Sîmonnet a çûbû serdana Rojava: Nêrînên Ocalan hêviyê didin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedara Fransî Danîelle Sîmmonet çû serdana Rojava û got ku Rêveberiya Xweser a bi paradîgmaya Abdullah Ocalan hatiye avakirin hêviyê dide û wiha got: “Li seranserî cîhanê pir kêm mirov di mijara rola jinê ya di civakê û siyasetê de ewqas pêşverû ne.” 

Şandeyeke Fransayê ku ji gelek parlamenteran û nûnerên partiyên siyasî pêk dihat, di navbera 22-28’ê Çileyê de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ziyaret kirin. Di 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê de bi YPJ, HSD û gelek saziyên siyasî re hevdîtin kirin. 
 
Parlamentera Partiya L'Aprèsê ya Herêma 20’emîn a Parîsê Danîelle Sîmmonet têkildarî serdanê û êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
‘EM JI BO BÊDENGIYÊ JI HOLÊ RAKIN ÇÛN’ 
 
Danîelle Sîmmonet, diyar kir ku ew bi boneya 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê çûn serdanê û wiha got: “Di demeke ku Tirkiye her roj êrişî xaka Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser dike de me xwest piştgiriya xwe nîşan bidin û bêdengiya navneteweyî ji holê rakin. Li Bendava Tişrînê her roj sivîl û endamên HSD’ê jiyana xwe ji dest didin. Divê Fransa, YE û NATO bikeve nava tevgerê, daxwaza agirbestê bikin û li dijî Tirkiyeyê biryara mueyîdeyan bidin. Divê mudaxileya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê bi dawî bibe.” 
 
Danîelle Sîmmonet, da zanîn ku wan xwestine jiyana nû ya bi Rêveberiya Xweser hatiye avakirin bibînin û ev tişt anî ziman: “Me dît ku ev model ji bo pêşeroja Sûriyeyê ne pirsgirêk lê çareserî ye. Ji bo em bibin divê Rêveberiya Xweser bibe parçeyeke pêvajoya makezagona Sûriyeyê ya nû li wir bûn.” 
 
RÊXISTINIYA JINAN
 
Danîelle Sîmmonet, got ku hevdîtina wan bi Kombûna Jinan a Zenûbiyayê re li Reqayê kirin pir bandor li wan kiriye û wiha pê de çû: “Berdevkên rêxistinê zextên di serdema DAIŞ’ê de vegotin. Niha azad dijîn, dixebitin û weke meclisên jinan xwedî hêz in. DAIŞ’ê koletî lê ferz dikir lê niha bi zilaman re wekhev in. Jinekê ji min re got; ‘Peymaneke me ya civakî heye. Destûra me ya bingehîn heye û dibêje jin û zilam wekhev in lê em dizanin ku ji bo wekheviyê divê jin xwe birêxistin bikin.’” 
 
Bi domdarî Danîelle Sîmmonet diyar kir ku jiyana demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin ji bo hemû gelên cîhanê hêvî ye û wiha domand: “Weke femînîstekê ez dixwazim fikrên Abdullah Ocalan bizanim. Bi taybet jî nêrînên Ocalan ên femînîst pir hêviyê didin; li cîhanê pir kêm mirov hene ku di mijara rola jinê ya di nava civakê û siyasetê de xwedî fikrên ewqas pêşverû be. Ez ji şoreşa femînîst gelek bibandor bûm. Jinên Kurd li dijî nêzikatiyên zayendperest, tundî û zextê xwe birêxistin kirine. Jin ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe hatine gel hev, meclisên xwe ava kirine û bi awayekî wekhev peywira xwe ya hevserokatiyê dikin. Ev vîzyonên wekhev ên têkildarî rolên jin û zilaman, mînaka vê li cîhanê tune ye.” 
 
‘DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’
 
Danîelle Sîmmonet, got ku di serî de Abdullah Ocalan divê temamiya girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bên berdan û wiha pê de çû: “Gelek girîng e ku mirov Abdullah Ocalan weke Mandela bibîne. Divê demildest azad bibe. Hevdîtinên dawî yên bi Ocalan re erênî ne. Hêvîdarim nîşaneya nêzikatiya hikûmeta tirkan a li dijî civaka Kurd be. Dibe ku ev yek rê li ber azadiya Ocalan û girtiyên din veke. Lê di vê navberê de Tirkiye êrişî Bendava Tişrînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Gelên Tirkiye, Sûriye û herêmê agirbest û aştiyê dixwazin lê armanca Erdogan cuda ye.”
 
BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ YA LI DIJÎ ÊRIŞAN
 
Danîelle Sîmmonet, da zanîn ku êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer in û got: “Divê li dijî Tirkiyeyê mueyîde bikevin meriyetê û Tirkiye mudaxileyî siyaseta Sûriyeyê neke. Em ji bo xerakirina bêdengiya navneteweyî ya li dijî êrişan çûn Rojava. Esad ket lê aştî çênebû. YE’yê ji bo kontrolkirina koçberan gelek pere dan Tirkiyeyê. Ev durûtî ye.” 
 
