan e. Divê şert û mercên wî yên xebatên bên başkirin. Jixwe wî jî berê behsa şert û mercên tenduristî, ewlehî û xebata azad kiribû. Di pêvajoya 2013-2015’an de ji ber ku ev bi cih nehatin gotibû ‘Ez ji navberê vedikişim’. Tê wê wateyê ku ez di bin van şert û mercan de nikarim xebatan bimeşînim. Ji bo Serok Apo xebatan bimeşîne divê bi rêxistinê têkilî deyne, hevdîtin pêk bîne, xwe bigihîne hemû kesî û agahî û belgeyan bi rihetî bi dest bixe. Divê li Tirkiyeyê bi partiyên siyasî, akademîsyen, rojnameger, saziyên ragihandinê bi awayekî bêsînor diyalogê pêk bîne. Di şert û mercên Îmraliyê yên heyî ve ne mimkun e ku pêvajo bi awayekî baş bimeşe. Yên ku ji Serok Apo re dibêjin; ‘daxuyanî bide, filan tiştî bibêje’ neçar in ku şert û mercên Îmraliyê baş bikin. Heta şert û merc neyên başkirin ne mimkun e pêvajoy baş bimeşe.”
 
Aydar da zanîn ku pirsgirêka kurd bi Tirkiyeyê ve sînorkirî nîn e, her wiha Îran, Iraq û Sûriyeyê jî eleqedar dike û wiha got: “Pirsgirêka kurd hemû herêmê eleqedar dike, Ewropayê jî eleqedar dike. Veguheriye pirsgirêka cîhanê. Ger li holê pirsgirêkek hebe kesên din jî xwe tevlê dikin. Ji ber vê yekê, çareseriya ku Serok Apo dixwaze pêş bixe ji bo gelên herêmê bingeh e û di çarçoveya jiyana azad a paradîgmayeke pêşerojê ye.” Aydar got ku divê hişyariyên Abdullah Ocalan a ‘ger pirsgirêkê di navbera xwe de çareser nekin dibe ku wek Xeza û Sûriyeyê bin’ baş bên fêmkirin.
 
RÊYA ÇARESERIYÊ
 
Aydar anî ziman ku ger her nasname, çand û bawerî di makezagonê de karibe xwe bi rihetî îfade û birêxistin bike dê çareseriya pirsgirêkê hêsantir be û wiha got: “Feraseta netew dewlet ne li gorî herêmê ye. Feraseta netew dewlet gelan tîne hemberî hev û dişikîne. Me dît ku li Iraq û Sûriyeyê encamên çawa derketin holê. Pêwîst e Tirkiye û Îran bikevin pêvajoya guhertin û veguhertinê. Divê hemû nasname bikaribin bi rihetî xwe îfade bikin. Bi yek nasname û yek bawerî ve çareserî pêk nayê.”
 
GEFXWARIN Û ZIMANÊ ÇAPEMENIYÊ
 
Zubeyr Aydar herî dawî got ku divê hikûmeta tirk dev ji zimanê gefxwarinê û êrîşan berde û wiha axivî: “Ev gefxwarin e. Bi zimanê şer û gefxwarinê aştî pêk nayê. Ger ev nêzîkatî berdewam bikin jixwe çareserî ne mimkun e û encam jî nayê bidestxistin. Dema mirov pratîkên hikûmetê mêze dike dibîne ku li gorî pêvajoyê tevnagere. Li aliyekî qeyûman tayînî şaredariyên li Kurdistanê dike, her roj operasyonên leşkerî, siyasî pêk tîne. Her roj bombebaranan pêk tîne, bi hezaran kesa binçav dike û dixe girtîgehan, êrîşî Rojava dike. Em nikarin ji van tiştan re çavê xwe bigirin. Hem wisa bike û hem jî bibêje aştiyê dixwazim; ev her du bi hev  re nameşin. Divê hemû kes vê bibîne û li gorî wê tevbigere. Mafê wan tune ku bibêjin; ‘Bang bikin, bila Serok Apo wiha bike’. Di bin van şert û mercan de ne mimkun e encam bê bidestxistin. Divê qet nebe vê carê zimanê xwe biguherînin. Zimanê hikûmetê zimanek guncav nîn e. Ev ziman di çapemeniya tirk de jî cih digire. Çapemenî li gorî zimanê hikûmetê helwesta xwe diyar dike. Çapemeniya îktîdarî bi berpirsyarî tevnagere. Carnan çapemenî sînorên exlaq derbastir dikin. Ji bo çareseriyê roleke mezin dikeve ser milê çapemeniyê û divê çapemenî jî bi berpirsyarî tevbigere.”
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

27/03/2025
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir
15:39 Li Îran û Rojhilat 15 jin hatin qetilkirin
15:33 Berdevka DEM Partiyê: Divê Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinê bike
14:40 Di doza ‘Vegerandina li Jiyanê’ de ji bo 194 leşkeran ceza hat xwestin
14:34 Der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Gundê Sakiroyê hate bombebarankirin
14:13 10 parêzer di bin çavan de ne
14:02 Di 5 rojan de hezar û 133 kes hatin binçavkirin
12:59 DEM Partî û DBP dê biçin serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:55 DYA û Rûsya ji bo agirbestê civiyan
12:36 Di du rojan de hezar û 45 êriş hatin kirin
12:35 DFG û MKG: Divê rojnamegeran demildest bên berdan
12:27 Ji Amedê ber bi Amarayê ve dê meş were lidarxistin
12:12 MYK’a DEM Partiyê civiya
12:10 Di doza Komkujiya Madenê ya Amasrayê de cezayên mîna xelatê hatin dayin
11:52 ‘Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe’
10:52 Qeyûmê Wanê ‘Pirtûkxaneya Jinan’ veguherand keştiya protokolê
10:45 Yagiz ê HDP’î radestî Tirkiyeyê hate kirin
10:17 Walîtiyê giliyê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê kir
10:09 Ji jinên Beluc ên hatine binçavkirin agahî nayên girtin
09:54 Protesto di tevahiya şevê de domiyan: Dîmenên tundiya polîsan derketin holê
09:42 ‘Gel xwedî li bangê derket û îktîdar nikare jinedîtî ve bê’
09:17 Hejmara şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin derket 13’an
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2025’AN
08:24 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
08:21 Li Stenbol û Îzmîrê serdegirtinên malan
08:20 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
23/03/2025
17:38 Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî hate avakirin
17:37 Ozel: Têkoşîna hevpar dê bi heman biryardariyê bidome
Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi girtinan, bi demokrasiyê heye
17:20 Li Antalyayê Newroza 'azadiyê'
17:07 Tulay Hatîmogullari: Têkoşîn mafek e
16:59 Li Stenbolê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:55 Newroza biheybet a Stenbolê bi dawî bû
16:53 Sebahat Tûncel: Hêvî heye, ji bo aştiyê em bi xwe bawer in
16:52 Gulistan Sonuk: Li Stenbolê derbe hate kirin
16:47 Di pîrozbahiyên Newrozan de daxwaza hevpar: Ji Ocalan re azadî
16:34 Li Antalyayê Newroza azadiyê: Divê hikûmet gav biavêje
16:14 Ozel ji bo Newroza Stenbolê peyam şand: Rojên ku em govenda azadiyê bigerînin nêz in
15:58 14 baroyan bertek nîşanî Yavaş dan: Em şermezar dikin
15:58 Bayindir: Gelê Kurd wê azadiya Ocalan bibîne