‘DIVÊ TECRÛBEYA ROJAVA ESAS BÊ GIRTIN’
 
Danîelle Sîmmonet, daxuyand ku bêyî tecrûbeya Rojava Sûriyeya nû nikare were avakirin û ev bang kir: “Dixwazim ji civaka navneteweyî, hikûmeta Fransayê û Serokkomar Emmanuel Macron re vê bibêjim; berpirsyartiyên xwe bicih bînin. Divê hûn ji Erdogan re bibêjin ku dawî li êrişên xwe yên ser Tişrînê bîne û ji Îsraîlê re jî bibêjin ku êrişên ser Golanê bide sekinandin. Em bi koçberên Efrînê re axivîn. Dixwazin vegerin ser xaka xwe. Projeya demokratîk a Rojava divê di nava Sûriyeyeke nenavendî de, mafên jinan û nûnertiya wekhev a hemû gelan were parastin. Ev yek dê ji bo hemû gelê Sûriyeyê baş be.” 
 
MA / Hîvda Çelebî
 

Sernavên din

26/03/2025
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir
15:39 Li Îran û Rojhilat 15 jin hatin qetilkirin
15:33 Berdevka DEM Partiyê: Divê Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinê bike
14:40 Di doza ‘Vegerandina li Jiyanê’ de ji bo 194 leşkeran ceza hat xwestin
14:34 Der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Gundê Sakiroyê hate bombebarankirin
14:13 10 parêzer di bin çavan de ne
14:02 Di 5 rojan de hezar û 133 kes hatin binçavkirin
12:59 DEM Partî û DBP dê biçin serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:55 DYA û Rûsya ji bo agirbestê civiyan
12:36 Di du rojan de hezar û 45 êriş hatin kirin
12:35 DFG û MKG: Divê rojnamegeran demildest bên berdan
12:27 Ji Amedê ber bi Amarayê ve dê meş were lidarxistin
12:12 MYK’a DEM Partiyê civiya
12:10 Di doza Komkujiya Madenê ya Amasrayê de cezayên mîna xelatê hatin dayin
11:52 ‘Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe’
10:52 Qeyûmê Wanê ‘Pirtûkxaneya Jinan’ veguherand keştiya protokolê
10:45 Yagiz ê HDP’î radestî Tirkiyeyê hate kirin
10:17 Walîtiyê giliyê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê kir
10:09 Ji jinên Beluc ên hatine binçavkirin agahî nayên girtin
09:54 Protesto di tevahiya şevê de domiyan: Dîmenên tundiya polîsan derketin holê
09:42 ‘Gel xwedî li bangê derket û îktîdar nikare jinedîtî ve bê’
09:17 Hejmara şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin derket 13’an
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2025’AN
08:24 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
08:21 Li Stenbol û Îzmîrê serdegirtinên malan
08:20 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
23/03/2025
17:38 Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî hate avakirin
17:37 Ozel: Têkoşîna hevpar dê bi heman biryardariyê bidome
Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi girtinan, bi demokrasiyê heye
17:20 Li Antalyayê Newroza 'azadiyê'
17:07 Tulay Hatîmogullari: Têkoşîn mafek e
16:59 Li Stenbolê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:55 Newroza biheybet a Stenbolê bi dawî bû
16:53 Sebahat Tûncel: Hêvî heye, ji bo aştiyê em bi xwe bawer in
16:52 Gulistan Sonuk: Li Stenbolê derbe hate kirin
16:47 Di pîrozbahiyên Newrozan de daxwaza hevpar: Ji Ocalan re azadî
16:34 Li Antalyayê Newroza azadiyê: Divê hikûmet gav biavêje
16:14 Ozel ji bo Newroza Stenbolê peyam şand: Rojên ku em govenda azadiyê bigerînin nêz in
15:58 14 baroyan bertek nîşanî Yavaş dan: Em şermezar dikin
15:58 Bayindir: Gelê Kurd wê azadiya Ocalan bibîne
15:54 Bakirhan: Banga birêz Ocalan şense û vî şensî bi kompasan pûç nekin
15:10 Ekrem Îmamoglû: Li qadên demokrasiyê dengê xwe bilind bikin
15:01 Uçar ji Yavaş re got: Em nahêlin kesek zimandirêjiyê li li nirxên gelê Kurd bike
14:42 Gultan Kişanak: Dora gavavêtinê ya Enqereyê ye
14:42 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Em li dijî derbeya li dijî vîna gel in
13:50 Dengê Abdullah Ocalan li Yenîkapiyê olan da
13:46 DBP’ê bertek nîşanî girtinan da
13:41 Qada Yenîkapiyê bi tevlibûna sed hezaran kesan tije bûye
13:40 Ozel: Tekane sûcê wî têkbirina Erdogan bû lewma hate girtin
13:10 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Em berxwedanê mezin bikin
12:56 Li Stenbolê pîrozbahiya bicoş a Newrozê dest pê kir
12:47 Ji Ekrem Îmamoglû peyama ewil: Hûn ê têk biçin!
12:28 Li 19 navendan Newroz hat pîrozkirin
12:20 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em qebûl nakin
12:17 Li Edeneyê govenda Newrozê
11:29 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
11:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Îmamoglû dan
10:50 Ji CHP'ê berteka ewil: Dê hesabê vê bidin
10:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 48 kes hatin girtin
10:27 Li CHP’ê dengdayîna serokkomariyê dest pê kir
10:05 Li Xezeyê di nava 24 saetan de herî kêm 32 Filistînî hatin qetilkirin
09:59 Gelê Stenbolê ber bi qada Newrozê ve diherike